12 juni 2008

Li Tirkiyê heznekirina ji Ataturk sûc e

Li Tirkiyê, tu kes nikane eşkere bibêje "ez ji Ataturk hez nakim", dema wiha bibêje malik lê dişewite û ciyê wî zîndan e.

Fatîh Altaylî, do di kanala 1-ê da di programa xwe ya Teke Tek(yek yek)da bi çend keçên unîversîteyî ra peyivî û dîtinên wan yên derbarê Ataturk da pirsî. Di nabêna Altaylî û du keçên bi şarpe(sergirtî)da ev diyaloga jêrîn derbas bû:
-Kevser, tu dibêjî rejîma Îranê ji bo Îslamê nikane bibe nimûne, lê di malpera te ya facebookê da rismê Xumeynî heye.

-Belê heye. Ez ji Xumeynî gelkî hez dikim.

-Baş e tu ji Xumeynî gelkî hez dikî. Tu ji Ataturk jî hez dikî?

-Wek leşker pir serketîbûye…

-Nûray jî ji Xumeynî hez dike…

Altaylî îcar eynî pirsê ji Nûray Bezîrganê dike û di nabêna wî û Nûray Bezîrganê da jî e ev diyalog derbas dibe:

-Tu ji Ataturk jî hez dikî?

-Gelo ez çi difikirim bibêjim ewê bibe sûc, ewê tiştek neyê serê min? Na, ez qet ji Ataturk hez nakim.

-Çima?

-Ji ber ku ev 85 sal in tiştê em dikşînin misebîbê wî ew e loma.

-Baş e lê ew merivê ku tu jê hez nakî Tirkiye ji îşxala îngilîzan, fransizan,
yûnanan xelas kir.

-Şerê Rizgariyê ne Ataturk, misilmanên bawermend da destpêkirin. Li Meraşê dest avêtin kitana jinekê û li ser vê şer dest pê kir. Tu têkiliya wê bi Ataturk tuneye.

-Heger ne Ataturk bûya belkî jî nuha li vir îngilîz, faransiz hebûna.

-Înglîz hebûna mafên min ewê zêdetir bûya. Ji xwe mesele ev e. Dema însan li ser navê Ataturkçîtiyê zulmê li min bikin hûn nikanin hezkirina Ataturk ji min bipên.

Li ser vê bersîva Nûray Bezîrganê, piştî programê dozgerekî ataturkçî tavilê dest bi lêpirsînê kir.

Li gor çapemenî dinivîse, dozger, ji pûlis ra nivîsek şandiye û xwestiye ku ew edresên Kevser Çakir û Nûray Bezîrgan tesbît bikin.

Piştî tespîtkirina edresan ew ê îfadeyên herdu keçan bigrin.

Wek tê zanîn li Tirkiyê li gor qanûnê meriv nikane bi rengekî vekirî û di çapemeniyê da rexne li Ataturk û xatiraya wî rexne bigre, nikane wî biçûk bixîne ya jî heqaretê lê bike.

Û heger meriv vê ”heqaretê” bi riya çapemeniyê bike wê demê dikanin malikê li meriv bişewitînin. Dikanin heta 4.5-an meriv têxin qulikê û di wir da baş terbiye bikin.

Li gor ”Qanûna Parastina Ataturk”, heta ji meriv bê, meriv dikane pesnê Ataturk bide û wî bi asînan xwe, lê meriv nikane bi çavekî rexnegir tiştekî bibêje.

Û bê fedî û ar jî ji xwe ra dibêjin em welatekî ”demokratîk” in.

Li welatekî ku însan, alim, zana, dîroknas nikanibin li ser miriyekî û kirinên wî bi rengekî azad raya xwe bibibêjin, maj i viya xerabtir çi heye?

Ji çend tabûyên Tirkiyê yek jî ev e, leşker û çeteyên hevalbendên wan bi xêra ataturkçîtiyê hukum ji dest xwe bernadin.

Lê ya xerab yên ne ataturkçî, hêzên îslamî jî heta nuha tu carî bi mêranî berê xwe nedane vê rejîma ceberût, ji dê lî wê va dixwazin bi pişo pişo û bi kuştin û terorîzekirina kurdan xwe têxin çavên leşkeran û bi vê riyê li ser hukum bimînin.

Vê taktîka hêzên îslamî heta nuha gelek caran pere kir lê êdî pere nake. Leşker êdî qîma xwe bi serê kurdan tenê naynin, ew serê pêxwasê Kasimpaşayê, pêlewanê derewcîn Tayyip Erdogan jî dixwazin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar