18 januari 2009

Ez jî bûm derewçînê derewçînan

Roja pêncşemiyê li ciyê kar di dema xwarina navrojê da em çend kes ji qal û bal dipeyivîn, me qala hertiştî dikir.
Ji me heryekî mijarek diavît ortê û em kesên li dora masê kêlîkekê li ser dipeyivîn.
Piştra yekî din tiştek digot, îcar em li ser wê meselê radiwestiyan.
Nizanim çawa bû, min jî got,(xwezî devê min bişikiya û min negota)ma we bihîstiye, serokkomarê kevn yê Çekîstanê Vaclav Havel wefat kiriye.
Bêyî min kesên li dor masê hemû swêdî bûn. Gişan gotin na, me tiştekî wiha nebihîstiye.
Hinekan got, di xeberan da tiştekî wiha nehat gotin.
Hinekan got, di rojnameya îro da jî tiştekî wiha tunebû.
Bi van bersîvên bi şik, ez jî li gotina xwe ketim şikê. Bi rastî min jî li xeberên swêdî yên telewîzyonê guhdarî kiribû û rojnameya Metro jî xwendibû, lê ez li xebereke wiha rast nehatibûm.
Li ser van gotinên xelkê yên bi guman, min got, heyra weleh min do êvarî di çend malperên kurdî da ev xeber xwend. Lê piştî hûn wiha dibêjin ezê herim baştir bikolim, hela ka rastiya meselê çiye?
Êvarî li mal min ji nuh va bala xwe da malperên ku min xeber têda xwendibû. Min bala xwe dayê ku min çewt nexwendiye, di Avestakurd, Netkurd, Peyamnêr, Rizgarî, Serwext û çend malperên din da xebera mirina Vaclav Havel heye.
Ez matmayî mam. Min berê xwe da çend malperên din yên hewqasî ne bi nav û deng. Min dît ku waye di wan da jî eynî xeber heye.
Lê hemûyan jî eynî xeber, hinekan rasterast û hinekan jî bi du sê gotin guhertin belav kiribûn. Yanî hemû xeber ji yek çavkaniyê ”EuroKurd Human Rights"ê hatibûn girtin.
Xwedêkir ku ez çûm malpera amûde.com-ê.
Dema min sernivîsa ”Hin malperên kurdî Václav Havel bi saxî dikujin!” xwend ez di ciyê xwe da tevîzîm.
Min bi çar çavan xeber xwend. Min dît ku amude.com-ê lêkolîneke gelkî hêja kiriye. Kok û xwediyê vê xebera derew, "EuroKurd Human Rights- yanî Gabar Çiyan û hemû malperên ku bi vê derewa Gabar Çiyan xapiyane derxistiye ortê.
Amûdê.Com-ê gotiye:
”Do û îroj hin malperên kurdî mirina kevneserokê Komara Çekê Václav Havel ragihand. Van malperan heman nûçe bi kar aniye, ku tê de hatiye nivîsandin ku Havel miriye. Lê di rastiyê de Havel hîn sax e û ew nemiriye!”
Piştî vê destpêkê, xwediyê xeberê Sîrwan H. Berko, çavkaniya xeberê meraq kiriye û gotiye, gelo ”van malperan nûçeya xwe ji ku anîn?”
Û dûra jî bi rengekî pir xweşik nîşan daye ku van malperan(Netkurd, Peyamnêr, Rizgarî, Efrîn.net, netew.com, serwext.com, avestakurd, semakurd, PDK-Bakur)hemûyan xebera xwe ji "EuroKurd Human Rights"ê yanî meyla Gabar Çiyan girtine.
Ev demeke navê "EuroKurd Human rights" bi ber çavê min jî dikeve lê min qet guhê xwe nedayê. Çimkî eynî xeber gelek caran ji min ra jî tê. Min texmîn dikir ku yekî ”netemam” li pişt van meylan e loma jî tiştê ji min ra dihat min tavilê davêt.
Sîrwan Berko mala wî ava be, serê xwe pê ra êşandiye û xêliya li ser vê ”EuroKurd Human Rights”a derewan rakirye.
"EuroKurd Human Rights çi ye?
Ew xwedê giravî dezgeheke mafên mirovan e. Kesê li dû vê "dezgehê" Kurdekî bi navê "Gabar Çiyan" e, ku li Swêdê dijî. Wî berî niha jî li jêr navê "Zarathustra News" nûçe û nivîs di rêya e-mailan re belav dikirin û gelek malperan ew diweşandin, bêyî ku bizanibin an jî lêbikolin bê ma ew nûçe û agahiyên di wan de rast in an na. Ji xwe gelek ji wan jî ne rast bûn û ji ber vê yekê Malpera Amûdê ta niha nûçeyek jî ji nûçeyên "Zarathustra News" neweşandiye.”Ev Gebar Çiyan jî diyar e mêrik têra xwe îşê xwe dizane, ji bo ku tesîrê li însanan bike û malê xwe bifroşe tim navê “giran” li xwe dike.
Lê wek ku dibêjin erê “navî giran e lê warî wêran e”, nav çiqas “giran” be jî li fêzê tiştek tuneye, here were şexsekî “netemam” bi e-meylan ji xelkê ra xeberan dişîne.
Îcar ji ber ku piraniya malperên kurdan jî pir bêçare û bêtecrûbe ne loma jî hema kî ji wan ra çi bişîne li dilê xwe dixin, di cîda diweşînin.
Bi rastî jî eybeke gelkî giran e ku hewqas malper bi dereweke wiha xapiyan e, bêyî ku di çapemeniya welatekî din da jî li rastî û derewa vê xeberê binêrin.
Ji ber ku Havel merivekî bi nav û deng e, dema bimre ne Gabar Çyan tenê, miheqeq çapemeniya cîhanê jî ewê bibihîze û qalê bike.
Lê yek malperê jî bîr nebiriye û negotiye, ev çawa mirine ku li cîhanê bêyî Gebar Çiyan kes qal nake?
Em bibêjin xebereke li ser kurdan be meriv dikane mazûr bibîne, bibêje weleh îmkana saxîkirinê ya tuneye ya jî gelkî zahmet e.
Lê ya Vaclav Havel ne wiha ye, dema cîhan qalê neke maneya xwe vir e, tiştekî wiha tuneye, heger mirin rast bûya miheqeq ewê bibûya xeber.
Min nuha careke din li xebera Amûdê nêrî. Min bala xwe dayê di bin xeberê da çend têbînî hene. Di wan têbiniyan da tê gotin ku malpera ”serwext, PDK-Bakur, avestakurd û efrîn netê” xeber ji malpera xwe derxistine.
Lê yên din hîn ne derxistine û ne jî lêborîn ji xwendevanên xwe xwestine.
Di virda tiştê herî ecêb heta nuha deng ji xwediyê xeberê ”Gabar Çiyan” jî derneketiye.
Wî jî negotiye wî ev xeber ji ku aniye?
Merivekî sax çawa kuştiye?
Bi îhtîmaleke mezin xebereke li ser nexweşiya Vaclav Havel di malpereke swêdî da xwendiye. Îcar ji ber ku him xwendin û nivîsandina wî zeîf e û him jî bi swêdî nizane loma jî tiştê xwndiye fêm nekiriye û ev xebera çewt jê derxistiye.
Û ez werim ser rewşa xwe ya li ciyê kar.
Çimkî weke hin malperên kurdî, min jî xebera mirina Havel belav kiribû. Erê ne malper bû, lê netîce min ji çend kesan ra gotibû.
Roja îniyê, wexta navrojê(firavîn)dîsa dema em li dor eynî masê rûniştin, min mesele vekir û got ku mirina Vaclav Havel derewa kurdekî ”netemam” bûye û gelek kurdên biaqil jî bi vê xebera wî xapiyan e. Ku ez jî yek ji wa kesan im.
Ez bi xwe dikim nakim fêm nakim, piştî vê xebera www.amûdê.com-ê hîn jî hin malperan ev xeber ji malpera xwe derxistine û ji xwendevanên xwe û birêz Vaclav Havel lêborîn nexwestine.
Diyar e hin malper tu carî xeberên xwe rast nakin, dixwaze bira ew xeber dereweke bêbinake be ya jî mirînîşandana yekî sax be.
Ferq nake, kesê mêr gotina xwe paş da nagire, carê çi gotibe ew e...

3 kommentarer:

  1. Mamo,

    mlperen kurdan hemu amator in di turike wan de tishtek tuneye u dem aku hema nucheyek li dereke dibinin wek tirk dibejin "baliklama" xwe daven ser.

    bala xwe bide naveroka hemu malperen kurdi wek heve. Tishteki orijinal tuneye.

    SvaraRadera
  2. Xortê delal, weleh tu rast dibêjî, hemû ji hev kopî dikin û ji hev didizin.
    Lê ez bawer nakim bêyî kurdan kes bikanibe merivê sax bimrîne. Û dûra jî ne nûçeya xwe rast bike û ne jî ji xwendevanên xwe lêborînê bixwaze.
    Wiha dikin çimkî kesên vî karî dikin ne ehlê vî karî ne, hay û baya wan ji prensîbên rojnamevaniyê tuneye.

    SvaraRadera
  3. Ape Zinare xamo birazsti ez te piroz dikim ji bo malpereki wisa bas. Ez birasti xemgin bum u dixwazim bejim ku ne rastbu ku tu niviskaren kurd rexneyen ne bas diki. Ez bawer nakim ku HEMU niviskar sasitiyen wisa giran bikin u ji hev kopi bikin. Ez bawerim miroveki zane kare bibine karibe rastiye u sasitiye ji hev derxine.Le nexwese u bi te nakeve miroveke weke te ku ber cavane tisten nexwes binivise. Ez pir xemigin bum ku niviskar baweriya ciwanan u miroven din diskinin u rexneyen ne di rede ji hevre dinivisinijn. Bi we nakeve win dive yek bin ku dile dijminan we sah nebe. Silaven germ sipas.
    Jiyan Nur

    SvaraRadera