01 juni 2008

Berê hertişt hêsantir û xweştir bû

Kî dibêje çi bira bibêje, hema ez dibêjim berê jiyan siviktir û hêsantir bû. Û loma jî gelkî xweşiktir bû, bi tam û bi lezet bû.

Meriv hîn rehet, bi tiştên gelkî biçûk û basît dilşa û bextewar dibû.

Wek zarok, meriv bi kabekî, bi guleyeke cînciqî, bi çend qapaxên xazozan(ew jî cinsekî cacacokaya kurdan bû), bi perçeyek têla zengarî, bi kalosekê-meriv ji kaxetê çêdikir û difirand- şad û bextewar dibû.

Zarokên îro, bi tiştên wiha şad nabin, divê pisqilêt, kompîtor, game boy û emp3 û telefona wan ya destan hebe.

Evîn jî berê basîttir û xweştir bû. Neynikeke biçûk, destmaleke destan ya nexşandî, şûşeyek lewante diyariyên dildarê, yarê yên herî giranbuha û manîdar bûn.

Pêbûna destan bi hev, qurçkirineke çavan, mizicandin û nêrîneke xoşewîstî ya dildarê têra meriv dikir, meriv wek xort dikanîbû bi salan bi van bîranîn û xatirayên dildarê ra bijîy û pê dilşa bibûya.

Lê îro ne wiha, evîn daketiya derekeya hewcedariyên cinsî, her keç û xort berî zewacê gelek caran ”dizewicin”,  bi gelek kesan ra ”dizewicin” û didin lotikan. Jixwe êdî gotina ”zewacê” jî pir bêmane bûye, her kes tinazê xwe pê dike.

Tiştê di rewacê da ye û modern e ”hevaltî” ye.

Ne dildarî tenê, li gorî hinekan zewac jî berê xweştir bû.

Jinik di bin emrê meriv da bû, meriv bigota rabe rabe, rûne rûne, bê qeyd û şert daxwaza meriv bicî dianî û ji gotina meriv dernediket.

Meriv him dikanîbû lêxista û him jî jê hez bikira, herdu tişt jî serbest û normal bûn.

Ma îro wiha ye?

Îro dinya xera bûye, kes nikane ji xanima xwe ra bibêje hillê billlê, kes nikane awirekî tal bidê û destê xwe lê rake.


Tu devê kîjan jinê vedikî wek abûqateke çelziman e, tu dibêjî qey hemûyan ”Beyannameya Gerdûnê ya Mafên Mirov” û dibistan femînîzmê qedandiye. Zimanê her yekê hirinekê dirêj e, abûqat bi abûqatiya xwe jî nikane bi ser wan xe, meriv çi bike jî meriv neheq e. Hemû li meriv tên hevdu, malikê li meriv diviritînin.

Hema ya herî baş ew e ku meriv ji emrê wan dernekeve û xelas. Riya selametiyê ev e, ne xwe meriv poşman dikin.

Heta bigihîje pîrika min jî êdî bêyî wekhevî, serbestî û azadiyê tu tiştekî din qebûl nake.

Ma berê tiştên wiha hebû?

Dema ez bêhemdî carê destê xwe di serê lêwikê xwe didim, xanim tavilê dibêje, Zinar!, ferqê nexe nabêna zarokan, dibê du caran destê xwe di serê keçikê jî bidî, bi wê şî şa bibî!

Yanî berê xwedîkirina zarokan jî rehettir bû.

Li gor baweriya min berê siyaset û siyasetmedarî jî pir hêsan bû.
Rêxistina herî mezin û bi heybet mehê bi belavokekê îdare dikir û pê gelkî jî xurt dibû.

Mesela hevalên KUK-ê ji ber ku kesê wan ê tirkîzan tunebû nikanîbûn ji du-sê mehan carê ew belavok jî belav bikirana. Hetanî van salên dawî bê belavok û bê kovar, wer bi devkî îdare dikirin. Dû ra axirê di dawiya salên 70-î da bi zor ji bo nivîsîna belavokan xortek dîtin û êdî wan jî wek me dest bi belavokan kirin.

Esas em jî pir hindik wek wan bûn. Me jî wek partî û DDKD di nava 4-5 salên xebata xwe ya siyasî da 5 hejmar Jîna Nû derxist û pênc hejmar jî Tîrêj, qey 6-7 hejmar jî Devrîmcî Demokrat Gençlîk derxist. Û ez ne şaş bim jimarek ya jî du jimar Pêçeng bi dizî derxist.

Di 5 hejmarên kovara Jîna Nû da 30 meqale hene. Bira di 5 hejmarên Tîrêjê da jî 30 meqale hebin û bira di kovara DDGD û Pêşengê da jî 40 meqale hebin.

Yanî di nava 5-6 salan da li ser hev, edebî, siyasî pir pir me wek partî û komele bi 70-80 meqale û em bibêjin bira hewqas jî belavokê îdare kir û bûn hêzeke bi sedhezaran.

Bi çend belavok û bi 70-8o meqaleyî(ez bawer dikim hewqas jî tuneye)KÎP-DDKD li Kurdistanê bû hêza herî mezin, KÎP û DDKD-ê bi yek gotinê dikanîbû bi sedhezaran însanan têxe hereketê.

Heyran ez feqîrê Xwedê, ev 8 meh in min tam 20 meqale nivîsîne lê hîn du kes jî bebûne hevalên min, min hîn hejmara xwendevanên xwe dernexistiye 200 kesî.

De îcar hûn ferqa berê û nuha dibînin?

Hevalên KUK-ê bê kovar û belavok, me jî di nava 5-6 salan da 60-70 meqale û çend belavokan bi sedhezaran însan qezenc kir, em bûn hêzên mezin û xwedî qudret.

Lê îro ne wiha, ez her şev nivîsekê dinivîm jî pere nake, ne kes dive hevalê min û ne jî xwendevanên min zêde dibin.

Bawer bikin bi her belavokek û hejmareke kovara me ra(Jîna Nû, Tîrêj)bi kêmanî bi sedan însan dibûn heval û dilsozên me.

Bira ez her şev wek makînê dinivîsînim jî kes quruşekî xwe tê nade. Çimkî êdî dinya guheriye.

Êdî wek berê ji mehê bi belavokek û kovarekê, bi propagandeya devkî meriv nikane siyasetê bike û xurt bibe.

Dibê bi kêmasî çend rojnameyên te yên rojane û çend kanalên te yên telewîzyonê hebein. Êdî belavok û kovarên rojane têr nakin. Bi van tiştan meriv nikane zarokên xwe jî bike havalên xwe.

Dinya ne dinya berê ye, loma jî wasite û metodên berê jî êdî têr nake. Ji ber wê jî ez hesreta rojên berê dikşînim, çimkî berê hertişt pir hêsan bû.

Heyra berê çend hezarê ya jî em bibêjin milyonekî meriv hebûya meriv dewlemend bû.

Lê ma îro jî wiha ye?

Êdî meriv bi milyonekî nikane xaniyekî îdare jî bikire.

Loma jî min bîriya rojên berê kiriye.

Çimkî berê zaroktî jî, evîn jî, zewac û siyaset jî pir hêsan, pir sivik û pir xweş bûn, tu tiştek wek nuha ne fahş bû.

Nuha her tişt, lê hema her tişt ji qalibê xwe û ji usûlê derketiye, bê tam û bê lezet bûye, meriv wek berê kêfê jê nagre.

Ma hûn çi difirkirin?

1 kommentar:

  1. Birez Zinare Xemo!
    Jiber ku internete dinya picuk kiriye. Alternetiv gelekin;nimune: Di internete de bi seda rojname bi gelek zimane hene.Jin li vi welati wek mera di hemu dezgeh u karandene.Dinya hatiye guhertin. Jibo min wek jineke ez gelek pe kefxwesim/ bi jiyana niha.
    Silav u rez
    (jiyana niha bi tamtire)

    SvaraRadera