06 juli 2008

Du civînên girîng û daxwazeke dîrokî

Di vê hefteyê da li Tirkiyê û li Kurdistanê li ser kurdan 2 civînên gelkî girîng hatin çêkirin. Herdu civîn jî ji bo kurdan û pêşeroja wan gelkî girîng û dîrokî bûn.

Ji civînan yek, ji alî ”Platforma Abantê” di bin navê “Pirsa Kurd: Lêgerîna aştî û pêşeroja bi hevdu ra” li Tirkiyê li bajarê Boluyê li Abantê hat çêkirin. Civîn îro bi dawî hat û li ser navê civînê daxuyaniyek hate belavkirin.

Civîna din jî, ”Konferansa Hîndekarî û Perwerdeya Kurdî” ya li Diyarbekrê bû.

Konferans, ji alî Tevgera Ziman û Perwerdeya Kurdî(TZPKurdî) ve hat li darxistin û 3 rojan ajot. Ev civîn jî gelkî girîng û dîrokî bû, çimkî ev cara pêşî ye ku li Kurdistana bakur ji gelek bajarên Kurdistanê mamoste tên ba hev û li ser perwerdeya bi zimanê kurdî dîtin û fikrên xwe dibêjin û hin biryarên dîrokî digrin.


Di civîna Abantê da jî gelek siyasetmedar, akademîsyen, nivîskar, rojnamevanê kurd û tirk 3 rojan ji gelek alî va li ser tevgere kurd û riyên çareseriyê rawestiyan û fikir û pêşniyarên xwe yên çareseriyeke aştîyane pêşkêş kirin.

Li Tirkiyê heta nuha li ser kurdan gelek civînên wiha çêbûne. Lê ev cara pêşî ye ku di biryar û daxwazên civîneke wiha berfireh da tirk ji bo kurdan mafên hewqas pêş û berbiçav dixwazin û diparêzin.

Di daxuyaniya civînê da, mesela kurd wek gelşeke Tirkiyê ya herî girîng hatîye dîyarkirin û ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê jî li hember şîdet û şer hatiye derketin û ji dewletê tê xwestin ku bi kurdan ra têkeve nava danûstendinê û wek destpêk jî divê efûyeke giştî were derxistin.

Di daxuyaniyê da li hember asîmîlasyona dewletê ya li hember kurdan û hindikayiyên din jî tê derketin, mafê perwerdeyiya bi zimanê kurdî tê parastin û ji dewletê daxwaz tê kirin ku divê li gor peymanên navnetewî mafên kurdan yên civakî, kulturî û siyasî bêyî qeyd û şert werin qebûlkirin.

Di civîna Abantê da ji alî beşdaran va gelek tiştên girîng hatin gotin. Ji van yek jî gotinên Cengîz Çandar bû. Li gor Çandar, heta ku kurd nebin xwedî dewleteke serbixwe li Rojhilata Navîn aştî ne mimkûn e, divê ya kurd bibin xwedî dewleteke serbixwe ya jî li dewletên li dijîn bibin şîrîkê wan dewletan. Zimanê kurdî ne tenê li Kurdistanê bibe zimanê resmî û yê perwerdeyê, divê li Tirkiyê jî bibe zimanê resmî û heta bigihîje lewheyên riyan jî divê bi kurdî bin.

Wek xuyaya, li gor 20-30 sal berê rewş pir guherî ye, pêşketineke pir mezin heye, heta do ew kesên navê kurd û Kurdistanê nedigrtin ser zimanê xwe, îro ji dewletê dixwazin ku bi kurdan ra rûne û hemû mafên kurdan yên netewî qebûl bike.

Dewlet jî êdî nikane wek berê hebûna kurdan înkar bike. Bi nêteke xerab be jî, bi rengekî şermok be jî mecbûr maye ew bi xwe qanaleke kurdî veke, bi zimanê kurdî weşanê bike. Ji bo kurdan ev yek serkeftineke mezin e. Ev nîşan dide ku xebat û têkoşîna keç û xortên kurd ya bi salan bi avê da neçûye.

Yanî bi kurtî têkoşîn û fedekariyên gelê kurd yên bi salan hêdî hêdî fêkiyên xwe dide û dewleta tirk mecbûrî çareseriyê dike.

Axaftin, minaqaşe û daxuyaniya civîna Platforam Abantê nîşana îflasa siyaseta dewleta tirk ya înkar û îmhayê ye, gelê kurd îro ji her demê bêtir nêzî bidesxistina azadiya xwe bûye.

Di konferansa ”Hîndekarî û Perwerdeya Kurdî” da jî piştî 3 roj minaqeş, gelek biryarên girîng hatin girtin û daxuyaniyek hat belavkirin.

Di daxuyaniyê da ji hemû siyasetmedarên kurd daxwaz tê kirin ku ew di axaftin û danûstenên xwe yên rojane û di hemû qadên jiyanê da kurdî bikar bînin û ji nuha û pê va jî kesên kurdînezan nekin namzetên serokên belediyan.

Di dîroka kurdên bakur da ev cara pêşî ye ku rewşenbîrên kurd di konferanseke wiha mezin da biryareke wiha digrin û diwêrin daxwazeke wiha rast û bi heq ji siyasetmedarên xwe bikin.

Loma jî ev biryar û daxwaza konferansa TZP-Kurdî dîrokî ye.

Min 25 sal berê dema di rojnameya Armanc û hin derên din da ev tişt parast û nivîsî gelek dost û hevalan rexne li min girtin û gotin ez merivekî pir ekstrem im. Li ser vê meselê di nabêna min û hin hevalan da minaqeyên gelkî ne xweş jî çebûn. Ez li dij bûm ku yekî kurdî nezan bibe serok ya jî berpirsiyarê me, ji ber ku wî bi kurdînezanîna xwe em kurdên din jî asîmîle dikir. Ez li dij bûm ku ev kovarên xwe bi tirkî ya jî bi du zimanan derxin. Lê digotin ”realîteya me” dest nade tiştekî wiha.

Neyse, ez ”birîn, derd û kulên” berê tevranakim, ya girîng ew e ku îro kurd hatine vê nuxteyê û diwêrin vê rastiyê bînin zimên.

Ez hêvî dikim ku ev daxwaza konferansê tenê di gotinê da nemîne û bi rastî jî ”tirk” û kurdên asîmîle bûne ji îro û pê ve nebin serokên partî, komele û rêxistinên me, nebin serokên belediyan û parlamenterên me.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar