Polîtburoyên YNK-ê û PDK-ê di bin serokatiyên Mesûd Barzanî û Celal Talabanî da îro dîsa li Dukanê li hev civiyan.
Li gor ragîhandinên çavkaniyên siyasî herdu alî ewê li ser gelek meseleyên girîng rawestin û di vî warî da hin biryaran bigrin.
Bêyî polîtburoyên YNK-ê û PDK-ê, herdu cîgirên serokkomarê Îraqê Celal Talabanî jî li Dukanê bi serokên kurdan ra rûniştin.
Ev demeke polîtburoyên YNK-ê û PDK-ê civînê li ser civînî çêdikin, serokên herdu partiyan hevûdu dibînin. Diyar e hin gelşên girîng yên hîn çareser nebûne hene.
Lê bîrûraya giştî ji naverok û netcîyên van civînan baş ne agahdar e. Tenê tiştê tê zanîn kurd û gelekên ereban ji hukûmeta Malikî ne razî ne.
Gelo ev civînên li ser hev amadeyiyeke xistina Malikî ye?
Lê di vî warî da hîn tu nav û alternatîveke berbiçav tuneye, tenê qala nerazîbûna ji Malikî tê kirin.
Malpera Avesta îro xebereke girîng daye, gotiye, xebatkarekî CIA-yê yê berê û pisporê Iraqê Kenneth Katzman gotiye, Emerîka ewê ji Iraqê vekişe û kurdan bi tenê bihêle. Li gor Katzman, dema Emerîka ji Îraqê vekişe îhtîmal heye ku kurd rûbirûyî êrîşan bibin.
Katzman gotiye, divê serokên kurdan baweriya xwe zêde bi Obama neynin. Bêguman tiştê Katzman gotiye rast e, netîce Emerîka rojekê miheqwq ewê ji Îraqê vekşe, îro nebe ewê sibe vekşe ev vekirî ye û kurd jî bi vê yekê dizanin. Yanî weke herkesî kurd dizanin ku Emerîka heta û heta ewê li wir nemîne û rewşa îraqê jî ewê tim wiha dom neke. Ya din Emerîka li wir pir bimîne, hindik bimîne jî bi kurdan tenê ra tu peymanan îmze nake. Serokên kurdan vê yekê eşkere dibêjin.
Bêguman dijminên kurdan dixwazin êrîşî kurdan bikin û vê satatuya heyî xera bikin. Lê ev yek êdî ne mimkûn e. Emerî ka here jî, dev hevkariya bi kurdan ra berde jî li Îraqê hertişt dîsa weke berê nabe, tu hêz êdî nikane van mafên kurdan yên di qanûna esasî ya Îraqê da hatiye naskirin paşda j iwan bistîne.
Netîce, helbet dewleteke weke Emerîka mezin piştgiriya kurdan bike pir baş e, lê neke jî kurd dîsa venageran rewşa berê.
Piştî ku min ev rêzên jorîn nivîsîn ji nişkave bala min çû ser maneya jiyanê. Min ji xwe ra got, yahû ev jiyan çi tiştekî tevlihev e, meriv nizane kînga ewê çi were serê meriv?
Meriv geh dilşa ye, geh xemgîn e. Hestên meriv weke pêlên deryayê geh bilind, geh jî nizm dibin.
Jiyan dişibe demokrasiya Tirkiyê, tim bê îstîkrar e, hertim dikane hertişt were serê meriv.
Tiştê ez dibînim, jiyan hertim ne weke riya paporê dûz e, yekcarnan serberjor, yekcarnan serberjêr e, yekcarnan jî kêrtkortîye, meriv dilikume.
Jixwe dibê jiyan hertim ne weke şahiyê be, dibê rojên wê yên xerab û tahl jî hebin, ji bo ku meriv aliyê xwe yê xurt û zeîf, cesûrî û tirsonekiya xwe nas bike.
Jiyan yekcarnan weke peqlawa Dîlokê şîrîn, yekcarnan jî weke îsota Ruhayê tûj e, devê meriv dişewitîne.
Ji bo ku meriv ferqa tûjî û şîrîniyê bizanibe divê meriv ji herduyyan jî tam bike.
Jina bê derd û bela, bê jan û dilşadî, bê têkçûn û serkeftin, bê ketin û rabûn jiyaneke vala û monoton e, weke birinca rijî ye, bê tam û bê lezet e.
Baharatên jiyanê ketin û rabûn e, xemgînî û dilşadî ye.
”Jiyan dişibe lîstika setrancê, gelek caran tu dibêjî şah, lê tenê carekê mat dikî.”
Bi baweriya min jiyaneke bê heyecan, bê teqûreq, jiyaneke mirî ye, weke meriv bi yekî ecemî ra nezerê/pinîkêrê bilîze, meriv ji lîstika xwe poşman dibe.
Jiyan mişt sir û surprîz e, meriv nizane kînga ewê çi derkeve hember meriv û ewê meriv matmayî bihêle.
Axir kî çi dibêje bila bibêje, tiştê min ji jiyana bêbext fêm kiriye, jiyan sinetekî gelkî zor e, heta mirinê jî meriv wê baş fêr nabe…
Ma rewsja kurda Li basjur gelek basje. Ma destura irake cji ji kurdare garanti kiriye. Ma destur ya irake nine , u sibe nikare be be guhertin ,.Ku be guhertn kurd kare cji bike.. Cji di deste kurda heye ku xwe bipareze..Sibe eskere emerika derkeve Cjekall u Guren rojhilata navin ve kurda di tasek avde nefetisinin??.. Ev tev xeberen xerab in u pesimistin..Le ma nikare bikevime . Ma ji keremaxere cjisten basj we bikevimin ji min re beje ..Ji bo dile min ji germ be.. slav
SvaraRaderaMerheba Pale!
SvaraRaderaJi zûda bû me dengê te nedibihîst. Bêguman tirsa te di cîda ye, lê li alî din jî Emerîka heta û heta "parêzavaniya" kurdan nake, kurd mecbûr in xwe biparêzin. Li hember êrîsên dijmin tistê di destê kurdan da heye yekîtiya wan û pistgiriya navnetewîye. Ez bawer nakim li hember êrîseke Tirkiyê, Îranê ya jî ya ereban neteweyên Yekbûyî û cîhan bêdeng bimîne. Êrîseke wiha dikane serxwebûna kurdan jî bi xwe ra bîne.