Serokkomarê Tirkiyê Abdullah Gul jî bi wî aqilê xwe yê sivik û devşiliya xwe dixwaze kurdan bixapîne.
Xwedêgiravî xwe bêteref nîşan dide.
Gul, îro berî ku ji bo beşdarbûna civîna Rêxistina Konferansa Îslamê biçe Senegalê li Anqerê li balafirxaneya Esenbogayê di civîneke çapemeniyê da li ser hevdîtina xwe ya do ya bi heyeta DTP-ê ra kiribû rawestiya û wiha got:
Serokkomarê Tirkiyê Abdullah Gul îro berî ku ji bo beşdarbûna civîna Rêxistina Konferansa Îslamê biçe Senegalê li Anqerê li balafirxaneya Esenbogayê di civîneke çapemeniyê da li ser hevdîtina xwe ya do ya bi heyeta DTP-ê ra kiribû rawestiya û wiha got:
”Min guh da endamên DTP-ê û hin tawsiye li wan kir û dîtinên xwe ji wan ra got. Di parlamentoya Tirkiyeyê de grûba DTP-ê heye. Ez serkomarê herkesî me.”
Li ser mesela kurd jî Gul got:
”Pirsa ku hinek jê ra dibêjin pirsa kurd, hinek dibêjin teror û hinek jî dibêjin pirsa rojhilatê başûr, pirsa Tirkiyeyê ye. Ev ne gelşa partiyekê û grûbekê ye. Tenê mixatabekî vê meseleyê tuneye. Li ser vê meselê dîtinên partiyên siyasî hene. Min li dîtinên DTP-ê jî guhdarî kir. Divê herkes piştevaniya çareserkirina vê problemê bike."
Wek tê dîtin Gul, naxwaze DTP-ê ya jî kurdan wek nûner û xwediyê mesela kurd bibîne, ji dêlî wê va dibêje, ”tenê partiyek ne mixatabê vê meselê ye, li ser vê meselê dîtinên hemû partiyan heye” û filan û bîvan. Yanî em kurdan wek mihatab qebîl nakin, DTP jî wek CHP û MHP-ê dikane dîtina xwe bibêje lê nikane bibêje ez nûnerê miletê kurd im.
Wek tê zanîn, di 10-ê mehêda jî heyeteke DTP-ê bi Serokê Meclîsê Koksal Toptan ra jî hevdîtinek kiribû û daxwazên xwe jê ra gotobûn.
Pakêta derew û xapandinêEv çend roj in ku di çapemeniya Tirkiyê da qala ”vekirina pakêteke kurdan” tê kirin. Berê hat îddîakirin ku Erdogan ev ”pakêt” hazir kiriye û ewê di 6-ê nîanê da here Diyarbekrê û li wir vê ”pakêta kurdan” veke. Li ser dubarebûna îddîayên bi rengî, him Erdogan û him jî berdevkê hukûmetê Cemîl Çîçek hebûna ”pakêteke” wiha red kirin.
Lê li gor xebera do ya rojnameya ”New York Timesê” Erdogan hebûna vê “pakêtê” teyid kiriye. Li gor rojname dinivîse, “pakêta” Erdogan ya çaraserkirina mesela kurd, avêtina hin gavên aborî ne. Yanî Erdogan gotiye emê li herêmê di nava 5 salan da 12 milyar YTL mesref bikin. Bi van pereyan ewê“barajan û riyan çêkin û mayinên di nabêna wan û Sûrî da paqij bikin.” Û ya herî girîng jî, ewê “kanaleke telewîzyonê ku weşana bi kurdî bike” vekin.
Yanî mesele kurd wek her tim dîsa “rê, fabrîqe û kar e.”
Li ser vê “pakêta” AKP-ê, Serokê Grûba DTP-ê Ahmet Turk îro di civîna grûba partiya xwe de got:
“ Nuha di rojevê de gotegotek heye, dibêjin hikûmet j bo bajarên kurdan haziriya pakêtekê dike. Em pakêtan naxwazin, em çareseriya gelşa xwe dixwazin.Daxwaza me demokrasî ye. Proseseke nû ewê bi destûreke nû mimkûn be. Pakêtên ku heta niha hatin vekirin vala derketin. Ji nava wan 3-5 kîlo makarna û şekir derket.”
Cîgirê Serokê Gruba DTP-ê yê meclîsê Selahattin Demirtaş jî di derbarê “pakêt” û 12 milyarên ku hukûmeta AKP-ê qal dike wiha got:
”Ji bo çareserkirina meselê divê zihnîyet were guhertin, ji pakêtan ev yek dernakeve. Koka meselê çêkirina miletekî bi yek zimanî û yek nîjadê ye. Bi fabrîqeyan, bi weşanên bi kurdî ev mesele çareser nabe.”
Yanî bi kurtî li ser “pakêta” hukûmeta AKP-ê meriv dikane bibêje ku “çû seferê hat kerê berê”, pakêt makêt derew e, xapandin e.
Siyaseta wan do çi bû, îro jî ew e. Ketine tengasiyê, ji der û hundur da zixt li wan tê kirin da ku mafên kurdan yên demokratîk û netewî qebûl bikin.
Lê ew dixwazin van daxwazên miletê kurd yên netewî û xwe îdarekirinê bi “pakêtên derew û xapandinê” wek mesela “rê, fabrîqe û nan” nîşan bidin.
Tirk dixwazin bi kurdî navê ”av û coxrafyayê/erdnîgarîyê” jî li kurdan qedexe bikin.
Parlamenterê DTP-yê yê Muşê Sirri Sakik do li meclîsê di axaftina xwe da wiha got:
"Di dema hilbijartinan da ji ber ku min di mitîngekê da bi kurdî gotiye " Ji min ra tasek av bînin", parlamenterê me yê din Nurî Yaman jî gotiye " bijî", li ser van gotinên me yên bi kurdî fezleke hatiye amadekirin. Yanî çi, ma em nebêjin ”bijî”, em bêjin bimre !"
Sakik, dû ra jî sûcekî hîn mezintir kir û got:
”Li coxrafya kurdan kesê ku bi kurdî nepeyive di siyasetê de nikane pêş da biçe. Ne em tenê, parlamenterên AKP-ê jî di dema hilbijartinan da li herêmê bi kurdî peyivîn. Lê di heqê wan da kes dozê venake. Lê gava mijar DTP be rewş tê guhertin."
Li ser van gotinên Sakik, wezîrê edeletê Mehmet Alî Şahinê nîjadperest û dijminê kurdan yê sondxwarî bersiva Sakik da û wiha got:
"Ne ji ber ku Sakik bi kurdî axiviye, ji ber ku qanûna mitîngan îhlal kiriye loma di heqê wî de fezleke hatiye amadekirin."
Lê Şahin bi vê jî nehat serî, li hember gotina ”coxrafya kurd” jî xwe aciz kir û ev aciziya xwe wiha anî ziman:
”We ev cumle bikar anî. We got “coxrafya kurd”. Ev gotin dikane were maneyên cuda. Ev qada 780 hezar kilometreçargoşe qada dewleta Komara Tirkiyê ye. Em hemû hemwelatiyên Komara Tirkiyê ne. Loma jî tabîrên wiha çewt in.”
“Pakêta” hukûmeta AKP-ê ji bo kurdan di fikire di van gotinên Şahin da veşartîne. Mêrikan hîn tehamulî gotina “bijî”, “av” û "erdnîgariya/coxrafya kurdî" nakin, îcar ewê çawa mafê kurdan yên netewî qebûl bikin. Dibê em xwe nexapînin, tirk hîn nehatine wê nuxteyê ku mesela kurd çareser bikin.
Adar, meha kul û derdan
Meha adarê meheke hewqas bêyom e ku meriv nizane qala kîjan bûyerê û kîjan qetlîamê bike. Ev meha destpêka buharê mixabin ji bo kurdan bûye meheke êş û azar û qetlîman. Di her rojeke wê da miheqeq felaketek hatiye serê kurdan.
Sîûheft(37) salan berî nuha, di 12-ê adara 1971-ê da li Tirkiyê cûntayeke leşkerî bi darbeyekê dest danî ser hukim û darbeyek mezin li tevgera kurd ya demokratîk û netewî xist.
Di dîroka komara tirkiyê da ev cara duyem bû ku artêşê bi darê zorê hukûmeta svîl werdigerand û dest dida ser hukim.
Piştî darbeyê leşkeran berê xwe da kurdan û bi hezaran kurd ya xistin zîndanan ya jî mecbûrî surgûniyê kirin. Hemû rêxistinê kurdan girtin. Gelek kes jî bi darde kirin û kuştin.
Li alî din, rejîma leşkerî di qanûna esasî da jî gelek guherînên li dijî kurdan û demokrasyê kirin.
Tirkiye hîn û hîn jî bi temamî ji wê qanûa esasî ya 12-ê adarê xelas nebûye.
Serîhildana Qamîşlo
Bûyereke din ya gelkî girîng jî, dîsa roja 12-ê adarê (2004)lê îcar li Qamîşloyê leşker, pûlis û nîjadperestên ereb bi hev ra êrîş birin ser kurdan û 22 kurd kuştin. Û dehan jî birîndar kirin. Kurdên Sûrî, çaremîn salvegera vê serîhildanê bi coşeke mezin bibîr anîn û qetlîama dewleta Sûrî protesto kirin. Îro li seranserê Kurdistana Sûrî, kurd li ser piya bûn û ev qetlîama rejîma Sûrî protesto dikirin.
Civîna Parlamentoya ereban
Civîna parlamenterên ereb ya ku do li paytexta Kurdistanê li Hewlêrê dest pê kir, bûyereke gelkî girîng e û divê kurd pê gelkî kêfxweş bin. Ev cara pêşîye ku parlamenterên 19 welatên ereb bi hev ra tên Kurdistanê û civîneke wiha girîng li paytexta wê saz dikin. Ne tenê sembolîk, di warê siaysî da jî ev civîna parlamenterên welatên ereb qebûlkirin û naskirina statuya Kurdistana Federeye.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar