17 april 2008

Tuglukê dîsa got ew li dijî dewleta kurd e

Aysel Tugluk do li parlamentoyê bi hin rojnamevanên alman ra peyivîye û dîsa li hember Kurdistana federe dijminatiya xwe û li hember dewleta tirk jî dostaniya xwe dubare kir.

Li gor tê gotin, Aysel Tugluk kurd e û parlamentera DTP-ê ya Diyarbekrê ye, lê her cara devê xwe vedike wek berdeka dewleta tirk dipeyive, axatiya tirkan û xulamtiya kurdan tim wek çareseriyekê dibîne.

Rojnamevanên alman ji Aysel Tuglukê pirsîne, gotine, ”gelo, Dewleta Durd ya Federe, dikane li ba kurdên Tirkiyê daxwaza veqetandina ji dewletê xurt bike?”

Aysel Tuglukê jî wek hertim bi rengekî ji xwe bawer gotiye:

Li gor baweriya min ewê tu feydeyeke kurdên Tirkiyê di hebûna dewleta kurd da tune be. Avakirina dewleteke kurd ya neteweyî tê maneya ku ewê li Rojhilata Navîn şerên gelkî mezin çêbibin."
Çi hîkmetî îlahiye ez nizanim, li dinyayê kî dewleta xwe ava bike tişt nabe, li Kosowayê alban dewleta xwe ava dikin mafê wan e û divê meriv piştgiriyê bidê, lê dema dor tê ser kurdan, dema kurd dixwazin dewleta xwe ava bikin, berî tirkan Aysel Tugluk xanim û serokê wê Ocalan tavilê dibêjin STOP tahlûke heye!
Bi dengekî bilind dibêjin nabe, heger kurd dewleta xwe ava bikin ewê hemû Rojhilata Navîn bi hev keve, dinya ewê serobinî hev bibe. Tuglukê dîsa eynî neqarat dubare kiriye.

Li gor Tuglukê:

”Çareserî ne tenê avakirina dewletekê ye. Em çareseriyê pirtir di reformên demokratîk, yekîtiya Tirkiyeyê û di unîteriya Tirkiyê da dibînin. Wek kurd em dixwazin jiyaneke bi hev ra bijîn. Erê dewleta federal sempatiyek li ba kurdên vêderê çêkiriye lê belê kurdên li Tirkiyê dixwazin bi gelê tirk ra bijîn û hurmetê ji sînorên Tirkiyê ra nîşan didin. Lê heger gavên demokratîk yên xurtkirina jiyana bi hev ra neyên avêtin hingê kurd dikanin ber bî helwêstên neteweperest û radîkal ve biçin. Vê yekê jî wek DTP em tahlûkeyeke mezin dibînin”Tugluk aqil dide dewletê, dibêje heger hûn bi hin mafên biçûk yên xapandinê (wek kurmê serê nîka şewkê)nedin kurdan, hingê kurd dikanin doza dewleteke serbixwe bikin û ji bo wê têkoşînê bidin.

Tugluk bi vê şîreta xwe jî nayê serî, li ser navê DTP-ê dibêje, ”wek DTP ew vê yekê wek tahlûkeyeke mezin dibînin.”

Jixwe aqilmend û berdevkên dewleta tirk jî ji viya zêdetir tiştekî nabêjin. Ew jî li dij in ku kurd bibin xwedî dewlet. Ew jî ji kurdan ra dibêjin, heger hûn doza dewletekê bikin ewê qiyamet rabe.

Aysel Tugluk xwedêgiravî nûnera me ye lê wek ajaneke dewleta tirk dipeyive. Tuglik her cara ku devê xwe vedike mirinê nîşanî kurdan dide lê yek carê jî tayê nîşanî tirkan nade. Hemû huner û marîfeta xwe ji bo tirsandina kurdan bikar tîne.

Li gor Tuglukê, AKP û DTP ewê werin girtin û di mehên buharê da ewê gelek bûyerên şîdetê rû bidin. Piştî wê jî wiha domandiye:

”Dewletê xwe li gor vê amade kirye. Wisa xuyaye ku meseleya kurd ewê di nabêna şahînên/bazên herdu aliyan da wek unsûrê şer dom bike.”

Tugluk di vê nimûneya xwe da jî wek siyasetmedareke tirk peyivîye, rastî ji bin da belovacî kirye.

Ji ber ku di nava dewleta tirk da kes û hêzên ku ne ”baz” in tuneye, li hember miletê kurd ne artêş tenê, hemû partî û çapemenî û miletê tirk jî li pişt wan ”baz” in, şerxwaz in û hemû bi hev ra dixwazin kurdan û tevgera azadiyê biqedînin, îmha bikin. Di vî warî da Tugluk nikane yek hêzeke desthilatdar ya aştîxwaz nîşan bide. Dildixwest ku di nava dewletê da hêzên şerxwaz tenê çend kes bûna. Rastî ne wiha ye.

Lê min fêm nekir ”şahîn/bazên” kurdan kî ne?

Yê PKK-ê sewq û îdare dike Ocalan e û ew jî wek berdevkê artêşê û kemalîzmê yê di nava kurdan da her tiştî li gor dilê wan dike. Tu beyan ya jî gotineke Ocalan ya ”bazîtiyê”, şerxwaziyê min nebihîstiye. Û di nava PKK-ê da jî ne hedê kesî ye ku ji emrê wî derkeve ya jî bi gotina wî neke. Dibêje şer nekin, gerîlla şer nake.

Lê dijmin rehet nasekine, her roj xwîna keç û xortên kurd dirjîne, çiya û baniyên Kurdistanê bi xwîna bi hezaran keç û xortên kurd êdî sor dike. Yanî ez di nava PKK-ê da yek ”bazî” jî nabînim.

Dimîne DTP. Û berdevka/ê DTP-ê jî Tugluk û Ahmet Turk e. Heta nuha min tu ”şahîntiya/bazîtiya” Tugluk û Turk nedîtiye. Berdevk û serokên DTP-ê ji sibê heta êvarî wer li ber tirkan digerin, wer artêşê û kemalîstan zeyt dikin. Lê dîsa jî pere nake.

Yanî îdîa hebûna ”şahînên/bazên” kurdan dezînformasiyon e, demagojî ye û dereweke ji serê Tuglukê mezintir e û bêbextiyeke mezin li PKK-ê ye jî. Dewlet pir eşkere dibêje, ”heta yek terorîst jî hebe emê şerê xwe bidomînin.” Yanî yê şerxwaz dewlet e, ne kurd in.

Helbet Tugluk jî vê rastiyê dizane, lê ji ber ku ruhê xwe firotiye kemalîzmê loma jî tim bi çavê tirkeke kemalîst li meselê dinêre. Çimkî hest û şiûrê kurdbûnê pê ra tuneye, loma jî nikane wek kurdekê bifikire.

2 kommentarer:

  1. mamo ev chend rij in chima nanivisi?

    SvaraRadera
  2. Niviseki pirr bas.Te piroz dikim.

    SvaraRadera