27 februari 2009

Rica min ji we bes kurdî xera bikin!

Îro li ciyê kar demekê min fersend dît ku carê hema wiha di ser ra çavekî li çend malperên kurdî bigerînim.
Piştî nêrîna çend malperan, di malpera Avestakurd da sernivîsa ”Tilûr jiyanê dikin!!!” di cî da bala min kişand.
Dema ev sernivîs bi ber çavên min ket, por li serê min bûn pîj û rohnî di çavê min da nema.
Min bi lez çend gotin ji Avestakurdê ra nivîsî, min got:
”Ez rica dikim hûn jî weke Apociyan tecawizî gotina " jînê û jiyanê" nakin.We gotiye "Tilûr jiyanê dikin"!!! Ev sernivîs şaş e, rastiya wê ”Tilûr jî dijîn” e. Meriv jiyanê nake, meriv dijî
Ez dijîm, ezê bijîm, ez dijiyam, ezê bijiyama.”

Birêz D. Dara tavilê bersîva min da, got ezê meyla te bidim hevalê berpirsiyar. Dûra min bala xwe dayê ji dêlî ku biguherin, xeber rakirine.
Bêguman ev gotina ”ez jiyan dikim”, ne ji alî Avestakurdê tenê va, hema hema ji alî gelek kesî va çewt tê bikaranîn.
Û bi taybetî jî ji alî hevalên PKK-ê û kêsên nêzî wan ve.
Sebebê vê çi ye, çima wisa bikartînin ez nizanim.
Ez bawer nakim ku heta nuha kesî ji wan ra negotiye loma wisa çewt bikartînin. Belkî jî carê ”Serok” wiha bikar anîbe û loma jî kes newêre eksê wê yanî rastiya wê bibêje.
Û ya xerab jî êdî ne "rojnamevan", û nivîkar tenê, heta gerîllayên serê çiyê, gundiyên çolan, jinên tirkînezan, welhasil hema kî tê bîra we, herkes wisa bikar tîne; ”ez jiyan dikim, li vir jiyankirin pir zor e...”!Dema di telewîzyonan da dengê ”em li vir jiyan dikin” dikeve guhê min ji hêrsan ez porê serê xwe dirûçikînim.
Lê darê min di xênî hilnayê û destê min nagihîje derekê.
Nuha rastiya gotina ”jiyanê, jînê” tunebûya, minê bigota de weleh tuneye, jixwe ra çêkirine, lê çewt çêkirine.
Lê gotina ”jiyanê” berê heye. Tiştê dikin, gotina rast xera dikin.
Ji bo dema nuha:Ez dijîm, tu dijî, ew dijî, em dijîn, hûn dijîn, ew dijîn.
Ji bo dema dahatû:
Ezê bijîm, tu yê bijî, ewê bijî, emê bijîn, hûnê bijîn, ewê bijîn.
Ji bo dema borî:
Ez jiya bûm, tu jiya bû, ew jiya bû, em jiya bûn, hûn jiya bûn, ew jiya bûn û wisa dom dike.
Ya jî li vir, li çiyê jiyan zor e, jiyana vir nayê kişandin, kesên li vir dijîn(ne kesên li vir jiyan dikin) halê wan gelkî xerab e, em di halekî xeab da dijîn û hwd.
Yanî gotinek heyî çewt dibêjin û ev çewtî jî di nava milet da belav bûye û ji gotina rast bêtir çî girtiye.
Wisa cî girtiye ku êdî dê, bav, kalik û pîrikên me jî, dema di telewîzyonan da ji devê spîker, "rojnamevan û nivîskarên" bi hêl û mêl bi vî rengî dibihîzin, dibêjin belkî ya ew dizanin çewt e. Nuha de were memre û de were neteqe?
Dema bêhemdî bahjînî bi min dikeve, xelk dibêje, bavo Zinarê Xamo agir kiriye dawa xwe, dîsa har bûye û nizanim çi û çi…
Îcar ev jî ne bes e, tew hinek edîb û nivîskarên pir mezin û pir meşhûr, dema mriv vê şaşiya wan dibêje, xwe dixeyidînin, dibêjin “çima li zora we diçe/dihere?”
Ev jî mesela qembûrê ser zembûr e, yanî çewtiya li ser çewtiyê ye.
Yanî çima bi te zor tê, çima dihere zora te?”
Tew dema piştî gotina “li çiyê jiyankirin zor e”(yanî jiyana, jîna li çiyê zor e)ez gotina “weleh pir li zora min çû” dibihîzim, hema di cî da pê li qumçeya girtinê dikim û telewîzyonê digrim.
Lê ez ditirsim rojekê ji kerba vê rezîlkirina zimanê kurdî ez careke din kompîtora xwe bişkînim.Tirsa min ev e.
Li her dera cîhanê kesên ku zimanan pêş da dibin, biserûber dikin, dikin xwedî îmla û gramer, dewlemend û mikemel dikin kesên ronakbîr, nivîskar, edîb û zimanzan in.
Bi saya van kesan ziman dikevin qalibekî biserûber û dibin xwedî struktûr.
Lê li ba me kurdan weke hertiştî, ev jî belovaciya cîhanê ye.
Li ba me kesên ronakbîr, nivîskar, rojnamevan û edîb ji dêlî ku kurdî pêş da bibin, dewlmend, serast û xweşik bikin, tiştê heye jî xera dikin, ”pê da dikin.”
Li ba piraniya nivîskar, rojnamevan û edîbên kurd hezkirin û hesasiyeta zimên di dereceya sifirê da ye.
Zarokekî 3-4 salî dema çêdirina risimekî da çi hesasiyetê nîşan dide, rojnamevan û nivîskarên kurd jî dema nivîsekê dinivîsin eynî dîqet û îtînayê nîşan didin.
Ew jî weke zarokên 3-4 salî rast û çep, hema xêz dikin, çi tê ber devê wan dibêjin, bêyî ku li rastî û çewtiya wê bifikirin.
Gotina bikar tînin rast e ne rast e ji bo wan qet ne girîng e. Çimkî kurdî ye, bêxwedî ye, ne hewceye meriv zêde serê xwe pê ra biêşîne, meriv çawa binivîse jî mişterî tu carî îtîraz nake…
Kurdino, rojnamevan û nivîskarno, heger hûn dixwazin zimanê we jî weke yên xelkê xweşik û dewlemnd be, bi qaîde û qûral be, dibê hûn serê xwe pê ra biêşînin, xera nekin û jê hez bikin.
Ziman weke avahiyekê ye, bi ked, xebat û hostatiya gelek kesan ava dibe. Ji mihendiz bigre heta bi emele, dema herkes karê xwe baş û paqij bike avahî jî ewê xweşik û bêqusûr bibe.
Lê dema herkes di ser guhê xwe ra bavêje û bi çavekî suxretiyê lê binêre a wê demê ew avahî weke holikekê mahkûmê hedimandinêye…
Dibê weke rohniya çavê xwe em qedir û qîmeta zimanê xwe biznibin.

6 kommentarer:

  1. Xalê Zinar,
    Ma tu ji kê ra dibêjî? Min heta îro jî di ti malpereke bi kurdî da nivîseke bi rast nexwandiye. Min bi xwe chend caran ji avestakurd.net u netkurd.com'ê ra e-mail shandin u bala wan kishande ser xeletiyên rêzimanî yên van malperan. Lê ha mirov bi dîwêr ra ha bi darekî ra deng dike, xema kesî nîne. Camêr nikarin sernivîsa nucheyê jî rast binivîsînin u bi ser da jî radibin bi hejimara kesên ku ketine malperê pozbilindiyê dikin, qet nepirse. Di warê kalîteyê da heta asta xerab daketine u namusa zimanê kurdî kirine pênc qurush. Mixabin ku di nav malperan da kesê ku rojnamevan be, ev perwerde girtibe, shev u rojên xwe bi rêzimana kurdî derbaz kiribe, tune. Bi fikra min kesên wilo encax dikarin di meyxaneyan da bibin efe. Herwilo min ji Dilbixwîn Dara ra jî nivîsiye. Lê birêz D. Dara nikare navê xwe jî rast binivîse (ma ev jî tesîra Pkk'ê nîne?).

    Dibe ku tu jî bizanîbî, gava Hîtler desthilat xistibu destê xwe, di zimanê elmenî da tishtên pir ecêb chêkiribu. Lê aniha rewsha me ya Pkk u Apo jî heman tisht e. Ne têkiliya Pkk'ê u ne jî ya Apo bi kultura kurd/kurdî ya dîrokî u resen ra heye. Di vî warî da zêdeyî wekî Atatürk'ê nijadperest dilivin.

    Wekî gotina dawiyê:
    Ji derî chend kesan, hemî kesên ku bi kurdî dinivîsînin, ji kurdî bê hay in. Ji van kesan hinek jî bîst, sî u chil sal in ku di nav sîyasetê da ne u "qasho" bi kurdî jî mujil bune/dibin. Diyar e di mêjiyê camêran da kêmasiyên biyolojîk hene u hew dikarin hînî tishtekî bibin...

    Tevî silavên hêja

    Pîran Tîr

    SvaraRadera
  2. Birêz Xamo:
    Destên we herdem sag bimînin, careke din we spas dikim ji bo weşandina van nivîsên balkêş.Ezê hewil bikim ku careke din ne di nûçeyên xwe de, ne jî di axaftina xwe de ku ez vê çewtiyê zimên bikarbînim.
    Birêz Xamo: Ev bû saleke ku ez xebata nivîsandinê bi zimanê kurdî dikim, her rojek derbas dibe, ez dibînim ku êdî çewtiyên berê nakim lê çewtiyên nû derdikevin. Pir caran dema nûçeyekî dinvîsinim an jî wedigerînim kurdî ji bo gotinek tenê bi saatan mijul dibim, gellek diwestim.
    Her wiha pirsgirêka ne standarbûnê, nizanim nivîsandina peyvê a rast çawa ye.
    Gelo emê çawa bikin ji bo em neheqiyê li zimanê xwe nekin, çend şîret li ba we hene?.

    Pîran Tîr:

    Gellek caran di Avesta de çewtiyên zimên têne kirin, ez jî yek ji wan kesên ku gellek çewtiyan dike. Gava xwendevan ji min re serrast dikin, ez nûçeya xwe serrast dikim û xwendevanan spas dikim. Lê yê ku di hindirê Medya de ne jiyaye (jiyan ne kiriye şaş e haaaaaa kek Pîran), nizane ew kar çiqas dijwar e û kompleks e.

    Silav û rîz ji bo Zinarê Xamo û Pîran Tîr.
    Zinar Ala - Madrîd

    SvaraRadera
  3. Kek Zinar,

    Zor spas ji bo nivîsa te ya hêja. Bi rastî jî mijareke pir girîng e ji bo miletê kurd. Lê mixabin ku digel vê girîngiyê jî me kurdan qasî kerê tirkan qîmet nedayê. Hebuna zimên wekî tishtekî bêqîmet di nav civata me ya xwaro-maro da shuna xwe girtiye. Bi zanîna min li welatên ewrupî xwedî zanîna zimanekî pêt buyîn, ew têkuz kirin, fikreke mitleq e. Ziman di nav jiyana rojane da pergala herî muhîm ya jiyanê ye. Him dikare cîhanan ava bike u him jî xera bike.

