04 augusti 2008

Demîrel rûreşiya miletê tirk e

Yekcarnan hin bûyerên wiha diqewimin ku wek kevirê teneşirê(kevirê mîhengê) di cî da baş û xeraban ji hev digerîne.

Bûyera Ergenekonê jî roleke wiha dilîze, wezîfeyeke bi vî rengî dibîne.

Li gor şêla kesan ya li hember Ergenekonê, meriv bi hêsanî dikane kesên “çete” û “ne çete“, kesên merivên “dewleta kûr” û kesên ne merivên dewleta kûr, kesên demokrat û kesên ne demokrat ji hev bigerîne.

Pîvana jihevgerandinê wek ku meriv nîsk û nokan ji hev bigerîne pir basît e, kesê ku li çeteyên Ergenekonê xwedî derkeve, wan biparêze, girtin, dadgehkirin û tewqîfkirina wan rast nebîne, edebiyat û demagojiya “mazlûmiyê” bike divê meriv bizanibe ku ew ya endamê Ergenekonê ye ya jî di warê siyasî û fikrî da dilxwaz û hevalbendên wan e.


Serokkomarê Tirkiyê yê 9-em Suleyman Demîrel jî yek ji wan kesan e ku piştî bûyera Ergenekonê ruyê wî yê rastîn eşkere bû û êdî meriv baş dizane ku ew yek ji berdevk û aqilmendê Ergenekonê ye. Merivekî “dewleta kûr” yê gelkî girîng e û ne merivekî demokrat e.

Ji roja operasyonên li hember çeteyên Ergenekonê destpêkirye û vir da Demîrel, gelek caran geh sergirtî, geh jî pir vekirî çeteyên Ergenekonê parastiye û bi girtin û tewqîfkirina wan xwe gelkî aciz kirye.

Demîrel, du roj berê dîsa di hevpeyvîna xwe ya di kovara Eko Enerjiyê da ev piştgiriya xwe ya bi Ergenekonê ra dubare dike û dixwze ku ser bûyerê were girtin û artêş zêde neyê aciz kirin.

Demîrel li ser girtina du generalên tirk û hin zabitên din xwe pir aciz dike û dibêje ”xelk ji van girtinan pir aciz e.”

Demîrel gotiye:

”Di dîroka me ya nêz da, Tirkiye tu carî rûbirûyî girtina orgeneralan nebûye. Ev yek ji bo Tirkiyê ne rewşeke xweş e. Wek şexs ez jî ji vê yekê rencîde bûm. Ketina vî halî ya serokên artêşê, zabitên rutbebilind ez rencîde kirime, ez êşandime.”

Demîrel, bi girtin û zindankirna xwe, bi dardekirina serokwezîrê welatekî ”rencîde” nabe, lê bi girtina du generalên ku xwestine darbeyekê li hember hukûmeteke ji alî gel va hatiye hilbijartin bikin, "rencîde" dibe û xwe gelkî aciz dike.

Leşkeran heta nuha 3 caran meclîs fesih kirine û dest danîne ser hukum, Demîrel jî tê da 5 serokwezîr û bi sedan wezîr û parlamenter avêtina zindanê, serokwezîrek û du wezîrên din jî bidarde kirine, Demîrel dîsa jî pê ”rencîde” nabe, lê bi girtina du generalên çete ”rencîde” dibe.

Bi girtina wan ”rencîde” dibe çimkî merivekî bêşexsiyet e, çimkî ew bi xwe jî merivekî ”dewleta kûr” e.

Siyasetmedarên wek Demîrl bêguman bêtalihî û rûreşiya Tirkiyê ye.

Heger bi qasî misqalê zereq jî exlaq û heysiyeta serokekî bi Demîrel ra hebûya ewê çete û qatilên Ergenekonê neparasta.

Li gor Demîrel, divê her kes artêşê wek rohniya çavê xwe biparêze, xwe ji ”rencîdekirina” wê kef bike.

Demîrel gotiye:

”Hêzên çekdar artêşa vî miletî ye. Artêşa tirk, artêşeke millî ye. Wek do, îro jî karekeî gelkî mezin dike. Li gel parastina welêt, rûbirûyî bûyereke wek têkoşîna bi terorê ra ye. Divê meriv xwe ji şêlên ku artêşê nerehet dikin biparêze. Turkiyê heta nuha atêşa xwe wek nûra çavê xwe parastiye. Divê ji nuha û pê va jî wek nûra çavê xwe biparêze."

Li gor Demîrel:

"Milet ji rexnekirina artêşê û tewqîfkirna orgeneralan gelkî aciz bûye. Miletekî ku artêşa xwe nerehet bike tuneye. Artêşa me temînata pêşeroja me ye. Temînata hebûna me ye. Ji rencîdekirna artêşê ez gelkî xemgîn bûme. Ez jî deng li her kesî dikim. Wek heta nuha bûye, divê ji nuha û pê va jî em li artêşa xwe xwedî derkevin, vê şêla xwe bidomînin.”

Wek tê dîtin Demîrel, wek berdevk û demagogekî artêşê haziriyên leşkeran yên darbeyeke leşkerî diparêze û dixwaze herkes jî wek wî biparêze.

Binpêkirna qanûnaesasî, îradeya milet ji bo wî fasafîso ye, bi qasî quruşekî jî qîmeta wan tuneye.

Ji bo wî ya herî giran îtîbara leşkeran e, leşker darbeyê jî bikin, meclîsê jî fesih bikin, serokwezîran jî bidarde bikin heqê wan e, divê kes li dij ranebe, divê sûcdar neyên girtin û ceza nebin.

Heger ne Ergenekon bûya gelek kesî ewê faşîst û cûntaciyên wek Demîrel nas nekira, loma jî mala Ergenekonê ava be.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar