17 mars 2008

Em bi zarokên xwe serbilind in

Ji Ajansa Nûçeyên Firatê(ANF) Halîl Gam, bi Dr. Welat Zeydanlioglu ra li ser kemalîzmê û neteweperestiya tirk û kurdan û gelek meseleyên din yên gelkî girîng hevpeyvîneke delal û hêja kiriye.

Dr. Welat Zeydanlioglu li Zanîngeha Anglie Ruskin ya Cambridgê li ser ”neteweperestiya tirk û kurdan” wek akademisyenekî kurd lêkolînên akademîk dike.

Cara pêşî min navê Welat Zeydanlioglu çend hefte berê bi minsebeta civîneke li ser kurdan bihîst. Ji ber ku paşnavê wî û yê ”şirîkê min ê daimî û ezîz” Weysî Zeydanlioglu wek hev bû, min ev yek meraq kir û bûyer ji hin hevalan pirsî.

Min zanîbû lawekî ”şirîkê” minê hêja li Engilistanê dixwîne, lê min nizanîbû ev ”Welat” ew e ya na?

Hevalan ji min ra gotin ”eynî ew bi xwe ye.”

Bi vê xeberê ez gelkî kêfxweş û dilşa bûm.

Çimkî ew lawê dostekî min yê pir nêz bû.

Bi hebûna Welat, wek ku ez sîleyekê li Buyukanit û Erdogan xim ya jî wek ku Kurdistan Spor golekî bavîje ji Tirkiyê de.

Ji ber ku Welat, bi argument û delîlên ilmî dewleta çete û kemalîst analîz dike û siyaseta wê ya nîjadperest ya înkar û îmhaya kurdan radixe ber çavan.

Îcar dema xwediyê vî karî, lawê heval û dostekî meriv be bêguman bêtir kêfa meriv tê.

Ez û kekê Weysî ji destpêka 1980-î vir da bi hatina me ya Swêd ra hev û du nas dikin. Ji nas kirinê jî wêdatir em ”şirîkên” hev yê nezerê/pinîkêrê û dostên gelkî nêzî hev in. Loma jî min hersê zarokên wî jî nas dikir.

Welat dema hat Swêd ba bavê xwe zarok bû, 12 salî bû. Xortekî enerjîk û hinekî nerehet xwanê bû. Ya rast min tu hêviya ku ewê rojekê bibe akademîsyen nedikir.

Lê bela sebeb negotine, ”ewladên şêxan bê sir nabin, çêlikên maran bê jahr nabin.”

Xortên li Ewrûpayê mezin dibin wek xortên Kurdistanê di xebatên siyasî û komelayetiyê da ne aktîv in. Ev yek di destpêkê da meriv hinekî bêhêvî dike. Loma jî min qet texmîn nedikir ku Welatê bixwîne û rojekê wek akademîsyenekî kurd derkeve hember min.

Ez bala xwe didimê ne Welat tenê, gelek keç û xortên kurd, piştî ku hinekî dema xortaniyê derbas dikin û kamil dibin bêtir xwe nêzî siyasetê û têkoşîna gelê xwe dikin. Ev yek meriv pir kêfxweş dike.

Bê guman pêşketina hemû xortên kurdan kêfa meriv tîne. Lê dema ew zarok, zarokê dost û hevalekî, zarokekî ku meriv ji biçûkatiyê da ew nas kiribe bêtir kêfa meriv tê.

Wek ku meriv darekê bi destê xwe biçîne û di saxiya xwe da fêkiyên wê bixwe.
Hevpeyvîn û gotinên Welat hestekî wiha bi min ra peyda kir.

Dewleta tirk dema bavê ”Welat”an mecbûrî sirgûniyê kirin, hêviya wan ew bû ku êdî ewê ji çend kurdên zana û welatperwer xelas bibin. Û bi vî hawî ewê tevgera kurd ya netewî bê kadir, bê xwedî û bê ronakbîr bihêlin.

Lê wan nizanîbû ku zarokên ”Weysî, Ahmed” û ” Mahmûd” di her warî da ewê sed qatî ji dê û bavên xwe xurttir û bi ehliyettir derkevin hember wan. Zarokên ”Weysî” û ”Zinaran” wek bavên xwe ewê ne bê ziman, bê techîzat û bêyî dîplomayên akademîk bin, bilekis ewê bi ilim û zanînê rapêçayî bin.

Tirkan ev hesab nedikir. Yanî hesabê wan wek gelek caran dîsa çewt derket.

Piştî darbeya leşkerî ya 1980-î dema em derketin Ewrûpa, em siyasetmedar û ronakbîrên miletekî bindest û mezlûm bûn û ji erd heta bi asîman em bi heq bûn, lê vê yekê têr nedikir.

Ji ber ku me ”Cambridge” û ”Sorbonne” neqedandibû, me bi zimanên ewrûpî nizanîbû û em rebenê xwedê ne mirovên akademîsyen bûn. Loma jî me nikanîbû dengê xwe bigîhanda cîhanê. Loma jî me nikanîbû zêde cî li dewleta tirk teng bikira.

Lê îro ne wiha ye. Zarokên me di her warî da ji me zanatir û xurttir in. Hebûna xortên wek Welat, îspata vê yekê ye. Êdî ew dikanin bi rengekî ilmî sebebên bindestiya me nîşanî me bidin, dîroka me bi xwe binivîsin. Û ev yek jî hêviya meriv ya serkeftinê xurttir dike.

Bi hebûna Welat ez gelkî dilşa me. Ez hêvî dikim ku ewê di kar û xebata xwe ya zanistî da tim serkeftî be. Û helbet divê bi vê zanîna xa malikê li tirkan bişewitîne. Di

Welat Zeydanlioglu di sala 1977-an da li qeza Bedlîsê li Tatwanê hatiye dinê û heta 12 saliya xwe li wir jiyaye. Dû ra, di sala 1988-an da hatiye Swêd.
Welat, lîsansa xwe ya li ser dîrok û edebiyatê temam kiriye. Li ser zimanên ewrûpî lîsansa bilind kiriye. Û doktora xwe jî di meha tebaxê da qedandiye.

1 kommentar:

  1. Birez Zinare Xemo!
    Desti xweşbe, ez ji nivise te gelek his dikim. Seeta te xweş.

    SvaraRadera