Bi kalbûnê ra li gel spîbûna por, xûzbûna piştê, koxiya diranan, qelsiya çavan û bi giranbûna guhan ra meriv kêmhiş jî dibe.
Dibe ku bi kalbûnê ra her kes kêmhiş nabe lê ez bûme.
Ez meselê, bûyerê ji bin da ji bîr ankim, lê wext û seetê ji bîr dikim, dûra tê bîra min lê gelekê caran dereng e.
Ez bawer dikim li gel kalbûnê, "derdê kurdan" jî di vî warî da tesîreke mezin li min kiriye. Bira jibîrkirin li wir bimîne, tu nemaye ez aqil berdim aqil !
Do êvarî deme ez ji kar hatim mal weke hercar xanimê posta rojê anîbû û danîbû ser maseya mitpaxê.
Qutuya postê ya xanim ya jî zarok vedikin. Çimkî ew tim berî min digihîjin mal.
Min bala xwe dayê ku kitêba Helîm Yûsif ji min ra şandiye ew jî hatiye. Zirf çiriya bû loma jî kitêb jê derxistibûn û danîbûn ser masê.
Çer çavê min li berga kitêb ket min nas kir. Ji br ku çendakî berê min di destê Hesenê Metê da dîbû.
Li gel ku zirf çiriya bû jî lê tişt bi kitêbê nehatibû, weke guleke neçilmisî sînorên sê welatan li pey xwe hîştibû û sip û saxlem li Stockholmê xwe gîhandibû mala Zinarê Xamo.
Min rahîşt kitêbê û berê rûpela sisiyan vekir û tiştê Helîm ji bo min nivîsîye xwend. Helîm gotin zêde dirêj nekiribû, hema pir kin gotibû:
”Ji bo xalê Zinar bi hezkirin.”Dûra min rûpel di ser hev ra qulibandin hinekî bala xwe da raxistina bergan û stîla herfan. Piştî wê min dest bi xwendina nivîsa berga dawî kir.
Weke hemû kitêbên Helîm, teksta dawiya "Gava ku masî tî dibin" jî serê meriv li hev dixist û meraqa meriv zêde dikir, ji bo fêmkirinê divê meriv pir bi dîqet bixwenda.
Min du cara xwend.
Û dûra jî min di dilê xwe da got baş e, waye îşev ji min ra mijarek derket. Hema ezê îşev qala ”Gava Ku Masî Tî Dibin” bikim û xelas.
Bi van hizir û fikaran min kitêb hêdîka danî ber kompîtorê û bi hin tiştên din mijûl bûm.
Axir piştî xwarinê, vexwarinê û temaşekirina xeberan, çend gotinên bi xanimê ra saet bû nehê şevê û min berê xwe da ber makînê, ji bo ku dest bi nivîsê bikim.
Ji bo notgirtinê min Word vekir û li alî din jî çavên xwe li malperan gerand, dest bi xwendina nûçeyan kir.
Di vê nabênê da min xebera Emîne Ayna, hevpeyvîna Salahettîn Demîrtaş û axaftina serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û gelek xeberên din jî xwendin û weke herşev dûra jî dest bi nivîsa xwe kir.
Him bersîvên Demîrtaş û him jî gotin û parastina birêz Mesûd Barzanî serê min çelqand û ez noqî xemgînî, xem û xeyalên kûr kirim.
Bi taybetî jî gotinên serokê Kurdistanê:
”Em ne li gel wê ne ku yasaya rewşa kesayetî li dijî Qurana pîroz, şerî´et û mafên mirova be.”, ez matmayî hîştim.
Min dizanîbû ku ew merivekî bawermend e, lê min texmîn nedkir ku ewê bibêje, ”divê qanûnên medenî li dijî Qurana pîroz û şerîetê bin.” Çimkî ew ne serokê kesên oldar tenê ye, ew serokê miletê kurd e, piraniya miletê kurd wiha nafikire û naxwaze civat li gor Quranê û şerîetê îdare bibe.
Yanî min digot ewê baweriya xwe ya şexsî neke weke îdeolojiya dewletê.
Welhasil piştî ku ev xeberên min navên wan li jor nitirandin xwendin, min kitêba Helîm û xwedêgiravî çend rêzên ku minê li ser binivîsiya ji bin da ji bîr kir.
Piştî ku min nivîs qedand û kompîtora(dataya) xwe girt û hêzê ser xwe kir ku rabim, ji nişkave kitêb bi ber çavên min ket.
Lê êdî dereng bû. Min got ”sibe tê xêr vê ra” û hîşt îşev.
Helîm Yûsif nivîsakrekî fantaziyan e, di serî da navê kitêbên wî gelkî balkêş in û meriv celbî xwendinê dike. Ez bi xwe ji navên hemû kitêbên wî pir hez dikim. Navên kitêbên wî weke mîknatîzê meriv dikşîne.
Ez nizanim ew navên hewqasî xweş, balkêş û mişt sir û meraq ji ku tîne û çawa dibîne?
Metod û sirê vî îşî çi ye?
Hela carê ji kerema xwe ra bala xwe bidin navan:
-Mêrê Avis
-Mirî Ranazên
-Memê Bê Zîn
-Tirsa Bê Diran
Û nuha jî Gava Ku Masî Tî Dibin.
Xwedêjêrazî, "mêr" çawa avis dibe, "mirî "çawa ranazên, "Mem", çawa bê Zîn e û "masî" çawa tî dibin?
Xwedê hefsa meriv bike!
Ev camêr tim qala tiştên dûrî aqilan dike.
De îcar piştî ku nav hewqasî xweş bin, naveroka wan jî êdî hûn texmîn bikin…
Ez bi xwe bi navên nivîsên xwe ra ketime belayê. Herşev heta ez navekî ji nivîsa xwe radibînim çermê eniya min diqete.
Gelekê caran navê ez lê dikim roja din ne bi dilê min e û ez poşman dibim, lê nikanim biguherînim.
Min bala xwe da berga romanê û çend caran navê wê, ”Gava Ku Masî Tî Dibin” xwend û dilê xwe bijandê.
Min hêdîka ji xwe ra got, xwezî min jî bikanîbûya weke helîm navên xweş li nivîsên xwe kira. Kî dizane, belkî bi wextê ra ez jî vî sirî fêr bibim.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar