30 september 2016

Erdogan dixwaze Peymana Lozanê biçirîne û hin erdên din jî îşxal bike



Serokkomarê Tirkiyê Erdogan di civîna muxtaran da gotiye:
”Di 1920a da Sewr nîşanî me dan. Di 1923a da em bi Lozanê razî kirin. Hinekan jî xwestin Lozanê wek zaferekê bi me bidin qebûlkirin. Di wê peymanê da kesên li ser wê masê rûniştin heqê wê peymanê nedan. Ji ber ku nedan nuha em van zahmetiyan dikşînin.”
Mêrik pir vekirî dibêje erdê me îşxal kiriye, yanî Kurdistana para me ketiye hindik e, ji bo ku em rehet bikin, dibê em hinek erdên din îşxal bikin, dibê em ji Sûriyê û Îraqê hin erdên din bigrin.
Û ji xwe mêrik ne tenê dibêje, dike jî, li Sûriyê û li Îraqê hin derên nuh îşxal kirine jî.
Li Kurdistana başûr bi kêmanî li deh ciyan şargehên leşkerên tirk hene û li rojava jî ji xwe va ye gelek der îşxal kirin.
Yanî hedefa Erdogan hin erdên din e. Mêrik dixwaze beşên Kurdistanê yên din jî îşxal bike.
Erdogan baş zane Sûriye û Îraq tu carî wek berê nabe, miheqeq ewê perçe bibin û bibin çend dewlet ya jî federasyon.
Hesab û planên wî di vê hengameyê da, di rojên pêş da hin erdên din jî ji Kurdistana Sûriyê û Îraqê bigre.
Û mêrikan wa ye li wan deran bi cî bûne…
Li hemberî van gotinên Erdogan yên pir tahlûke dibê Îraqê, Sûriyê û serokê Kurdistana Federe reaksiyoneke sert nîşan bidane.
Lê heta nuha kesî dengê xwe nekiriye. Çimkî çavê mêrik li erdên nuh e.



XXX
Waliyê Erdogan yê Rihayê dest danî ser belediya Wêranşarê, Xelfetiyê û Hewagê(Bozowayê).
Wisa xuya ye ewê hemû belediyan bi zor ji kurdan bidstînin. Tirkan bi hukûmetê û dewletê va biryara xwe dane dewleta xwe ji kurdan paqij bikin.
Û belediyan jî bi darê zorê têxin bin destê dewletê.
Ev faşîzim e, zorbatî ye.
Hêvî dikim ev zorbatiya tirkan aqil bîne serê kurdên dewleteke kurd naxwazin û ji bo demokrasiya Tirkiyê dixebitin.

Heger serokên me jî bi qasî serokên erîtriyan jîr bûna nuha em jî wek wan bûbûn xwedî dewlet



Rûdawê bi Mele Kirêkar ra hevpeyvînek kiriye, kêm be jî lê gelek pirsên xweş jê kirine.
Mele Kirêkar , di dereke hevpeyvînê da şoreşa Mele Mistefa Barzanî û ya Erîtreyê miqayese kiriye û gotiye:
”Hamid Hewatî weke Mele Mistefa Barzanî serokê şoreşa Erîtreyê bû di sala 1961ê de. Herdu aliyan jî şoreş kir. Di sala 1994ê de Erître bû dewlet. Partiyên me jî 1994ê şerê hev dikirin. Îranê jî di vê rewşê de welatê me kavil kir.”
Mele Kirêkar wek her kes zane demakê Emîrê rêxistina ”Ensarûl Îslam” bû û bi îdeolojiya xwe ya îslamî û tevgera xwe gelek zirar da kurdan.
Lê di vê gotina Mele Kirêkar da para rastiyê pir e, Erître bû dewlet, lê kurd hîn jî girêdayî Îraqê ne û hîn jî şerê hev dikin.
Li gel ku kurdan bedelekî sed qatî ji erîtriyan bêtir daye, lê kurd hîn jî gelkî dûrî dewletbûnê ne
Erê dijminên me pir in, erê şertê welatê me gelkî cuda û zahmet e, ev hemû rast in.
Lê sebebê hîn jî em bindest in û li tu beşekî welatê xwe nebûne xwedî dewlet ne tenê ev in, hinekî jî girêdayî me ye, ji me da ye.
Dibê em her tiştî nexin hustiyên dijminên xwe û şertan. Sûcê me jî pir e, rêberên me ne jîr û biaqil in.
Ne rast e em her tiştî bi şertên welatê xwe û bi piraniya dijminên xwe ve girê bidin, miheqeq di serok û siyasetmedarên me da jî kêmasiyek heye.
Heger siyasetmedar û seokên me jî wek yên Erîtreyê, wek yên Somaliyê, wek yên Efrîqa Başûr û gelek welatên din jîr û jêhatî bûna, siyaseteke li gorî şertên welatê xwe û li gorî realîteya cîhanê bimeşandina em jî nuha rizgar bûbûn.
Ev 25 sal in kurd li başûr ji bindestiyê Îraqê derketine û xwe îdra dikin, Ev demeke pir dirêj e.
Lê hîn jî dev ji siyaseta eşîrtiyê û parîtiyê bernedane. Hîn jî nebûne dewlet, hîn jî dewleteke netewî, artêşeke netewî, sîstemeke edaletê ya netewî ava nekirine.
Meclîsek hebû, ew jî ev saleke naxebite.
Ji dêlî ku yek feraxetî yekî bike, berjewendiyên netewî bigrin pêş, li ser kursiyan û perkirina petrolê li hev nakin. Ew, hemû bi pera dilîzin û mamoste jî nikanin meaşê xwe bigrin, xelk ji birçîna dimre.
Emerîka meaşê pêşmergeyan dide.
Her kes kursiya xwe û perê xwe di ser berjewendiyên netewî ra, di ser dewletbûnê ra digre.
Heger ne wisa be, heger her kes kursiya xwe û berjewendiyên xwe yên aborî di ser berjewendiyên netewî ra negre tu sebeb tuneye kurd nebin yek û bingehê dewleteke netewî qewî nekin.
Nuha li Kurdistana başûr tu dezgeheke netewî tuneye, her tişt, hatina petrolê jî tê da, di nabêna partiyan da, li gorî hêza wan hatiye parkirin.
Lema jî ez bi xwe rexneya Mele Kirêkar di cî da û rast dibînim. Dibê kurd êdî bêkêriya van siyasetmedaran bibînin û li dijî vê rewşê derkevin û ji bo yekîtiyê zorê bidin van serok û partiyan.
Not:
Mele Kirêkar, gotiye "Kurdistan mala kufrê ye" lê kurd paqij in. Muxabir jê nepirsiye, çima Kurdistana mala kufrê ye û bi viya qesta wî çi ye?



Him neheq in him dixeyidin

Hin însan bêfahm û bêhurmet in. Meriv kane bibêje sebeb nezanî û cahiltî ye.
Yekî nuha daxwaza hevaltiyê ji min ra şand, min qebûl kir. Tavilê di binê nivîseke min da şiroveyeke bi tirkî nivîsand.
Min jê ra e-mailek şexsî şand, min got ez nivîs û şiroveyên bi tirkî nawşînim. Ez nikanim nivîsa te rast bikim, dibê hemû nivîsê rakim.
Ji kerema xwe ra nivîsa xwe ya bi tirkî rake, tenê bi kurdî binivîse.
Camêr xwe aciz kir, got ez hevaltiya xwe paşda digrim.
Min got tu bi kêfa xwe yî.
Yekî swêdî ebeden tiştekî wiha nake.
Min eynî tişt ji swêdiyekî ra bigota, ewê uzrê xwe bixwesta û bigota min nizanîbû û ewê di cî da, bêyî xeyd nivîsa xwe rakira, xwe ebeden aciz nekira.
Ji ber ku ez dibêjim ez nivîsên bi tirkî qebûl nakim. Ya kesî qebûl nakim. Ev 8 sal in min rêzek jî bi tirkî neweşamdiye.
Ji ber ku ez dibêjim ez tenê bi kurdî dinivîsim û tirkî qebûl nakim.
Kesên dibin hevalên min dibê vê biryara min qebûl bikin, yê qebûl neke, şaş bibîne û bixwaze bi tirkî binivîse nabe hevalê min û gava bû jî bi tirkî nanivîse.
Hewqas basît e.
Di viya da tiştekî meriv xwe aciz bike tuneye.

