25 februari 2009

Bi pişo pişo kirinê tirk nayên rê

Li ser xebat û faaliyetên cemaeta Fethullah Gulen ya li Kurdistanê di nava kurdan da gelek tişt tên gotin.
Bawerî û qenaeta piraniya kurdan ew e ku merivên cemaeta Gulen, maşeya destê dewleta tirk in û ji xêrê ra ne li Kurdistanê ne.
Tiştê ku dewleta tirk nikane bi navê xwe û bi merivên xwe yên resmî bike û bide kirin, bi merivên Gulen dide kirin.
Ji ber ku di serî da Gulen û hemû mirîd û berdevkên wî ne tenê merivên dîndar in, di eynî wextê da ew nîjadperestên tirk û xêrnexwaz û dilnexwazê miletê kurd in jî.
Min ev dîtina xwe ya derbarê cemaeta Gulen da di her fersendê da aniye zimên. Bêguman merivên vê grûbê wek faşîstên MHP-yî kîn û nefreta xwe ya li hember miletê kurd zû bi zû nadin der, li gor hin faşîst û nîjadperestan ew bêtir nerm in, weke ”dostan” xuya dikin. Ev "nermayetî" ji tebîeta wan ya "meletiyê" tê. Merivên Gulen, însanên pir bi hesab û bi bin in.
Yanî di rastiyê da ew jî bi qasî yên din li dijî têkoşîna kurdan e, li dijî serxwebûn û azadiya miletê kurd in.
Îro di malpera Avestakurd(Bereket Zaxuranî, Dengê Azad)da li ser Zanîngeha Işik a Hewlêrê xebereke pir balkêş hebû.
Di xeberê da tê gotin ku, Zanîngehe Işikê(ji alî cemaeta Gulen va hatiye vekirin) ku ev serê salekê ye vebûye, hîn ala Kurdistanê hilnedane.Zanîngeheke ku bi destûra hukûmeta Kurdistanê hatiye vekirin û xwedêgiravî ewê li gor qanûnên Kurdistanê bixebite, lê ala Kurdistanê hilnade.
Çima?
Ji ber ku Gulen li dij e.
Ji ber ku dewleta tirk, herêma Kurdistanê û statuta kurdan ya siyasî nas neke, loma zanîngeha Gulen jî ala kur hilnade.
Qey vê dijminatiya cemaeta Gulen bala hin xortên kurd kişandiye, loma jî grûbeke xort çûne serdana zanîngehê û ji berpirsiyaran xwestine ku weke hemû dezgeh û zanîngehên din, ew jî ala Kurdistanê bidarda kin.
Li ser vê daxwaza nûnerên rêxistinên xwendevanan, berpirsiyarên Zanîngeha Işikê gotine, ”di demeke nêzîk ada ewê vê meselê çareser bikin.”Li vir tiştê herî xerîb û balkêş, meriv fêm nake çima heta nuha kesên berpirsiyar û mesûl midaxeleyî vê bêhurmetî û bêperwatiya Zanîngeha Işikê nekirine?
Zanîngeheke ku xwedêgiravî dike zarokên me perwerde bike, çawa dikane li welatê me, li paytexta Kurdistanê vê çavsoriyê li miletê kurd bike?
Wezareta Perwerdeyê çawa dibe ku heta nuha ev bêperwatiya Zanîngeha Işikê nedîtiye, vê yekê bala wan nekişandiye?
Bi rastî jî tiştekî pir xerîb e!
Gelo vê yekê bi rastî heta nuha bala berpirsiyaran nekişandiye ya jî dizanin lê ji bo ku dilê Gulen xoce û dewleta tirk ji xwe nehêlin loma dengê xwe nekin?
Her zanîngeh li gel ala xwe divê ala welatê lê ye jî hilde. Dibê tu zanîgeh nikanibe viya red bike. Lê Zanîngeha Işikê nake...
Hertim hin xetên tirkan yên ”sor” hene, heta ji wan tê tim dixwazin van xetên xwe yên ”sor” pêş da bibin, bergiya wan firehtir bikin.
Û mêrikan ev xetên xwe jî tim bi kurdan dane qebûlkirin.
Mesela tu siyasetmedarekî kurdê başûr li hember tirkan nikane bibêje ”Kurdistana Bakur” ya jî Kurdistana Tirkiyê.
Dema bibêje yê tirk ewê bixeyide.
Lê tirk li ba kurdên başûr(kî dibe bila bibe) tu carî nabêjin ”Kurdistan ya jî Herêma Kurdistanê”, dibêjin ”Bakurê Îraqê.”Tirk tu carî nabêjin ”serok û serokwezîrê Kurdistanê”, dibêjin ”cemaeta li Bakurê Îraqê”, ”berpirsiyarê Bakurê Îraqê” û gelek navên din.
Lê kurd tu carî xwe naxeyidînin, ji tirkan ra nabêjin, çima hûn sifetê me û navê welatê me rast nabêjin?
Li gel ku statuya Kurdistanê û hemû meqamên heyî resmî û li gor qanûna esasî ya Îraqê ne jî lê mêrikan dîsa jî çavsoriyê li me dikin, dibêjin ”ev xeta me ya sor e”, em derbas nakin.
Lê heta nuha min qet nedîtiye ku serok û berpirsiyarekî kurd li hember vê zorbatî, bêhurmetî û binpêkirina prensîb û mueyîdeyên dîplomatîk yên tirkan reaksiyonek nîşan dabe, xwe aciz kiribe, ev şêla tirkan rexne kiribe…
Her neheqiya tirkan bêîtîraz daduqultînin, ji bo tirk aciz nebin...
Dema tirk vê ”bînfirehî” û ”mêşiniya” kurdan dibînin mêrikan bêtir aşûnî û stûr dibin.
Û loma jî tirk ji Kurdistanê ra nabêjin Kurdistan.
Loma jî ji zanîgeheke wan diwêre ala Kurdistanê bidarda neke.
Loma jî li gor sifet û nasnameya serokên kurdan xîtabî wan nakin.
Çimkî dizanin ku dibe, dema nebêjin ewê tu zirarê jê nebînin.
Dema zanîngeh alê bidarda neke ewê neyê girtin. Heger rektorê Zanîngeha Işikê bizanîba ku ewê were girtin bêguman wiha nedikir.
Bi kurtî ev çavsoriya tirkan hinekî jî ji rebenî û pîsiya me tê. Dema meriv li hember dijmin weke pepûkan hustuyê xwe xwar bike, bêguman ewê jî li meriv suwar be…
Û jixwe tiştê tirk dikin jî ev e, mêrika ji kola me danayên…