    Bêshik di warê belengaz mayîna zimanê kurdî da sucdarên herî mezin em kurd bi xwe ne. Bi taybetî jî zimanê kurdî di nav van sî salên dawiyê da ketiye rewsheke gelekî trajîk. Bi fikra min sedema vê yekê ya herî mezin Apo u Pkk ne. Her chiqas Apo "qasho" li dijî dewleta tirk derketibe jî, di bin hishê xwe da hertim xwastiye ku bibe tirkekî rast. Heger ez shash nebim, ev herdu tisht jî jê chêbun, lê kurdîperestî kurdperwerî u kurdistantî chênebun. Tishtê ku di mirov da tune, nikare chêbibe jî.

    Ez jî carina serî li malperên kurdan didim. Herweha carina dikevim malperên avestakurd.net u netkurt.com-ê jî. Bi rastî jî halê camêran yê rêzimanî pir kambax e. Ev e bi salan e ku weshanê dikin u hê jî ji chewtiyên herî bingehîn xelas nebune. Ewqas jî bêhurmetê li dijî vî zimanî nabe u nikare were qebul kirin. Gava mirov di bin nivîsên van malperan da rexneyan dike, yan jî dixwaze ku ew chewtiyana werin serrast kirin, nivîsên xwîneran nayên weshandin. Aha ji te ra demokrasiya kurdan. Psîkolojiyeke pir sosret di serê van hogiran da chêbuye u her tishtî diweshînin, bêyî ku bala xwe hinekî bidin kalîteya zimên.

    Silavên hêja

    Eliyê Dêrikî

    SvaraRadera
  4. Nizanim çima wiha dibe? Çi tê serê Kurdan hûn ji wan dizanin. Çima ewqas dijmintî? Tu dibêjî qey hun dijminên wan yên sondxwarî ne. Wele du-sê sal berê min peyvek jî Kurdî nizanibû, niha jî kêmasiya min heye lê ez çûm cemê wan, wan ji min re Kurdiya me ya şîrîn hin kirine. Hem belkî bala we kişandine malperên ku hûn anîne zimên her dû jî ne nêzikê wan e. Li gor fikra min malpera wan û malperên nêzikî wan baş e.

    Kurdekî nezan lê bi însaf

    SvaraRadera
  5. Hevalên kurdîperest,
    Naxwazim dirêz bikim. Ez jî wekî kek Zinarê Xamo, Pîran Tîr u Eliyê Dêrikî difikirim. Di nav herdu malperên bi kurdî da (netkurd.com, avestakurd.net) ya ku "rexneyan" naweshîne avestakurd.net bi xwe ye. Kêm caran netkurd.com jî vê yekê dike, lê avestakurd.net rasterast wekî daîreya sensurê ya dewleta tirk, ereb u farisan dixebite. Bi fikra min di vê mijarê da kesê berpirsiyar birêz Dilbixwîn Dara u antîdemokratbuna wî ye. Li gorî fikrên totalîter u dîktator tevdigere. Di derbarê vê da ez ji xwînerên kurd tika dikim, daku bila nekevin malpera avestakurd.net'ê.

    Bi silavên kurdîhezî

    Bîrjen Jehr

    SvaraRadera
  6. Ji Pîran Tîr re

    Pîran Tîr, ez dibînim ku tu bixwe bi Kurdî baş nizane lê tu bi Kurdîya tu kesî razî nabe, bi ser de henekê xwe bi wan dike. Kar û xebatên te çi ne gelo? Te di warê ziman û wêjeya Kurdî de çi kiri ye gelo? Tu kar û xebatên te bixwe tune ye lê tu li hember kedkarên zimanê Kurdî bêrêzîyê dike. Tu fedî nake??? Bi tirkî ji yên weke te re dibêjin 'boşboğaz'. Kar û xebata te tenê bêrêztî ye. Di bêrêztî û bê edebîyê de tu bê sînor e. Bi gotina 'mêjiyê camêran da kêmasiyên biyolojîk hene' tu rezîltîya xwe ya bê sînor dîyar dike... Ev dîyar dike bê tu çiqasî di jîyana xwe ya taybetî de jî bê sewîye ye, û bi kêrî firingekî nayê...!

    Xwendevanek

    SvaraRadera