Li gor xebera Ajansa Nûçeyan a Firatê(ANF) piştî ku Galatasaray li hember Sêwassporê 5-3 biser ket li gelek bajarên Kurdistanê bi dehhezaran kurd ji kêfan rabûne pêdarê û ev serkeftina taximê tirk Galatasarayê li kuçe û kolanan bi girseyî pîroz kirn.
ANF dibêje, bi qedandina maçê ra li Diyarbekrê, Dêrsimê, Ruhayê, Batmanê û miheqeq li gelek bajarên din jî, bi hezaran kurdên alîgirên Galatasarayê, alên Galatasarayê dane destên xwe û formayên wê jî bera ser bejn û bala xwe dane û bi kuçe û kolanên bajarên Kurdistanê ketine û serkeftina taximekî tirk, taximekî ku bi hemû serok û rêvebirên xwe ve nîjadperest, faşîst û dijminên gelê kurd in pîroz kirne.
Lê li Batmanê ne tenê gel, serokê belediyê Huseyîn Kalkanê DTP-yî jî li hember vê zafera mezin xwe ranegirtiye, ew jî teva malî û zarokên xwe, li erebeya xwe suwar bûne û wek hemû alîgirên din, wan jî di nava bajarê Batmanê da demeke dirêj ala Galatasarayê li ba kirine û gelek tûrên serkeftinê avêtine.
Dema keça Kalkan dîtiye ku bavê wê li hember serkeftina taximekî tirk gelkî hatiye heyecanê, ew jî tavilê tevî dilşadiya bavê xwe bûye û wê jî ala Galatasarayê baş li ba kirye.
Dema min ev xeber xwend, ez ji xwe ra matmayî mam! Min careke din bi xemgîniyeke mezin dît ku kurd hîn hewqasî paşdamayî û nezan in ku bi serkeftina dijminê xwe kêfxweş û bextewar dibin.
Ger em siyasetê jî bidin aliyekî, Galatasaray taximekî tirk e û zora taximekî Kurdistanê biriye, di normalê da divê her kurdê şiyar û xwediyê hestên netewî bi vê netîceyê xemgîn bibe, biqehere, ne ku kêfxweş bibe.
Heger em jî wek tirkan şiyar, welatperwer û evîndarê welatê xwe bûne, heger me jî wek tirkan menfaetên xwe yên netewî nas bikira, heger me jî wek wan dost û dijminê xwe ji hev bigeranda bêguman dilê me yê ji bo Sêwassporê lê keta, me yê piştgiriya Sêwassporê bikira. Ji ber ku taximekî Tirkiyê zora taximekî Kurdistanê biriye me yê destên xwe hine nekira.
Lê ji ber ku zanîn û şiûrê netewî bi me ra tuneye, loma jî em bi serkeftina dijmin ya li hember birayên xwe şa dibin. Dema taximekî dijmin, taximê welat û miletekî din zora taximekî welatê me dibe kêfa me tê. Ev şêl, ne şêleke normal e, ferdên xwedî hestên netewî tiştên wiha nakin.
Bêguman ev yek nezanî û rebeniya me nîşan dide.
Di warê siyasî û psîkolojîk da ewê gelekî girîng û manîdar bûya ku li Diyarbekrê, li Batmanê, li Ruhayê û li Dêrsimê bi dehhezaran kurdî piştgirî û dilzoziya xwe bi Swêssporê ra nîşan bidana. Ev yek ewê tesîreke pir baş li sêwasiyan bikira, di warê ruhî û hestên netewî da emê hinekî din jî nêzî hev bibûna.
Lê şêla ku diyarbekriyan, ruhayiyan, dêrsimiyan û batmaniyan îro nîşan dan di nava kurdan da hestên netewî hinekî din jî zeîf kir û zirareke mezin da yekîtiya miletê kurd.
Sibe jî, dema Fenerbahçe bera Diyarbekirsporê bide, wê çaxê jî sêwasî ewê gelkî kêfxweş bibin. Yanî ewê jî wek diyarbekriyan bi serkeftina dijmin şa bibin.
Jixwe hestên netewî bi bûyerên wiha xurt dibin û meriv xwe wek ferdên miletekî nêzî hev his dike. Ferdên miletekî divê ji xelkê bêtir, ji hevûdu hez bikin û di rojên teng da herin gazî û hawara hev, piştgiriya hev bikin.
Ma dema Diayarbakir spor zora taximekî tirk dibe, li Yozgatê, li Çorûm û Konyayê bi hezaran tirk dadikevin kolanan û serkeftina Dayarbakir sporê pîroz dikin?
Ma mimkûn e ku reîsê belediya bajarekî Tirkiyê, piştî serkeftian Diyarbakir sporê rahîje ala Diyarbakir sporê û here li kolanan li ba bike?
Ez bawer nakim. Miletê tirk siyasî ne siyasî, zana ne zana çawa ku kurdan wek dijminê xwe dibînin, bi vî çavî jî li taximên Kurdistanê dinêrin. Di her maça Diyarbakir sporê da êrîşên tirkan li ber çavan e. Yek maç tuneye ku tirk êrîşî lîstikvan û tememaşevanên Diyarbakirsporê nekin û ji wan ra nebêjin “bimre PKK”, “terorîst bicehimin” û gelek hqaretên din.
Ez fêm nakim em çawa dikanin hîn jî ji taximekî tirk hez bikin û bibin alîgirê wî. Dema yek ji meriv hez neke, divê meriv jî jê hez neke. Tiştê herî normal ev e. Serok û birêvebirên Galatasarayê û hemû sporciyên wê kurdan wek diminên xwe dibînin, ne ji me hez dikin û ne jî ji taximên me.
Lê em ji wan hez dikin. Çimkî ji dijminê xwe hezkirin li ba kurdan hîn nebûye ibret û rûreşiyeke mezin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar