Ziyareta Talebanî ya dîrokî, ku ev serê 3 salan bû ku kurd li hêviyê bûn nîhayet do wek ”ziyareteke bi zor û bêdil” pêk hat.
Serokkomarê Iraqê Celal Talebanî do ji bo “serdaneka xebatê” bû mîvanê serokkomarê tirkan Abdullah Gul.
Ji 7-ê nîsana 2005-an û vir da ye ku Talebanî serokkomarê Îraqê ye lê tirkan ji ber dijminatiya xwe ya bi kurdan ra heta nuha ew venexwendin Tirkiyê.
Ev vexwendina Abdullah Gul jî esa di demeke normal da nebû, şeva ku leşekerê tirk ji bejayiyê ketin Kurdistanê û çiya û baniyên Kurdistanê bombebaran kirin, Gul eynî şevê telefonî Talebanî kir, him agahiya êrîşê dayê û him jî ew dawetî Tirkiyê kir.
Yanî roj û şiklê vexwendina Gul jî ne ya dostan bû. Lê li gel vê jî Talebanî biaqilî kir û got ” di demeke misaît da ezê werim.”
Û ew dema misaît jî nîhayet do pêk hat.
Tirk, ji bo ku dijminatî û ne mirovayiya xwe nîşanî kurdan bidin ji bo Talebanî protokola pêşwazîkirina serokkomarekî çênekirin.
Hinek dibêjin ji ber ku artêşê nexestiye loma ji bo Talebanî mersimeke resmî nehat çêkirin, tenê wek ”ziyareteke kar” hat pêkanîn.
Bêguman leşker ji ber kîn û nefreta wan ya li hember kurdan, naxwazin serokkomarekî kurd, yekî ku eslê xwe înkar nake û ji bo gelê xwe têdikoşe bi merasimeke resmî pêşwazî bikin, xaliya sor jê ra raxin û li hember wî têkevin hazriol û silavê. Evy ek bi wan zor tê.
Lê ev yek nayê wê maneyê ku kûmeta AKP-ê viya dixwaze. Hukûmeta AKP-ê jî bi qasî leşkeran ev ziyaret wiha dixwst û wiha li hev kiribûn. Yanî di şiklê ziyaretê da di nabêna hukûmet û leşkeran da tu dubendî tuneye. Heger leşkeran bi rastî nexwesta, ne mimkûn bû ku AKP-ê li gel mixalefeta wan, Talebanî dawet bikira. Di vî warî da meriv dikare qala ”parkirina wezîfeyê” bike, hinekê xwe wek ”dijmin” û hinekê jî xwe wek ”dost” nîşan bidin. Nexwe mecbûr bûn ku wek serokkomarekî pêşwazî lê bikirana.
Talebanî li Anqerê ji alî wezîrê dewletê û berdevkê hukûmetê Cemîl Çîçekê dijminê kurdan, berpirsê Îraqê yê Tirkiyeyê Murat Ozçelîk, Waliyê Anqerê Kemal Onal û hûn balyozên welatên ereb ve hate pêşwazîkirin.
Ji bilî heyeta bi Talebanî ra ji Kurdistana Tirkiyê jî parlamenterê kevn Haşîm Haşîmî, serokê KADEP-ê Şerafetîn Elçî, serokê Hak-Parê Sertaç Bûcak, Abdulmelîk Firat jî di pêşwaziyê da beşdar bûn. Lê ya balkêş ji DTP-ê kes neçû pêrgî Talebanî. Diyar e ev şêl jî ya Ocalan e. Ji ber ku di normalê da DTP ne li dijî ziyaretên wiha ye.
Celal Talebanî, piştî pêşwazîkirina balafirxaneyê çû ziyareta gorra Mistefa Kemal., ”Anitkabîrê.”
Li ”Anitkabîrî” serokkomar Talebanî, tacegul dananî ser Mozeleya Atatirk, ji dêl wî ve wezîrê ewlekariyê Şirvan El Vailî tacegul danî ser.
Şirvan El Vaili pişt ra ragihand ku ji ber tenduristiya Talebanî, nikanîbûye ji pêlikan derketa jor, loma jî wî bi destê xwe tacegul dananiye ser gorrê.
Em nizanin bi rastî nikanîbûye ya jî ev yek bi zanetî nekiriye, lê axir sebeb çi dibe bila bibe, netîce gelkî baş bûye. Helwest ya jî "nikanîneke" gelkî di cî da bû ku kurdekî wek Talabanî neçû li hember dîktatorekî wek Atatirk serê xwe netewand. Ya din ji bo leşkeran jî bû mesajeke baş.
Celal Talebanî di deftera mîvanan ya gorra Atatirk da jî çend gotinên gurover nivîsî. Yanî ne şîş û ne jî kibab şewitad.
Celal Talebanî piştî ziyareta ser gorr Atatirk, ji alî serokkomar Abdullah Gul ve hat pêşwazîkirn û herduyan bi hev ra civîneke çapemeniyê saz kirin. Di vê civînê da jî dîsa hin gotinên girover yên dostanî û biratiyê hatin gotin û bersîvên rojnamevanan dan.
Di civînê da rojnamevanekî tirk ji Talabenî pirsî, got:
”Te gotibû ku ez pisîkeke kurdan jî nadim tirkiyê, gelo tu hîn jî wiha difikrî ?
Li ser vê pirsê, Talebanî got:
”Min wiha negot, min got em pisîkeka Iraqê jî nadin Tirkiyeyê. Teslîmkirina yekî îraqê ya Tirkiyê, dixwaze bira ev welat cîranê me be jî li dijî Qanûna Esasî ya îraqê ye.”
Bêguman ev bersîveke ne xweş bû, dil dixwest ku Talebanî bersîveke mêranetir bida, lê neda. Ez bixwe ji Talebanî gelkî pişt kul bûm, ez ditirsayam ku bi navê ”henekan” û ”dilxweşkirina tirkan” gelek tiştên xirabtir bibêje û pê kurdên Tirkiyê fedîkar û moralşikestî bike.
Lê him di civîna xwe ya bi Gul ra û him jî bi ya Erdogan ra tu tiştekî ku kurd zêde pê biêşin negot. Lê tê gotin ku bi M. Alî Bîrand û hin kesên din ra hevpeyvîn kiriye. Gelo di vê hevpeyvîna xwe da çi gotiye hîn ne diyar e. Meriv hêvî dike ku di van hevpeyvînan da jî tiştên xerab tunebin.
Hemû kurd dizanin ku tu dijminatiyeke tirkan bi ereban ra tuneye, dijminatiya wan bi kurdan ra ye, ji ber ku Talebanî doza mafê kurdan û Kurdistanê dike loma ambargo danîbûn ser wî jî. Loma jî ev serdana birêz Talebanî nayê maneye ku tirkên dev ji dijminatiya kurdan berdin û dest bi siyaseteke nuh bikin. Divê kurd vê yekê wiha fêm nekin.
Bi vacayî bi vê vexwendina Talebanî, tirk dixwazin serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û Talebanî yanî YNK-ê û PDK-ê bînin hember hev. Siyaseta tirkan ew e ku bi xayintî ”dostaniyê” bi hin kurdên derî PDK-ê ra deynin û menfeetê nîşanî wan bidin. Bi vê siaysetê dixwazin kurdan bikin neyarên hev.
Yanî tirk dixwazin "dostên xwe" mikafat û "dijminên" xwe jî ceza bikin.
Tiştekî din yê balkêş, çapemeniya tirk ji bêbavî gotina Talebanî ya ”Kurdistanê” pir mezin kirin û gotin, Talebanî li Qesra Çankayayê di dema sohbeta bi sermiyandarên tirk ra bi zanetî gotina ”Kurdistanê” bikar anî.
Xwedêgiravî Cemîl Çîçekê faşîst ku ji Talebanî ra gotibû ”şekalalês” li hember vê gotina Talebanî mirûzê xwe tal kiriye lê tiştek negotiye.
Yanî li gor tirkan divê Talebanî ji bo xatirê tirkan navê welatê xwe jî nebêje. Evy ek jî ehmaqiya çapemeniya tirk nîşan dide.
Berî vegerê, serokwezîr Erdogan li Bîneya Serokwezîriyê ji bo Talebanî xwarinek da heyeta mîvan. Di vê xwarinê da Erdogan dîsa wek her tim qala ”yekparetiya axa Îraqê û yekîtiya wê ya siyasî” kir. Ev gotinên Erdogan jî nîşan didin ku tirkan hîn dev ji dijminatiya kurdan bernedaye, siyaseta wan heta nuha çi bû, ji nuha û pê va jî ewê ew be.
Zîyareta birêz Talebanî ne ji ber nêteke dostanî û paqij, lê ji bo fîtne û fêsadiyê hatiye kirin. Heta ku tirk, hukûmeta Kurdistana Federe nas nekin, meriv nakane bibêje ku tirkan dev ji dijminatiya kurdan berdaye.
Pîvana dostî û dijminatiya tirkan ev e.
Helbet di vir da divê meriv rola Emerîka jî ji bîr neke. Bêguman bi qasî kurdan, emerîkî jî dixwazin tirk bi kurdan ra têkevin danûstendinê û Kurdistana Federe nas bikin. Lê tirk vê daxwaza emerîkiyan qebîl nakin. Ev daxwaza emerîkiyan di rojên pêş da çiqasî zêde bibe ji bo kurdan hewqasî baş e.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar