Bîstek berê dema min di Netkurd û Rizgarî da, piştî kurdan ”çerkez jî bi zimanê xwe mafê weşanê dixwazin" dît, gelkî kêfa min hat.
Ji xwe tiştê herî normal jî ev e. Piştî ku kurdan weke bûldozerê rê vekir, miletên din jî hêdî hêdî ewê doza mafên xwe bikin.
Min bi kêfxweşî ji xanimê ra qala xeberê kir û got, bala xwe bidê, wa ye çerkezan jî doza telewîzyonê û serbestbûna zimanê xwe kriye.
Li ser van gotinên min berê xwe bi min da kir û gotineke tarîxî kir, got:
-Kurdan carê deriyê mezin vekir, êdî herkesê tê ra derbas be.
Min got, xanim wele ev gotina te gotineke pir di cî da û dîrokî ye, divê ez viya binivîsim. Bi ya minnjî ev tespît pir rast e, di TRT-ê da bi weşana kurdî di rojên pêş da ewê hîn gelek tabûyên din hilweşin.
Lê heyf û mixabin gelek kurd vê yekê nabînin û van gavan pir biçûk dibînin.
Dema meriv PKK-ê û der û dora wê bide aliyekî, bala min lê ye kesên asîmîle bûne, kesên bi kurdî nizanin bêtir li dij in. Çimpkî mêrikan bi zor asîmîle bûne dengbêj, nivîskar, mamûr, hunermend axirê kurdî ji bîr kirine û bûne tiştekî tirkan. Îcar nuha jî ji nişkave em ji wan ra dibêjin, divê hûn dev ji tirkîtiyê berdin, paşda bibin kurd. Ê ev jî hewqas ne hêsa ye. Çimkî jiyaneke bi kurdî dûzana wan xera dike, adeteke nuh tîne gindê kevn.
Miletê kurd bi xebat û têkoşîna xwe ya bi salan, fedekarî û liberxwedana xwe ya sivîl û çekdar dewleta tirk di rînga dawî da neqawt kir.
Erê maç hîn neqediyaya. Lê îdeolojiya resmî yanî kemalîzimê boksekî baş ji cênîga xwe xwariye û belhazir weke termekî li erdê bûye çît. Hekemê rîngê dest bi jimarê kiriye bes hîn netîceya maçê îlan nekirye.
Lê ez bawer dikim ku kurdan derba mirinê li îdeolojiya resmî dane, ew gêj kirine, rabe ser xwe û çend saniyeyên din li ber xwe bide jî bêfêdeye, ji neqawtê xelas nabe.
Miletê kurd ewê maçê qezenc bike.
Û weke xanima min jî got, bi rastî jî bi weşana TRT Şeş û di rojên pêş da serbestbûna zimnê kurdî, kurdan deriyekî gelkî mezin vekirine ku hemû gelên Tirkiyê dikanin di vî derî ra derbas bibin.
Berê jî min çend caran gotibû, dema kurd hin mafan bidest xin gelên din jî ewê pir hindik doza mafên xwe bikin.
Weşana kanala kurdî bêguman ewê cesaretê bide çerkezan jî. Sibe ereb, çeçen û hin miletên din jî ewê bixwazin zimanê wan jî serbest bibe.
Di xeberê da tê gotin ku Federasyona Komeleyên Qafqas (KAFFED)ku li gor birêvebirên wan, pêşengiya 56 komeleyên çerkez dikin, do derketin Koşka Çankayayê û ji bo weşaneke bi çerkezî û serbestbûna zimanê xwe daxwazên xwe pêşkêşî serokkomar Abdullah Gül kirine.
Li gor Rizgarî dinivîse, heyeta çerkezan daxwazên xwe di van sê xalên jêrîn da kom kirine:
1-Bila hemwelatiyên Tirkiyeyê, bikaribin seyahetî Abhazyayê bikin. 2- Ji bo ziman û edebiyata çerkezî, bila di ûnîversîteyan da beş bên vekirin.3- Bila TRT bi zimanên çerkezî (Adıgecî û Abazatî) jî dest bi weşanê bike.
Bi baweriya min vana pêşketinên paş in. Kesên maf dixwazin ne kurd tenê bin ji bo kurdan jî baş e, barê kurdan jî sivik dike. Ev çephe çiqasî fireh bibe ji bo kurdan hewqasî baş e.
Ya mihîm divê kurd bikanibin siyaseteke ku teqabûlê vê merhelê dike, weke soran dibêjin siyaseteke ku li şert û zurûfên îro bigunce bimeşînin.
Xalê Zinar,
SvaraRaderaZor spas ji bo nivîsa te ya bi tam, aqil u îrfan.
Min got ez jî carekê balê bikishînim ser vê pinta ku te bi bîr aniye:
"..., bala min lê ye kesên asîmîle bûne, kesên bi kurdî nizanin bêtir li dij in. Çimkî mêrikan bi zor asîmîle bûne dengbêj, nivîskar, mamûr, hunermend axirê kurdî ji bîr kirine û bûne tiştekî tirkan. Îcar nuha jî ji nişkave em ji wan ra dibêjin, divê hûn dev ji tirkîtiyê berdin, paşda bibin kurd. Ê ev jî hewqas ne hêsa ye. Çimkî jiyaneke bi kurdî dûzana wan xera dike, adeteke nuh tîne gundê kevn.
".
Ev tespîta bi xwe tespîteke herî bingehîn ya xwezayê ye. Ango hemî afirende u nebat li gorî van shert u mercan di xwezayê da tevdigerin, ne tenê însan (u kurd!).
Ji ber vê yekê divêt miletê kurd qet guhê xwe nede van kesan. Ti tishtê van yê ku di vê mijarê da bibe harîkar yan jî jibo xelkê kurd herênî be, tune.
Di rojnameyên ku bi zimanê tirkî têne weshandin da, kesên ku bi tund u tuj li dijî girtina van rojnameyan derdikevin u li ber xwe didin, ew jî yên kurdî nezan in. Lê KESÊ KU BI KURDÎ NIZANE, TI CARÎ NIKARE WEKÎ KURDEKÎ/Ê BIFIKIRE. Ev jî shertekî xwezayê yê herî bingehîn e.
Destê te sax be!
U destên xalê yên kurdistanî pach dikim.
Pîran Tîr
Mamo,
SvaraRaderaLi gor min ev kesen ku ve daxwaze dikin, dixwazin televizyona kurdi beraveti bikin.
Ma nufusa cherkesan 6 milyon e? Li gor texmina ku ve dawiye hatibu bekavkirin nezi 1 milyoni ne.
Veca ew ji dixwzzin xwe wek kurdan nishan bidin.