14 mars 2009

Azadiya miletekî bi siyaseta "nermkirinê" nayê bidestxistin 2

Mamoste Ahmed, rewşa kurdan û merhela têkoşîna tevgera netewî ya îro, tenê bi xebat û têkoşîna Salahattîn Demîrtaş û hevalên wî va girê daye, li gor wî di vê xebatê da para ”nivîsên min yê rojane” û ked û rola kurdên derî PKK-ê/DTP-ê tuneye, hertişt bi ked û xebata PKK-ê û DTP-ê hatiye bidestxistin.
Loma jî li ser vê meselê ew çi bibêjin û çi bikin rast e, dibê kes dengê xwe neke, çimkî wan ev rewş aniye meydanê.
Mamoste Ahmed wiha gotiye:
”Heke niha pirsgirêka purdî ketibe rojevê bawer ke ew ne seba nivîsa te ya her rojê ye( şaş fehm neke ez ji nivisên te pir hez dikim û bi baldarî dişopinim), yan jî seba muxalifên DTPyê ye(xwedîgiravî neteweperwer). Heke îro pirsgirêka Kurd ketibe rojevê ew seba têkoşina wan e.”
Ez ji xwe û nivîsên xwe dest pê bikim û dûra jî werim ser ked û xabata kes û hêzên derî DTP-ê.
Mamoste Ahmed, berî hertiştî ji ber ku min ji rezê dewleta tirk tirî diziye ev 30 sal in ez mahkûm nebûme, qey me jî li gor qewet û hêza xwe ji bo vî miletî jahrek belav kiriye, kevirek daye ser kevirekî û xebatek kiriye.
Heger di têkoşîna azadiya vî miletî da ked û xebata min ji devê guh be, ya Salahattîn Demîrtaş ne mûyekî guhê devê ye jî.
Ez nizanim Salahattîn Demîrtaş ev çend sal in ketiye nava tevgera netewî û ji kînga û virda ye doza kurdîtiyê dike, berê çi bû, çi dikir û çi diparast.
Lê ez bi ya xwe dizanim, teqrîben ev 40 sal in ku ez ji bo rizgarî û azadiya gelê xwe bi rengekî bênabên têkoşînê didim, xizmetê ji ziman û edebiyata kurdî ra dikim, bi şêl, xebat û nivîsên xwe bi şev û roj agirê tenûra kurdî û kurdperweriyê gurtir dikim, bêtir disincirînim.
Di nava vî 40 salî da, min bi xebata xwe ya rêxistinî û şexsî, bi nivîsên xwe yên ku tu wan biçûk dibînî bi sedan kesên weke Demirtaş şiyar kirine, kirine kurd û xebatkarên doza kurdperweriyê.
Ji bo ku zimanê kurdî bibe ”zimanê perwerdeyê û zimanê duyem yê resmî”, ji bo ku kesên weke Salahattîn Demîrtaş bi kurdîtiya xwe bihesin û ji peyatiya çepên tirk dûrkevin 35 sal berê ez di meş û mitîngan da bi kurdî dipeyivîm, min hellbestên kurdî dixwend.
Lê Demîrtaş piştî min bi bi 35-40 salî jî hîn du gotinan bi kurdî nizane, hîn dibêje ”em naxwazin kurdî bibe zimanê resmî”.
Heger îro li Wêranşarê tevgera netewî hewqas xurt e, heger Emrulah Cîn du dewran dikane bibe serokê belediyê û cara sisiyan jî DTP li gor ”tayinan” jî dikane ji sedî 60-70-ê rayan bigre, dibê tu bizanibî ku ev yek ne bi saya xebeta Salahattîn Demirtaş bûye, ev yek mîrata têkoşîn û xebata min û hevalên min e.
Yanî hertişt tenê ne berhema xebata PKK-ê ye.
Bêguman PKK-ê jî ji miletê xwe ra gelek xebatên hêja kirine, lê ev nayê wê maneyê ku hertişt tenê ked û berhema xebata PKK-ê û DTP-ê ye.
Berî wan jî xelkê ji bo vî miletî xebat kiriye, dibê meriv ne bêûjdan be, çawa ku meriv naxwaze xelk ked û xebata meriv înkar bike, herwisa dibê meriv jî ked û xebata xelkê înkar neke.
Yanî dibê Mamoste Ahmed baş bizanibe ku, PKK-ê û DTP-ê ji sifirê dest pênekirine, lawê bavan gelkî berî wan di şertên gelkî xerab û girantir da gelek xebatên hêja û fedekariyên mezin kirin, micadele ji bin sifirê bi ser sifirê xistine, derxistine çend dereceyan.
Dibê meriv van xebatan jî înkar neke.
Dema PKK weke hêz derket sehneya siyasetê, li Kurdistanê bi sedhezaran kurdên çep û kurdperwer ketibûn pêxîla dijmin û têkoşîneke bêhempa didan, gelek kadir û mîlatanên PKK-ê bi xêra xebatên van kes û hêzan bi kurdiya xwe hesiyan û ketina nava xebata netewî.
Heger îro li Wanê, li Diyarbekrê, li Bazîdê, li Bismilê, li Farqînê, li Nisêbînê û li gelek bajarên din yên Kurdistanê bi sedhezaran însan dadikevin kolan û kuçan û xofeke mezin dixin dilê dijmin ev ne tenê keda DTP-ê û PKK-ê ye, keda hêzên din jî di vê xebatê da pir e.
Tiştê herî ecêb, Mamoste Ahmed ji min ra gotiye, ”Tu niha dikarî hinekî jî ji bo partiyên Kurdan bişixulî”.
Maneya van gotinan ew e ku heta nuha ez ji bo partiyên dijmin dixebitîm, lê di vê hilbijartinê da dibê ez ”ji bo partiyên kurdan biçixulim.”
De were nemre, were neteqe!
Nuha yekî ez nas nekirama û heta nuha qet nivîsên min nexwendibûya wiha bigota, minê bigota de tişta nabe, camêr min nas nake.
Lê Mamoste Ahmed, kêm zêde min hinekî nas dike, dizane ku ez namzetekî DTP-ê yê herî pîs û xerab jî bi namzetê AKP-ê yê herî baş û “kurdçî” nadim.
Ez tim dibêjim, dibê em xeteke sor bikşînin nabêna partiyên kurdan û tirkan, dibê kurd tu carî rayên xwe nedin partî û namzetên tirkan.
Di nivîsa xwe ya 10-ê adaraê da jî ez li ser vê meselê rawesriyabûm û min wiha gotibû.
“Namzetên partiyên tirkan(AKP. CHP, SAADET, MHP)çiqasî baş dibin bira bibin, ferq nake, dibê kurd rayên xwe nedin wan.Esas ne mimkûn e ku baş bin jî, heger baş bin, nabin endam û namzetên partiyeke hebûna miletê wan înkar dikin û dixwaze bike tirk.”
Û ne îcar tenê, ji roja ku di warê legal da partiyên kurdan(HEP, DEP)çîbûne û virda, xeta min tim ev bûye, min tim gotiye, “dibê kurd dengên xwe nedin partiyên tirkan, kurd çiqasî ne li gor dilê me bin û hin kêmasiyên wan hebin jî dibê meriv li hember dijimin dengê xwe bide wan û wan xurt bike.
Him di hilbijartina berê da û him jî di ya 29-ê adarê da min gotiye zeîfbûn û têkçûna DTP-ê, zeîfbûn û têkçûna tevgera kurdayetiyê ye.
Yanî dema DTP xurt bibe li kara me ye, ji bo tevgera kurd ya netewî baş e, ev yek dikane dewletê bêtir mecbûrî tawîzan bike.
Ez viya ne tenê ji bo DTP-ê, ji bo hemû partiyên kurdan dibêjim. Îro DTP-ye, sibe dikane partiyeke nêzî hêzeke din bibe.
Lê dema partiyên dewletê(hemû partiyên tirkan) li Kurdistanê xurt bibin, ev yek li zirara miletê kurd e.
Min tim gotiye, heta ku dewlet û partiyên wan li Kurdistanê ji kurdan(kîjan hêz dibe ferq nake)xurttir bin, dewletê tu carî siyaseta xwe ya înkar û îmhayê neguhere û ewê tu mafî nede kurdan.
Li Kurdistanê li dora 550 belediyan hene.
Ji van belediyan ez bawer dikim li dora 50 hebî di destên DTP-ê da ne.
Dîsa ez baş nizanim lê bi texmîna min li dora 100 parlamenterên bajarên kurdan hene.
Ji van parlamenteran 20 yên DTP-ê e û 80-90 jî yên partiyên tirkan e.
Roja ku ev denge bi lehê kurdan da biguhre, yanî partiyên kurdan ji 550 belediyan 400-500 hebî û tirk jî 100-150 hebî bigrin, ji 100 parlamenterî tirk 20-30 hebî û kurd jî 70 parlamenterî derxin a wê demê tirk mecbûr in teslîm bibin û bi kurdan ra rûnin.
A ji bo vê yekê ye, ji bo ku ez vê rojê bibînim heta nuha(ji HEP-ê û virda)min tim xwestiye ku kurd dengê xwe bidin partiyên kurdan û tu carî nedin partiyên tirkan.
Lê gel vê şîla min ya eyan û beyan jî Mamoste Ahmed ji min ra dibêje”Tu niha dikarî hinekî jî ji bo partiyên Kurdan bişixulî.”
”Şîreteke” wiha li min kirin ne rast e û ne xweş e jî.
Yê hema hinekî jî min nas dike, dibê bizanibe ku heger kûçikê kurd û yê tirk jî li hevxin, ezê alîkariya kûçikê kurd bikim û wî têxim ser yê tirk.
Loma jî ne hewceye ku Mamoste Ahmed ji min ra bibêje, ”dem niha dema xebatê ye”.
Ne îro, ev serê 40 salî ye ku ez vê propagandeyê ji kesên weke Salahattîn Demîrtaş ra dikim.
Bi hêviya ku bêdilmayin me ji hev fêm kiribe…

11 kommentarer:

  1. Xalo,

    Dibe ku bash bête bîra te jî, ruspiyê kurdan yê hêja u henekbaz Musa Anter rojekê êdî hew dikare debera xwe bi fasafîsoyên Apo u PKKê bîne u radibe di nivîseke xwe da arz-u halê xwe tîne zimên. Kaloyê me digot: "Temam, bash e, we ji sifirê destpêkiriye u aniye vira, lê heta ku me jî anî sifirê emrê me qediya." (kêm zêde wiha goti bu di wê nivîsê da, aniha peyv bi peyv nayê bîra min).

    Ez dibêjim him Apo u him jî PKKê di fasafîsoyên xwe da her tisht li gorî înkariyeke zirzop ava kirine. Bila xwedê teala heqê xizmetkarên Kurdistan'ê yên di nav gorên xwe da ji sextekarên nankor yek bi yek bipirse!

    Silav u rêz

    Tîrê Qersê

    SvaraRadera
  2. Kek Zinar,

    Wellahî bi dîtina min di gotinên te da ti tishtekî zêde yan jî xirab tune. Ez nizanim ka ji ber chi birêz Mamoste Ehmed bi vî shiklî raman u fikra zikir kiriye. Qasî ku ez têgishtim, birêz Mamoste Ehmed "peyv,fikir u tevgera" xwe bêyî ku li bêjingê bixîne, bash lê kur be, ha wilo yekcar nivîsiye.

    Rast e ku miletê kurd di nav rêxistina bi navê PKKê da her tishtê xwe feda kiriye. Lê mixabin ku Evdo u PKKê di nav vê rêxistinê da her tisht ji bo shexsê Evdo yê megaloman u narsîst bi kar aniye. Bi zanîna min êsh u zora ku miletê kurd di van sî salên dawiyê da bênavbir kishandiye, heger aniha îro hemî pirsgirêk werin chareser kirin jî, ewê heta 50-100 salan tesîra xwe ya psîkolojîk hunda neke. Bo kê? Bo Evdo, da ku bila ji sibehê heta êvarê xwe bi xwe pesna xwe bide...