2 kommentarer:

  1. Xalê Zinar!
    Dibêjin "Kurmê darê ne ji darêbe, dar narize" hinek Kurdê bê fehem Jîyana Kurdan a dunyayê xerab dikin.Ê wek M.Ağar,Ü.Erkan.S. Bucak... u hwd.U hinek kurdê bê fehme wek F.Gülenjî Axreta Kurdan xerab dikin. Em bêjin xwedayê mêhrîban; wî darê saxlem u kevnar bisitrîne.Amin.
    Saidê Kurdî dibêje "Ey gelê Kurdan Ku hun qedera xwera alîkarî nekin rizgarîya weya meşru ê sed sal şunda bikeve.Ez texmîn dikim sed sal li temambunê ye.
    Bi silaf u rêz Rehawî.

    SvaraRadera
  2. Gotinên te hemû jî rast e. Ew helwesta seyr ne tenê li Başurê li Bakurê jî xwe nîşan dide. Gava ku deh Kurd bi hev re rudinin û tirkek were hema dev ji zimanê xwe berdidin û dest bi axaftina zimanê xelkê dikin. Em hina jî miletbûn fehm nekiriye. Mêrik diçe nava welatê me deh sal- bist sal dimîne û peyvek jî Kurdî hin nabe û dizivîre welatê xwe. Li gor ditina min ew helwest eynî helwesteke ku her du jî li ber tirka xwe biçûk dikin. Mamoste Ehmed

    SvaraRadera