XXX
Li Tirkiyê heta kurd nebin xwedî statuyeke siyasî û qanûnî, garantiya tu telewîzyonê û tu mafî tuneye.
Heger hûn dixwazin Zarok TV neyê girtin, dibê hûn dev ji pêşxistina demokrasiya Tirkiyê û partiya Tirkiyê berdinû ji xwe ra tiştekî konkret bixwazin.
Serxwebûnê, federasyonê, otonomiyê, axirê tiştekî bixwazin. Çimkî nuha li gora qnûnên Tirkiyê kurd tunene, de îcar çawa ewê mafê wan hebe?
Telewîzyonên miletê tune nabin. Ji bo ku telewîzyonên me hebin, berê dibê em wek milet hebin.
Tirk hîn hebûna me qebûl nakin...
Hûn çima viya fam nakin?



29 september 2016

Taliya Erdgan û Tirkiyê pir xerab xuya dike

Dijminatiya Erdogan û hukûmeta AKPê ya li hemberî kurdan bi girtina telewîzyonên kurdî û Zarok TVê dest pê nekiriye.
Erdogan tu carî nexwestiye hebûna kurdan qebûl bike û mafê wan yê netewî bide.
Tim gotiye, ”yek dewlet, yek milet, yek welat, yek al, yek ziman…”
Yanî tim sinyala dibê kurd bibin tirk daye. Tim gotiye hedefa min helandin akurda ye.
Erê çend sal berê hin gavên taktîkî û xapandinê avêtin, lê ew jî ji bo rayên kurdan û belavkirina PKKê bû.
Yanî ew jî ji bo helandina kurdan bû; ji bo ku bi demê ra kurdan ji ber hev da bixînin û bihelînin.
Ji zûda ye ez dibêjim, êdî dawiya viran û taktîkên xapandinê hatin.
Lema jî hukmet ewê berê xwe bide kurdan û hemû azadî û mafên heyî ji ortê rakin.
Telewîzyonan, komeleyan û partiyan ewê bigrin, ewê însanan bavêjin zindanan.
Lema jî dibê kurd, siyasetmedarên kurd li gorî vê yekê haziriya xwe bikin.
Dewleta tirk berê jî ne li ser asasekî pir saxlem bû.
Lê Erdogan û Gulen ev dewleta ceberûd baş tarûmar kirin. Kirin dewleta cimatan û şexsan.
Nuha li Tirkiyê dewlet mewlet tuneye, rêxistineke terorê ya Erdogan heye.
Erdogan bi kultur û felsefa xwe ya diziyê û mafîayê nîha diya dewleta tirk, ew tarûmar kir. Civat berra hev da.
Îro li Tirkiyê dewlet jî, milet jî perçe bûye, cimat hene.
Pêşeroja dewleta tirk pir tarî ye.
Heta Erdogan li ser hukim be ne mimkûn e aramî û îstîkrar were Tirkiyê.
Rewş roj bi roj ewê xerabtir bibe.
Her roj bi sedan însanan digrin û dest datînin ser mal û milkên xelkê. Û ewê dom bikin.
Welatekî demokrasî, huqûq, edalet lê tunebe îstîkrar, aramî lê çênabe. Mahkûmê bêîstîkrariyê, tevliheviyê, şer û peçûnan e…
Li Tirkyê îro ewlekariya mal û canê tu kesî, ya Erdogan bi xwe jî tuneye.
Erdogan bi xwe jî bi şev, bi dilekî rehet serê xwe danîne ser bêlgî û ranakeve. Ew ji siya xwe ditirse.
Ev rewş ewê bûyerên û tevliheviyên pir mezin bi xwe ra bîne. Pir ne dûr e Tirkiye jî bibe Sûrî û Îraq.
Ji ber ku dîktatoriya Erdogan civatê wê da dibe…
Di rojên pêş da Tirkiye ewê sed qatî ji nuha xerabtir bibe. Seddam, Esed, Qedafî çi kirin û bûn sebebên çi, Erdogan jî eynî tiştî dike û lema aqûbeta wî jî bi îhmaleke mezin ewê wek ya wan be…

Hukûmeta AKPê Zarok TV jî girt

Hukûmeta AKPê 10 kanalên telwîzyonên kurdî bi emrê serokwezîr dane girtin.
Zarok TV jî di nava van 10 telewîzyonên hatine girtin.
Yanî hukûmet tehamulî ”Zarok TV”ê jî nake.
De êdî hesab li ba we ye…
Lê girtina Zarok TVê ne tesadufî ye, hukûmet zane çi dike. Naxwazin zarokên kurdan li programên nasnameya wan xurt dikin temaşe bikin û fêrî zimanê we bibin.
Çimkî hîn jî hedefa hukûmetê helandina kurda ye.


Deh hindik e, ewê derxin sedî, dusedî.
Kî îtîatî Erdogan neke ewê bipelixînin.
Li Tirkiyê nuha dewleteke serbixwe tuneye, dewleta Erdogan heye.
Û Erdogan merivên xwe, xulamên xwe, zilamên xwe gav bi gav di nava vê dewleta şexsî da bi cî dike.
Li Mêrsînê ya jî li Îskenderûnê mudûrê mektebekê ji xwendevanan pirsî ye, gelo ew ji Gulen hez dikin ya ji Erdogan?
Êdî li Tirkiyê her kes mecbûr e ji Erdogan hez bike.
Yê jê hez neke malik lê viritî, ewê dest deynin ser her tiştê wî û wî şût tazî bera çolê bidin…
Li Tirkiya Erdogan, însan kanin ji Xwedê, ji Pêxember û ji Ataturk hez nekin. Heta rexne bikin.
Lê heznekirina ji Erdogan ne hedê kesî ye, her kes mecbûr e methê wî bide û bibêje ez qûlê wî me.
Yanî Erdogan viya dixwaze, sîstemeke wiha dixwaze.
Dewleteke bêyî kurd, bêyî elewîyan, bêyî çepan, bêyî muxalif. Dibê her kes merivê Erdogan be….

Bîranîna xebata 39 sal berê

Bi xêra hevalê hafizexurt Vîldan Saîm Tanrikulu, ez nuha fêr bûm ku îro roja avabûna DDKDê ye.
Tam 39 sal berê di 28ê îlona 1977a da DDKD li Diyarbekrê hat damezirandin. Di kongreya avabûnê da ez di dîwanê da bûm.
Temenê DDKDê zêde dirêj nebû, piştî darbeya 12ê Îlonê DDKD hat girtin û gelek hevalên me ketin zindanê.
Di nava 3 salan da me ji bo gelê xwe gelek xebatên hêja kir û mîrateke nemir û giranbuha li pey xwe hîşt.
Wek Vîldan jî gotiye, ji kadir û endamên DDKDê îro bi hezaran kes di gelek qad û platformên cuda da li dijî dewleta kolonyalîst mucadelê didin û ji bo kurd û Kurdistanê gelek xebatên hêja dikin.
Ez wek endamekî Komîteya birêvebir yê DDKDê hemû endam û berpirsiyarên wê û hêza siyasî ya ku biryara avakirina DDKDê da bi dil û can pîroz dikim û kesên îro ne di nava me da ne, çûne rahmetê jî bi hurmet bibîr tînim.

