22 februari 2009

Tirk li ber teslîmbûnê ne lê em tunene

Nivîskarê rojnameya tirkî Zamanê Mumtazer Turkone, li ser meseleya kurd donepêr(20/2-09) dîsa nivîseke balkêş nivîsiye.
Mumtazer di nivîsa xwe da ji dewleta xwe ra pir vekirî dibêje, heger hûn di vê siyaseta xwe ya nîjadperest ya înkar û tunekirina kurdan da israr bikin di dawiyê da hûnê li zirarê derkevin, aqîbeta Komara Tirkiyê ewê gelkî xerab be û ev yek ewê bibe sebebê perçebûna Tirkiyê.
Mumtazer kadirekî kevn yê partiya nîjadperest ”MHP”-ê ye û demakê jî aqilmendekî Tansû Çîllerê bû.
Wî li hember kurdan bi salan şer kiriye û gelek aqil daye dewletê. Lê ev demeke weke gelek tirkên ew jî hatiye hîdayetê û êdî ew jî ji ndina mecbûrî qala qebûlkirin û dayina mafê miletê kurd dike.
Bêguman ev guherandina Mumtazer û yên weke wî tiştekî baş e û dibê em qedir bidinê.
Lê li alî din jî dibê em baş bizanibin ku ev kes û hêzên ku em dibêjin ”guherîne”, bi rastî çiqasî giuherîne û bi vê guherandina xwe li pey çi ne û dixwazin bi vê yekê rê li ber çi bigrin?
Mumtazer jî êdî qebûl dike ku neteweperestiya tirk, bi gotineke din nîjadperestiya tirk ”cîhaneke sexte ye, tenê dijminan çêdike, nefretê vedirişe, bi hêrs li dora xwe dinêre û nexweş e.” Loma jî dibê ”miheqeq were guhertin.”
Mumtazer dibêje, mîmarên neteweperestiya tirk kesên ji Balkan û Kafkasan bûn û îdeoloya wan jî ne li gor van erdan bû, loma jî Dewleta Osmanî jê zirar dît.
Ev tespîteke raste. Lê ne do tenê, îro jî yên serkêşî û pêşengiya nîjadperestiya tirk dikin dîsa neviyên van kesan e, dîsa kesên balkanî û kafkasî ne.
Mumtazer dibêje di dema avakirina Komara Tirkiyê da ji ”îdeolojiya neteweperestiya” tirk gelek feyde hate girtin lê îro êdî zirarê dide ”Tirkiyeya Mezin”. Ji bo ku Tirkiye di pêşerojê da biçûk nebe, nebe ”Tirkiyeya dema Sevrê”, dibê dewleta tirk dev ji înkara kurdan berde û bi hin mafên biçûk wan aş bike.
Ev nivîsa Mumtazer û hin hewildanên hevalbendên gurûba Gulen nîşan dide ku li hember tevgera kurd ya netewî dewleta tirk çiqasî zeîf û bêçareye.
Lê mixabin piraniya serok û siyasetmedarên kurd jî ji hêza xwe bêhay in, loma jî li gor hêza li pişt xwe ji sedî yekê mafê ku dibê bixwaze, naxwaze. Di serda nahêlin milet jî van daxwazên xwe yên netewî vekirî ji dewletê bikin.
Yanî belhazir vagon ketiye pêşiya lokomotîvê. Miletê kurd rabûye pêdarê, amedeye ku bajo ser kozikên dewleta tirk û wan bi erdê ra tep û dûz bike, lê serokên ku pêşengiya vê meşê bikin tunene, yên hene jî serî li milet digerînin.
Û dewlet jî helbet vê yekê baş bikar tîne.
Ji bo ku kurdên tirkînezan jî bikanibin vê nivîsê bixwînin min ew wergerand kurdî. Ez hêvî dikim ku bi kêrî tiştekî were.
” Neteweperestiya Tirkiyeya biçûk.
Di Sevrê* da ”wetenekî tirk” ê bi herêma Enedoliya Navîn va sînorkirî dihat texmînkirin. Bi neteweperstiya ”Tirkiyeke Biçûk, ez kesên ku di riyeke teng û tarî da bi înat dimeşin ku dikane bigihîje eynî netîceyê qest dikim.
Ev neteweperstiyeke wihaye ku dijminan çêdike, nefretê vedirşe, bi hêrs li derûdorê dinêre, neteweperstiyeke nexweş û bi kompleks e. Aqil, şiyana hizirkirinê(aqilselîmî) û mentiq nikane nifûzê liv ê dinyayê bike.
Ji gotina ”bira hemû cîhan tirk be” ancax tu dikanî pirsa”Mars ewê çima nebe bikî?”
Merivê neyê ecibandin ”ne ji xwîna tirk e”, ser wî di qelemkê da xêzkirin, bi heneka ”anemiya Deryasipî pê ra heye”, tenê tu dikanî bêdgeng bikî.
Neteweperestî îdeolojiyike xweparêz e.

Tenê di dema şer da îş dibîne. Bi hestan xeteke liberxedanê ava dike. Ev miqawemet di şertên normal da, li ber tiştên maqûl dibe seddeke rêgir.
Çavkaniya îlhama neteweperestiya tirk neteweperstiya Balkan bû.

Heta cumhûriyetê ronakbîrên tirk dibin du qisim. Tirkçiyên ”ne ji xwîna tirk” û ronakbîrên ji Rûsyayê hatibûn.
Kalikê Nazim Hîkmet Mahmût Celaleddîn Paşa ji yê pêşî, Yûsûf Akçûra ji yê duyem ra nimûneye. Neteweperestiya tirk, xerîbê van erdên ku bi kultura împaratoriyê hatiye sitiran.
Projeya cumhûriyetê netewe-dewlet mecbûriyetek bû. Ji bo bicîanîna(rastgerandina) vê projeyê piraniya tezên hatine seferberkirin mubalaxe û çêkirî(xeyalî) ne. Weke efsaneya Ergenekon û fîgurê gur.