    Ez dibêjim tishtê ku em li vir zelal bikin tune. Lê dîrok ewê biryara xwe bide. Ji bo vê jî belgeyên bi nivîskî lazim in. Bêguman ji van belgeyan yek jî ragîhandinên te yên nivîsandî ne.

    Silavên hêja

    Lawkê Cholemêrgê

    SvaraRadera
  3. Welle hêja Zinarê Xamo heke min dilê te hiştibe ez lêborina xwe ji te dixwazim. Ez helbet dizanim ku tu mirovekî pir hêja û xwedî xîret î. Xebatên te jî pir hêja ne. Min wergera te ya "Bide dû dilê xwe" jî xwend. Ew kitab ji xwe rewşenbiriya te radixe ber çavan. Ez helbet dizanim ku tu salan dûr û dirêj di vê rêya pîroz de xebat kiriye û niha jî dikî. Ez zehf giringî jî didim nêrinên te. Lê qasî ku min dît te ez şaş fehm kirime. Min li te şîret nekir. Ne mafê min e û ne haddê min e jî. Min tenê xwast ku bila niha rexne neke ji ber ku hilbijartin nêzik e û bila dilê miletê me ji partiya me sar nabe. Belbî tu dibîni gava ku tu rexne li wan digri hema bi dehan rexneyên dî jî tê ku gelemperî ne wekî nivîsa te rêveker û rewşenbirî ye. Tenê dijmintî ji wan difûre û nivisên te jî ji bo wan malzeme dibe. Tu rewşenbirekî mezin î û ez ditirsim ku ji ber nivîsên te zehf kes dibe ku dikeve gumanê û ew ê dengên xwe nedin partiya me.Paşê jî partiya romî yê bi ser keve. Lê dîsa jî tu çêtir dizanî. Belbî ev daxwaziya min jî ne di cih de ye.
    Tiştekî dî jî heye ku ez dixwazim bêjim ez jî wekî te difikirim elbet mafê S.Demirtaşî tune ye ku wiha dibêje. Lê ez bawer nakim ku dilê wî jî wiha dibêje. Ew siyasetek e û li gor ditîna min jî siyaseteke şaş e. Lê her tişt ne li gorî dilê meriv dibe. Elbet kêmasiyên wan zehf in. Lê başiyên wan ji bo miletê me zêdetir e.Heke em niha reklama wan nakin em ê kengî bikin?

    SvaraRadera
  4. Welle hêja Zinarê Xamo heke min dilê te hiştibe ez lêborina xwe ji te dixwazim. Ez helbet dizanim ku tu mirovekî pir hêja û xwedî xîret î. Xebatên te jî pir hêja ne. Min wergera te ya "Bide dû dilê xwe" jî xwend. Ew kitab ji xwe rewşenbiriya te radixe ber çavan. Ez helbet dizanim ku tu salan dûr û dirêj di vê rêya pîroz de xebat kiriye û niha jî dikî. Ez zehf giringî jî didim nêrinên te. Lê qasî ku min dît te ez şaş fehm kirime. Min li te şîret nekir. Ne mafê min e û ne haddê min e jî. Min tenê xwast ku bila niha rexne neke ji ber ku hilbijartin nêzik e û bila dilê miletê me ji partiya me sar nabe. Belbî tu dibîni gava ku tu rexne li wan digri hema bi dehan rexneyên dî jî tê ku gelemperî ne wekî nivîsa te rêveker û rewşenbirî ye. Tenê dijmintî ji wan difûre û nivisên te jî ji bo wan malzeme dibe. Tu rewşenbirekî mezin î û ez ditirsim ku ji ber nivîsên te zehf kes dibe ku dikeve gumanê û ew ê dengên xwe nedin partiya me.Paşê jî partiya romî yê bi ser keve. Lê dîsa jî tu çêtir dizanî. Belbî ev daxwaziya min jî ne di cih de ye.
    Tiştekî dî jî heye ku ez dixwazim bêjim ez jî wekî te difikirim elbet mafê S.Demirtaşî tune ye ku wiha dibêje. Lê ez bawer nakim ku dilê wî jî wiha dibêje. Ew siyasetek e û li gor ditîna min jî siyaseteke şaş e. Lê her tişt ne li gorî dilê meriv dibe. Elbet kêmasiyên wan zehf in. Lê başiyên wan ji bo miletê me zêdetir e.Heke em niha reklama wan nakin em ê kengî bikin? Mamoste Ehmed

    SvaraRadera
  5. Birayê Mamoste Ahmed, gelek sipas ji bo wê bersîva te ya dostane û qedirşînas.
    Ez bawer dikim me mexseda hev û du fêm kir, loma jî ne hewce ye ku em zêde dirêj bikin.
    Bi silavên dostaniyê

    SvaraRadera
  6. Min berê digot xalê Zinar namusa zimanê kurdî ye, lê niha jî li vir lê zêde dikim u dibêjim, xalê Zinar namusa rewshembîriya miletê kurd e u hun sax! (Ricayek min ji xalê Zinar heye. Xalo, nebe nebe ku tu jî di pêsherojê da wekî Apo pesna xwe bidî. Bila xwînerên te bibin pîvana shexsê te u wesselam).

    Xalê Zinar di rexneyên xwe da bi maf e. Hin kurdan ji xwe ra kirine edet, pishtî her rexneyê ha radibin ha rudinin, dura jî "vê gavê em di nav demeke nazik da ne, bila kes dengê xwe dernexîne" dibên u disekinin. Wellahî êdî em nizanin ka kîjan wextî ewê dem musaît be?!

    Heger birêz Mamoste Ehmed u DTP ewqas kur u fireh difikirin, ewqas nazik in di van mijaran da, chima beriya hilbijartinan li ser vê yekê nefikirîn u negotin em hinekî jî bala xwe bidin miletê kurd. Aha va ye hê doh Selahattin Demirtas di rojnameyeke tirkan da kêfa tirkan anî. Gelo DTP u S. Demirtas ji hêla dewletê va hatin manîpule kirin? Ev gotina di vî sherê psîkolojîk da ji top u tankan jî bi tesîrtir e. Gelo aniha tirk van gotinan di nav xelkê kurd u tirk da ji bo berjewendiyên xwe bi kar nayînin? Qey hun me baqil u wan jî ehmeq dihesibînin bavê min?! Ew her tishtê ku bi ehmeqî u dijminanî tê gotin, wekî xencer shunda vediger u li dilê miletê kurd dikeve.

    Ez hêvîdar im ku ewê miletê kurd di van hilbijartinan da dengê xwe tenê bide kurdîperest u kurdistanperestan! Mixabin ku ji bo devera me jî kemalîstekî bê edeb hatiye shandin, loma em ê dengên xwe nedin DTPê (em ê vala bihêlin).

    Silav u hurmet

    Pîran Tîr

    SvaraRadera
  7. Destên te sax bin, xalê Zinar.

    Ez dirêj nekim, ji vir heya hîvê heqê xalê Zinar heye.

    Bi navê xwedê kim, ez muyekî serê xalê Zinar jî ji bo sed hezar Apo nadime.

    Silavên dilovanî

    Mêrdînî

    SvaraRadera
  8. Ne hewce ye ku ez jî wekî hevalên din biheqbuna xalê Zinar li vir pesend bikim.

    Heta ku DTP wekî partiyeke kurd-î-perest u kurdistanperest tevnegere, ji bo kesên kurdistanî tu qîmeta wê tune. Ji destpêkê u vir da DTP bi destê Pkk'ê u Evdo bi zanetî li kemalîzmê hate girêdayîn. Daxwaz u tevgera artêsha tirkan e ku PKK u Evdo vê dikin. Di vê babetê da dengên ku ewê herrin DTPê, dê bikevin bêrika kemalîzmê. Bila xelkê kurd dengên xwe tenê bide namzetên kurd-î-perest u kurdistanperest (yên wekî birêz Osman Baydemir). Heger ew kes tunebe jî bila VALA bihêlin. Qet nabe ku dengên xwe bidin partiyên tirkan yên fashîst u rasîst, ku di navbera kurdên kemalîst u van da tu cihêtî nîne.

    Bi silavên germ

    Eliyê Dêrikî

    SvaraRadera
  9. Miletê kurd miletekî binketî ye u ji ber asîmîlasyonê (bi taybetî jî otoasîmîlasyonê) li ber handabunê ye. Ango di rewsheke nexwesh ya giran da ye. Îcar kîjan aqil, kîjan îdeolojî, kîjan siyaset u kîjan shexsiyet dikare rabe li ser hebun u tunebuna vî miletî gotinên wekî yên Aysel Tugluk, Emîne Ayna, Sirri Sakik, Apo, Selahattin Demirtash, Hüseyin Kalkan u hwd. bike, bi hestên vî miletî yên ku ji chend gramî zêdetir nemane, bo siyaseteke berdosh u qeshmer bilîze?

    Helbet ku ewdê xalê Zinar vê berdoshî u qeshmeriyê wekî ronakbîrekî kurdîperest u kurdistanperest bi kurdî rexne bike.

    Bi silavên hêja

    Zarayê Kurdîjen

    SvaraRadera
  10. Bi baweriya min di rexneyên xwe da meriv çiqasî sergiran û avakar be ji bo menfeeta miletê kurd ya giştî û netewî baştir e.
    Mafê her kurdî heye tiştê nekeve serî rexne bike, ev yek dikane siayseta DTP û PKK-ê be ya jî beyaneke Ocalan û berpirsiyarekî DTP-ê be.
    Lê di rexneyê da dibê armanca me ew be ku em xwediyên çewtiyan û kesên li pey wan bînin ser riyeke rasttir.
    Deme meriv bi ziman û gotinên maqûl însanan rexne bike, însan li meriv guhdarî dikin, lê dema meriv bi xeber û heqaret dest bi rexneyên xwe bike wê demê êdî cî ji diyalogê ra tuneye, tenê şer dimîne.
    PKK û DTP çiqasî tişê ne li gor dilên me bikin jî netîce kurd in û dibê weke kurd, weke însanên kurdperwer em bixwazin wan qezenc bikin.
    Kurd dibêjin, rî(h)dibe bihost dijmin nabe dost, ya jî dijminên bavan nabin dostên lawan.
    Yanî tirk çi bibêjin jî netîce, ne ji qewmê me ne û îro dijminê me ne.Loma jî dibê em tu carî partiyeke tirk û DTP-ê weke hev nebînin.
    Çimkî yek ji me ye, yek dijmin e.
    Ya ji me dikane îro tiştên pir ne baş û xerab jî bike, lê dibê meriv tu carî bi çavê dijmin lê nenêre.
    Zarêkên meriv di xortaniya xwe da yekcarnan tişteên ne li gor dilê meriv, tiştên pir xerab dikin,lê meriv weke dê û bav bi çavê dijmin lê nanêre. Meriv li ber digere, dibêje heyran, qurban ji bo ku bîne ser riya rast û baş.
    Bi baweriya min dibê meriv bi vî çavî li PKk-ê û DTP-ê jî binêre. Ya din ne rast e ku meriv bi gotin û rexxneyên xwe bi milyonan însanê kurd bigre hember xwe, dilê wan ji xwe bihlêle.
    Dibê meriv bi zimanekeî maqûl bipeyive ku însan li me guhdarî bikin, bi hêrsê, bi xeberan kes li me guhdarî nake û loma jî tu tesîra me jî çênabe.
    Gelo di van dîtinên xwe da ez şaş im?

    SvaraRadera
  11. Xalo,
    Bi xwedê, xwîner u suxteyên te chewtî u derewan jî bikin, bo xatir u matirê divê tu xwedîtiyê li wan bikî. Guneh in yaw, wîîî. Xalo ellaxîme kîtabîme herkes dibê komika min u wesselam. Nebe nebe ku tu bo qardêshlîxa Demoxratîk Cumhuriyetê, min Ustirelî Micho bikî shêhîd haaa. Ez bim minê bigota, her chiqas hin zarokên min yên chapqin hebin jî, carina kafirtiyê bikin jî, di esl u meselê xwe da ew hê pisîk in pisîk, u him jî yên bash in, sayin cîgerlerim.

    De ji destê xalê xwe machî dikim

    Ustirelî Micho

    SvaraRadera