Tirk çi dikin ji mêrikan ra dimîne. Nuha jî bi biryareke dadgehê axaftina kurdî li Orhan Mîroglu qedexe kirin.
Ji ber ku Orhan Mîroglu yê DTP-î, di propagandeya hilbijartinên par da(2/7-07)bi kurdî peyivî ye, li hin deran bi kurdî xîtabî gel kiriye Dadgeha Mêrsînî ev yek wek sûc qebûl kir û 5 sal qedexeya ”axaftinên siyasî” da Mîroglu.
De îcar were "axaftina siyasî" û "ne siyasî" ji hev derxe û sînorên wê tayin bike?
Yanî Mîroglu, wek siyasetmedarekî 5 salan ewê nikanibe ji hilbijêrên xwe ra qala siyasetê bike û li ser siyasetê bipeyive.
De îcar yekî siyasetmedar çaxa nikanibe li ser siyasetê bipeyive gelo ewê li ser çi bipeyive?
Li Tirkiyê li hember kurdan bi sedan qanûnên nîjadperest hene. Ji van qanûnan yek jî ”Qanûna Azadiya bi Kontrol” e.
Dadgeha Mêrsînê li gor vê ”Qanûna Azadiya bi Qntrol” ceza daye Mîroglu. A li gor vê qanûnê Orhan Mîroglu ewê 5 salan di bin kontrol û taqîbata pûlisan da be, ji bo ku bi kesî ra kurdî nepeyive.
Heger di nava van 5 salan da Mîroglu biryara dadgehê îhlal bike, yanî heger ji emrê dadgehê derkeve û li derekê bi kurdekî tirkînezan ra bi kurdî bipeyive, wê demê dadgeh ewê di celseyeke bi dizî da di heqî wî da hin biryarên nuh bigre û li gor wê cazayê bide wî.
Çimkî dadgehê beşekî biryara xwe eşkere nekiriye, bi bidizî hîştiye. Dema Mîroglu beşê biryarê yê eşkere îhlal bike, yanî bi yekî ra bi kurdî li ser siyasetê bipeyive wê demê dadgeh ewê beşê biryara xwe ya bidizî têxe pratîkê.
Heta nuha min nizanîbû ku li Tirkiye cezayê ”bi dizî” jî heye. Min digot belkî ceza jî wek sûc eşkereye û ew jî li gor qanûnê dibe.
Lê diyar e ji bo kurdan him qanûnên taybetî û him jî cezayên taybetî hene. Qanûnên îro li Tirkiyê li dijî kurdan hene ji qanûnên Afrîqa Başûr ya dema apartheidê jî xerabtir in. Lê dinya wê demê li hember sîstema apartheidê bû, bes îro ne li hember rejîma kemalîst ya rasîst e.
Mîroglu ne dengbêj e û ne jî sebzefiroş e, ew merivekî siyasetmedar e. Û kesê siyasetmedar jî bi siyasetê mijûl e û bi xelkê ra jî bêguman li ser siyasetê dipeyive. Çimkî karê wî siyaset e.
Dema Mîroglu nikanibe bi xelkê ra, bi hilbijêrên xwe ra bi kurdî(bi tirkî serbest e)bipeyive wê demê divê dev ji siyasetê berde.
Esas ev biryara dedgeha tirk li hember miletê kurd e, tirk ji kurdan ra dibêjin divê hûn dev ji zimanê xwe berdin, bi hev ra bi kurdî nepeyivin. Bi tirkî bipeyivin hertişt ji w era serbest e. Mesela siyaset miyaset bahaneye. Nahêlin kurd di dawetan da jî bi kurdî bistirên, nahêlin kurd kanalên muzîkê jî vekin. Yanî ev qedexekirin ne li hember siyasetmedaran tenê, li hember hemû miletê kurd e.
Zulm û hovîtiyeke bi vî rengî li tu dera cîhanê tuneye, lê ji ber ku li kurdan dibe cîhan kerr û lal e. Kes tiştekî nabêje.
Heger qanûneke wiha li welatekî din, li hember miletekî bihata bikaranîn nuha hemû rêxistinên mafê mirovan rabûbûn ser piyan û qiyamet rakiribûn, nuha li cîhanê kampanyayên boykotê hatibûn destpêkirin.
Lê li hember rejîma îslamîst-kemalîst ya rasîst kes dengê xwe nake, kes nabêje hûn çawa dikanin axaftina kurdî li siyasetmedarekî kurd qedexe bikin?
Çima siyasetmedarekî tirk dikane bi tirkî siyasetê bike, çima ewê yekî kurd ewê nikanibe bike?
Dema nikanibe bike navê vê yekê çi ye?
Hemû qanûnên Afrîqa Başûr yên dema apartheidê herkesî nas dikir. Lê hîn kes nizane ku li Tirkiyê li hember kurdan qanûnên wiha rasîst û derî însaniyetê hene, hîn jî Tirkiye wek welatekî cineta turîstan tê zanîn.
Dinya li hember vê rasîzma tirkan bêdeng e ji ber ku ”xwediyên dinyayê” wiha dixwazin û heta ku ew dengê xwe nekin rewş ewê tim wiha be.
Lê li gel vê cotstandardiya cîhanê jî divê Mîroglu vê dozê bibe Dadgeha Mafên Mirovan.
Û hemû siyasetmedarên kurd jî divê bêyî kurdî bi tu zimanekî din nepeyivin. Lê kesê wiha neke, çimkî ji sedî nodê siyasetmedarên kurd bi kurdî nizanin û yên dizanin jî bi piranî hîn negihîştine wê şiûra netewî.
Hata ku kurd bi zimane xwe xabata siyasi u di jiyana rojanede ne peyivin, em kurd eme di vihalidebin.Jibo dewleta tirk kurdan qabul bike dive kurd bi kurdi qisekin.Hata kurd bi tirki siyasete bikin we kurd bindest u belengazbin.
SvaraRaderaSilav u rez jibo Zinare Xemo