Armanc ew bû ku ji Osmanîtiyê were dûrketin û dîrokeke pir kevn û nediyar, dîrokeke 5000 sal berê were referens girtin û bi vî hawî dîroka netewe-deleteke nuh were avakirin.
Mohra tirkîtiyê li ser agahiyên ne diyar yên di heqê cografyaya Asya Navîn da ku di teqwîmên Çîn yên kevn da hene hate xistin û bi vî şiklî hate şirovekirin.
Komara tirkiyê bi perwerdeya ku gelkî girîngiyê didê, bi van tezên çêkirî, bi hêviya ku ewê ji bicîbûna netewe-dewletê ra xizmetê bike mejiyê me eynî xesand.

Ew kesên ku bi rengekî bêpirs û bêsual ev tezana hemû weke dînekî qebûlkirin û bi van baweriyan bextewar dijîn, êdî ji bo wan jî wexta şiyarbûnê hatiye
Çimkî bi van tezan ancax hûn dikanin ”Tirkiyeya Biçûk” ya ku Sevrê layiqî me dîtibû înşa bikin.
Ev cîhaneke sexte ye, divê hûn bi çavekî rexnegir lê binêrin û miheqeq wê biguherînin.
Ya yekem, di nava sînorên Komara Tirkiyê da, li gel hemû hewildanên netewe-dewletê tenê gelekî homojen najî. ”Tirkkirina” herksî, ya jî hewildana hustu lêxwarkirinê, razîbûna bi ”Tirkiyeke Biçûk” e.
Heger îro meriv ”axaftina eynî zimanî” li ser herkesî ferz bike wê demê meriv ji kurdan ra dibêje, ”ji bo ku hûn bi zimanê xwe pipeyivin divê hûn dewleta xwe ava bikin”, daxwazeke wiha bêyî vê nayê tu maneyeke din.
Ji bo jiyandina yek dewlet û yek alê, hûn mecbûr in riza herkesî bigrin û li gor wê neteweyê dewletê ji nuh va tarîf bikin.

Ya duyem, ji dêlî mijûlbûna bi çîrokên 5000 sal berî nuha, hûn mecbûr in berê xwe bidin cografyeya xwe ya nêz ku hîn 100 sal di ser ra nebuhuriye ku hûn jê veqetiyan e.
Rajoneke jiyana di vê cografyayê da heye. Hûn mecbûr in ku qalibên neteweperestiyê bişkînin û mezin bifikirin. Ji bo vê jî herî zêde hûn bi qasî Osmanî xwediyê mafê tirkbûnê ne. Bi daxwaza ji vê zêdetir, hûnê di ”Tirkiyeke Biçûk” da weke pez bextewar bijîn.
Di zêhnan da hewcedarî bi guherîneke esasî heye. Wext teng dibe. Êdî tam wexta wê ye ku em neteperestiya “Tirkiyeke Biçûk”, tenê ji xeyalan, tenê ji fêrbûnan, tenê ji baweriyên naveroka wan vala rakin refên dîrokê yên tozgirtî.

Em mecbûr in ku ji vî rengê koriya neteweperestiyê, cehaletê û reqîtiya wê xelas bibin.
Tirkiye, li herêma xwe li aştî û îstqrarê digere. Hewcedariya herêm jî bi aştî û îstîqrarê heye. Tirkiye, ancax bi saya pêşengiya xwe ya exlaqî dikane li herêmê rê li ber xwînrijandina neteweperestiyên kurd û ereb yên ku diranan ji hev ra disûn bigre.

Divê em bi vê teza pêşengiya exlaqî tam weke osmaniyan li cîhanê binêrin.
Yê Dewleta Osmanî bi hêz dikir edaleta wê bû, yanî serdestiya exlaqî bû. Hewcedariya herêmê bi edaletê û hêzeke ku edaletê bi dûzan belav dike heye.
20 sibat înî Zaman”
*Peymana Sevrê, di 10-ê tebaxa 1920-an da di nabêna Dewleta Osmanî û Dewletên Îtîlaf da li bajarekî Fransayê yê bi navê Sevres hate îmzekirin.

Lînka nivîsa Mumtazer Turkone
http://www.gazeteoku.com/popup.php?url=http://www.zaman.com.tr

1 kommentar:

  1. Xalê Zinar,
    Tu rast dibêjî, bi rastî jî tirk êdî bê mecal mane u dixwazin ku miletê kurd bi hinek makyajên zirzop bixapînin. Lê mixabin ku siyasetmedarên kurdan di nav gafletê da bune duvika siyaseta tirkên nijadperest u hew bala xwe didin miletê kurd. Tu siyaseteke navendî ya neteweyî tune, herkes li her derê di nav tevgereke efetiyê da ye u dilê xwe pê hasht dike. Pêwîstiya miletê kurd bi "qehremanên erzan u nezan" tune! Divê siyasetmedarên kurd qet nebe di derbarê zimên da herroj hin tabuyan xera bikin u pishtgiriya raya cîhanê bigirin. Lê bavê min ka ew "beranên kurdînî"! Hetta bila bêjin bajarê Sêvas'ê ewê bibe paytexta Kurdistan'ê. Chima na?

    Ez hertim dibêjim, heta ku Lotikxane'ya ezîz u dilovan temsîldariya miletê kurd neke, ji me ra azadî tune u wesselam :-)

    Silavên germ

    Zarayê Kurdîjen

    SvaraRadera