27 december 2008

Rojeke tevlihev

Min nêt hebû ku îşev careke din jî li ser TRT6 a kurdî çend gotinan bibêjim. Herçiqas çend roj berê jî min nivîseke li ser vê meselê nivîsî bû û destpêkirina TRT ya kurdî ji bo miletê kurd û tevgera kurd ya netewî weke serkeftineke girîng û dîrokî nirxandibû jî lê ez dibînim ku di çend gotinên din da jî ewê zirar tunebe.
Jiber ku dijberiya PKK-ê û ya hin hunermed û nivîskaran min matmayî dihêlê. Loma jî min xwest li ser van reaksiyonan çend tiştên din jî bibêjim. Lê ez vê nivîsê dihêlim ji sibe ra.
Îşev ez dixwazim qala du e-meylên di nabêna min û kurdekî gelkî hêja, birêz Umit Yazicioglu da û serpêhatiya telewîzyona xwe bikim.
Bixêr sibe jî, heger nexweşî dîsa li min venegere, li ser reaksiyonên li dijî TRT ya kurdî jî ezê çend gotinên din bibîjim.
1.Weke endamekî Dîwanxaneyê min îro ev meyla jêr ji birêz Umît Yazicioglu girt.
Heval û Dostên Hêja,
yeni yilinizi kutlar islerinizde basarilar dilerim. Asagidaki linkte yeni makaleme ulasabilirsiniz.
http://yuksekovahaber.com/author_article_detail.php?id=1081

Prof. Dr. Ümit Yazicioglu2. Min ev meyla jêr ji birêz Yazicioglu ra şand.Ji Prof. Dr. Ümit Yazicioglu ra
Xwedêjêrazî, te nivîsek bi kurdî destpêkir bi kurdî bibe serî, neku sê gotinên pêşî bi kurdî û dûra jî zûzûka xwe bigihînî wê tirkiya "şîrîn û lezîz"(!)
Ev bêxwediya tirkî çi nexweşiyeke bêderman e, wey li min bavo!
Piştî nivîsîna sê gotinên kurdî, kurdên me tavilê bi îskînî bîriya tirkî dikin û tavilê lê vedigerin.
Hertişt usûleke wê heye, meriv ya bi kurdî dinivîse ya jî bi tirkî. Meyir xwarineke çiqasî basît û sade be, lê dîsa jî ji gêrmiya gavanan xweştir û bi lezettir e.
Birêz Umit Yazicioglu, heger tu kurd î û di ser da jî bi kurdî dizanî wê demê ji kerema xwe ra wan çar gotinên xwe yên din jî bi kurdî dom bike. Lê heger tu bi kurdî nizanî wê demê qoye jî ne xweş e û ne jî hewce ye.
Bi silavên dostaniyê
Zinarê Xamo
3. Bersîva birêz Umît Yazicioglu ku gelkî kêfa min jê ra hat. Bersîva wî wihaye:
Birêz Zinarê Xamo,
êvar baş, ez kurd im. Zimannê Kurdan Kurdî ye. Kurdistan welatekî mêhtinggeh û parçekirî ye. Îro li başûrê Kurdistanê rêveberiyeke federal a kurdan heye. Ez dixwezim biçim Kurdistanê. Ez dixwezim kurdî gelek baş binivîsim. Du dikarî alîkariya min bikî? Bi xeml, revş e, Şîrîn û xweş e, Zimanê Kurdî.
Bi silavên dostaniyê
Ümit Yazıcıoğlu
4.Bersîva minMerheba!

Gelek sipas ji bo bersîva te ya bi kurdî û gelkî hêja.
Birêz Yazicioglu, ne ji bo ku dilê te xweş bikim dibêjim, lê bi rastî kurdiya te ji ya min ne kêmtir e, weke hingivê Belîsê şîrîn û xweş e. Û ez bawer nakim ku hewcedariya te bi alîkariya kesî hebe. Xwezî her kurdî bi qasî te zimanê diya xwe bizanîbûya.
Lê li gel vê jî gava pêwîst be û tiştekî ji destê min bê, bêguman ezê bi kêfxweşî ji te ra bibim alîkar.
Bi silavên dostaniyê.
Zinarê Xamo
Û nuha jî serpêhatiya telewîzyona min:Nexweşî ne bes bû nuha jî kanalên min yên kurdî û tirkî xera bûn. Yanî bû qembûrê ser zembûr.
Ev demak bû ”boxa/parabola” min ya telewîzyonê xera bûbû, bêyî Kurdistan TV min nikanîbû li yek kanalê jî temaşe bikira.
Ji ber ku serê salê bixêr û xweşî ewê 2 kanalên din jî li kanalên kurdî zêde bibin, loma jî min got ya herî baş ew e ku ez herim tuxtorekî bînim ser, bira berî serê salê ji min ra çêbike.
Ji bo ku şewa serêsalê em têra dilê xwe li muzîk û leylanên kurdî temaşe û guhdarî bikin.
Ev çar roj bûn ez wer di nava nivînan da bûm, ji bo xatirê ”parabolê” ez ji nava nivînan rabûm û çûm ba camêrê ku parabolên dîgîtal difroşe.
Min derdê xwe jê ra got. Got baş e, êvarî emê yekî bişînin, ewê lê binêre.
Bi kurtî, saet piştî 18.00-an xwest were lê rê dernexist. Dawiya dawî min dîsa da rê û çû dikanê da pêşiyê û anî mal.
Du heb bûn, yek ji Bexdayê hîn nuh hatibû tişt fêm nedikir. Aletê yê hoste radikir. Virda lê nêrî wirda lê nêrî, got wele ”boxa” te xera bûye, divê tu biguherînî.
Ji mecbûrî min got heyra biguherîne.
Çûn ”boxek” anîn. Hoste tam saetekê hemû kanalên kurdî û tirkî yên min dixwestin qeyd kirin û dûra jî nîşanî min da ku ezê çawa bikar bînim.
Lê di vê nabênê da sînyal ji ser kanalên kurdî qut bûn û sêlik doş nebû neçû sar wan. Mêrik çiqasî pê da ket jî pere nekir. Dawiya dawî dev jê berda, got roja duşemiyê ezê werim çêkim.
Vê yekê him bîna min gelkî teng kir û him jî serêşî û kuxuka min zêde kir.
Yanî nexweşî ne bes bû nuha jî gelşa telewîzyonê xwe daser.

1 kommentar:

  1. Desti xweş birez Zinare Xemo!
    Jixwe kurde ku sere govende dikşinin(kurde ku siyaset,xabat u çalakiyan bi tirki dikin )mala kurdan xerakirine.Kurde ku dibejine xwe ew kurdistanine.Ewen ku jiyana xwe ya rojane çi xabata siyasibe çiji jiyana xwe ya rojanebe bi zimane kurdi dikin.Bi zaroke xwere bi hevale xwere u jiyane rojane(rabun u runiştina)xwan bi zimane kurdibe.Bimine di xer u xweşiyede
    Midyadi

    SvaraRadera