18 december 2008

Şekala Muntezer el-Zeydî û şuûra kurdîtiyê

Wê rojê(15/12-08) li Bexdayê di dema civîna çapemeniyê ya serokê Amerîkayê George Bush û serokwezîrê Iraqê Nurî El-Malikî da erebekî(dibêjin rojnamevan e)sola xwe ji nigê derxist û herdu fer jî avêt ji ruyê Bush da.
Bush mêrik xwar kir û sol lênekt.
Bush bi xwe bûyer qet mezin nekir, bi rengekî mîzahî got, ez qet pê muteesîr nebûm, lê ez dizanim ku numra solê 10 e.
Bûyerê tavilê li cîhanê olan da, hemû ajansên cîhanê xebera êrîşê dan, telewîzyonan dîmenê bûyerê weşandin.
Lê bi taybetî jî ereban kirin hela hela bûyer gelkî mezin kirin û Muntezer el -Zeydî yê ku sol avêtibû ji ruyê Bush da kirin qehremanekî ereban û bi asîman xistin.
Piştî belavbûnê bûyerê li gelek welatên ereb, ereb daketin kolanan û weke hertim dîsa li hurobiyê xistin, weke ku dinya fetih kiribin kêf kirin, reqisîn û lîrandin.
Ji bo çi, mesele çi ye?
Erebekî sola nigê xwe avêtiye ji ruyê serokê Emerîkayê Bush da!
Heger ne derew be, dibêjin milyonerekî ji Erebîstana Siûdî yê bi navê Hesen Muhammed Mexafe, gotiye ewê sola rojnamevanê telewîzyona El Bexdadiye Muntezer el Zeydî bi 10 milyon dolaran bikire.
Hesen Mexfe ji telewîzyona El Erebiye ra gotiye, ewê wê solê bikire û weke madalyayeke dîrokî li muzexaneya Siûdî bidarde bike.
Ereban ev êrîşa el Zeydî a bi solê ya li hember Bush hewqas mezin kirin, fena ku ji Emerîkayê heyfa Seddam girtibin.
Ne tenê kesên îslamî û dilxwazên Seddam, bi rastî jî hemû ereb, yên li dijî Seddam jî bi vê êrîşa el -Zeydî pir û pir kêfxweş û serbilind bûn.
Ji ber ku erebekî şekala nigê xwe(li ba ereban heqareteke herî mezin e)avêtiye ji ruyê serokê dewleta herî mezin û herî xurt da.
Erebên nezan, yên dostên emerîka jî bi vê qeheremaniya yekî ereb fexir bûn, îftîxa kirin.
Ev şêl û hesta li ba ereban nîşana xurtbûna hest û şuûrê netewî ye.
Hemû ferdên miletekî, yên ji her bîr û baweriyê bi serkeftin û mêraniya ferdekî ji qewmê xwe îfîxar dikin, serbilind dibin.
Mixabin, tiştê li ba kurdan kêm jî ev hest û şuûrê netewî ye.
Ne flîstînî tenê, hemû ereb ji cuhuyan hez nakin û bi çavên dijmin lê cuhuyan dinêrin. Herkes viya li herderê eşkre neke jî lê di hundurê xwe da wiha difikire, li gor wî cuhû dijminê miletê ereb e û divê jê hez neke.
Li ciyê karê min jineke 59 salî ya fasî paqijiyê dike. Roja sêşemiyê dema oda min paqij dikir, ji min ra got:
Ma te do li telewîzyonê temaşe kir?
Min got erê, ji bo çi?
Got:
-Yekî ereb sola nigê xwe avêt ji ruyê Bush da. Bi rastî gelkî xweş bû.Navê viya şiyarî û xurtiya hest û şuûra netewî ye.
Jinek ji fasê ye, feqîr e, nexwendeye lê dost û dijminê xwe otomatîkman ji hev digerîne, bi mêraniya yekî ereb şa dibe, kêfxweş dibe.
Heger kurdekî jî şekala nigê xwe bavîta ji ruyê Malikî da, gelo li Kurdistana bakur jineke nexwenda û nezan jî weke vê jinika fasî, ewê jî hewqasî kêfxweş bibûya?
Gelo ew ê jî weke vê jina fasî, biçûya ev kêfxweşiya xwe ji xelkê ra bigota?
Ez bawer nakim.
Bira jineke nezan li wir bimîne, ez bawer nakim jineke kurd ya xwenda û zana jî ev têgihîştina netewî û ev dilşadî nîşan bida.
A ji ber ku li ba piraniya kurdan ev zanîn û ev xurtiya şuûra netewî tuneye loma jî 30-40 milyon kurd hîn bindest û bêdewlet in, lê ereb xwedî 22 dewlet in.
Heger sibe ji bo serxwebûna Kurdistanê di nava tirkan da refarandûmek çêbibe ez bawer dikim heger ne ji sedî sed be jî, ji sedî 99,9-ê tirkan ewê li dij derkevin.
Lê heger ji bo eynî tiştî referandûm di nava kurdan da çêbibe, ez bawer nakim ku ji sedî 30-î kurdan jî dengê xwe bidin serxwebûna Kurdistanê.
Piraniyeke mezin ewê li dijî serxwebûna Kurdistanê derkevin.
Bira milet li wir bimîne, carê serokê hêza herî mezin Ocalan bi xwe li dijî Kurdistaneke serbixwe ye, îcar milet ewê çawa ne li dij be.
Ez dizanim min mesele hinekî dirêj kir, lê ji ber ku ez ji ber bêxîretiya hin kurdan pir tije bûme loma jî ezê nimûneyeke din jî bidim.
Weke min li jor jî qal kir, hemû ereb bi ”mêraniya” Muntezar el-Zeydî gelkî kêfxweş bûne. Ez bi xwe vê dilşadiya wan normal dibûnim, ji ber ku ew ereb in û bi mêraniya erebekî kêfa wan tê.
Lê ez fêm nakim çi bi kurdên me hatiye ku ew ji ereban bêtir ji el-Zeydî ra li çepikan dixin û dilîrînin?
Hin malperên me yê herî kurdçî tew bi pesindanê jî nehatin serî, bi anîmasyonan wan jî xwendevanên xwe ji ”pêlavavîtinê”bêpar nehîştin.
Lê bi taybetî jî Nabîla Abdul Fetaha kurda Lubnanê îro di quncikê xwe yê rojnameya Metro(http://www.metro.se/se/article/2008/12/17/13/0613-45/index.xml) da ji ber vê kirina rojnamevanê îraqî ji kêfan tu nemaye ku bifire.
Nabîle xanim, weke erebeke Baasî, bi vê êrîşê Zeydî gelkî kêfxweş bûye û di nivîsa xwe ya îro da wiha nivîsî ye:
-Rojnamevanê îraqî Muntezar al-Zaydî di rojekê da li dinyayê meşhûr bû. Ew jî weke gelek rojnamevanên din rûniştibû û li serokkomarê xerbî guhdarî dikir, ku pênc sal berê soza wealtekî azad, demokratîk û aştîxwaz dabû wî û gelê wî. Muntezar tiştekî biçûk kir lê bû qehreman. Ez abwer nakim ku ev kirina wî ewê tiştekî biguherîne. Lê axir dîsa jî ji dîtina solavêtina ji dînekî şerxwazê cîhanê yê herî mezin da min zewqeke mezin girt.Weke tê dîtin, Nabîla xanim bi azadî û demokrasiya îro li Îraqê heye nayê serî, tinazê xwe pê dike. Qesabiya ereban weke sûcê Bush dibîne.
Lê heger erebekî sola nigê xwe bavîta ji ruyê Saddam da gelo ewê aqîbeta wî û malbata wî çawa bibûya?
Ewê çi bihata serê wan?
Carê ne mimkûn bû ku kesî cesaretî erîşeke wiha bikira.
Bi saya serê Bush, îro şexsek diwêre sola nigê xwe bavêjê ji Bush da. Ev bûyer bixwe jî îspata hebûna "demokrasiyê", hebûna rejîmeke ku hezar carî ji ya Saddam pêşdatir e.
Saddam di nava du salan da 180.000 kurd sax sax xist binê erdê, bi hezaran ereb gullebaran kir. Kê diwêrîbû solek bavîta jê da?
Bêguman kesî newêrîbû, ji ber ku tavilê ewê li qazixan xista.
Saddam û zilamên xwe heta nuha çend caran di civînên ereban da şekalên nigên xwe li nava çavên serok û mezinên ereban xistine, lê kesî newêrîbûye sola nigê xwe bavîje ji wî da.
Lê îro diwêrin bavîjin ji Bush da.
Jixwe ereb ji Seddam fêrî avêtina solan bûne. El-Zeydî pir mêr bû piştî hewqas cirmên rejîma Saddam, bira ferek sol jî bavîta ji Seddam da
Ya din, xwediyê wê solê, yanî erebên nasyonalîst îro jî hîn ji kurdan ra dibêjin ”esas tiştê Seddam aniye serê we hindik e”,Nabîla Abudul Fetaha me dîsa jî ji xwediyê vê dîtinê ra li çepikan dixe. Ji ber ku ruh û hestên kurdayetiyê zeîf e, ji ber ku şuûr û zanîna netewî sifir e. Heger ne wiha bûya ewê kêfa wê ji vê êrîşa li hember Bush ra nehata.
Ew kesê sol avêtiye ji Bush da di esasê xwe xwe da avêtiye ji serokê kurdan da jî. Bi ya min maneya wê ev e.
Îro nayê hesabê wan solan bavêjin ji kurdan da lê sibe fersendê bibînin ewê eynî tiştî bikin. Divê qet çika mej i vê yekê tunebe.
Û ya dawî.
Gelo kurdekî sola xwe bavîta ji ruyê Alî Kîmyayî, Recep Tayip Erdogan ya jî Ahmedî Necad da ewê kêfa Nabîla xanimê hewqasî bihata?

2 kommentarer:

  1. Xalê Zinar! Gellek spas ji boy vê nivîsa teya giranbaha u objektîf.Te Empatîyeka pir balkêş kirîye.Yezdanê Mêhrîban wî şuurê El Zeydî bide hemî Kurdan, Le belê bile sola xwe navêjin xasimê xwe,Bila nebêjin Yarê pîrika meye dostê meye Bese.Bila nekin bapîr u dost ew jî disa bese.
    Bi silaf u rêz.

    SvaraRadera
  2. Pir mixabin ku piraniya kurdan ji dîtin, zanîn, hest û şuûrekî netewî bêpar in, dost û dijminên xwe baş ji hev nagerînin. Loma jî bi êrîş û serkeftina dijminên xwe jî kêfxweş dibin.
    Dînekî ereb û tirk jî bi serkeftina kurdekî kêfxweş nabe.Lê yê kurd bi yê wan dibe.
    Hêza kurd ya herî mezin, serokê kurdan yê herî bi nav û deng ji dêlî ku zanîn û şuûra netewî di dil û mejuyê însanê kurd da xurt bike, tiştê heye jî paqij dikin.
    Dema ez şiyarî û neteweperestiya xelkê dibînim dilê min dibije wan.

    SvaraRadera