30 juni 2008

TEVKURD hafiza kurdan ya netewî xurt dike

TEVKURD-ê, Komeleya Ehmedê Xanî, CIWANKURD, Weşana Ray û çend rewşenbîr û siyasetmedarên kurd biryar dabûn ku do(29/6) li ser Serîhildana Netewî ya gorbuhuştê Şêx Seîd li Diyarbekrê panelekê çêkin.

Lê panel ji alî walîyê Diyarbekrê va hate qedexekirin.

Piştî qedexekirina panelê, serok û berpirsiyarên wan komele û rêxistinan jî di nav de grubeke qelebalix li ber Salona Şano ya Şaredarîya Amedê 2 saeten rûniştin û helwesta waliyê Diyarbekrê protesto kirin.

Grûb dû ra çû ber Mizgefta Mezin û Serokê Serhîldana 1925-an Şêx Seîdê nemir û hevalên wî bi çalakiyeke manîdar bibîranîn.

Berdevkê TEVKURD-ê Îbrahîm Guçlu di axaftina xwe da got, “Duyemîn Dadgeha Sulhê ya Amedê bi baheneya ku bi dawetnameyên panelê qanûn hatine binpêkirin û Wîlayeta Amedê jî bi baheneya ku wê ev panel ziyanê bide aşîtîya civakî, biryara qedexekirina vê panelê dane.”

Wek tê dîtin dewleta tirk-îslam ya cebberût destûrê nade xebatên kurdan yên demokratîk, kulturî û dîrokî jî.

Îro li Tirkiyê di konferans, panel û minaqeşeyên di telewîzyonan da ji kemalîzmê bigre heta bigihê darbeyên leşkerî, têkiliyên dîn û siyasetê, bi kurtî li ser hertiştî tê peyivandin; bêyî mijarên li ser kurd û Kurdistanê, li ser sebebên bindestiya kurdan û îşxala welatê wan qedexe li ser tu tiştî û tu mijarê tuneye.

Rejîma kemalîst nahêle kurd dîroka xwe rast fêr bibin û xwe nas bikin. Ji ber ku vê rejîma kemalîst û nîjadperest ji bo înkar û îmhaya kurdan heta nuha hertişt belovacî kirye, dîrokek sexte, li ser derewan ava kiriye û xistiye serê gelek kurdan jî.

Gelek kurd îro ne xwe û ne jî dîroka xwe nas dikin, bûne wek mirovên bê meju, bê şiûra netewî, bê dîrok, bê ziman û bê kok. Bi dev dibêjin “em kurd in” lê bi ruh, bi mejû, bi kirin û hedefên xwe yên siyasî tu ferqeke wan ji tirkekî nîjadperest tuneye.

Ji ber ku rejîma kemalîst ya faşîst serê wan şuştiye û ew ji kurdayetî û menfaetên netewî dûr xistine. Bûne dost û hevalbendên dijminê xwe û ew jî bi dijmin ra nahêlin ku gelê wan rizgar bibe.

Lê îro çend rewşenbîrên kurd yên zana, cesûr û canfîda daketine qada siyasetê û bi mêraniyeke mezin hewil didin ku kurd xwe û dîroka xwe nas bikin, li pêşeng, rêber û qehremanên xwe yên canê xwe fedayî welatê xwe kirine xwedî derkevin, xebat û serpêhatiyên wan bizanibin, yanî xwe û dîroka xwe nas bikin. Cî û warên ku dijmin ev qehrema û pêşengenên tevgera netewî lê bidarda kirine nas bikin.

A ji bo ku ev xebata van rewşenbîrên kurd, kurdan bi bindestiyan wan dihesîne, şiûrekî netewî dide wan, dewlet û hukûmeta tirk ya dîktator gelkî aciz dike, çimkî naxwazin kurd şiyar bibin û xwe nas bikin.

Ev 80 sal in ku ev dewleta kemalîst ya zalim û faşîst wek kabûsekî ketiye ser dilê miletê kurd û nahêle kurd bîna xwe bigirin, bi darê zorê, bi hîle û bertîlan kurd ji ber hev da xistine û bi vî hawî jî kanîbûne di nava kurdan da gelek kesên hevalbend, hevkar û xulaman ji xwe ra peyda bikin.

Bêguman gelê kurd tu carî dev ji xebat û têkoşîna xwe ya netewî berneda, li hember dewleta tirk û hevkarên wan yên kurd jî hertim li ber xwe da û têkoşîneke bêhempa meşand.

Îro herçiqas li Kurdistanê tevgereke pir xurt heye, bi sedhezaran kurd di nava xebateke siyasî da ne jî, lê kes nizane ku çi dixwazin?

Dibêjin “em serokê xwe dixwazin.”

“Jiyan bê serok nabe.”

“Êdî bes e.”

Û gelek şîarên wiha vala û bêmane meriv bêhêvî dike. Ev hêza ku him di warê leşkerî û him jî di warê legal da bi vê fedekarî û xebata xwe ya bêhemba dikane dinyayê bihejîne mixabin hatiye pûçkirin, serok û rêberên wê newêrin navê welatê xwe jî hildin.

DTP, tevger û serîhildana kurdan ya netewî ketiye destê çend kesên kemalîst yîn wek Ayna, Kişanak û Tuglukê ku bi hertiştên xwe biyaniyên tevgera kurd in. Ne kurdî dizanin, ne jî dîrok û edebiyata kurdî nas dikin, bi ziman, kultur û dîtinîn xwe yên kemalîst kurdan asîmîle dikin, ji ziman , kultyur û dîroka wan dûr dixin.

Hemû şer û xebata kurdan ya mişt fedakarî bi "Serok" û siheta wî ve hatiye girêdan.

Xelasiya "Serok" ketiye pêşiya xelasiya welêt.

Miletek bê welat, bê ziman dibe lê bê "Serok" nabe.

"Serokê" xwe dixwaze lê welatê xwe naxweze.

Û "Serok" jî di destê dijmin da êsîr e.

Di demeke wiha da hin rewşenbîrên kurd derdikevin û bi rengekî pir vekirî navê hertiştî rast lê dikin, ji dagîrkerên tirk ra dibêjin “hûn hêzên dagîrker in, we welatê me bi darê zorê îşxal kiriye” û em dixwazin welatê xwe rizgar bikin, em jî wek her miletî serxwebûna xwedixwazin.

Di vê demê da hebûna van rewşenbîrên kurd ji bo hemû kurdan, îmkaneke pir baş e, hin tabûyan hildiweşînin, rê li ber hin tiştan vedikin, cesaretê didin gel û siyasetmedarên hêzên din jî.

Loma jî divê meriv piştgriyê bide xebatên wan yên bi vî rengî û hewil bide ku ev dîtin , ev xet di nava kurdan da xurttir bibe.

Ji ber van xebatên TEVKURD-ê û rêxistinên din divê meriv van rêxistin û birêvebirên wan pîroz û teqîdir bike.

Tevgerên wek TEVKURD-ê di tarîtiyê da wek çira û findê ne, meriv pê ber xwe û riya xwe dibîne. Divê meriv wan ji dest xwe bernede.

Divê meriv qedrê wan baş bizanibe. Rêvebirên TEVKURD-ê, bi xebatên xwe yên wek bîranîna Serîhildana Şêx Seîdê nemir, hafiza kurdan ya valabûyî dadigrin, dîroka wan fêrî wan dikin, şiûrê miletbûnê dixin meju û dilê kurdan.

Miletê ku hafiza wî ya dîrokê tunebe, nikane dost û dujminê xwe jî baş ji hev bigerîne.

1 kommentar:

  1. I would like to thank you for the efforts you have put in penning this website.
    I really hope to see the same high-grade blog posts from you later on as well.
    In truth, your creative writing abilities
    has encouraged me to get my own, personal blog now ;)

    Stop by my web site: new cellulite treatment

    SvaraRadera