XXX
Kekê Behrooz, dibê meriv DDKDê li gorî şertên 40 sal berê binirxîne, muhakeme bike.
Bêguman slogana ”kahrolsun agalar/bimrin axa” şaş bû, xwezî me wê demê ew şaşî nekira.
Ev şaşî(dijminatiya axayan, antî feodal) ji ber çepîtiya me ya dema zaroktiyê û bi riya çepên tirk ket nava me û devê partiyên kurd.
Rizgariyê ev şaşî nekir. Bi dîtina min ew jî bi tesîra Beşîkçî bû. Meriv kane bibêje KUK jî neket vê şaşiyê.
Bi dîtina min musebîbekî slogana ”kahrolsun agalar” bi qasî çepên tirk, Kemal Burkay û tevgera Riya Azadiye jî.
Lê li alî din DDKDê û hêza li pişt wê KÎPê di warê siyasî û îdeolojîk da li hemberî çepên tirk mucadeleyeke mezin da.
Me got, em kurd in, kurd miletekî cihê ye û Kurdistan jî welatê kurda ye. Û ji ber ku kurd miletekî cihê ye, lema jî dibê em kurd ne bi tirkan ra, cihê xwe organîze bikin. Yanî partî û rêxistinên kurd û Kurdistanî ava bikin.
Di vê mucadelê da em bi ser ketin û me çepên tirk hema hema ji Kurdistanê paqij kir.
Lê dû ra, piştî 1980î me xwe întîbaqî şertên nuh nekir, li gorî şertên nuh xwe organîze nekir û lema jî em heliyan û PKKê dest bi şerê çekdarî kir û lema jî heta nuha wek hêza herî xurt ma.
Xwezî em îro jî li Kurdistanê wek salên berî 1980î hebûna û xurt bûna. Lê ji ber ku mîratxurên me îro ne xurt in ev nayê wê maneyê me berê tiştên xerab kirine ya jî xebata me ya wê demê şaş bû.

XXX


Min û xanimê û lawikê me yê biçûk Rojen, biryar da em herin showa biraziyê xwe yê hêja Ozz Nûjen & Måns Möller sverigeshistoria(Diroka Swêd)li Skandiascenen Cirkusê temaşe bikin.
Lê cî tuneye, her roj tije ye.
Rojen bi zor di 21ê cotmehê(oktober)da ji me ra cî veqetand û ew cî jî zêde ne bi dilê min e, rêza hefta ye.
Ne xêra Rojen bûya min nikanîbû cî veqetanda. Ev dinya êdî ne li gorî me ye.
Hema nezanî tiştekî xerab e û weselam…

28 september 2016

Meriv berê fêr dibe dû ra fahm dike

Meriv di xortaniya xwe da fêr dibe, di kalîtî û pîrîtiya xwe da fahm dike.  Yanî merivberê fêr dibe û dû ra fahm dike…
Hevalekî nuha telefon kir û teqawîtiya min pîroz kir, got ser xêrê be.
Min got aqûbet li serê te be jî, ya te jî hindik maye.
Camêr got weleh ji teqawîtiya min ra hîn 10 sal mane.
Ez matmayî mam, min got yaho li welêt me bi hev ra dest bi siyasetê kir. Min nizanîbû tu hewqasî ji min biçûktir î. Min digot belkî tu jî hevalê min î…
Henek li aliyekî li welet ji ber ku em biçûk û mezin bi hev ra dixebitîn, lema jî haya kesî ji salên kesî tunebû.
Ya jî ez tim bi xortan ra rûdiniştim, der û dora min, komeleya me(DDKD) tim tije keç û xort bûn. Dibe ku lema min salên xwe ji bîr kiribû û min jî xwe xort dihesiband.
Lema jî nuha salên gelek hevalên min yên salên 1980î min matmayî dihêle, ez kal bûme û ew jî hîn xort in.
Lê bi Xwedê sal çi be jî dil pîr nabe, di salên 1970, 1980 û 1990î da min xwe çawa his dikir, îro jî hema hema eynî tiştan his dikim, di serê xwe da eynî xeyalan çê dikim
Lê belê eynî tiştên xortaniyê nakim û nikanim bikim.
Ferq ev e.
Çimkî meriv di xortaniya xwe da fêr dibe, di kalîtî û pîrîtiya xwe da fahm dike.
Ez nuha di qonaxa fahmkirinê da me…
“Merivekî 20 salî, dixwaze dinyayê biguhere, gava dibe 70 salî dîsa dixwaze dinyayê biguhere. Lê belê zane nikane.”
Ez jî gelek tiştan dixwazim, lê belê ez zanim ez nikanim.
Lê gel vê rastiyê qanûna fizîkî jî ez naxwazim ji xortan bimînim, heta ji min tê, bi kulekî û bi keftûleft be jî dixwazim tevî refên wan bibim û bi wan ra ji bo welat û gelê xwe bixebitim…

XXX


Di TRTkurdî da programeke bi navê ”Rastiya Bûyerî” heye. Ev cara pêşî ye dibînim.
Mufît Yuksel dipeyvî, lema min çend deqîqeyan lê temaşe kir.
Min nizanîbû Mufît Yuksel merivekî hewqasî namerd e. Namerdekî wek Mehmet Metîner e.
Moderatorê programê ji wan jî namerdtir bû.
Hemûyan bi hev ra digotin Daîş û PYD yek in, hevalên hev in, Daîşê ew cî dan PYDê. Daîş û PYD bi hev ra gorra Tirkiyê dikolin. Vir û bêbextiyên ji van gotinan girantir li hev radirtin. Guhdarîkirin ne mimkûn bû.
Pir kêm riya xwe bi TRTkurdî dixim, tiştê min nuha dît bûye telewîzyona MITê, faşîstan û namerdên antî kurd.
Esas ez li van telewîzyonan pir kêm temaşe dikim. Carnan bala xwe didimê ji bo ku cahşên nuh nas bikim.
Min îşev yek nas kir…

Hela ka ez binêrim ji nuha û pê da jiyan çi fêrî min dike

Însan bi salan ra xwe fêrî hin tiştan dike, di jiyana xwe da hin fêrbûn û rutînan bi cî dike.
Li gorî wan fêrbûn û rutînan ji xew radibe, radikeve, dinivîse, dixwîne filan û bîvan…
Ji nişka ve guhertinan van fêrbûnan pir zor e. Jê ra wext û zeman lazim e.
Bi kêmanî ji bo in wiha ye, ji bo întîbaqa şertên nuh wext lazim e.
Li gel ku ez êdî naçim kar lê dîsa jî saet di heftê sibê da radibim.
Çimkî zîla saeta xanimê wê saetê lêdixe. Ji mecbûrî ez jî pê ra şiyar dibim.
Piştî wê raketin gelkî zahmet e.
Ez qahwa xwe hazir dikim û xurîniya xwe dikim û dû ra kompîtorê vedikim û bîstekê li facebookê, li hin malperan, li e-maila xwe û filan dinêrim.
Meriv kane bibêje bi rengekî canê xwe digerînim. Fena mirîşka bi hêk, lê nizane ewê hêka xwe li ku bike…
Ev antraman e, hîn ji nivîsê ra ne hazir im, hîn min birayara xwe nedaye ezê çi bikim.
Ev du roj in serê min pir tevlihev e. Dibe ku di rojên pêş da rewş biguhere.
Dû ra diçim li dora saetekê digerim.
Lê min hîn biryara xwe tam nedeya, hîn ji xwe ra nekiriye rutîneke rojane.
Yanî dibê ji xwe ra dûzaneke nuh çêkim, bibim xwedî hin rutînên nuh.
Di xebatê da ez merivekî zêde ne bi disîplîn im, kanim zû dev jê berdim û dest bi tiştekî din bikim.
Carnan ji xwe ra dibêjim hela ecele neke, do yek îro dudu, hela bira hineke wext bi ser keve…
Hela ka ez binêrin ji nuha û pê da jiyan çi fêrî min dike

XXX


-Merivê wefadar ji te gelek ziraran jî bibîne jî, çêyiyek te qet ji bîr nake.
Merivê nankor ji te zirarekê tenê jî bibîne, hemû çêyiyên te ji bîr dike.
Ji ber ku yê wefadar dostê ji dil e, dostiya wî, hezkirina wî ne demî û li gorî menfaetê ye.
Lê yê nankor qedirnezan e, bêwefa ye, qedir û qîmeta rindiyê, çêyiyê li ba wî kêm e, tim li kara xwe, li menfeeta xwe difikire…
Dibê meriv wefadaran bide ser serê xwe û hevza xwe ji nankoran bike…
Û ev jî heye, zemên, wextê merivên nankor zêde û wefadar kêm kirine.
Ev jî xusûsiyet û qerekterekî vê sedemê ye…

27 september 2016

Mehdî Eker dibêje di fikrê wan da kurd tune ne

Mehdî Eker: Di fikrê me da kurd...tiştekî wiha tuneye


Wezîrê çandiniyê yê berê û aqilmendê Erdogan û Bînalî Yildirim, Mehdî Eker li Almanyayê di konferansekê da gotiye:
”Di fikrê me da kurd, tirk, ereb, laz, çerkez, boşnak, tiştekî wiha tuneye. Em hemû qûlên Xwedê ne. Me li vê coxrafyayê eynî qeder, eynî tarîx, eynî kultur, eynî nirx, eynî bawerî parve kiriye, hebandiye…”
Eker, siyaseta AKPê pir eşkere gotiye, ”di fikrê wan da kurd murd, tiştekî wiha tuneye, hemû mexlûqên Xwedê ne…”
Yanî hemû musilman û tirk in. Maneya van gotinan ev e. Çimkî yên xwedî dewlet tirk in, gotinên din demagojî ye…
Înkara hebûna kurdan ji viya vekirîtir nabe.
Mêrik wek xulamekî, wek yenîçeriyekî dewleta tirk diblje, ”kurd murd” tunene, em hemû însan in û musilman in.
Û dibê kurd bi viya werin serî.
Lê hin ”qûlên Xwedê”, mesela tirk, xwedî dewlet in û hin qûlên Xwedê jî, mesela kurd, tevî Mehdî Eker, bindest û koleyên tirkan in.
Demagojiyên Ekerê dewşîrme nikane vê rastiyê, vê realîteya heyî ji ber çavên însanan wenda bike.
Ji ber ku bindestî, koletî bi Mehdî Eker ne zor e, pê wek şîr û şekir e, lema jî pesnê wê dide û dixwaze hemû kurd jî bi vê bindestiya tirkan razî bin.
Ya din jî gava Eker dibêje, em kurd û tirk xwediyê ”eynî qederê, eynî tarîxê, eynî kulturê, eynî nirxan, eynî baweriyê ne” jî derewan û bêbextiyeke mezin dike, kurd û tirk ebeden ne xwediyê ”eynî tarîxê, eynî qederê, eynî kulturê ne”.
Ji bo ku meriv eksê vê îdîa bike û bibêje ”qeder, tarîx, kultur, baweriya” tirk û kurdan yek e, dibê meriv însanekî pir bêrû û virek be, merivekî bêheya be.
Qeder, tarîx û kultura tirk û kurdan çawa yek e?
Tirk xwedî dewlet û serdest in, Kurdistan îşxal kirine û heta nuha bi sedan serîhildanên kurdan tefandine, bi sedhezaran kurd kuştine.
Zindanên Tirkiyê tije kurd in.
Balafirên tirk her roj bi tonan bombe bi ser çiya, gelî û newalên Kurdistanê da dibarînin.
Sê beşên Kurdistanê di bin îşxala dewleta tirk da ye.
Zimanê kurdî yasax kirine.
Nahêlin zarokên kurdan bi zimanê xwe perwerde bibin.
Hemû sembolên kurdan û Kurdistanê yasax kirine, nahêlin kurd navê welatê xwe bi azadî hildin.
Tirk û kurd du miletên cihê ne, tirk bi tirkî û kurd jî bi kurdî dipeyivin. Kan jî ne mimkûn e kultura kurd û tirkan yek be.
Ji bo ku meriv bibêje tirk û kurd xwediyê ”eynî dîrokê, eynî qederê û eynî kulturê” ne dibê ûjdan bi meriv re tunebe û meriv xwediyê mejiyekî yenîçeriyan be…

26 september 2016

Gava aqil belav bû kurd dereng man

Diyar e gava aqil li însanan belav bû kurd ya negihîştin ser ya jî li dawiya hemû miletan man û lema jî para wan pir hindik ket.
Ji do da ye gelek daxwazên hevaltiyê ji min ra tên.
Ez dibêjim belkî birayê Mucahît Ozman di nivîseke xwe da qala navê min kir û got kurdiya min baş e lema. Yanî ji bo min bû wek reqlamekê.
Berî ez daxwaza hevaltiyê qebûl bikim, hema wiha di ser ra be jî ez bala xwe didim profîla wan û zimanê pê dinivîsin.
Kurdekî rismê Seyid Qutbê yek ji mezinê tevgera Birayên Musilmanan kiribû rismê profîla xwe. Min hevaltiya wî qebûl nekir.
Ji bo ku kurdek rismê Seyid Qutb, rismê erebekî bike rismê profîla xwe, dibê xwe nas neke, ji dîroka xwe bêhay be û şiûrê netewî jî pê ra gelkî zeîf be, ya jî tew tunebe…
Di nava miletê kurd da gelek ”Seyid Qutb” hatin bi darde kirin. Kurdê me qîma xwe bi yekî jî nayne, yekî jî naecibîne, rismê yekî ereb dike rismê profîla xwe.
Ji ber ku totik vala ye…
Dixwaze bira qehremanî be ya jî ilm û îrfan be, baweriya dînî be, di nava kurdan da bi sedan egîd û alimên wek Seyid Qutb hene.
Ma çi yê kurdperwerê mezin Şêx Ubeydullahê Nehrî ji Seyid Qutbê ereb kêmtir e?
Ma Şêx Seîd ne yekî wek Seyid Qut be?
Ma Seîdê Kurdî ji Qutb ne mezintir e?
Ma Qazî Mihemed ne yekî wek Seyid Qutb e?
Lê ji ber ku ereb û tirkan hest û şiûrê netewî, kurdayetiyê bi kurdê me yê misilman ra kuştine, lema jî rismê Şêx Ubeydullah, Şêx Seîd û Qazî Mihemed ya jî alimekî kurd nake rismê profîla xwe, xwe dike qurbana Seyid Qutbê ereb…
Û tiştê neviyên Seyid Qutb û ereban anîne serê kurdan li ber çava ye.
Talankirina welatê me, mal û milkê me ne bes bû, di ser da dest avêtin namûsa me jî, bi hezaran keçên me, jinên me êsîr girtin, ji xwe ra kirin cariye û li bazaran wek kola firotin.
Lê dîsa jî pozê gelek kurdan naşewite.
Dîsa jî dev ji heyranî û xulamtiya musilmanên ereb û tirkan bernadin.
Û kurdên me yê misilman hîn jî rismê serokekî tevgera Îxwanan dikin rismê profîla xwe.
Gava aqil tunebe meriv çuqasî bikeve û rabe jî, çi felaket werin serê gelê meriv jî meriv jê dersê nagire, çimkî totik vala ye…

Roja pêşî û hin hestên tevlihev


Îro 26ê îlonê ye û roja pêşî ya xaneşîniya(teqawîtiya) min e.
Roja pêşî gelkî muhîm e.
Belkî min hinekî zêde qala vê meselê kir. Lê nabe ez qala hestên xwe, xem û xeyalên xwe yên roja pêşî nekim. Dû ra kanim nuxteyekê deynim ser vê meselê…
Lê hevalên nexwazin van tiştên ”vala” bixwînin, kanin nexwînin ya jî min teqîp nekin.
Wek her roj ez dîsa saet di 06.00a da bi xwe hesiyam. Lê îcar kerekî biçûyamê tunebû, min xwe li hundur xapand.
Dû ra xanim rabû, xwe tev kir û çû karê xwe.
Ez mam bi tenê.
Min kompîtora xwe vekir û li maper û e-maila xwe nêrî. Tiştekî nuh û xerîb tunebû.
Min qahwa xwe çêkir û xurîniya xwe kir.
Ez sibehan ji qahwê hez dikim.
Lê hîn zû bû.
Min rahîşt romana Vuk Draskovic “Riya Împaratoran” û rasto çepo çend rûpel jê xwend.
Min ev roman salek berê xwend û hin derên wê xêz kirin, ji bo ku rojekê tiştekî li ser binivîsim.
Lê min di xwe ra nedît, wer ma.
Lê hîn jî nêta min heye tiştekî li ser binivîsim.
Ji ber ku çîroka qehremanê wê Arslan Beyê dewşirme/yenîçerî ya trajîk gelkî dişibe ya bi hezaran kurdên dewşirmeyên, yenîçeriyên îro.
Hêvî dikim di rojên pêş da bikanibim li ser vê romana hêja tiştekî binivîsim.
Piştî xurîniyê û bîstek xwendin, ez derketim der û li dora saetekê geriyam û ji xwe ra ketim xem û xeyalan.
Li ser jiyana xwe ya rojên xwe yên mayî fikirîm.
Gelo ezê çend salên din bijîm?
Gelo ezê bikanim vegerim welêt ya na?
Dibê ez çi bikim û dest bi çi û kîjan karî bikim?
Dest bi xwendina kîjan kitêbê bikim?
Rojê çend saetan bixwînim û çend saetan binivîsim?
Halê kurdên Kurdistana bakur ewê çawa be, ev rewşa malkambax ewê heta kînga dom bike?
Gelo li Kurdistana başûr Kurd ewê li hev werin û serxwebûna xwe îlan bikin û ezê Kurdistaneke serbixwe bibînim?
Li Kurdistana rojava rewşa kurdan, berxwedana wan ewê çi bi xwe ra bîne, kurd ewê çi bi dest xin?
Bi van pirs û xeyalan piştî saetek seyran ez vegeriyam mal û dîsa qahweyeke teze ji xwe çêkir û dû ra jî ev rêzên han nivîsî…
Însan meuxlûqatekî wisa ye zû întîbaqî şertan dike. Ezê jî hêdî hêdî fêrî van şertên nuh bibim û belkî jî jê pir hez bikim…
De hela ka ez binêrim jiyan, pêşeroj çi surprîzan pêşkêşî min dike…

Tirkan em ji eyarê xwe derxistine

Ji êvar da ye li dora 30-40 daxwazên hevaltiyê ji min ra hatin. Du sê heb ne tê da min hemû qebûl kirin.
Di nava wan da face yekî(belkî jî duduyan)tenê bi kurdî bû, yê din hemû bi tirkî bûn. Bi qasî min fam kir piraniya wan jî kurdên bawermend in.
Berê feqî, mele û kurdên bawermend bi kurdî dipeyivîn, bi kurdî dinivîsîn. Avangardîstên kurdî mele bûn.
Tirkan wa ye îşê wan jî qedandiye, wek çepên kurd, ew jî baş asîmîle bûne. Zimanê wan jî bûye tirkî.
Esas meriv kane bibêje kurd bi tevayî teslîm bûne û li hemberî tirkan û zimanê tirkî ala spî hildane.
Carnan ez difikirm hevaltiya kurdên malperên wan bi tirkî ne qebûl nekim, lê dîsa dev ji vê fikra xwe berdidim.
Wê demê ji 4722 hevalan belkî 22 hevalên min jî nemînin.
Bi navê Xwedê tirkan tiştek di me kurdan da nehîştine, çep, rast, dîndar, em hemû wek leymûnê givaştine û pûç kirine. Piraniyeke mezin ya kurdan tirkîtî qebûl kiriye. Tirkbûn bi zimên dest pê dike,..

XXX


Gelek kurd newêrin bi kurdî binivîsin, newêrin dest pê bikin, baweriya wan bi wan tuneye. Û nivîsîna bi kurdî li ber çavên xwe pir mezin dikin.
Bi dîtina min qet ne zor e, ne deve û qantir e, gava meriv bixwaze meriv fêr dibe.
Û ne şert e meriv bi rengekî bêqusûr binivîse.
Bi demê ra meriv rastnivîsê jî fêr dibe.
Heta fêr nebe jî ne muhîm e.
Ma yên bi tirkî dinivîsin qey hemû rast dinivîsin?
Helbet na, gelekên wan herfên mezin û biçûk ji hev naerînin, lê dîsa jî xwe li tirkî dikin bela.
Bi dîtina min nivîsîna bi kurdî şêleke netewî ye, qebûlnekirina asîmîlasyonê û îşxala dewleta tirk e.
Meriv ji dewleta tirk ra, ji realîta heyî ra îîtîraz dike, dibêje ez te û zimanê te qebûl nakim...

25 september 2016

Ev çavsorî ji we ra namîne

Ev çavsorî ji we ra namîne, rojekê ewê pergala we jî belav bibe...
Serokwezîrê Tirkiyê yê xwedêgiravî û emirberê Erdogan, Bînalî Yildirim efendî li ser cimata Fethulah Gulen gotiye:
”Her qurişê me daye emê fitîl fitîl ji pozê wan bînin, emê paş da bistînin. Û ji xwe me dest bi girtinê jî kiriye.”
Yanî berê bi milyaran pere dan cimata Gulen, bi hezaran çeqel û çuqûl û faşîstên îslamî zengîn kirin û nuha jî, ji ber ku nabêna wan xera bûye, îcar jî dest didin ser mal û milkên xelkê, mal û milkên gelek kesî bi zorbatî û bi rengekî bêqanûnî ji wan distînin.
Ji ber ku hinekan silv dane cimatê, perê xwe di banka wan da razandine ya jî zarokên xwe şandine mektebên Gulen tên girtin û malên wan tên talan krin.
Lê Erdogan û Bînaliyê bi milyaran pere li cimata Gulen belav kirine, ji wan ra banke û mekteb vekirine îro li ser hukim in û xelkê ddin girtin. Ji ber hevaltiya xwe ya bi Gulen ra tu bedelekî nadin.
Gava bi milyaran pere li merivên xwe û li cimata Gulen belav kirin jî bêqanûnî bû, malê dewletê di nava xwe da par dikirin û nuha jî eynî bêqanûniyê dikin.
Lê îcar bi hawakî din û bi hinekên din ra talan dikin. Îcar malên hinekan li hinekên din belav dikin.
Tiştek pir vekirî ye, li Tirkiyê êdî dewlet mewlet nemaye. Erdogan dewlet jî, qanûn jî tarûmar kiriye. Tirkiye êdî ji dewletekê bêtir dişibe rêxistineke mafîayê. Erdogan bixwaze dest datîne ser malê her kesî, her kesî dide girtin û zindankirin.
Li Tirkiyê êdî ne ewlekariya kurdan tenê, ewlekariya mal û canê tirkên ne zilamên Erdogan jî tuneye.
Ev cara pêşî ye dewlet li tirkan jî tê xezebê.
Û heta kurd azad nebin, tirk jî ewê wek dinya û alemê rehet nekin, ewê jî tim û tim rezîl û riswa bin, hinekê tim ji ber hinekan birevin û herin xwe bavêjin dexlê ewrûpiyan.
Hêvî dikim pêşeroj û aqûbeta tirkan ji ya îro gelkî xerabtir be, hêvî dikim halê wan hezar qatî ji yê me kurdan xerabtir be.
Dewleta tirk, hukûmeta AKPê dinya li me kurdan kirine zindan, pergala me belav kirine, hêvî dikim dinya li wan jî bibe zindan û pergala wan jî belav bibe…



Heger aqilê me hebe emê li hemberî vê dewleta faşîst bi yek bin

Polîsên dewleta tirk ya faşîst îro li Diyarbekrê nivîskar, werger û edîtora kovara Zarema Fexriye Adsay girtine. Ev dewlet ewê bi rehetî bela xwe ji kurdan veneke. Girtina Fexriye Adsayê zorbatî û terorîzim e.
Ez girtina Fexriya Adsayê bi şîdet protesto û şermezar dikim. 
Hûn dibînin dewleta tirk çi dike, nivîskar û mamosteyeke wek Fexriye Adsayê jî digrin.
Heger aqilê me hebe emê dev ji beberî û dijminatiye hev berdin û li hemberî vê dewleta zalim û faşîst bibin yek...
Bimre bindestî û bêdewletî.

XXX
-Wezîfeyeke hêsirên çavan jî heye, ji bo kenê ewê li pey were paqijiyê dike.
///Mewlana
Îro li her çar perçên Kurdistanê kurd bi tirs û xof in, hêsiran dibarînin.
Lê hêviya me ji syasetmedarên me ew e ku piştî hewqas êş û jan û girî, êdî ken bikin para me...

XXX


20 roj berê dizekî kurd li Stenbolê li balafirxaneya Ataturk telefona Mehmet Taşê Diyarbekrî didize.
Lê dû ra gava dibîne telefon ya yekî kurd e poşman dibe, pê ra têkiliyê datîne û telefona wî ya Iphone jê ra paş da dişîne.
Bi Xwedê kêfa min gelkî ji vî dizî ra hat.
Dizekî pir biaqil e û kurdperwer e.
Xwezî hemû kurd û bi taybetî jî hemû siyasetmedar wek vî dizê kurdperwer bûna, tu carî xerabî bi hev nekirana.
Ne diziya hev kiribûna û ne jî dijminatiye hev.
Tim xêra hev xwestibûna.
Hêvî dikim siyasetmedarên me jî wek vî dizê biaqil û kurdperwer dilê wan li hev nerm bibe û li hev werin rahmê.

24 september 2016

Nîhayet ez jî teqawit bûm...



Îro roja karê min ya dawî ye, karê ji swêdiyan ra li vir qediya. Piştî du saetên din ezê ji Forsakringskassana Huddîngê(Dahîreya Sîgortayê) û ji hemû hevalan xatir bixwazim û bifirim û herim li dereke din venijim û dest bi jiyaneke nuh, jiyaneke ez xerîbê wê me bikim.
Nuha li oda xwe ez bi tenê me, hevalên min li jor haziriya festa xatirxwestina min dikin.
Min nedît 27 sal çawa derbas bûn.
Min hîn mesele baş fam nekiriye, ez bawer dikim roja duşemiyê gava ez neçim kar, a wê demê ez fam bikim.
A wê demê ezê li xwe varqilim û li jiyna xwe ya nuh û li pêşeroja xwe bifikirm.
Ezê çi bikim?
Nuha hîn 2-3 saetên min hene, hîn nizanim yê teqawit ez im…
Heta nuha min ji şefên xwe emir digirt, ji nuha û pê da êdî Hêvî xanim li mal dibe şefa min…
Ev jî tiştekî nuh e.
Lê çawa be jî azadî xweş e, êdî hemû rojê ezê di bin emrê xwe tenê da bim…

XXX
Çend gotin li ser do
Do şahiya, festa xatirxwestina teqawîdiya min pir baş derbas bû, min qet texmîn nedikir hewqas ênsan da beşdar bibin.
Şefeke min ya çar sal berê teqawit bûbû, ew jî hat.
Şefeke din li Îtalyayê li tahtîlê bû, bi hevaleka xwe ra kartek û meblaxek pere wek diyarî, ku meriv kane pê here tiyatroyê, sînemayê û hwd şandibû.
Tonek gul û li dora 4 hezar kronê swêdî(450 euro)di nava xwe da kom kiribûn dan min. Meriv kane ji xwe ra xerc bike, pê kitêban bikire û here sînemê û tiyatroyê.
Gelek kesî di heqê min da gelek tiştên xweş ku min qet texmîn nedikir gotin.
Ez him pir kêfxweş bûm û him jî muteesîr bûm.
Ev salek bû ez neçûbûm qahwê, do piştî şahiyê çûm qahwê.
Min digot belkî piştî kar kurd bi erebeyên xwe li ber derî kom bibin, lê wisa nebû, hêviyeke beyhûde bû, yek jî nehat.
Dawiya dawî ez bi peyatî çû ber nigên wan.
Kurd bêwefa bûne, êdî qedir û qîmetê nadin kal û pîrên xwe jî.
Êdî dinya ne dinya berê ye, berê meriv kal û pîrên xwe dida ser serê xwe, li ser destan digerandin.
Lê nuha meriv qurişekî xwe jî di kalan nade û ji xwe xulqê kesî tuneye guh bide kalan.
Îcar karê kesî tuneye were pêrgiya min…J))
Min û Hêvî xanimê xurîniya xwe kir, emê nuha derkevin bîstekê li ser xwe bigerin û qala pêşeroja min bikin.
Ezê hinekî guh bidim dîtin û pêşniyaên wê…
Bi îhtîmaleke mezin ewê bibêje zêde li ber kompîtorê rûnene, gava ez ji kar hatim mal, bira şîv hazir be…

XXX
Îsal li Swêdê 17 423 605 kitêbên bi swêdî û bi giştî(tevî zimanên din) 19 758 076 kitêb hatine firotin.
Nufûsa Swêd teqrîben 10 milyon e. Ev jî tê wê maneyê serê her ferdekî (zarokên pêçekî jî tê da) li Swêd dijî 2 kitêb dikeve.
Ez meraq dikim gelo li Tirkiyê îsal çend kitêb hatine firotin?
Bi kîjan zimanî çend kitêb hatine firotin di lêkolîna Bankîfo da heye. Lînka wê li jêr e.



Dibê em li hemberî hev demokrat bin

Êrîşa ser muxabira Rûdawê Rengîn Şero rûreşiyeke mezin e, şermezar dikim.Dibê kurd neşibin polîsên tirk. Dema bişibe polîsên tirk û wek wan li xelkê xin eybeke pir mezin e.

Selah Moussa Kekê Zinar Rudew ji hêla şirketên petrolê li Tirkiyê û li Başur tê finansekirin ,karê Rudewê li Rojava bi tenê. Tevliheviye ,ji ber wê yekê ji xanimêre gotin ,em naxwazin tu li vir kar,bikî,ji ber ku karê te dikeve xizmeta dewleta tirkiyê ,du ke çên Asayiş ew vegerandin .keko dibêjin herin zirara Duvmeqesk ji gelê dewlata Yemenê bipirsin, werin zirara RUDAWÊ ji me bipirisin.

Zinarê Xamo Kurdistan ne mala bavê PYDê ye. Yasaxkirina Kurdistanê li muxalifên xwe dîktatorî û zorbatî ye. Dibê meriv vê zorbatiyê ebedin qebûl neke, li dij derkeve û tiştên wiha qet xweş nebîne.
Rojnamevanên tirk li Rojava lotikan didin xwe, min heta nuha nebihîstiye li rojnamevanekî tirk xistine ya jî qewitandine. Û heger bikin jî şaş e, zorbatî ye....
Wê demê tirk baş dikin rojnamevanên nêzî PKKê û HDPê digrin.
Û li gorî vê teroriya te gava tirk, Tirkiyê li rojnamevanên kurd yasax bikin bi heq in...
Kî bike jî dibê kurd zorbatiyên wiha nekin.

Hewar Asa Raste mamoste Zinar, li her cihê Kurdistanê be, girtin, lêdan û terokirina rojnamevanan û hemû kesên bê sûç şermzar dikin, lê li vir du xal bala min dikişînin:
Yek: Çima tu kes sedema wergirtina hewlwesta asayişa Rojava jî nade berçavan? Rengîn Şero ji bo xatirê çavên kê di rûpela xwe a faysê de hêzên asayişê û YPG'ê û YPJ'ê bi mucrim bi nav dike gelo? ez nabêjim ji ber vê gotina wê, bila asayiş wisa bi Rengîn Şero û Rengîn Şeroyan bike, ema weke fakteke babetî divê were diyarkirin.

Duyem: Li Başûr û bi destên PDK çendîn rojnamevan, aktîvist û kesên siyasî lêdan xwarine, hatine zindankirin, di zindanan de ne, îşkence dane û didin, serhinda(nefî) kirine û teror kirin û herî dawî jî rojnamevan Wedat Hisên, ku nûçegihanê RojNews ê bû, bi îşkence ji aliyê asayişa PDK'ê ve li nîva bajarê Dihokê û li ber çavên xelkê tê revandin û paşê bi îşkenceyê dikujin û termê wî diavêjin ser cadeyekê! gelo çima ji bo Wedat tu kesî/kesê qe nebe sersaxiya malbatê nexwest? ne ew hîna pir genc bû, hat kuştin, hîna kifinê wî jî zer nebû ye, îro malbatê ji tirsên asayişa PDKê de çileya mirina wî birin gund û li wir li dar xistin, piraniya çapemeniyên Başûr amadeyî çileyê bibûn, lê Rûdaw amade nebibû! Rengîn bi tenê hatiye îhanekirin, çima wijdana me jî bi ren û îdeolojiyan kardike gelo?

Zinarê Xamo Birayê Hawar, şêla min prensîbî ye, ez li dijî dîktatoriyê, zulmê, zorbatiyê û nehqiyê me.
Dibê rê li ber xebata karkirên çapemeniyê, rojnamevanan neyê girtin. Kî xebata wan asteng bike ne rast e, dibê meriv li dij derkeve.
Heger PDKê jî li Kurdistana başûr li hemberî muxalifên xwe, li hemberî rojnamevanên nêzî PKKê tiştên wiha kiribin ez wê jî bi şîdet protesto dikim.
Gava neheqiyên wiha bi ber çavên min dikevin ez raya xwe dibêjim. Ji bo min PKK, PDK, YNK, Goran qet ferq nake, ez ne zilamê kesî me, ez li gorî fikrê xe û ûjdanê xwe hereket dikim.
Kî li kê neheqiyê, zorbatiyê bike ez şermezar dikim, dibêjim ne rast e. Wk însan tiştê ji min tê ev e.

Hewar Asa Mamoste Zinar ez dibêjim asayişa PDK'ê ji beriya 40 rojan rojnamevanekî ajansa RojNews a PKK'ê bi îşkenceyê teror kir, tu dibêjî "Heger PDKê jî li Kurdistana başûr li hemberî muxalifên xwe, li hemberî rojnamevanên nêzî PKKê tiştên wiha kiribin ez wê jî bi şîdet protesto dikim." Hey mala te ava, ma ji kuştinê wêdetir tiştek din qey he ye? Ne asayişa PYDê xwîn jî ji tiliyeke Rengînê neanî ye. An gengaze ku agahiyên we li ser vê bûyera hov çênebûbin!

Zinarê Xamo Birayê ezîz, yê min taqîb dike zane ez ne merivê tu partiyîê me, gava bibînim çavê xwe ji neheqiya tu partiyê ra nagrim. Bûyera tu dibêjî ez nizanim. Gava bibînim rexne dikim. Di bloga min da bi sedan numûne hene.
Ya din jî tiştê tu dibêjî lêxistina Şero meşrû nake. Û ne rast e di demên wiha da meriv bibêje, ”filan demê PDKê jî filan tişt kiribû”!
Ez dibêjim kî tiştên wiha bike şaş e, dibê meriv rexne bike. PDK, PYG ji bo min ferq nake.

Hewar Asa Mamoste ji xwe di serî de min got ku tu tiştek nabe bibe sedem ku asayişa Rojava vê bi serê jineke kurd bîne, lê ez û tu jî dizanin ku mesele ne refleks û tolhildana siyasî be, qey gelê Rojava û Şero çima ê dijatiya hevdu bikin? Yanî koka meselê diyasî ye, dibe ku haya te ji terorkirina şehîd Wedat nebûbe(ku gerek bû bibe, ji ber ku tu rexnegir î), lê piştrastim ku siyaseta PDKê li hember rojnamevanên apoçî û apoçiyan li Başûr ne ev ba, ê a PYDê jî li hember alîgirên PDKê ne ev bû ya. Weku din jî hîna dem derbas nebûye ku bûyera terorkirina Wedat Hisên were protestokirin, ji ber ku hîna kifinê wî er nebû ye...

Adem Cinar Erê mamoste, hûn alîgirê tu partîyê nînin û ji bo wê du bendîyê nakin nava partî û rêxistin an ku, we kuştina rojnameger Wedat huseyn Alî jî şermezar kiribû...

Zinarê Xamo Spas birayê delal. Bi Xwedê nayê bîra min.



22 september 2016

Gava yên baş siyaset nekin siyaset ewê ji xeraban ra bimîne



Li ser siyasetê gotineke nivîskarê kitbêba “Dewletê” û fîlozofê bi nav û Platon ya meşhûr heye, camêr teqrîben 2500 sal berî nuha gotiye:
“Heger hûn bi siyasetê mijûl nebin, wek ceza, hûnê ji alî kesên ji we bûdeletir, ji we xêvtir werin îdarekirin.”
Gava ez bala xwe didim Tirkiyiê û halê me, ez dibêjim gotineke rast e. Gelo hûn çi difikrin?

XXX
Gava partiyên kurd yên nabêna wan ne xweş nêzî hev dibin, diçin ziyareta hev kêfa min tê û ez piştgiriyê didimê.
Ez nabêjim filan partiyê berê hewqas şaşî û xerabî kiriye, lema jî dibê meriv pê ra nepeyive.
Kî wiha bifikire jî ez wiha nafikirim. Ez naxwazim partiyên li ser xeta şaş, di şaşiyên xwe da israr bikin. Gava dev ji siyaseta xwe ya şaş berdin û bixwazin bi hêzên din ra têkiliyên xwe baş bikin tiştekî baş e, min pir kêfxweş dike.
Ez dixwazim kurd neyartiya hev nekin, bi tifaq bin û bibin xwedî siyaseteke netewî. Ne ku her kes wek xwe bimîne, qet xwe neguhere...

XXX
Li gorî texmînan cixareyek 2 deqîqeyan jiyanê kin dike.
Şûşeyek şerab 4 deqîqeyan jiyanê kin dike.
Û rojke kar 8 saetan jiyanê kin dike.
Lê dîsa jî meriv ne ji rojeke kar, ji cixarê û ji şerabê gazinan dike…

XXX


Kekê Yaşar Abdulselamoglu ji bo vî rismî di twîta xwe da wiha nivîsîye:
”Xanî li paş we, têr rênîşandar e! Hêviya kurdan ew e peyamên neteweyî bi vê sembolê bi sînor nebe, pirsa hebûnê be.!”
Birayê ezîz pir xweş gotiye. Bi rastî jî rismekî pir manîdar e. Hêvî dikim ev tifaq, ev dostî tu carî xera nebe, hîn pêş da here û bibe destpêka tifaqeke mayinde.
Û bi hêviya daxwaz û şîretên Ehmedê Xanî ji xwe ra bikin rêber…

21 september 2016

Bi hêviya ev serdan bibe destpêka yekîtiyeke netewî

Serdan û hevdîtineke ji zû da ye hemû kurd li bende bûn û lema jî dilê hemû kurdên kurdperwer û xwedî hiş xwes dike.
Serokê HDPê Selahadî Demirtaş, bi heyeteke mezin ra îro li paytexta Kurdistanê li Hewlêrê bi serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ra dest bi hevdîtinan kir.
Demirtaş û heyeta wî li ber deriyê avahiya serokatiyê ji alî serok Mesûd Barzanî ve bi dilgermiyeke mezin û bi xalîçeya sor hat pêşwazîkirin.
Hemû kurd hesreta dîtina dîmenên wiha ne. Hêvî dikim serokên kurdan di van hevdîtinan da ji bo pêşeroja gelê xwe hin birayrên tarîxî bigrin, di warê hevkarî û yekîtiya netewî da li hev bikin û xeberên baş bidin gelê xwe.
Bala min lê ye di medyaya sosyal da fêsad û gelacan dest bi fêsadî û gelaciyên xwe kirine.
Dibê meriv guh nede van Beko Ewanan, kî li dijî hevdîtinên wiha be, kî yekîtiya kurdan nexwaze, kî nêzîkbûna hêz û partiyên kurdan nexwaze ew ne biaqil e, ne xêrxwazê kurda ye, fêsad e…

XXX


Kurdê bixwaze ji bindestiya tirk, ereb û frisan rizgar bibe, dibê yekîtiya kurdan biparêze û neyartiya partiyên kurd neke.
Bêyî yekîtiyê li tu beşê Kurdistanê jî kurd nikanin bi ser kevin.

Weleh çavê we jî û dilê we jî di axa welatên din da heye



Xwediyê Tirkiyê û bavê tirkan yê nuh Recep Tayyip Erdogan, di axaftina xwe ya konseya Neteweyên Yekbûyî da gotiye ”Bi operasyona Mertala Ferêt çavê wan me li axa tu welatî ye.”
Helbet ev vir û demagojî ye.
Heger bi rastî çavê we ne li axa tu welatî ye, wê demê çi îşê bi hezaran leşkerên we li Sûriyê û li Îraqê heye?
Çima hûn bi tank û topan ketine axa Sûriyê û Kurdistanê?
Heger çavê we di axa tu welatî da tuneye, ev 22 sal in bi hezaran leşkerên we li Kurdistana başûr in. Li Selaheddîn, Hewlêrê, Silêmaniyê. Zaxoyê, Duhokê, Amediyê, Diyanayê, Batûfayê Kanimasî(tabûreke komando), Bamernê(tabûreke zirxî), Başîkayê, Kerkûk û Telaferê bi hezaran leşker, qomando û tîmên çi karî dikin û ji bo çi çûne li van deran bi cî bûne?
Kes ne zarok e, weleh çavê we jî û dilê we jî di axa welatên din da heye û bi taybetî jî di axa kurdan da.
Û lema jî we bi tabûran leşker, tîm û komando li 10-12 derên Kurdistana başûr bi cî kirine.
Û ne kurd dengê xwe dikin û ne jî ereb. Vê tirsonekiyê û bêdengiya kurd û ereban cesaret da we û lema jî piştî Îraqê, nuha jî we axa Sûriyê îşxal kir.

XXX
Cahil pesnê xwe dide û ji pesindanê hez dike
Medyaya tirk medyayeke pir cahil, rezîl, şelaf û ji medeniyetê bêpar e, tam wek dezgeheke mafîayê dixebite.
Ji bo axaftina Erdogan ya di civîna Neteweyên Yekbûyî da di sernivîsên xwe da gotine:
”Erdogan dersa însaniyetê da Neteweyên Yekbûyî”.
Û ji bo sohbeta wezîrê karên derve yê Emerîkayê Kerry ya li ser nigan bi Erdogan ra jî gotine:
”Kerry çû ber nigê Erdogan”!
Sînorê cehaletê tuneye…
Manşetên wiha, gotinên wiha ne yên merivên bi kultur û medenî ne, ancax merivên civatên paşdamayî, merivên dinyanedîtî, merivên bi kompleks tiştên wiha bibêjin û fortên wiha pişika xwe binepixînin…
Kesên ev manşet nivîsîne kesên quruşo ne, ji bo ku Erdogan çend quriş pere têxe mista wan şelafiyên wiha dikin.
Û helbet kêfa Erdogan jî ji pesnên wiha rat ê, ew jî dixwaze şelaf pesnê wî bidin, halanan tê hildin û bi derewan wî mezin bikin.
Ji ber ku hewcedariya wî ji pesnên wiha ra heye, lema jî dixwaze tim pesnên wiha ji der û dora xwe bibihîze û pê egoya xwe tatmîn bike.
Bi taximê reş û qerawêtê meriv medenî nabe, ji bo vê, exlaq û kultureke medenî lazim e û ew jî bi tirkan ra hîn çê nebûye…




20 september 2016

Dibê kurd micadela ji bo perwerdeya bi kurdî geş bikin

Li hemberî perwerdeya tirkî ya nîjadperest, panturkîst, asîmîlasîyonîst û antî kurd bêdeng nemînin, protesto bikin !
Li Kurdistana bakur perwerdeya tirkî ya nîjadperest, panturkîst, asîmîlasîyonîst û antî kurd û Kurdistanî do dest pê kir.
Li Kurdistanê armanca sîstema perwerdeya tirkî, tirkkirina zarokên kurda ye.
Zarokên kurd di mektebên tirkî da bi rengekî irqçî û faşîzan tên asîmîlekirin, ji ziman û kultura kurdî tên dûrxistin.
Dibê kurd êdî vê perwerdeya irqçî û antî-kurd qebûl nekin û li der û li hundur protesto bikin, vê meselê bibin Neteweyên Yekbûyû, Yekîtiya Ewrûpayê û hemû dezgehên însanî yên navnetewî.
Dibê hemû partiyên kurd bi hev ra vê yekê bigrin rojeva xwe û bi programeke mişterek li dijî perwerdeya tirkî dest bi micadeleyeke dûr û dirêj bikin.
Partiyên kurd dibê li hemberî vê sîstema irqçî bêdeng nemînin. Li Kurdistanaê perwerdeya bi tirkî ji apartheid Afrîka Başûr kjî xerabtir e.
Bêdengmanyin qebûl kirina asîmîlasyonê ye…


XXX
Bi sedhezaran, belkî jî bi milyonan kurd ala tirk li buro, yazîxane û li malên xwe bi darde dikin, rozeta ala tirk bi îftîxar bi sînga xwe ve dikin.
Ma we heta nuha qet dîtiye tirkekî jî ala Kurdistanê bi hezkirin hilda be, ya jî rozeta ala Kurdistanê bi sînga xwe kiribe.
Lê sefîrê Îsraîlê yê Almanyayê Yakov Hadas-Handelsman, ala Kurdistanê bilid kiriye û rozeta Kurdistanê bi sînga xwe ve kiriye.
Tirk ala Kurdistanê hilnadin, çimkî ji sedî 99ê tirkan ji kurdan nefret dikin, li dinyayê kurdan wek neyarên xwe yê sereke dibînin.
Lê bi milyonan kurd hîn dijminê xwe nas nakin, hîn bi kêfxweşî û bi serbilindî xulamtiya tirkan dikin…
Ev jî ferqeke kurd û tirka ye…
Ez dibêjim meriv kane eynî  tiştî ji bo ereb û farisan jî bibêje…



XXX
Namerd nebe xwedî mewqî û desthilat. Gava namerd bibe xwedî mewqî û hukim pir tahlûkeye, kane her namerdiyê bike…
Namerdên tirk, ereb û faris xwe dane ser hev û wek gurên har li me kurdan hatine hev...

19 september 2016

Li ser derbasbûna wexta dewleta netewî



Kurd gelek qîmetê didin gotinên kesên biyanî.
Gava biyaniyek li ser kurdan tiştekî rast dibêje, tavilê her kes wê gotinê belav dike.
Lê esas bi sedan kurd her roj wan gotinan dubare dikin, lê kes zêde qîmetê nada gotinên yekî kurd, lema jî belav nakin, di nava kurdan da olan nade.
Ilim dibê yekî biyanî bibêje…
Lê gava biyaniyekî bi nav û deng eynî tiştî dibêje, a wê çaxê ew gotin li ba kurdan dibe xeber.
Di vê şêla me da para psîkolojiya bindestiyê ne kêm e…
Dibêjin Noam Chomsky gotiye, ”Dibê kurd vê fersendê ji dest xwe bernedin. Wexta dewleta netewî neborî ye. Em di serdema dewletên netewî da dijîn.Tezên wiha ji bo xapandina miletên bindest e.”
Ji bo van gotinên rast û dirist mala Noam Comsky ava be, wek alimekî rastgo camêr rast gotiye.
Lê ne hewceye Noam Chomsky ji me ra bibêje, her kes vê rastiyê zane.
Heger meriv zêde ne reben û totikvala be, ya jî ne zilamê dewletê be, meriv zane wexta dewleta netewî derbas nebûye û tu carî jî nabe. Heta milet li ruyê dinyayê hebin, dewleta netewî jî ewê hebe.
Bêdewletî bindestî û koletî ye.
Qet ne hewceyî teoriyan e, ma halê me, perîşaniya me kurdan ne li ber çava ye.
Bi Xwedê halê me ji halê pisik û kûçikên miletên xwedî dewlet jî xerabtir e...
Kî xwe çawa dibîne ez nizanim, lê ez bi xwe halê xwe, rewşa xwe wiha dibînim.
Wek însan, wek kurd, navê min, statuya min çi dibe bila bibe ez sifir im, li welatê min, li bajarê min tu giraniyeke min tuneye. Ez bindestê leşker û polîsên tirk im.
Polîs û mamûrên dewleta tirk kanin nehêlin ez herim welatê xwe û bajarê xwe.
Bêyî ku min sûceke kiribe polîs kanin min li balafirxanê ya jî li dereke din bigrin, min têr bikutin û dû ra jî bavêjin zandanê û bi salan di zandanan da birizînin.
Kanin min mecbûrî axaftina tirkî bikin.
Çima kanin wiha bikin?
Çimkî dewlet ne ya min e, dewleta tirka ye. Ez jî wek kurd bindest û koleyê dewleta tirk im.
Heger dewleta min hebûya kesî ez mecbûrî axaftina tirkî nedikirim, kesî çûna welatê min li min yasax nedikir.
Ez ne xwedî pasporteke netewî me, ez bi pasaporta xelkê digerim. Meclîsa min, ala min tuneye, di xerîteya dinyayê da navê welatê min tuneye.
Welhasilîkelam tuneye û tuneye...
Heger ez viya nebînim maneya xwe ya ez ehmeq im ya jî merivekî pir bêxîret û rezîl im…
Yanî Noam Chomsky bibêje, nebêje ez zanim dema dewleta netewî derabs nebûye, ev îdîa vireke bi boçik e û ev 30-40 sal in jî ez viya dibêjim û dinivîsim…