Ez nizanim kê ev navê şaş, navê ”ROJAVA” derxist, xist devê kurdan?
Rojava aliyê dinyayê yê roj lê dihere ava, aliyekî, coxrafîk nîşan dide, ne navê welatekî, herêmekê.
Meriv ji Kurdistana Başûr ra bibêje, "Başûr" şaş e.
Başûr şi ye?
Navê ”Rojava” Kurdistana Rojava ye, ne Rojava ye. Dibê em navê Kurdistanê jê
navêjin. Ev sansoreke pir xerab e.
Dema Almanya perçe bûbû, her kesî digot Almanya Rojava, Almanya Rohilat.
Korê perçe bûye, lê kes ji bona herdu Koreyan nabêje ”Başûr û Bakur” !
Navê wan, Koreya Başûr û Koreya Bakur e.
Tirk, ereb, dijminên me dixwazin em navê Kurdistanê hilnedin, tenê bibêjin ”ROJAVA” !
Rojava çi ye?
Dev ji vî navê şaş yê coxrafîk berdin, bibêjin Kurdistana Rojava.
Bikaranîna gotina rojava, başûr, bakur û rojhilatê Kurdistanê jî ne rast e, em bibêjin Kurdistana Başûr, Kurdistana Rojava baştir e, rasttir e. Çimkî nuha 4 Kurdistan hene. Ma yên ereban nebûne 22 dewlet?
Bira yê me jî berê bibe çar dewlet, çar Kurdistan. Dûra meriv kane bi yek yek.
XXX
Fermandara YPJ´ê Viyan Efrîn xanimê gotiye, ”ew nikanin
YPJ´ê û HSd´ê ji hev cuda bikin. Heger YPJ nebe HSD jî nabe.”
Hukûmeta Colanî makyaj li jinên di dahîreyên dewletê da
dixebitin yasax kiriye.
Colanî dixwaze li Sûriyê sîstemeke wek ya Afganîstanê, wek
ya Îranê ava bike. Îdeolojiya wî, baweriya wî, dînê jê ra rêberiyê dike azadiya
jinan qebûl nake. Colanî qebûl nake jin ruyê xwe nîşanî mêran bidin, dibê jin
wek kêzikan di hundur çarçefa reş da bin.
Dewleteke wiha ewê çawa YPJ´ê, jiyaneka azad wek ya jinên
kurd qebûl bike aqilê min nagire.
Ya rast em û ereb ne du miletên kanin bi hev ra bijîn.
Azadiya jinên kurd li gorî kultur û dînê ereban e. Dibê em ji hev veqetin.
Apuci ji bo ku nebejin Kurdistan, diböjin, Baku, Basur, Rojhilat u Rojava. Ji bo xelk nave Kuridtane ji bir bikin.
SvaraRadera