30 juni 2018

Ji derdê kurdan ez merezarî bûme...



Îro ez, xanim, lawikê me Rojen û hevala wî em li Stockholmê çûn aşxaneyeke bi navê Amîda. Aşxane ya kurdên Konyayê ye, izgara û xwarinên wê xweş in.

Berî em rabin muzîkeke tirkî dan ser. Piştî xwarinê, di derketinê da min ban hosteyekî  kir û jê ra got:

Çekên Amerîka dide ajanên Tirkiyê bi sabotajan îmha dikin



Sîleh û cebilxaneyên(teqemenîyên) Amerîkayê dabû kurdan ajanên tirk hemû îmha kirin

Îro danê sibê saet di 04.30î da li Hewlêrê di depoyeke (embareke) sîlehan da teqîneke mezin çê bû û depo şewitî, depoyê zirareke mezin dît. 

Li gorî Rûdawê nivîsîye ev sê car in li Hewlêrê di depoyên/embarên çek û teqenenêîyan/cebilxaneyan da teqîn çê dibin.

Erebî didin ser serê xwe lê kurdî yasax dikin



Li Tirkiyê û Kurdistanê hin bajar û tax bûne wek bajar û taxên/mehelên ereban, hemû lewhe, tabela bi erebî ne. Meriv dibêje ev der ne bajarekî Tirkiyê û Kurdistanê, bajarekî welatekî erreb e.

Riha bûye wek bajarekî Sûriyê. Bi her tiştê xwe ji bajarekî kurdan bêtir dişibe bajarekî ereban.

29 juni 2018

Yekîtiya Ewrûpayê biryar da 3 milyar Euro xûgê/xeracê bide Tirkiyê !


Yekîtiya Ewrûpayê di civîna xwe ya Bilind/Zîrvê da biryar da 3 milyar Euroyê din xûgîyê(xeracê)bide qehremanê îslamîstên dinyayê birêz Erdogan.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Çavuşoglu gotiye xûgiya carê berê hinekî bi derengî xistin, hêvî dikim îcar bi derengî nexin, zû bidin…

Miletê kurd qetlîama 29ê hezîranê tu carî ji bîr nake !




Em roja 29ê hezîrana 1925a tu carî ji bîr nakin...

93 sal berê di 29 hezîrana 1925a da Şêx Seîd û 47 hevalên wî li Diyarbekrê piştî mahkimekirineke tiyatroyî hatin îdamkirin. Ev qetlîameke mezin bû. Sûcekî li hemberî mirovahiyê bû, tu ferqeke wê ji jenosîda ermeniyan û  naziyan tunebû.

Îslamîyet nahêle kurd yekîtiya xwe çêkin û ji bindestiyê rizgar bibin



Di tarîxa me ya nêz da dîn û îdeolojiyê mala kurdan şewitand û hîn jî dişewitîne. 

Ji kurdan gelek kesan bi rêya dîn(îslamê)û îdeolojiya çep dev ji nasname û xebata ji bo kurd û Kurdistanê berdan û bûn hevkarên tirkan û dewleta tirk, gelê xwe asîmîle kirin, kirin tirk.

Dîndar û îslamîstên tirk dîn xistine xizmeta dewleta xwe, ji bo Kurdistan çê nebe bi ruh û can dixebitin, ji bo dewleta wan zora kurdan bibe dua dikin. 

28 juni 2018

Hûn çi bikin jî Kurdistanê çê be !



Tiştê dijminên me matmayî dihêle bawerî, ezm û înada kurdan ya di berxwedanê da ye, baweriya bi serketinê, azadîyê û serxwebûnê ye.

Dijminên me dibêjin em hewqas zulmê li vî miletî dikin, em bi hezaran dixin zinadanan, bi hezaran dikujin, me bi hezaran xayin û siyasetmedarên bêesil û pûlperest kirine hevalên xwe, lê ev milet dîsa jî dev ji micadela azadiyê bernade û teslîm nabe...
Dîsa jî bêhêvî nabe û dev ji doza xwe bernade.

27 juni 2018

HUDA-PAR: Me ray da Erdogan lê neda AKPê !




Cîgirê serokê HUDA-PARê gotiye wan ray da Erdogan, lê ji ber ku AKPê bi MHPê ra hevkarî kir wan ray neda AKPê !
De were li vê hokabaziyê binêre !

Erdogan serokê AKPê ye piştgiriya wî dikin, lê ji be ku AKPê bi MHPê ra hevkarî kiriye ray nedanê...

Hevkariya bi dijmin ra meriv pîs dike





Pûlperestî meriv rezîl dike, carnan dike hevalê dijmin.
Di van salên borî da gelek kesên bi nav û deng ji bo çend qurişên pîs çûn bûn hevkarê AKP û Erdogan û ew parastin.

Hinek hîn jî diparêzin û hîn jî hevkarên AKPê û Erdogan in.
Lê ji ber vê hevkariya xwe ya bi dijmin ra, bi dewletê ra piştkul in, serê wan tim ber wan da ye, nikanin bi serbilindî herin nava civata kurd.

Tirk li Stenbolê li bende zîpikê ne û zîpikê jî kiriye înad û nabere



Tirkan li Stenbolê ji bo ku wasiteyên(erebeyên) xwe ji zîpikê(teyrokê, terezê) biparêzin ji do da ye tedbîrên pir baş girtine, her kesî wasîteya xwe wek zarokeka di pêçekê da baş pêçaye û li bende zîpikê ye.

26 juni 2018

Hûn misteheqê bindestiya Erdogan in



Namzedê serokkomariyê yê CHPê Muharrem Înceyê tirsonek û teslîmbûyî gotiye:

 ”Ji îro û şûn da rejîm ji bo me hemûyan tahlûke ye. Ewê wek tahlûkeyeke mezin dom bike. Emê viya bijîn. Bedelê wê emê hemû bi hev ra bidin.”

Wey roj baş!
Efendî nuh bi xwe dihese…

Di hilbijatinên 24ê hezîranê da derket ortê erebên Kurdistanê li dijî kurdan e



Di hilbijartinên 24ê hezîranê da derket ortê erebên Kurdistanê ray nedane HDPê û Demirtaş. 

Li hemû herêm û bajarên ereb lê hene rayên AKPê û li hin ciyan jî rayên MHPê ji yên HDPê zêdetir e. 

MHPê li Rihayê 80 hezar ray, ji % 9,1 ray girtiye û parlamenterekî ereb Îbrahîm Ozyavuz bûye parlamenterê MHPê yê Rihayê.

25 juni 2018

Erdogan qezenc nekir, bi zor girt




Îdîa Erdogan û AKPê li Kurdistanê rayên xwe zêde kirine bêbextî ye, demagojî ye, înkara zorbatiya dewletê û diziya rayên kurda ye...

Ji do da ye gelek kes analîza netîceyên hilbijartinên Tirkiyê dikin, her kes li gorî xwe rayên partiyan û namzedên serokkomariyê analîz dike û ji netîceyên hilbijartinan ra hin sebeban dibîne û hin teoriyan davêje ortê:

Kurd ji bin kontrola xwe dernexistin



Teq û req û hing û dinga hilbijartinan qediye û wek dihat texmînkirin Erdogan û AKPê dîsa qezenz kir.

Hilbijartinên do tiyatroyeke Erdogan bû û netîceya wê jî ji destpêkê diyar bû; Erdgon û cepheya wî û ”cumhûr” ewê qezenc bike. 

24 juni 2018

Wek min texmîn dikir Erdogan wek xwe kir



Ji destpêkê da min digot Erdogan ewê di doba(dora, tûra)yekê da bibêje min qezenc kir.

Ev texmîna mikn rast derket. Qa ye dibêje min qezenc kir. Ew sifir ray bigre jî ewê bibêje min qezenc kir.

Min digot ewê HDPê di binê barajê da bihêlin, lê wer nekirin, bend bi HDPê dan derbaskirin. Medya tirk nuha wer dibêje, dibêjin HDPê beraj derbas kiriye. Lê beyaneke resmî hîn tuneye.

Me îro cara dawî xatir ji hevalekî pir ezîz û kurdperwerekî hêja xwest



Îro em li şîna hevalê minê salan, kurdperwerê hêja Abdulrezaq Feylì bùn. 

Abdulrezaq Feylî kurdperwerekî evîndarê kurd û Kurdistanê bû. Dostekî min yê pir ezîz bû. Sala çûnî piştî referandûma serxwebûnê ez û çend hevalên din li Silêmaniyê çûn ziyareta wî. 

23 juni 2018

Ev îdeolojî û ev îslamîyet ne însanî û derî medenîyetê ye



Do li Diyarbekrê mitînga Hudaparê hebû. Ji bo ku jin û mêr bi hev ra û li kêleka hev nemeşin, rêya dihere qada mitîngê kirine du beş, beşek ji bo jinan û beşek ji bo mêran. 

Û di qada mitîngê da jî jin û mêr ji hev cihê kirine. Eynî wek jinên Daîşê.

Şerê di nabêna partiyên tirk da şerê dê û dotê ye



Dijayetî û reqebaeta di nabêna partiyên tirk da şerê dê û dotê ye. Kurd dibêjin dê û dotê şer kir, kêmaqilan jê bawer kir.

Dibê kurd bi demagojiyên partiyên tirk nexapin, hemû jî bi qasî AKPê li dijî azadîya miletê kurd in. Tu ferq di nabêna AKPê, Saadetê, CHPê û IYI Partiyê da tuneye. 
Hemû jî bi qasî Erdogan bindestiya kurdan ya ebedî diparêzin. 
HUDAPAR jî tê da, hemû jî kanin bibin şirîkên Erdogan.

 XXX
Ji kertêl pirsîn, gotin kertalo ma warê te li ku ye? Got wele ba zane. Piraniya kurdan kertal in, ba wan ku da bibe wê da tot dibin. Çimkî ji zanîn û şiûrê netewî bêpar in. Geh rêwiyên Ship to Gazayê ne, geh serkêşên Gezîyê ne. Lê tu carî nabêjin çima filistînî nayên hawara me.

XXX
Bi qasî dinya li dijî neheqiyên Amerîkayê û dagirkeriya Îsraîl e ne li dijî dagirkeriya Tirkiyê ye. 

Bi qasî ku tevgerên çep û medyaya dinyayê piştgiriyê didin filistîniyan, tîbetiyan nadin kurdan.

Tirkiyê Efrîn bi Daîşê ra dagir kir lê medyaya dinya qet qalê nake. Hêzên çep qet îşê xwe jê naynin. 

Nizanim çima ?

Heger em di bin destê Îsraîl da bûna nuha hemû dinya li pişt me bû.

Numûneya wê Îsraîl e.

Halê me kurdên Kurdistana Bakur û Rojhilat sed qatî ji yê filistîniyan xerabtir e, lê dîsa jî kes wek filistîniyan alîkariya me nake.

23 dewletên ereban hene, dixwazin bikin 24, lê kes nabêjeje bira dewleteke 40 milyon kurdî jî çê bibe.

Dibê em kurd van pirsan tim ji xwe bikin, çima piştgir û dostên me hindik in?

XXX

 Rejîma Erdogan ya îslamîst li herêmê bela ye, mukir e. Heta Tirkiye basko nebe ne ji kurd tenê ra, ji tu cîranekî Tirkiyê ra, ji Ewrûpayê ra jî rehetî û ewlehî tuneye. Dibê ev rejîma faşîst were baskokirin, ya na ji tu kesî ra rehetî tuneye.

Dibê Amerîka û Ewrûpayê vê rastiyê bibîne, îktîdara Erdogan tehlûke ye...

22 juni 2018

Li gorî lêkolînerekî tirk baran û zîpika li Anqerê barî sabotaj e !



Lêkolînerekî tirk di kanala telewîyona 24, di programa bi navê ”tarafli bolge” da dibêje baran û zîpika(teyroka) li Anqerê, li Tirkiyê barî ”sabotaj” e, destê hin dewletan tê da heye. Navê tu dewletê negot lê meriv fêm dike qest Amerîka û Îsraîl e. 

21 juni 2018

Di lîstikên Kûpa Dinyayê da di her maçê da kurdên bêwelat raqibên hev in



Di Kûpa Dinayayê ya Futbolê da tu milet wek me kurdan ne perçeperçeyî ye. 

Her milet welatê xwe diparêze. Lê yê me ji ber ku welatê me tuneye, em piştgiriya welatê em lê dijîn dikin û bi vî rengî dibin raqibê kurdên welatê din.

Heta kurd bêdewlet bin tim ewê perîşan û êsîrên tirk, ereb û ecem bin !




Heta çend sal berê keç û lawên kurd wek îro dixwazin, dewleteke kurd nedixwestin. Lê xort îro êdî dibêjin bêdewletî bindestî ye, koletî ye.

Îro ez dibînim di nava kurdan da, bi taybetî jî di nava xortan da jimara kesên dewleteke netewî dixwazin, yên dibêjin bê dewlet nabe, bêdewletî berdewamiya koletiyê ye roj bi roj zêde dibe.

20 juni 2018

Dermanê derdê kurdan nasyonalîzim e



Kekê Ahmed Zekî Okçuoglu ronakbîrekî kurdperwer e û haya wî ji tarîxa kurdan û miletên ji bindestiyê azadbûne heye.

Ew baş zane tiştê civak û gelên bindest tîne ba hev, dike netewe (milet) îdeolojiya nasyonalîst e, bêyî nasyonalîzmê ne dîn û ne jî îdeolojiyeke din kane bibe çîmentoyê yekîtiya miletekî û gelekî bike milet û dewlet.

Namûs avêtine ji ber kûçik da kûçik nexwariye

The 'Brest Hero-Fortress' memorial complex in Belarus. 


Dibêjin namûs avêtine ji ber kûçik da kûçik nexwariye.

Çimkî nexwestiye namûs li dinyayê kêm bibe û însan bênamûs bibin.

Ji vê gotinê, tabîrê jî meriv fêm dike kurdan ji bênamûsiyê nefret kirine, bi vê tabîrê, gotinê jî xwestine nîşan bidin dibê meriv bi namûs be, bênamûsî xisltekî pir xerab e.

19 juni 2018

Ev hefteyeke tempoya min ketiye û ez sistopisto bûme


Baş nizanim sebeb çi ye, lê ev demeke tempoya min ya nivîsandinê ketiye, ez wek berê li nivîsandinê sor nabim û pir kêm dinivîsim.

Ez ne nexweş im û ji taqet û hêz da jî neketime. Ez hîn li ser xwe me, lê belê di dilê min da daxwaza nivîsînî bi hawakî hinekî sistomisto bûye. Serê min jî vik û vala ye...

Ez raya xwe paş da dixwazim



Li gundekî Kurdistanê gavanê gund piştî raya da paş da vegeriya, ji berpirsiyarên ser sindoqê ra got:

-Ez raya xwe paş da dixwazim!
Jê ra gotin:
-Ray paş da nayê dayin, te carê raya xwe daye çû ye. Tu ji bo çi paş da dixwazî?

18 juni 2018

Siyasetmedarê newêre bi raqibê xwe ra minaqaşe bike



Li ser daxwaza Muharrem Înce were em di telewîzyonê da minaqaşe bikin, Erdogan gotiye :

”Bêyî ku fedî bike min dawetî telewîzyonê dike. Dixwaze bi min ji xwe ra reytîngê bi dest xe. Ma em tu carî te dikin muxatabê xwe?”

Piştì 38 salan cara pêşî ye min raya xwe da




Piştì 38 salan cara pêşî ye Zinarê Xamo raya xwe dide ! Do ez û xanim çûn ser sindoqê û me rayên xwe dan  Selhedîn Demirtaş .

Lê me tenê da Selhedîn, me neda HDPê. Ez raya xwe nadim HDPê. Ji xwe min di serî da gotiye boykot. Lê ji bo ku rayên kurdan, hêza kurdan xuya bike me ray da Demirtaş, lê neda HDPê. Dibê ev jî were zanîn

16 juni 2018

Li hemberî Tirkiyê bi vê siyaseta tirsonek ewrûpî şaşiyeke mezin dikin



Ewrûpî, emerîkî li hemberî tirkan pir bi tolerans hereket dikin, bînfirehiyeke mezin nîşan didin, tirkan wek zarokekî bi problem dibînin û miameleyeke li gorî wê bi tirkan ra dikin. Dibêjin tirk paşdamayî ne, hîn medenî nebûne, ji kultura demokrasiyê bêpar in, lema jî dibê em hêdî hêdî wan fêrî demokrasiyê û medeniyetê bikin.

Xwezî em kal û pîr jî bi qasî xortan azad bûna



Di nava kurdan da rîsipîtî bela ye, meriv nikane bi rehetî ji bênamûsan ra, ji xayinan ra bibêje bênamûs û xayin.
Bi kurtî nikana wek xortan ya dilê xwe bibêje. 

Salên meriv dibe sebebê otosansura meriv. Ev qet ne xweş e. Dibê umrê meriv, por û rîya meriv nebe sebebê otosansorê û gotina peyva rast. Umrê meriv çi be jî dibê meriv biwêribe, bikanibe navê tiştan ras bibêje, ji baş ra bibêje baş û ji xerab ra bibêje xerab.
Û ji namerdan ra jî bibêje namerd...
Bijî azadiya di her warî da !

15 juni 2018

Dawiya dawî rocî qediya û eydî hat


Ji milê çepê yên ji pê: xanima min û dîya min û ez. Yê di himêza min da lawikê me Azad e.
Xweha min Serwet û birayê min Faîq
Sala 1977 e.

Îro cejna/eydiya remezanê ye.
Ez cejna pîra/kokima dayika roz dikim.
Ez nuxuriyê wê me, ji min pir hez dike. Gelkî dixwest nuha ez li ba wê bûma.
Gotinên min û wê dikeve serê hev, em ji zimanê hev baş fêm dikin. Lema jî di her fersendê da qala min dike, pesnê min dide, ji min ra duayên dinyayê dike.

14 juni 2018

Lawikê me Azad hatiye serdana me



Lawikê me Azad hatiye serdana me. Em îro bi hev ra bûn. Me çend saetan Stockholma xopan  serobinî hev kir. 

Xanimê baş devê kîsik vekir, nehîşt ez destê xwe bavêjim bêrîka xwe. Me xwar û vexwar û wê jî rijand...

Rojeke xweş bû, me defterên kevn û nuh vekirin, me ji qal û bela qal kir.

Mirina bêbext kurdperwerekî din ji nava me bir



Bi bihîstina wefata kek Abdurezaq Feylî pir xemgîn bûm. Dost û hevalekî min ê pir ezîz bû. Dilşewatekî kurd û Kurdistganê bû. Merivekî pir mitewazî bû.

Ji salên 1980î me hev û du nas dikir. Di nava Federasyona Komeleyên Kurdistanê da û di gelek warên siyasî da em bi salan bi hev ra xebitîn. 

13 juni 2018

Bi van gotinan him kêfxweş bûm û him jî xemgîn...




Vê şiroveya şopînerê(xwendevanê)Hindik-Rindik ez him pir kêfxweş kirim û him jî pir xemgîn kirim.Şopînerê anonîm di binê nivîsa min ”Rismek û bîranînekê” da wiha nivîsî ye:

Rismek û bîranînek



Min Mihemd Ronahî çend sal berê, ez dibêjim 6 sal berê bû, cara pêşî li Amedê dît û ev risim girt. 

Piştî 30 sal sirgûn ez nuh vegeriyabûm welêt, nuh diçûm û dihatim. Cara pêşî di sala 2010a da vegeriyam. Ev cara min ya sisiya bû. Li Diyarbekrê li ba dêya xwe dimam.

Diyarbekir ne Wêrtanşar bû, ne min kes nas dikir û ne jî min zanîbû bigerim. Bi texsiyê diçûm her derê. Bajarê xerîb sebra meriv lê nayê, çend hevalên min nas dikirin hebûn, diçûm dîtina wan, bi wî hawî min rojên xwe derbas dikir.

12 juni 2018

Min ji we ra hin tiştên din jî ji tûrikê dêya xwe derxistin



Çendakî berê min li vir nivîsî, min got di embara xwe da bêhemdî rastî xezîneyekê hatim. Xezîneya min ne zêr û zîv bû, çend defter û hin notên min yên ji salên 1980î bûn. 

Wek min di herdu nivîsên xwe yên berê da jî gotibû, min ji devê dêya xwe hin tişt not kiribûn.

Bîranîna xewna 8 sal berê



Facebookê îro çend rismên min 8 sal berê piştî çûna welêt belav kiribûn nîşanî min da, got te 8 sal berê ev risim belav kiribûn. 

Min bala xwe da risman û dîsa ketim nava xem û xeyalê wan rojan.

Ev rismê 8 sal berê li Diyarbekrê li mala dêya min hatiye girtin ji bo min gelkî manîdar û tarîxî ye. 

11 juni 2018

Tirkan em gêjomêjo kirine



Femomeneke pir ecêb !
Asîmîlasyonê kurd gêjomêjo kirine, hiş di serê me da nehîştine, kesên mest û mezin, kesên xwenda nikanin bi kurdî numreyeke telefonê bibêjin û binivîsin.

Bi vî aqilî em nikanin zora neyarê xwe bibin




Partiya, siyasetmedarê hevkarî û tifaqa bi tirkan ra, bi hêzên tirk ra ji ya bi hêzên kurd ra muhîmtir dîtiye tim li zirarê derketiye, aqûbeta wî husran bûye.

Di 24ê hezîranê da jî ewê eynî tişt dubare bibe. Lê poşmaniya dereng bêfeyde ye,
tenê meriv kane bibêje ax, wax
û li serê xwe xe...

10 juni 2018

Nivîsîna bi kurdî kurdan dike kurd û milet û ya bi tikî jî dike tirk






Em îro ne bi Nefî û bi Fuzûlî, bi Elî Herîrî, bi Melayê Cizîrî, bi Ehmedê Xanî, bi Feqiyê Teyra xwedî edebiyateke netewî ne û milekî xwedî edebiyat in. 


Bi saya van şairên bi kurdî nivîsîne edebiyateke me ya klasîk heye û bi hebûna wan em fexir dibin û dibêjin em jî miletekî xwedî nivîskar, şair û edebiyat in.

Diyariya xanimê


Ji zû da bû min ji xanimê ra gul nekirîbû. Iro min ev gulên pembe diyarî wê kr. 

Xaniml ji rengê wan gelkî hez kir, got ezê ji xwe ra kerasekî ji vî rengî bikirim.

Gelî xortan dildar û xanimên xwe bê gul nehêlin...

09 juni 2018

Roman û nasname



Ez û Dr. Haşim Ahmedîzade, piştî semînera wî ya li ser rola romanê, çîrokbêjiyê li ser çêbûna netewe û nasyonalîzmê.

Îro li Stockholmê li Kitêbxaneya Kurdî Dr. Haşim Ahmedîzade li ser rola romanê, çîrokbêjiya nivîskî li ser çêbûna netewe û nasyonalîzmê semînereke pir hêja da.

Ji qahra bênamûs û xayinan Xwedê birûsk li mala xwe xist



Li Diyarbekrê birûskê li mizgeftê xist û du minare pot kirin.

Ji qahra bênamûs û xayinan Xwedê li mala xwe hat xezbebê.

Hin kes ecêbmayî mane û gotine Xwedê çawa li mala xwe dixe, ma meriv mala xwe bi destê xwe xera dike?

08 juni 2018

Merivê zexel dikeve kemîna xwe



Amerîkayê bi peymana Minbicê hemû amadekariyên Tirkiyê yên êrîşî pûç kir û ew û çeteyên wê yên terorîst baş qeyd û merbend kir. 

Cepheya rojava êdî saxlem e. 

Mimkûn e ev peymana nabêna Amerîka û Tirkiyê, nabêna Rûsyayê û Tirkiyê jî xera bike.

Efsaneya Turaidas Roze û çima Turaîdas Rozeka me tuneye?



Li Letîstanê rêberê me em birin bajarê Sîgulda Qesra Turaîda. Ciyekî turîsta ye, park e, dereke pir populer e. 

Qesra Turaîda di sedsala 12a da ava bûye û xwedî dîrokeke pir dewlemend û bi xwîn e, gelek şer dîtiye û gelek caran wêran bûye. 

Rêber li wir em birin ser gorrekê. Got ev gorr pir muhîm e, hemû turîst tên ser vê gorrê û çîroka wê fêr dibin.

07 juni 2018

Em tim birîn bûn



Ev şiîr ya Alî(Elî)Alptekîn e. Kêfa min gelkî jê ra hat û min wergerand kurmancî. Hêvî dikim bi dilê we be û kêfa we jî jê ra were.

Em tim birîn bûn

06 juni 2018

Şêr û şepalên li Zanîngeha Bogazîçiyê dagirkirina Efrînê protesto kiribûn hatin berdan...



Kubra Sagir û hemû şêr û şepalên li Zanîngeha Bogazîçiyê dagirkirina Efrînê protesto kiribûn îro hatin berdan. Azadbûna Kubra Sagir xanimê û her 13 hevalên wê ez gelkî kêfxweş û dilşa kirim.

Çavê hemû dost û hevalê û malbatên wan ronî be...

Dawiya dawî KUND li Stockholmê xwe gîhand min jî



Kovara KUND ev meheke derketiye lê nuh gihîşt destê min. Sê roj berê dema ji tehtîlê vegeriyam, min dît lawikê me Rojen bi hin tiştên din ra ew jî daniye ser maseya min. 

Ji ber ku nuh ji rêwîtiyeke dûr hatibûm min taqet nekir vekim û bixwînim, ji bo xwendinê min da aliyekî.

05 juni 2018

Kes bi gotegotê û bi pitepitê dev ji tirkî bernade...

Rismekî 7-8 sal berê


Dildarî bi zorê nabe, bi gotegotê û bi pitepitê nabe, dibê dil têkeve, bixwaze, dibê jê hez bike…

Heta dil nexwaze, heta jê hez neke meriv nabe aşiq û maşûq, meriv nabe pinpinîka ser gulê, meriv nabe dîn û muptelayê yarê.

Nivîsîna bi kurdî jî wiha ye.

Devjêberdana ji tirkî jî wiha ye. 

Dibê dil bixwaze. 

Dibê bawerî qewî be.

Ya baş dibê meriv ne çilek be



Li tehtîlê, 10 rojan me nig di bin xwe ve nekir, em wek tîtî û qitikan holî vir û wir dibûn, ji vê qesrê diçûn wê qesrê, ji wê dêrê diçûn dêreka din, min digot em bûn ta û derzî...

Lê îro min xwe wezinand, min dît bira kêmkirin li wir bimîne, tew di ser da min kîloyek zêde kiriye, ji 64 kîloyî derketime 65 kîloyî.

04 juni 2018

Rexneyek giran li xwendevanên bloga hindik-rindik



Ezê zêde dirêj nekim û gotina xwe ya dawî di serî da bibêjim, bi baweriya min piraniya xwendevanên kurd li gorî yên din pir tembel in, di xwe ra nabînin du gotinan binivîsin.

Belkî her bloger newêre vê rexneyê li we xwendevanên ezîz bigire lê ez ji dêlî wan jî dibêjim. Hûn dixeyidin, naxeyidin kêfa we ye...