Ji serê salan da ye bi çar çavan ez li bende vê biryarê bûm, biryara ku dibê serok û berpirsiyarên kurdan bi zimanê xwe bizanibin.
Heger rast be û tenê di gotinê da nemîne, li gor nûçeye ANF-ê, dibêjin wekîlê serokê grûba meclîsê yê DTP-ê mebûsê Diyarbekrê Selahattîn Demîrtaş gotiye, wan ji bo berendamên serokên belediyan zanebûna zimanê kurdî wek şertekî qebûl kirine.
Demîrtaş, di civîneke çapemeniyê da di heqê xebatên komîsiyona hilbijartinan da agahî daye û gotiye, komîsyon ewê serlêderan li gor krîterên tespîtkirî hilbijêre.
Demîrtaş gotiye, di nava krîterên partiya wan da yek jî ew e ku dibê li herêmê ji yê namzet were hezkirin û ew kes kurdî bizaninibe, heger nizanibe dibê soza fêrbûnê bide.
Dema min sernivîs dît ji kêfan ez firiyam, min ji xwe ra got, weleh dereng be jî axirê dawiya dawî waye şiyar bûn û biryareke rast û pir di cî da girtin.
Lê dema min xeber xwend min dît ku ”biryara” partiyê ne weke sernivîsê ye. Di sernivîsê da tê gotin ku ”DTP-ê di hilbijartinên mehelî da zanebûna kurdî wek şert daye ber namzedan."
Lê biryar tiştekî din e dibêje, di biryarê da herçiqas zanebûna kurdî tê xwestin jî lê ne bi hawakî cidî û wek şertekî mecbûrî, piştî şertê zanebûna zimanê kurdî ”heger nizanibe” jî heye. Biryara partiyê dibêje, ”heger nizanibe dibê soza fêrbûnê bide.”
Yanî ev jî tê wê maneyê ku kesên ne kurd û kurdên bi kurdî nizanin jî ewê dîsa bikanibin bibin namzed û serokên belediyên Kurdistanê.
Tirk ji vê siyasetê ra dibêjin ”alevêre delevêre, kurd Mehmd nobete”, yanî dîsa eynî tas eynî himam.
Heger DTP bi rastî jî dixwaze biryareke wiha bigre dibê dev ji qal û qîlan, ”heger” û sozên” fêrbûnê berde û bibêje, yên bi kurdî nizanibe nikane bibe berdevk û serokê miletê kurd.
Çendakî berê hat gotin ku mebûsên DTP-ê di meclîsê da ewê bi kurdî bipeyivin. Ji vê biryarê ra jî kêfa min gelkî hatibû.
Lê dûra ew jî tenê di gotinê da ma, ji ber ku gelek mebûsên DTP-ê, bi taybetî jî yên jin û zaza bêyî yê Dêrsimê Şerefetîn Halîs yek jî ne bi kurmancî û ne jî bi zazakî dizanin. Loma jî ev biryar jî nehat bicîanîn
Ji ber ku ji bo bicîanîna biryarê berî hertiştî dibê ew bi xwe bi kurdî bizanibin, lê ew bi xwe nizanin, îcar ewê çawa bipeyivin.
Loma jî herçiqas ez vê biryara DTP-ê pir hêja û girîng dibînim jî lê ez jê zêde ne hêvîdar im. Çimkî di nava DTP-ê da kesên kurdînezan xwedî desthilat in, loma jî ew rê nadin biryareke wiha dîrokî birast bigere.
Lê li gel vê jî ez hêvî dikim ku ewê texmîna min şaş derkeve û bi rastî jî kesên kurdînezan nebin namzed û serokên belediyan.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar