Newroza îsal li Kurdistana azad, li hemû beş û bajarên Kurdistanê yên din û li Tirkiyê bi rastî jî pir muhteşem bû. Li gor par, li Kurdistana Tirkiyê beşdarî û coşa gel pir zêde û bêemsal bû.
Li gel hemû tedbîr û terora dewleta tirk jî, meriv didît ku gel dîwarê tirsê tepûdûz kiriye û ji gefên dewletê tu paxafan naxwe.
Li hemû bajaran bi girseyî beşdariya jinan meriv bê hed û bêhesab kêfxweş dikir.
Bêguman wek her sal Newroza Diyarbekrê dîsa bi heybet û muhteşem bû, bi sedhezaran kurd bi cil û bergên xwe yên netewî pêl bi pêl diherikîn qada mitîngê. Li hember hin dîmenan, meriv dilzîz dibû û nikanîbû rişma serê hestên xwe ragirta.
Di Newrozên hemû bajarên Kurdistana Tirkiyê da bêyî axaftina Leyla Zana û heta dereceyekê ya Osman Baydemîr, wekî din tu kesî tu daxwazeke netewî ya konkret neanî zimên. Bi kêmanî min nedît. Hemû slogan, afîş, bandrol û axaftin, li ser ”Ocalan” û ji bo Ocalan bû. Yanî dîsa hemû şîar:
”Ocalan Ocalan !”
”Bijî Serok APO!”
”PKK gel e, gel li vir e !”
”Serok Apo, Serok Apo !”
Û tiştên wiha.
Ê yanî çi ?
Bi sedhezaran însanên fedakar û xwedî bawerî bi minasebetê Newrozê, vê roja netewî daketibûn kolanan, dixwestin li dijî dewleta tirk ya zalim û zulumkar biqîrin û daxwazên xwe yên netewî binînin zimên, lê tiştê xistibûn devê milet, here were ”Bijî Serok Apo” bû.
Heyf !
Ez nabêjim bira ji bin da kes nebêje ”Bijî Serok Apo !”, na, bira ev jî were gotin, lê bi qasî wê, dibê kurd daxazên xwe yên netewî derxin pêş. Nîşanî tirkan û cîhanê bidin ku kurd ji dewleta tirk çi dixwazin ?
Tenê li Diyarbekrê Leyla Zana, ji xeta DTP-ê hinekî dûr ket û bi kurdî qala hin daxwazên kurdan yê netewî kir, got çareserî ”Kurdistana demokratîk û otonom.” e
Zana got kurd dixwazin xwe îdare bikin, kurd dixwazin zimanê wan bibe zimanê resmî û yê perwerdeyê, kurd dixwazin bibin xwedî nasname û ev nasname ji alî dewletê va were qebûlkirin.
Osman Baydemîr wek Leyla Zanat iştên pir konkret negot, ji wê bêtir hin gotinên ”ajîtatîv” û grover kir. Lê bi qet nebe wek axaftina Ahmet Turk ne vala û bêmane bû.
Ahmet Turk, tenê bi kincên xwe kurd bû, lê bi axaftin û naveroka wê nizanîbû çi dibêje û ji bo çi dipeyive.
Turk, li wir tunebûya jî dibû, bi kêmasî valayiyek çênedibû.
Mixabin di vê Newrêzê da jî li hin bajarên Kurdistanê dijmin dîsa li hember kurdan teror meşand û xwîna kurdan rijand. Li Wanê, li Sêrtê, li Ruha û li Colemêrgê pûlis êrîş bir ser gel û di van êrîşan da gelek kes birîndar kirin û bi sedan kes jî girtine bin çavan. Tenê li Ruhayê qala 117 girtiyan tê kirin.
Li Qamîşloyê jî pûlisên dewleta Sûriyê, wek par dîsa êrîş bir ser kurdan û 3 kurd qetil kirin.
Beşdariya Fatma Ocalan xanim bû sebeba îzdîhameke mezin
Li gor ku çapemenî dinivîsîne, xwenga Abdullah Ocalan Fatma Ocalan xanimê mohra xwe li Newroza Ruhayê ya îsal xistiye.
Fatma xanim bi gelek parêzvanên xwe ra çûye qada mitingê ji bo ku Newroza xwe bi gel ra pîroz bike.
Lê ji ber ku bi hezaran kesî xwestiye bi saya vê fersendê wê tewaf bike û wan destên wê yê bimbarek ramîse, loma jî îzdîhamek mezin çêbûye û tu nemaye ku Fatma xanim di nava milet da were pelixandin. Lê axir bi xêra parêzvanên wê, Fatma xanim ji nav lepên ruhayiyan hatiye rizgarkirin û bi vî hawî jî ji pelixanidin xelas bûye.
Xwedê ruyê ruhayiyan sipî kir ku nebûn sebebê rûreşiyeke mezin. Qenekê hebûna Fatma xanimê bîna gel hinekî fire dike, milet sebra xwe pê tîne.
Li hember welatekî wek Tirkiyê rojnameya Fînancîal Tîmes jî matmayî maye û nizane çi bibêjeRojnameya Fînancial Tîmes li ser doza girtina AKPê û şerê di nabêna çeteyên dewleta tirk da nivîsek dûr û dirêj nivîsîye. Rojname, ”dozê, wek darbeyeke hêzên laîk ku nikanin hilbijartinê qezenc bikin” lê dixwazin bi riyên wiha werin ser hukim bi nav dike û wiha dibêje:
”Welatekî bifikirin ku dadgeh ji nişka ve dixwaze partiyeke ku bi piraniyeke pir mezin hilbijartin qezenc kirye û hukûmeta daniye bigre û siyasetê li serokwezîr û serokkomar qedexe bike. Ev welat Tirkiye ye.”
Feqêrên ewrûpiyan hîn tirk baş nas nekirine, ji wan wetnê dewleta tirk jî wek her dewleteke ewrûpî, bi rastî jî dewlete modern e û ciddî ye. Ji ber ku tirkan nas nakin, loma jî her cara ku sosireteke wan dibînin devên wan hirinekê ji hev dihere û dibêjin:
”Hela hela, ev jî dibe ? !”
Heyran ez bi serê we dikim ku ev hîn nîna ye, tirnîna tirkan hîn li dû ye, tew dema hûn wê bibînin, hûnê hiş berdin hiş !
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar