Kurd dikin cara pêşî ji bo daxwazeke pir girîng û pir jî derengmayî ya nî ji bo perwerdeya bi zimanê xwe mitîngekê çêkin.
Ez vê mitîngê wek mizgîniyekê xêrê dibînim.
Kurd, her roj û gelekê caran jî ji bo tiştên vala, tiştên pir tewşo-mewşo mitîngên pir mezin û pir bi heybet çêdikin.
Lê bi qasî ku ez dizanim ev cara pêşîye ku ji bona tiştekî hewqasî heyatî û girîng, li dijî asîmîlasyon û helandina kurdan bi xwe dihesin û ji bo serbestî û perwerdeya bi zimanê xwe tevgereke pir di cî da û pir baş didin destpêkrin.
Ez Tevgera Ziman û Perwerdeya Kurdî(TZPK-ê) ji nuha da pîroz dikim.
Tevgere Ziman û Perwerdeya Kurdî(TZPK), di 10-ê mehê da li Gewerê ji bo perwerdeya bi zimanê kurdî ewê mitîngekê li darxe. Berdevkê tevgera TZPK-ê Qahir Bateyî, ji ajansa ANF-ê ra gotiye, divê gelê me di 10-ê hezîranê da li Gewerê, li dijî asîmîlasyonê dengê xwe bilind bike û ” bibêje êdî bes e, em bi zimanê xwe perwerdeyê dixwazin!”
Ev şîar divê 30 berê bihata bilindkirin, lê destpêkirina îro jî ne xerab e. Ya girîng divê berdewamî di xebatê da hebe.
Qahir Bateyî dibêje, tevgera me li hember asîmîlasyon û oto-asîmîlasyonê serhildaneke û em bi wî çavî lê dinêrin.
Hewcedariya kurdan bi serîhildaneke wiha heye.
TZPkurdî di sala 2006-an da hatiye avakirin û heta nuha gelek xabatên hêja kiriye. Lê ev cara pêşî ye ku tevgereke wiha hêja dide destpêkirin.
Berdevkê TZPk-ê Qahir Bateyî, bang li hemû gelê Gewerê kiriye û gotiye:
”Di 10-ê hezîranê da em herkesî li Gewerê li seha futbolê dipên. Em vê tevgera xwe ji alî gelê kurd û zimanê kurdî va wek mitîngeke dîrokî dibînin. Banga me ji gelê Gewerê, Culemêrg, Çukurca û Şemzînanê ew e ku divê ji heft salî bigre heta bi heftê salî herkes bi cil û bergên xwe yên kurdî beşdarî vê mitîngê bibin, rojekê hemû kar û barên xwe berdin û bi şiûreke netewî li mitîngê xwedî derkevin.”
Bateyî piştî vê banga xwe gotiye, mitînga Gewerê destpêkeke, ji nuha û pê va jî ewê bibêjin ”êdî bes e, em bi zimanê xwe perwerdeyê dixwazin.”
Dîsa li gor agahiyên Qahir Bateyî, payizê jî li Diyarbekrê ew haziriya mitîngeke pir mezin dikin.
Ji avabûna Komara Tirk û vir da kurd di bin asîmîlasyoneke mezin da dijîn, her roj bi hezaran kurd ji ziman û kultura xwe dûr dikevin û dibin malê ziman, kultur û edebiyata tirkî.
Li gor şertên cîhanê yê îro tirk êdî nikanin wek ku Seddam li Helebçeyê kir, hemû kurdan bi carê da qir bikin ya jî bi darê zorê ji welatê wan derxin. Her çiqas tirkan gelek caran plan û amadeyiyên bi vî rengî kiribin jî lê biser neketine. Lê hemû hêviyan dewleta tirk îro ew e ku kurdan bi riya asîmîlasyonê bihelînin.
Li gora lêkolîn û raporeke Konseya Ewlekariya Millî ya Tirkiyeyê (MGK) ku çend roj berê di çapemeniyê da hat eşkerekirn, li Tirkiyê nufûsa kurdan nêzî 13 mîlyonî ye. Lê 3 milyon jî hatine asîmîlekirin û êdî li ber tirkbûnê ne.
Yanî hêviya tirkan tenê asîmîlekirina kurdan tenê meye, dixwazin bi vê riyê kurdan ji ziman, kultur û çanda wan dûr xin û bikin tirk.
Loma jî hebûna tevgereke wiha gelkî pêwîs e û divê were xurtkirn.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar