23 maj 2014

Nivîseke 22 sal berê

Nivîseke 22 sal berê
Akîko Yamada, Japoniya di salekê da fêrî kurdî bûye:
 
"Êşa kurda neqlî dilê min jî bû !"


Heta nuha min Tirk, Ereb, Asûrî, Ermenî, Alman û Swêdîyên Kurdî fêr bûbûn dîtibûn, lê yeka Japonî min nedîtibû.
Lê tesadufên dunyayê pirr in, gava dem tê meriv dibêje "hella hella ev jî hebû ha! "
Li buroya Armancê gava ez rastî Akîkoya Japonî hatim (25.11.92) û bi kurdî silav li min vegerand ez şaş mam, min di dilê xwe da got "hella hella Japon û Kurdî!? ".

Akîko Yamada ji Şamê dihat. Rêwiya Tokyoyê bû. Ji bo dîtina me riya xwe bi Stockholmê xistibû. Û nuha jî li buroya Armancê mîvana me bû.

Piştî sohbeteke kin min jê daxwaza hevpeyvînekê, rûniştinekê kir.

Akîko keçikeke pirr mutewazî ye, dibêje "ez ne tiştek im hûn bi min re hevpeyvînekê bikin."

Lê ez israr dikim. Li ser vê, ciwanikê daxwaza min bi kêfxweşî qebûl kir û êvarekê bû mîvana min.

Akîko ji gelek alî ve keçeke entresant e. Ew piştî tesadufekê biryara fêrbûna Erebî dide û fêr dibe.

Lê di dema xwendinê da têkilîya wê bi Kurdan ra çêdibe. Îcar biryarê dide Kurdî jî fêr bibe û fêr dibe jî.

Ji bo fêrbûnê diçe Parîsê û Şamê dersa Kurdî digire. Bi wê jî qîma xwe nayne, ji bo ku di nav milet da piraktîkê bike diçe Diyarbekrê, li malên Kurdan dimîne, Kurdiya xwe bi pêş dixîne. Û piştî xebateke deh mehan tê nuxta kanibe bi hêsanî bersiva hemû pirsên min bide. Ez jê re dibêjim:


-Te ji tarîx û zimanê Erebî destpêkiriye. Tu li Sûriyê mayî, te li wir ziman xwendiye. Û îşev jî tu li mala Kurdekî, di nav kurdan da rûniştiye, bi Kurdî dipeyive. Çawa bû tu hat vê nuxtê? Ev întrese, ev tesaduf çawa çêbû?.

Li hember vê pirsa min dimizice. Dibêje:

-Çîrok pirr dirêj e, min zimanê Erebî salekê xwend, piştî salekê ez çûm mektebê, qismê tarîxê. Di vî beşî da ji Qamişloyê xwendevan pir bûn, hemû Kurd bûn. Muamela wan bi min ra pirr baş bû. Ez çûm malên wan, min urf û adetên wan ji nêz va dîtin. Min dilê wan nas kir.

Gava meriv li Akîko guhdarî dike, meriv dibîne bi rastî jî çîroka wê ya fêrbûna Kurdî dirêj e.
Di dema şerê Xelîcê da ew çûye Hesiçê, Qamişloyê, bi rojan di nav millet da maye, tirs û heyecana Seddam ewê êrîşê Kurdistana Sûriyê jî bike, bi çavên serê xwe diye. Xwestiye di dema şer da muşaheda pisîkolojiya millet bike. Dibêje:


-Millet nîv bi tirs û nîv bi hêvî bû. Digotin piştî şer belkî Seddam here û Kurdistan çê bibe.

Li gor wê her kurdekî Kurdistana Sûriyê dixwest bi hawakî, alîkariya Kurdên Îraqê bike.

-Hetta hin hevalên min ên xwendevan dixwestin herin şer. Wilo min û wan, me yek tişt hîs dikir. Yanî min jî eynî wek wan şuûrek derbas kir. Ew êşa di dilê wan de neqlî cem min jî bû. Piştî vê dan û standinê min xwest ez mesela Kurd bêtir nas bikim. Û ji bo vê jî Kurmancî lazim e.

Û tiştê lazim bû jî kiriye, çûye li Kurdistana Sûriyê û li Kurdistana Turkiyê bi mehan di nav millet da maye. Bi Kurdî peyivîye, guhdarî kiriye. Bala xwe dayê ev jî têrê nake, îcar lêxistiye çûye Parîsê, Enstîtûya Kurdî, li wir ji Kurdekî Sûriyê dersa Kurdî girtiye.

-Par ez vegeriyam Japonyayê. Min proja xwe çêkir. Min dixwest ez kurmancî fêr bibim. Lê çawa? Hat bîra min li Parîsê Enstîtûya Kurdî heye. Min got ezê biçim ba wan. Û ez çûm Parîsê, Enstîtûya Kurdî. Min dixwest ez mamostayekî bi Îngilîzî-Kurdî ya jî Kurdî-Erebî zanibe bibînim. Mamostekî ji kurdên Îranê ji min ra got: "yek ji Sûriyê heye", kêfa min hat. Ew, kurdekî ji Qamişloyê bû. Kurmancî baş zanibû. Ez çendekî mam. Di vê demê da ji sibê heta êvarê ez wer li ba wî bûm. Min pirr feyde jê girt.

Ji ber rewşa aborî nikanibûye pirr bimîne. Vedigere Şamê. Piştî xwendina Parîsê biryarê dide di nav milet de bimîne. Li Şamê piştî mehekê, du mehan dostekî Dilawerê Zengî nas dike. Sê mehan jî li ba Dilawer giramera Kurdî dixwîne. Lê ji tempoya fêrbûna xwe ne razî ye. Dibêje:

-Piraktîk tunebû ez her bi Erebî dipeyivîm. Ez pirr aciz bûm. Min biryar da ez herim Tirkiyê. Çimkî li wir kes bi Erebî nizane. Û ez çûm.

Çaxa Akîko bi telefuzeke Japonî hêdî hêdî van tiştan ji min ra dibêje, li ser navê wan kesên ku "gotinên pirr mezin" dikin, lê bi zimanê xwe napeyivin yan jî hewl nadin fêr bibin, ez fedî dikim, li ber xwe dikevim.

Belê, Akîko carê gotiye "ezê fêr bibim" û wê fêr bibe jî. Ew di havîna 1992an da dihere Kurdistanê. Li Diyarbekirê li dor mehekê li mala kurdperwerekî dimîne. (Ez navê xwediyê malê jê dipirsim, nabêje). Di vê demê da xwe bi pêş dixe.

Ez entresa wê ya li hember tarîx û zimanê Erebî jî meraq dikim. Dibêjim çima Erebî, çima tarîxa Ereban?

-Çîroka vê jî berî deh salan dest pê dike. Li Tokyoyê, li Unîversîtê di sinifa yekê da bûm. Maddeyek li ser tarîxa Îslamê hebû. Di sinifê da xwendevanekî Suûdî hebû. Ji dêlî mamoste ve, wî sûreke Quranê pêşkêşî me kir. Ev cara ewil bû min ayetek ji Quranê dibihîst. Bi zimanê Erebî. Dengê wî pirr xweş bû. Dengê wî li ser dilê min tesîreke mezin hîşt. Tiştekî pirr sipehî bû. Piştî salekê ez çûm qismê tarîxê, min dest bi xwendina tarîxa Ereban kir. Piştî min xwendina xwe qedand, min xwest ez derkevim derve, ya Misirê, ya Urdinê ya Tunisê ya jî Sûriyê. Ez çûm Suriyê.

Diçe Şamê. Li wir salekê Erebî dixwîne, Erebiya wê pirr baş dibe. Ew bi rûyekî kenok dibêje:

-Ewilî meyla min li ser Erebî bû. Lê piştî danûstandina min bi Kurdan ra zêde bû, ew meyla min bi alî Kurdan ve guherî.

Min jê pirsî:
-Tu mehekê li Kurdistana Tirkiyê mayî. Di vê demê da tiştê herî bala te kişand, tu yê zû bi zû ji bîr nekî çiye?.


Bi yek gotinê bersiva min dide:
-Tirs.


Ez mereq dikim. Loma jî dibêjim, ji çi?

-Ji dewletê û ji îthamên hin kesan. Ez mêvana yekî bûm. Ew jî dostê hêzekê bû. Dilnexwazekî dikanîbû bigota "eva ecnebî li vir çi digere, gelo îşek tê heye? "

Piştî vê ez dipirsim:
-Baş e, tiştê herî xweş ku ewê ji bîra te neçe çi ye?


Akîko li hember vê pirsa min jî pir nafikire, dibêje:

-Meziniya dilê gelê Kurd. Ez mîvaneka bê wext bûm, bes wan got: " ehlen û we sehlen " Ez qebûl kirim.

Akîko dixwaze bi gotinên hêsa tiştekî li ser Kurdan binivîse ku gelê Japon kanibe jê fahm bike, li ser Rojhelata Navîn hinekî îhtîmamê çê bike.

Akîko dikane bi du elîfbeyan jî (Latînî-Erebî) kurdî binivîse û bixwîne. Lê li gor wê Latînî hêsantir e.

Dîtinên Akîko li ser jinên kurd jî hene.

-Jinên Kurd xurt in, bes li ser yên Kurdistana Sûriyê tesîra Ereban û Îslamyetê bêtir heye. Pir di hundir da mane. Lê, mesela ez çûm Stenbolê, min dît gelek jinên Kurd ji bo Kurdan dixebitin. Lê li Şamê kêm in.

Lê Akîko alîyekî Kurdên Suriyê yê baş dîtiye, ji min ra pesnê wan dide. Dibêje li gor ehlê Diyarbekirê bêtir bi Kurdî dipeyivin. Li Diyarbekir zarok bi Kurdî nizanin.

Rojnama Armanc. Hejmar:136. Sibat-1993

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar