Çendakî berî 1000 siyasetmedar, rewşenbîr û hunermendên kurd bi navê “Banga çareserîya pirsa kurd li Tirkiyeyê” belavokek belav kirin. Belavok di hin rojnameyên wek Le Monde û International Herald Tribunê da îro hate weşandin. Min jî xwe di nava hezar kesî ra kiribû û îmzeya xwe avêtibû binê belavokê.
Li hember vê belavoka 1000 kurdî, îro belavokeke din, belavokeke ku kevir û daran li ”me” dibarîne, daxwzên belevoka pêşî (ya 1000 kesî) rexne û red dike û şîara Kurdistaneke serbixwe dide pêş hate belavkirin.
Li gor belavoka pêşî, belavoka duyem gelkî radîkaltir e û çareseriya gelşa kurd di serxwebûna Kurdistanê da dibîne. Daxwaz maxwazên piço piço, yên wek “perwerdeya bi kurdî, telewîzyona kurdî” û tiştên wek van gelkî biçûk diîne û red dike.
Heger ez gotinên biraderên xwediyê belavokê hinekî kin û bi kurdî bibêjim, dibêjin ku tirkan welatê me dagîr kirine û bi darê zorê lê bicî bûne. Em wek kurd naxwazin hebûna tirkan li welatê xwe qebûl bikin û bi wan ra bijîn. Tenê çareseriyek gelşê heye, ew jî divê em dewleta tirk ji welatê xwe biqewirînin û serxwebûna xwe îlan bikin.
Bêyî serxwebûna Kurdistanê hemû alternatîvên din teslîmbûna îdeolojiya kemalîzmê ye û divê kurd vê yekê red bikin.
Helbet ev jî dîtineke û dîtineke biheq e jî. Bi rastî jî heger meriv bi tirkan kanibe wek zaza dibêjin, divê bi qiç û pîlên wan ve, bi leşker û pûlisên wan ve wan ji Kurdistanê derxe.
Bêguman ya herî rast û xweş ev e.
Lê gelo redkirina daxwzên ji serxwebûnê kêmtir rast e?
Mesele di vir da ye.
Her çiqas min belavoka pêşîn(ya 1000 kesî)îmze kiriye jî lê dîsa jî kêfa min gelkî ji vê belavokê û ji hebûna kesên wiha ra hat.
Bêguman divê kurd hemû wek hev nefikirin û eynî daxwza nekin, divê hin kes hebin ku doza federasyon û serxebûnê bikin û tenê vê yekê ji xwe ra bikin hedef.
Lê li alî din normal e ku hinek kes jî bi hin daxwazên kêmtir werin serî û wan bidin pêş.
Ma li Filîstînê daxwazên El Fetih û Hizbullahê yek in?
Bêguman na. El Fetih dewleta Îsraîlê nas dike û pê ra rûdine, lê Hamas dibêje dewleta Îsraîl ne meşrû ye, divê were rûxandin.
Esas di destpêkê da El Fetih û Erefat bixwe jî li pişt Hamasê bûn, Hamas nîşanî îsraîliyan didan ji bo ku bitirsin û bi daxwazên El Fetihê werin serî.
Yanî bi gotineke din, mirin nîşanî îsraîliyan didan ji bi ku bi tayê werin serî, lê dû ra rewş guherî.
Li Kurdistanê jî divê wiha be. Divê hin hêz û grûbên gelkî tûjtir, gelkî radîkaltir derkevin û bi rastî jî bêyî serxwebûna Kurdistanê tu alternatîvên din qebûl nekin. Loma jî ez vê belavokê gelkî pozîtîv dibînim û dixwzim ku ev dîtin li Kurdistanê şax berde, xurt bibe, bibe hêzeke maddî.
Di belavoka duyem da dibêjin ku 22 dewletê ereban û 7 dewletên tirkan hene.
Ma çima ewê dewleteke kurdan ya serbixwe tunebe?
Meriv nikane îtîrazî vê daxwazê bike, camêran rast gotine.
Kevir bibare, ji miletekî ra 22 dewlet bi rastî jî pir zêde ye. Heger mimkûn bûya divê meriv 21 yek ji wan bistenda û li miletên din, li xwediyên wan erd û avan belav bikira. Li dinyayê nimûneyeke din ya wiha tuneye.
Yên tirkan jî esas 7 pir in, divê rojekê meriv ji wan jî bistîne û bide xwediyên wan yên kevn.
Lê em feqîrên Xwedê, li gor hesabê belavokê 54 milyon kurd, hîn ne xwediyê yek dewletê ne jî. Loma jî ji bo 54 milyon kurd daxwaza dewleteke serbixwe hindik e, ne pir e, divê xwediyên belavokê yek milîmê jî ji vê daxwaza xwe danekevin û wesalam.
Kurd li hev nakinDo êvarê serokkomarê Îraqê Celal Talebanî berî ku here Bexdayê li balafixaneya Silêmaniyê civîneke çapemeniyê li dar xist û hin beyanên girîng da.
Talebanî di axftina xwe da li ser pêkanîna kabîneya hukûmeta Kurdistanê jî rawestiya û got:
“Ji bo pêkanîna kabîneya nû sebir divê, kabîne ewê were pêkanîn.”
Xwedê bike!
Kî naxwaze ji herdu çavan kor bibe!
Lê ev serê 5 mehan e ku ji bo danîna hukûmeta nuh PDK û YNK li ber hev didin. Li Xwedêgiravî li ser serokwezîr li hev kirine lê îcar li ser kabîneyê li hev nakin. Herdu alî jî dema devê xwe vedikin bi saetan pesnê hev didin, dibêjin di nabêna me da tu gelş û dijayetî tuneye, li ser her tiştî em mitefiq in û wek hev difikirin.
Lê li gel vê jî ev 5 meh in hukûmet çê nabe.
Ji bo çi?
Heger bi rastî jî di nabêna herdu partiyan da tu berberî û gelş tunene wê demê ev xiran û kaşan ji bo çi ye?
Kabîne çima çênabe?
Tiştê xuya ye heger gef û tehdîdên dewletên cîran hewqasî ne mezin û cîdî bûna, teşxeleya li ser parkirina kursiyan nuha ji zûda bûbû sebebê tevlihevî û teşxeleyeke mezintir.
Meriv hêvî dike ku ev nelihevkirin dirêjtir nebe, di demeke kin da çareser bibe. Lê tiştê meriv ji gotinên Mam Celal derdixe ev ne hêviyeke rast e. Diyar e ev hevîr ewê hîn gelek av hilkişîne.
Lê înşelah ewê bê qezza û bela derbas bibe.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar