tag:blogger.com,1999:blog-10768114968856630902024-03-18T17:21:51.390+01:00HINDIK - RINDIKji sala 2007a vir va…Zinarê Xamohttp://www.blogger.com/profile/03203143342342846542noreply@blogger.comBlogger9187125tag:blogger.com,1999:blog-1076811496885663090.post-23007960010966097582024-03-18T16:16:00.008+01:002024-03-18T17:21:20.062+01:00Di Newrozên îsal da ala Kurdistanê qadên Newrozê dixemilînin
Newroza Stenbolê
Di pîrozbahiyên Newroza îsal yên ji alî DEM partiyê li Tirkiyê û li Kurdistanê
tên pîrozkirin ala Kurdistanê û axaftinên kurdî li gorî salên borî zêdetir e.
Di Newroza Stenbolê da qada Newrozê bi alên kurd ve xemilî bû. Rismê Qadî Mihemedê gorbihuşt bi ala kurd ra di nava milet da li ba dibû.
Ev pêşketineke
baş e. Meriv pê dilşad dibe.
Gava ez dibînim kurd li zimanê xwe, li ala xwe, li mezinên xwe yên canên xwe fedayî Kurdistanê û serxwebûna miletê xwe kirine xwedî derdikevin pir dilşa dibim.
<o:p></o:p>
Hêvî dikim ev tevgera netewî bêtir bi pêş keve, kurd bêtir li hêjayiyên xwe, li sembolên xwe xwedî derkevin.
XXX<o:p></o:p>
Îbrahîm Xelîl Baran, li ser beşdarnebûna merasima cenazeyê
bavê xwe, neketina bin darbesta wî, wiha gotiye:<o:p></o:p>
”Li sirgûnîyê tirsa tewrî mezin, hatina xebera mirina dê û
bavan e. Jana dûrîyê ji elema mirinê girantir e. Xwedê em ji vê jî kêm nekirin.
Şabaş ji derdê me ra.”<o:p></o:p>
Serê we sax be, Xwedê sebrê bide we. Gorra wî bihuşt be.<o:p></o:p>
Te jan û kula dilê me xweş tarîf kiriye. Min jî eynî êş û
jan du caran kişand, ez jî neketim bi darbesta dê û bavê xwe. Ew janeka giran
e, bêderman e<o:p></o:p>
XXX
Facebookê Newroza 2017´a aniye bîra min. Baş kiriye.
Newrozeke xweş bû, li mekanekî tarîxî bû. Stockholm, Qesra Belediyê, Salona Hişin.
Bi navê xwe yê swêdî, Bllå Hallen.<o:p></o:p>
Êdî em hesretiyên wan rojan e.<o:p></o:p>
Newroza we ji nuh da pîroz be!<o:p></o:p>
Ez, xanima min û efara me ya dawî lawikê me Rojen.<o:p></o:p>
XXX
Kulîlk dema diçilmise
bi ser koka xwe da ditewe. Sirgûnî, dûriya ji welat û qewmê xwe, ji malbat û
dost û hevalên xwe ew e. Meriv wek kulîlkekê roj bi roj diçilmise, heta rojekê
hişk û o´la bibe.
XXX
Efrîna delal 6 sal berê, di 18´ê adara 2018´a da ji alî Tirkiyê va hat dagirkirin. Di 6 salan da Efrîn talan û wêran kirin, demografiya wê guhertin. Hov û zebaniyan qirra zeytûnên wê anîn. Efrîn di bindestê neyar da dinale, li bende rizgariya xwe ye...
<o:p></o:p>
Zinarê Xamohttp://www.blogger.com/profile/03203143342342846542noreply@blogger.com0tag:blogger.com,1999:blog-1076811496885663090.post-78167413157034160192024-03-17T22:36:00.002+01:002024-03-17T22:36:48.992+01:00Îro li Stockholmê bê dar wergerandin
Di orta adarê û biharê da zivistana me bi paş da hat. Vêsê Stockholm
12 derece di binê sivirê da sar e. Kompîtora min wer dibêje. Bayekî pir sar tê,
meriv di ber bê dihere. De were di vê sir û serma bêwext da here bimeşe. Dibê
kincên zivistanê dîsa ji dolabê derxînim. Meriv şaşomaşo dibe.
<o:p></o:p>
Berfê vekiriye lê bayekî pir sar tê, çûk li hewa diqefile.<o:p></o:p>
Bawerî bi hewa Swêd nayê, surprîzên wiha ne ecêb e, berê jî
gelek caran qewimîye.
<o:p></o:p>
Di vê ba û bahozê da em çûn gera xwe. Lê rê li me hatibû
girtin, bê darek xistibû. Rehên hin darên Swêd xwe zêde bera kûr nedane, dema
bayekî xurt li daristanan gelek dar dikevin, rê tên girtin. Dûra, di vegerê da roj derket û dinya germ bû. <o:p></o:p>
XXX<o:p></o:p>
Carnan hin tesaduf dibin sebebê tiştekî xêrê û baş. Min
Makpirtuk pêşniyarî dostê xwe yê hêja Welat Nehrî kiribû. Kitêba min jî di nav
da, barek kitêb ji Makpirtûkê temî kiriye.
Min Makpirtuk pêşnuarî çend kesên din jî kir, ew jî jê pir
memnûn man.<o:p></o:p>
Ji bo ku dezgeheke me baş dixebite û xelk jê memnûn e ez pir
kêfxweş bûm.<o:p></o:p>
Lê kes reqlameke wiha belaş nake, dibê xwediyê Makpirtukê
min xelat bike<o:p></o:p>
XXX
Rast e, yê kevir qul dike ne hêza avê ye, berdewamiya
dilopan e.<o:p></o:p>
Di siyasetê da serketin girêdayî îstîkrarê, berdewamîyê
ye.Yê bidomîne carnan zû, carnan dereng, biser dikeve.<o:p></o:p>
XXX
-Şaşî mexsûsî însên e, lê heger jêbira we berî qelema we
diqede, tê wê manê hûn zêde şaşiyan dikin.<o:p></o:p>
XXX<o:p></o:p>
Dibê meriv berê ber deriyê mala xwe şirt bike, dûra eynî tiştî
ji cîranê xwe bixwaze.<o:p></o:p>
Berî rexnekirina xelkê meriv kêmasiyên xwe bibîne, wan rast
bike çêtir e. Her kes xwe rast bike mesele namîne.
Zinarê Xamohttp://www.blogger.com/profile/03203143342342846542noreply@blogger.com0tag:blogger.com,1999:blog-1076811496885663090.post-5741006825230205432024-03-17T17:27:00.004+01:002024-03-17T17:33:48.194+01:00Dibê em li ser gelş û meseleyên civata xwe bipeyivin
Li welatên kapîtalîst, pêşketî bi pêşketinên civakî, sosyal
ra hin fikir û tevgerên nuh derdikevin holê. Ew tevger, ”îzmên” nuh li gorî
pêşketinên wan welatan in.
Em kurd jî, him jin, him mêr, gelek caran tevgerên welatên pêşketî, hin tevger û ”îzmên” wan
texlîd dikin, dixwazin wan tevger û ”îzmên” ne li gorî civata me kopî bikin.
Ev
ne rast e, gelek ”îzmên” ewrûpiyan ne li gorî me ne. Çimkî civata me, miletê me
wek ewrûpiyan bi pêş neketiye, di nabêna me da herî kêm sedsal, esrek heye.
Dibê meriv wexta xwe bi îdeolojiyên, bi minaqaşeyên ne li gorî civata me ne
derbas neke, serê xwe bi ”îzmên” civatên pêşketî, kapîtalîst ra neêşîne.
Me 50-60 sal çepîtî, komunêstî kir, me Marks, Engels, Lenîn, Mao Xwend. Me çi
bi dest xist, me çi havil kir?
Ji dêlî wê me kultura miletê xwe, devok û lehçeyên xwe baş nas bikirana, me demogarafiya
welatê xwe baş nas bikira, em zimanê xwe baş fêr bibûna, em tarîxa xwe fêr
bibûna, me klasîkên xwe na nas bikirana ji bo me hezar qatî baştir û bi fêdetir bû.
Lê me wer nekir, me da dû komunîzmê, lenînîzmê, maoîzmê, Enwer Xoce.
Ev serpêhatî û şaşiya me dibê ji me ra, ji nifşên nuh ra bibe tecrûbe, dibê ew
jî wek me, eynî şaşiyê nekin, ”îzmên” ewrûpiyan yên nuh kopî û texlîd nekin.<o:p></o:p>
Bala min lê ye di medyaya sosyal da, vîdeoyan da hîn jî
minaqaşeyên ”îzman” dikin.
Meriv tevgerên dinyayê, îdeolojiyan nas bike zirar
tê tune ye, lê dibê meriv wan wek gelşên civaka me nebîne û minaqaşe neke.
Kera barê meriv ne lê, dibê meriv ne ço kê, ne hûş kê. <o:p></o:p>Dibê em li ser gelş û meseleyên civata xwe bipeyivin, serê xwe bi wan ra biêşînin, ne bi hin sosyalîzmê, komunîzmê, femînîzmê û hin "îzmên" ne li gorî civata me.
Zinarê Xamohttp://www.blogger.com/profile/03203143342342846542noreply@blogger.com0tag:blogger.com,1999:blog-1076811496885663090.post-8779425844767565352024-03-16T20:55:00.006+01:002024-03-16T21:04:51.060+01:00Em îro li pêşangeha resamekî nuh bûn
Îro li Stockholmê li Kitêbxaneya Kurdî pêşangeha(sergîya)resam,
nivîskar, muzîkjen Dorpêç Kobane hebû. Resamê hêja çend tabloyên xwe yên bijare
pêşkêşî beşdaran kir.
Dorpêç Kobane tabloyên xwe wek ”kubîzma modern” bi nav dike.
Mamostê sinet(hunerê)Zaher Husseini û Dorpêç Kobane li ser sinetê wî sohbeteke
xweş kirin.
Di tabloyên Dorpêç da reng wek baxçeyekî kulîlkên rengîn e, mrtib ji temaşa wan
têr nameb.
Gelek kurd û swêdiyên hunerhez hatibûn pêşangehê.
XXX
Di serê min da hin xeyal û planên xweş hene. Lê nikanim bicî
bînim. Dil heye, îmkan û hêz tune ye. Ev yek meriv xemgîn dike.<o:p></o:p>
Li dinyayê karê herî zor, tiştê meriv dixwaze bike, lê
nikane, tenê wek xeyal di serê meriv da dimîne. <o:p></o:p>
Ew jî xweş e, meriv sebra xwe pê tîne.<o:p></o:p>
XXX<o:p></o:p>
Di siyasetê da dibê meriv nebêje bira ji min be, bira ya min
be çi dibe bira bibe; bira nezan be, bira ji heqê karê xwe derneyê.<o:p></o:p>
Nîvhekîm meriv ji can, nîvmele meriv ji îmanê dike. Di
siyasetê da jî kesên nezan, neerbabên karên xwe jî zira didin welat û miletê
meriv.<o:p></o:p>
XXX
Kî wefadar e, kî bêwefa ye meriv nizane. Çimkî wefa jî wek
hezkirin û nefretê di dil da ye, meriv nizane di dilê kê da çi heye. <o:p></o:p>
Lê rojek tê, bi minasebetekê rastiya di dil da xwe dide der,
wê demê meriv însên nas dike.
Zinarê Xamohttp://www.blogger.com/profile/03203143342342846542noreply@blogger.com3tag:blogger.com,1999:blog-1076811496885663090.post-20563487365281720902024-03-16T08:21:00.004+01:002024-03-16T08:28:10.504+01:00Helepçeyê ji bîr nekin !
Îro 16´ê adarê ye, roja qatilên Seddam Husên li Helepçeyê jahrî bi ser kurdan da barandin,
6500 kurd bi jahrê kuştin,.15 hezar kes jî jahrdadayî kirin, kor, seqet hîştin.
Di tarîxa miletê kurd da 16´ê adara 1988´a rojeke pir xembar û pir reş e, roja
felaketeke netewî ye. Hîroşîma û Nagazakîya miletê kurd e.
<o:p></o:p>
Qetlîama Helepçeyê di dilê kurdan da birîneke pir kûr
ya bêderman e, heta kurd hebin ewê qetlîama Helepçeyê ji bîr nekin.
36 sal di ser Jenosîda Helepçeyê ra derbas bû, lê hîn jî dawî li jenosîda kurdan nehatiye.
Li her çar perçên Kurdistanê kurd di bin zulm û teroreke mezin da ye. Li tu derê rehetiyê nadin kurdan.
Tirkiyê bi sedhezaran kurd ji gund û bajarên wan derxistine, ereb û tirkmen di malên wan da bicî kirine. Yanî tehcîr û qetlîama kurdan hîn berdewam e.
Meha adarê di tarîxa miletê kurd da meheke mişt êş, cefa, trajedî û qetlîam in. Di vê mehê da kurd him Newrozê pîroz dikin, him jî jenosîda Helepçeyê bibîr tînin.
Di 36 saliya jenosîda Helepçê da şehîdên Helepçeyê bi hurmet bibîr tînim.
<o:p></o:p>
Zinarê Xamohttp://www.blogger.com/profile/03203143342342846542noreply@blogger.com0tag:blogger.com,1999:blog-1076811496885663090.post-86918771274824454882024-03-15T08:44:00.003+01:002024-03-15T08:45:18.152+01:00Ne rast e meriv karên Kendal Nezan ji bo miletê xwe kiriye înkar bike
Di Facebookê da camêrekî bi navê Mehmet Amed Xerîb gotiye:
”Heta îroj min ti karên Kendal Nezan nedît ji bo kurd û Kurdîstanê.”
Ez matmayî mam. Ev kes hetanî nuha ya di guhê gê da bûye, lema tu xebateke
Kendal Nezan ji bo kurd û Kurdistanê nebihîstiye, ya jî merivekî pir dilreş e,
bi zanetî heqê Kendal Nezan dixwe, keda wî înkar dike.
Ji bo ku meriv bibêje ”min tu karekî Kendal Nezan ji bo Kurd û Kurdistanê
nedîtiye” dibê ya meriv kor be, ya jî derewçînekî mezin be, heqnenas be.
Li Dîasporayê di van 50-60 salên dawî da tu kurdekî bi qasî Kendal Nezan ji bo
kurdan karên muhîm nekiriye. Xwezî bi hezaran Kendal Nezanên me hebûna.
Kendal Nezan di sala 1983´a da li Fransayê Enstîtuya Kurd avakiriye. Heta nuha
bûrs daye bi sedan akademîsyen, keç û lawên kurd.
Enstîtuyê li ser kurmancî xebat û lêkolînên pir hêja kiriye. Kovara Kurmancî
derxistiye. Kamûsa(ferhenga) Kurdî-Fransî çap kiriye.
Çend roj berê li Stockholmê civîna 70 bi şahiyekê pîroz kirin. Înformasyonê li
ser kurdan belav dike.
Ji xebatên Enstîtuyê ev tenê çend tiştên hatin bîra min.
Bêguman tiştên Enstîtuyê ji bo kurdî û miletê kurd kirine pirtir in.
Dixwazin ji Kendal Nezan hez bikin, dixwazin hez nekin, lê dibê meriv heqê
Sezar bide Sezar. Kendal Nezan bi serê xwe,bi xebata xwe, bi îmkan û têkiliyên
xwe ji bo miletê xwe, ji bo kurdên her çar perçên Kurdistanê gelek xebatên
hêjayî pesin û teqdîrê kirine.
Kendal Nezan 50-60 sal e li Ewrûpayê ji bo gelê xwe wek lobîîstekî pir jîr û
jêhatî xebitiye, di her roja teng û giran da çûye gazî û hawara miletê xwe û
partiyên her çar perçên Kurdistanê.
Kes nikane vê rastiyê, vê tarîxê înkar bike. Yê bike neheqiyê dike. Û bi înkarê
jî ev tarîxa Kendal Nezan ji ortê ranabe.
Ne rast e, ne jî ehlaqî ye meriv kar û xebata însanan înkar bike, tune
bihesibîne.
Dilê meriv jê ra nexwaze, meriv nexwaze qala xebatên wî bike jî dibê înkar
neke. Înkara rastiyê bêûjdanî ye, bêexlaqî ye.
Ez Kendal Nezan ji dûr va nas dikim, tu samîmîyeteke min bi camê ra tune ye. Lê
tiştê min dîtiye înkar nakim û dema gotin li gotinê keve fikrê xwe, tiştê min
dîtiye dibêjim.
Di 44 salên jiyana xwe ya li dîasporayê da nebûme şahidê xerabîyeke camêr.
Hin kes jê hez nakin, li nigê wî dixin, ew jî normal e, meriv çiqasî baş be jî
dîsa kêfa her kesî ji meriv ra nayê.
Lê em bibêjin belkî hin kêmasî û şaşiyên wî çê bûbin. Meriv kane viya bi
zimanekî maqûl bibêje, rexne bike. Kesê karekî neke şaşiyê nake.
Lê kêmasiyek, şaşiyek gerek nebe sebebê înkarkirina kar û xebatên wî yên ji bo
kurd û Kurdistanê.
Li dinyayê tu kesê bêkêmasî tune ye, merivê tu carî şaşiyekê neke tune ye. Di
nav kar û xebata siysî, dîplomasî da meriv carnan hin kêmasî û şaşiyan dike. Ev
jî normal e. Mirî û tiralên bêkêr şaşiyê nakin.
Zinarê Xamohttp://www.blogger.com/profile/03203143342342846542noreply@blogger.com0tag:blogger.com,1999:blog-1076811496885663090.post-58492316132917331812024-03-15T07:58:00.005+01:002024-03-15T08:00:39.352+01:00Kurmancî kirine porê dînan
Bi vî aqilî emê kurmancî bikin zimanekî kurmanc jê fêm
nekin. Musebibên vê jî hin kurmancên bi ber bayê soranan ketine, hin gotinên
wan yên naylon kopî dikin, kurmancî kirine porê dînan.
Sernivîseke malpera Rûdawê wiha ye: ”Erebekî hawirde li Efrînê zarokekî Kurd
kuşt û cenazeyê wî avêt bîrê”
"Erebên hawirde li Efrînê bicî dikin."<o:p></o:p>
Ez nizanim ”hawirde” çi ye, min li ferhengên dijîtal nêrî.
Li gorî ferhengan ”hawirde” îtxalat e. Ferheng dibêje, ”bûjenên ku ji derve
hatine standin”.
<o:p></o:p>
Peyva ”bûjen” cara pêşî ye dibihîzim, maneya wê nizanim. Lê
ji gotinê wer xuya dike ”bûjen” di maneya mal, malzeme da hatiye bikaranîn.
Yanî ”hawirde”, mal û malzemeyên, tiştên ji derve tên îtxalkirin.<o:p></o:p>
De îcar erebên dagirker, mahcir çawa dibin ”hawirde”, yanî
îtxal?<o:p></o:p>
Îxrac, meriv tiştekî difroşe derve, îtxal jî meriv ji derve
dikire.<o:p></o:p>
Kurmancî ji gêrmiya gavanan jî xerabtir kirine. Êdî meriv
sernivîsekê jî fêm nake.<o:p></o:p>
ferheng dibêjin "hawirde" îtxalat e, malzemeyên ji
welatên din tên kirîn, tên îtxalkrin.<o:p></o:p>
Însan nayên îtxalkirin û îxrackirin.<o:p></o:p>
Di çêkirina gotinan da dibê meriv hinekî cidî be.<o:p></o:p>
Erebên Efrînê mahcirên dagirker in.
Ne hewceye meriv nadêrekê pêveke, meriv dibêje ereban li Efrînê bi cî dikin.<o:p></o:p>
Dema meriv li gundekî, li cimatekê bibêjî "erebên
hawirde" xelkê çi fêm bike?<o:p></o:p>
Jixwe "hawirde" jî navdêreke beradayî ye, dewsa
îtxalê nagire.
Tirk hewqas sal in xwedî dewlet in hîn jî dibêjin îtxalat û îxracat. Soranên me
wek fabrîqê gotinan çêdikin.
Hin kurmancî di cî da wan tiştên berradayî kopî
dikin. Bi tiştên wiha kurmancî dewlemend nabe, bi pêş nakeve. Belovacî wê xera
dibe, dibe zimanekî milet jê fêm neke.<o:p></o:p>
Zinarê Xamohttp://www.blogger.com/profile/03203143342342846542noreply@blogger.com0tag:blogger.com,1999:blog-1076811496885663090.post-82305479825419025992024-03-14T16:28:00.003+01:002024-03-14T16:28:35.847+01:00Li Tirkiyê ev e halê kurdan
Li qeza Agiriyê Bazîdê leşkerên tirk xortê endamê Meclîsa
DEM partiyê, Birîndar Gezîcî bi şîşî îşkenceyeke wer lê kirine, her dera wî
kirine kerikonê reş, lawik kirine malê mirinê.
Tiliyên destê wî perçe kirine.
Serê wî, pozê(bîvila) wî şikandine.
<o:p></o:p>
Piştî vê wahşetê, di ser da ew birine avêtina zindanê.
Barbariyeke, wahşeteke ji viya mezintir nabe.
<o:p></o:p>
Kurdên hîn jî hevalên vê hukûmetê ne ji sadîstên Birîndar
Gezîcî kirine malê mirinê xerabtir in.<o:p></o:p>
Ev rismê Birîndar Gezîcî tenê têrê dike ji bo ku hûn dewleta
tirk û tirkan nas bikin.
Yên ev îşkence li vî xortê kurd kirine nehatine girtin, xortê marûzî vê îşkenceya hovane bûye avêtine zindanê. diyar e dilê hakimê tirk bi vê îşkenceyê rehet nebûye, lema xort tewqîf kiriye.<o:p></o:p>
XXX<o:p></o:p>
AKP´ê li gelek bajarên Kurdistanê bi rayên sexte ji nuha da
qezenkirina xwe saxlem kiriye.
Rêxistina CHP´ê ya Sêrtê gotiye li Sêrtê, Rêveberiya Hêzên Taybet jî di nav de,
li 4 navnîşanan navê 6 hezar û 643 kesan hatiye nivîsîn.
DEM partiyê jî berî nuha bi demekê qala sextekariyên wiha kiribû.
Ji bo ku belediyê ji kurdan bigirin ne li Sêrtê tenê, li gelek bajarên din jî
eynî tişt kirine. Sextekarî karê wan wan e. Ancax bi sextekariyên wiha qezenc
bikin. Heger ev nebe ewê bi zorê nedin, bibêjin me qezenc kiriye. Çimkî tirkiye
êdî dewleteke wek Somalî û Sûriyeyê ye.
Zinarê Xamohttp://www.blogger.com/profile/03203143342342846542noreply@blogger.com0tag:blogger.com,1999:blog-1076811496885663090.post-22002165940013630572024-03-14T08:58:00.003+01:002024-03-14T09:00:05.887+01:00Her ketin û rabûnek tiştekî nuh fêrî meriv dike
Meriv ji tiştên, ji rewşên zor û zahamet tim bi gazin e,
bînteng dibe, dike ax û of.
Lê esas zor û zahmetiyên meriv dikşîne pir baş û bi fêde ne. Çimkî ew meriv dikin
xwedî tecrûbe.
Ji her ketin û rabûnekê meriv tiştekî nuh fêr dibe.
Serpêhatî, tecrûbe dikevin ser hev, dibe zanîn
<o:p></o:p>
XXX
Di siyasetê da dibê meriv zarşîrîn, bînfire be, li hemberî
rexneyan hêrs nebe, bi tehamul be. Dikandarê murûztahl, hêrsok kes riya xwe bi
dikana wî naxîne, alvêrê ji ser nake. Zarê şîrîn kilîta dil e.
<o:p></o:p>
XXX
Fikirîn rehet e, kirin zor e. Li dinyayê tiştê herî zor kirina tiştê meriv
xeyal dike, meriv difikire.
<o:p></o:p>
Lema jî ya muhîm ne gotine, kirine. Yê negot û kir mêr e, yê
got û kir şêr e, yê got û nekir kerê nêr e.<o:p></o:p>
XXX
<o:p></o:p>
Tiralî, tembelî xisletekî ne baş e, meriv xurt nake,
belovacî wê ji hêz û taqetêda dixîne. <o:p></o:p>
Hesinê nexebite zengê digire, merivê nexebite zû ji hêz û
pertav da dikeve. Xebat ker e, tu bajo ewê here. Xebat zêrê zer e.<o:p></o:p>
XXX
-Hevza xwe ji şelafan bikin. Çimkî kesên şelaf însên bi kevçiyê
vala xwedî dikin.
<o:p></o:p>
Kesê gotinên neheq tesdîq bike şelaf û durû ye.<o:p></o:p>
XXX
<o:p></o:p>
Cehalet gava li welatekî hukim bigire destê xwe pir talûke
ye, kane her dînîtiye bike, kane civatê jî cahil bihêle, nezaniyê, cehaletê
bike kultur û îdeolojiya civatê.
<o:p></o:p>
Sîleha cehaletê derew û pesnê bêbingeh û irqçîtîye.<o:p></o:p>
<o:p> </o:p>XXX
<o:p></o:p>
Ji bo ku meriv bibe mîrê zanînê, şert e meriv bibe xizmetkarê
xebatê.
<o:p></o:p>
Bêyî ked û xebat meriv zane nabe. Zanebûn tunebe serketin jî
ne mimkûn e.<o:p></o:p>
Zinarê Xamohttp://www.blogger.com/profile/03203143342342846542noreply@blogger.com0tag:blogger.com,1999:blog-1076811496885663090.post-49210552302890792972024-03-13T08:35:00.002+01:002024-03-13T09:21:10.420+01:00Sosireta emelîyatên estetîk
Ev 20-30 sal in li gelek welatên dinyayê însan bûne dînên,
muptelayên deqan; li ciyê rehetiyê canên xwe didin ber deqan, xwe dikin
kerikonê reş.
Tevahiya laşên xwe, ruyên xwe, heta bigihîje serên xwe jî dideqînin. Hin însan
xwe dikin wek sêleke reş, tenê çav xuya dikin. Yanî deqandin wek nexweşiyeke pir berfire li dinyayê belav bûye.
Nuha jî jin bi navê emelîyatên estetîk, botoks li ciyê rehetiyê xwe dixin binê kêrê, xwe
dikin qird, ibret, sosiret.
Pêsîrên xwe mezin dikin. Lêvên xwe, pozên xwe, buruyên xwe, kulêmekên xwe emelîyt dikin, diguherînin, mezin û biçûk dikin, xwe dikin qird.
Min do bi şev di telewîzyona Swêd, di programa FARMEN´ê* (Çiftligê) da keçikek dît, dilê min
gelkî pê şewitî. Feqîrê bi emelîyata estetîk xwe kiribû qird, benderuhek meriv jê ditirsiya...
Lêvên xwe kiribû balonek mezin, hinarîkên ruyê xwe dagirtibû, kiribû wek du
sêvên sor.
Çavên xwe kiribûn tas, buruyên xwetiliyekê pahn û reş kiribû. Ji bo
qermîçokên eniya wê xuya nekin, çermê eniya xwe kişandibû, meriv newêrîbû lê
binêriya.
Yanî bi gotineke herî sivik, xwe ji însanîyetê derxistibû, kiribû pîrebokeka
rastîn. Yên wek wê pir in. Li çarşiyê, di telewîzyonê da meriv dibîne.
Ez fêm nakim, jin çima xwe dixin vî halî?
Çimkî bi emelîyetên wiha xweşik, xweşiktir nabin; dibin meymûn, dibin sosiretên
giran. Hinek dibin mesqere, meriv nikane li ruyö wan binêre.<o:p></o:p>
Hin însan dibin alkolîst, narkoman, nikanin dev jê berdin.
Emelîyata xweşikiyê, estetîk jî di nav jinan da bûye nexweşiyeke pir mezin, ji
muptelatiya narkomaniyê xerabtir bûye.
Dibê rê li ber vê dînîtiyê, vê nexweşiyê were girtin, li ser were axaftin.
Jinên emelîyatên wiha dikin psîkolojiya wan ne baş e, dibê civat alî wan bike.<o:p></o:p>
Sitranbêjeka me ya dengxweş heye, nuha li Almanyayê dijî, ez ji dengê wê hez dikim. Hin kilamên xweş dibêje.
Wê rojê di telewîzyonekê da min dît, ez matmayî mam, min
ji min da nas nekir Min ji xanima xwe ra got, ev xanim filan kesê ye, wê jî
bawer nekir.
*Farmen, şoveke klasîk e, li ser esasê hîlebaziyê, pêşbaziyê,
qezenckirinê ye.
Kesên beşdarî programa Farmenê dibin li gundekî, çeftligekê çend hefteyan wek
însanên sedsala 18´a jiyaneke pir sade dijîn.<o:p style="font-size: 22pt;"></o:p>
Zinarê Xamohttp://www.blogger.com/profile/03203143342342846542noreply@blogger.com0tag:blogger.com,1999:blog-1076811496885663090.post-7438718280425571152024-03-12T19:13:00.000+01:002024-03-12T19:13:12.459+01:00Biharê îro çav bi me ra qurç kir
Îro biharê serê xwe nîşanî Stockholmê da. Hewa pir xweş bû,
ji erdê hilm û gilma biharê difûriya. Min û xanimê bi du seet meş, me xwe
teslîmî tîrêjên rojê kir.
<o:p></o:p>
Berf heliya ye, ruh bi tebîetê da hatiye, zilikên kulîlkan
serê xwe ji bin axê derxistine; dibêjin êdî bihar e.<o:p></o:p>
Tîrêjên rojê bedena min û xanim baş germ kir, kêfa me anî.  Me kum û lepikên xwe danîn û xwe baş da ber tîrêjên
rojê yên zêrîn. Me got xwezî me kincên teniktir li xwe kiriba.
Bi hatina biharê ra ne xweza, tebîet tenê, însan jî rûgeş dibe. Lê çi heyf
bihara Stockholmê him ne bi îstîkrar e, him jî pir kin e. Sibe, dusibe kane sar
pû serma be, belkî berf jî bibare.
Lê emê pozîtîf bifikirin.<o:p></o:p>
Zivistanê îsal pir ajot, dest û nigên me baş cemidîn, lê
dawiya dawî teslîmî biharê bû.
-Adarê, berf gîha guliyê darê, nema danê êvarê<o:p></o:p>
-Adar e, dewî li dar e, li cem şivanê xumal e, li cem
kebaniyê bi kar e, ne li vir e, ne li Mûsil û Sincar e.
-Adar e, dewî li dar e, şivanî xwemal e, kebanî bi kar û bar e.<o:p></o:p>
-Adar e dewî li dar e, danê sibê sar e, danê êvarê kûçik xwe
davêje ber siha dîwar e.
Zinarê Xamohttp://www.blogger.com/profile/03203143342342846542noreply@blogger.com0tag:blogger.com,1999:blog-1076811496885663090.post-430331710013245702024-03-12T16:32:00.003+01:002024-03-12T16:36:37.037+01:00Du tirkan dereweke bi boçik û bi şirik kirine
Du nivîskarên tirk, Muhittin Birgen û Turan Can, di 22´ê
adara 1937´a da, di rojnameya ”Son Posta”yê da li ser Newrozê nivîsek nivîsîne,
gotine:
”Farisan Newroz ji tirkan girtine.” Sernivîsa rojnameyê wiha ye:
”Îro cejna tirk a azadiyê ya herî kevn e.”
Berde, binê we erde.
Wey agir bi derewa we keve. Rûvî jî nikane dereweke wiha bi boçik û bi şirk bike.
Meriv çawa şerm nake dereweke wiha bike aqilê min nagire!
Ji ber ku tirk miletekî ekletîk e, mahcirên balkanî û kafkasî ji xwe ra tarîxeke
derewîn ava kirine. Sermîyanê wan derew e.
Ji bo ku rût in, zulût in, ne miletekî hevgirtî û saxlem in li hemberî kultura kurdan, farisan, ereban xwe pir
biçûk dibînin, kumreşiyê dikin.
Gava bala xwe didin folklora kurdan, govendên
kurdan, gava mîtolojiya kurdan dixwînin çizînî bi dilê wan, bi kezeba wan
dikeve. Lema jî dest bi derewên bi boçik dikin.
Ji sedî 99´ê tarîxa wan li ser derewan ava bûye. Lema  dilê wan dibije mîtolojiya kurdan û farisan, wê
dikin malê xwe.
Ji bo ku meriv bibêje farisan Newroz ji tirkan girtiye dibê meriv tirk be, çimkî
bêyî tirkekî dînek, renteleyekî herî beradayî jî tiştekî wiha nabêje.
Tenê
tirkek kane dreweke wiha bike û fedî jî neke. Dereweke wiha ji mo miletekî
şermeke mezin e.
Ji bo ku nebêjin kurd, gotine faris.<o:p></o:p>
Not: Kupora rojnameyê di malpera Rohat Alakom a platforma
X´ê da heye. Ji ber ku rojname bi tirkî ye min nexwest rûpela rojnameyê parve bikim.
Zinarê Xamohttp://www.blogger.com/profile/03203143342342846542noreply@blogger.com0tag:blogger.com,1999:blog-1076811496885663090.post-54780978094216348802024-03-12T08:11:00.005+01:002024-03-12T08:21:12.818+01:00Ziman him dost e, him dijmin e
Şîreteke xweş xweş heye, dibêje:”Her tiştê tu zanî nebêje,
lê her tiştê tu dibêjî bizanibe.”
Gotina zêde ne xweş e, însên aciz dike. Di şîvê da xwê lazim e, lê gava tu zêde
têxê ew xwarin şor dibe, nayê xwarin. Zimanê dirêj eduyê serê xwediyê xwe ye.
Zimên got leq, serî got teq.
Ziman him dost e, him dijmin e.
<o:p></o:p>
-Heger di çem da av nemabe, çem miçiqî be ev ne sûcê çem e,
sûcê çavkaniyê ye.
-Virekên herî bi nav û deng jî carnan mecbûr dibin rastiyê qebûl bikin.
-Merivê mezin mezinatiya xwe di miamela bi kesên ji xwe
biçûktir da nîşan dide.<o:p></o:p>
-Betalî ne baş e, wek zengê ye, meriv ji xebitandinê bêtir kevn dike.
Kes ji merivê betal hez nake. Destê xebitî li ser zikê têr e.
-Bextê me xerab e, ker mitêla me nabe.
-Çawa ku bi qasî jimara serîyan babetên fikrê cihê heye, bi qasî jimara dilan babetên
hezkirina cihê jî heye.<o:p></o:p>
-Zirarê tercîhî qezenca bêexlaq bike. Êşa ya pêşî demeke, dûra derbas dibe; ezabê
wîjdanî ya din heta dawiya jiyana meriv dajo.
Baş e meriv pîbarê merivê ketî be, alîkariya kesê motajî alîkariyê
bike. Camêrî baş e.
Lê ji bîr nekin her kes ne layiqî alîkariyê û piştgiriyê ye. Carnan meriv
dereng nas dike.<o:p></o:p>
-Ji cîranê xwe hez bike, lê çîta nabênê tu carî raneke.<o:p></o:p>
-Derew bi hespê dihere, rastî dimeşe, lê tam di wexta xwe da digihîjê. <o:p></o:p>
Derew zû jî here, dereng jî here pîs e, mirdar e. Çira
virekan heta sibê vêketî namîne. Dibê meriv derewê ji xwe dûrxîne. Mêrikê virek
tim li zirarê ye, rastgo tim li karê ye.
Merivê rastgo tu carî rûreş nabe.<o:p></o:p>
Ji bo fêrbûnê daxwaz, hezkirin lazim e. Dibê meriv ji dil
bixwaze, jê hez bike.
<o:p></o:p>
Bêyî hezikirin meriv nikane tiştekî fêr bibe. Ji bo ku
daxwaz, hezkirin tune ye gelek kesên zanîngeh qedandine nizanin bi kurdî du
gotinan binivîsînin.<o:p></o:p>
Meriv çêyiyek bi yekî kir, dibê reqlama wê neke, çêyiya xwe
nedikirîne, li vir û li wir, di cimatan da pesnê xwe nede.
<o:p></o:p>
Dibê meriv bihêle bira xelk qalê bike. Gava te reqlama çêyiya xwe kir tu
xêr û qîmeta wê namîne, meriv ji xwe ra xera dike.
-Xwendin merivekî tije dike, axaftin wî hazir dike û nivîsîn jî wî dike
merivekî temam.
Zinarê Xamohttp://www.blogger.com/profile/03203143342342846542noreply@blogger.com0tag:blogger.com,1999:blog-1076811496885663090.post-24162433093431766472024-03-11T20:38:00.001+01:002024-03-11T20:38:35.493+01:00Kêfa min di dilê min da qurçimî
Di medyaya sosyal da hin kurdên me gotin Bursaspor ketiye
lîga sisiya. Kêfa min hat. Min ji wan bar kir û nivîseke* dilxweşkir nivîsî.
Xwedê kir berî ez nivîsa xwe belav bikim, min bala xwe da medyaya tirk.
Min dît tiştê hatiye gotin ne rast e, Bursaspor hîn neketiye lîga sisiya. Ev yek hîn ne diyar e.
Ji qedandina lîgê ra hîn 8 hefte heye. Yanî Bursaspor hîn loxî lîga sisiya
nebûye. Kêfa min di dilê min da qurçimî. Nivîsa min jî bû keda bi avê da here. <o:p></o:p>
XXX
Li Kurdistanê îro meha Remezanê dest pê die, îro rocî ye. Baş e dinya ne germ e,
yên rociyê digrin ewê zahmetiyê zêde nekşînin.<o:p></o:p>
Îsal Newroz ket meha Remezanê. Ji ber ku meha Remezanê ne
sabît e, salê 10 rojan pêş da tê, lema çerx dibe, geh dikeve mehên biharê, geh
dikeve mehên havîn, payiz û zivistanê.<o:p></o:p>
XXX
<o:p></o:p>
Kesê bêkamîsî, bêqusûr tune ye. Qusûr û kêmasiyên hinekan
pir in, yên hinekan hindik in. Meriv qusûr û kêmasiyan îdare neke nikane bi
kesî ra hevaltiyê bike.
*Xeber rast derneket lê dîsa jî ez nivîsa xwe navêjim.
Aynê kurdan ji Bursasporê ra nema
<o:p></o:p>
Burasaspor loqî lîga sisiya bûye. Pir baş bûye.
Û Amedsporê jî di grûba xwe da şampîyonîya xwe saxlem kiriye. Xwedê tebayîşê
Amedsporê be.
Bursaspor wextekê bû şampîyon, nuha ket lîga sisiya. Rezîliyeke ji viya
mezintir tune ye. Bûrsayî Bursasporê bigrin, herin ji xwe ra şifteliyan
bifroşin çêtir e. Şifteliyên Bursayê meşûr e, ewê baştir ji heq derên.
Heger lîgek di bin lîga sisiya ra hebe hêvî dikim salê tê jî bikeve wê lîgê.
Carnan bi derengî be jî heq tecelî dike.
Aynê kurdan ji bûrsayiyên neyarên kurdan ra nema.
Kî bela xwe di kurdan bide devê wan xwar dibe, Zû dereng Xwedê rojekê bela xwe
didê.<o:p></o:p>
Zinarê Xamohttp://www.blogger.com/profile/03203143342342846542noreply@blogger.com0tag:blogger.com,1999:blog-1076811496885663090.post-41151207756342895752024-03-11T08:01:00.003+01:002024-03-11T08:07:54.181+01:00Laptopa min xatir ji min xwest
Du kompîtorên min hene. Yek a ser masê ye, yek jî laptopeke
kevnare ye. Laptopa xweşik do bi şev çû rahmetê, ma ya din. Ew jî diyariya cîranê min ê swêdî ye. Ne ew be nuha karê min li erdê mabû.
Laptop lawikê min Rojen dabû min. Di wexta xwe da yeka pir baş, bi suret û biha
bû.
Lê pir kevn e, 11 salên xwe temam kir. Heta nuha li ber xwe dida, karê min
didît. Do bi şev niqika xwe ya dawî avêt û xatir ji min xwest.
Min danîbû mitpaxê, dema xanimî li telewîzyonê temaşe dikir, ez ji ber
kompîtora xwe ya ser masê radibûm, diçûm li mitpaxê li ber xirxota xwe ya kevn
rûdiniştim.
Êdî ew jî bû bîranînek xweş. Ev çend roj bûn baş nedixebitî, înterneta wê tim
qut dibû.
Min digot belkî ji internetê da ye. Do bi şev min fêm kir problem ne di
înternetê da ye, di wê da ye. Umrê wê temam bûye. Êdî wexta wê û avêtinê
hatiye. Destê min lê nagere, lê piştî ku nexebite ezê çi bikim.
Şûfa wê li cî ye, şikil û şemala wê temam e, pir xweşik e, kêfa min jê ra tê. Lê
ketiye ber sikratê, li ber mirinê ye.
Li dinyayê tu tiştekî nemir tune ye, dawiya her tiştî heye; ne însan tenê,
laptopa herî baş jî rojek tê dimre.
Min bi xemgînî girt, kabloyên wê li hev pêçan û jê ra got mala te ava be, te
hewqas sal li ber xwe da, êdî wext hatiye em xatir ji hev bixwazin.
Te derdê
Rojen û min pir kişand, mala te ava be, oxira te ya xêrê be, rahma Xwedê li te
be…
Bira ev nivîs jî bîranîna te be…<o:p></o:p>
Zinarê Xamohttp://www.blogger.com/profile/03203143342342846542noreply@blogger.com0tag:blogger.com,1999:blog-1076811496885663090.post-8733874174498308872024-03-10T15:17:00.002+01:002024-03-10T23:01:12.567+01:00Gurrîyo navê min li te, kumê min li serê te !
Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, di axaftina xwe ya di
kongra 53´a ya Weqfa Belavkirina Ilim (!)da dîsa rexneyên pir giran li Îsraîl û
li Benjamîn Netanyahu girtiye.
Serokwezîrê Îsraîl Netanyahu şibandiye Hîtler,
Mussolînî, Pol Pot û Stalîn.
Dema min navê weqfê dît kenê min hat. Tirkiye û ilim li hev nake, du tiştên
ziddî hev in. Tirkiye û Iilim wek agir û avê ye.
Lê li Tirkiyê ecêbên wiha pir in, gelek navên derewîn, xapînok hene, tenê nav e. Yanî
dibê meriv bi nav nexape, navî giran e, warî wêran e.
Erdogan gotiye:
”Îsraîl dewletele terorîst e. Netanyahu û îdareya wî ya çavê
wê bêyî kîn û nefretê tiştekî din nabîne, bi sûcên li Xezayê dikin wek naziyên
roja me, navê xwe li navên Hîtler, Mussolînî, Stalîn, Pol Pot, Franco û qatilên
din yên modern zêde kirin. Ji bo ku ev qatilên jixwe di ûjdanê însaniyetê da
mahkûm bûne, li hemberî huqûqa navnetewî hesab bidin, tiştê hewceye em dikin,
emê bikin.”
<o:p></o:p>
Serokwezîrê Îsraîl Benjamîn Netanyahu li hemberî van gotinên Erdogan ên pir
giran bêdeng nema, bersîveke kin, lê baş da Erdogan.
Netanyahu di twîtta xwe da gotiye:<o:p></o:p>
”Îsraîl li gorî qanûnên şer hereket dike. Îsraîl ewê ji
Erdoganê piştgiriyê dide qatil û tecawizkarên terorîstên rêxistina Hamasê,
komkujiya ermeniyan înkar dike, li welatê xwe kurdan qetil dike, mixalifên xwe
û rojnamevanan dixe zindanan weazên exlaqî wernagire.”<o:p></o:p>
Bersîveke baş e, lê pir kin e, dibê bersîv wî jî bi qasî ya
Erdogan giran bûya. Îsraîlî tim kin dibirrin, dirêj nakin. Ev yek dibe sebebê Erdogan zimandirêjiya xwe zêde bike. Dibê Netanyahu bivikê nîşanî wî bide.
Erdogan bûye ar û bi canê me û Îsraîl ketiye, dev ji me bernade.
Heta pozê wî
neyê firikandin rehet nasekine. Mêrik har bûye. Şansê wî heye li yekî gunreş rast nayê, mêrik tim
wek dîkê qoqo ye, li meydanê qîre qîra wî ye û tim jî jê ra dimîne.
XXX
Serokê Tirkiyê Erdogan do li Stenbolê bi serokê Ûkraynayê Zelenskî ra civîneke çapemeniyê çêkiriye.
Mêrik bûye kevoka aştiyê, gotiya ew amadeye mazûbaniya civîna aştiya nabêna Rûsyayê û Ûkraynayê bike.
Mêrik him hevalê Pûtîn e, him hevalê Zelenskî ye. Him hevalê Yekîtiya Ewrûpayê ye, Amerîkayê û NATO´yê ye, him jî hevalê Îranê, Pûtîn û Hamasê ye.
Gişan jî li ser tiliya xwe dide lîstikandin. Ji gişan jî xûgiya xwe, xeraca xwe digire.
Mêrik li herêmê bûye Midikê Bêlo, xwedî ço ye, kes nikane pê.
Zinarê Xamohttp://www.blogger.com/profile/03203143342342846542noreply@blogger.com0tag:blogger.com,1999:blog-1076811496885663090.post-46950029663345768432024-03-09T21:07:00.001+01:002024-03-09T21:07:46.058+01:00Romana Berf û Berf li kitêbxaneya kurdî pîroz be !
Leyla Aynûr Aras xanimê îro li Stockholmê, li Enstîtuya
Kurdî romana xwe ya dawî ”Berf û Berf” da nasîn û ji me kesên beşdar ra îmze
kir.
Bêkes Berwarî li ser naveroka romanê bi Leyla Aynûr Aras xanimê ra sohbeteke
xweş kir.
Bi saya pirsên wî û bersîvên Leyla xanimê em ji naveroka romanê
hinekî agahdar bûn.
Piştî sohbetê beşdaran pirsên xwe ji nivîskara hêja kirin, wê jî bi zimanekî
şîrîn bersîva wan da.
Li dora 25 kesan beşdarî sohbetê bûn.
Berf û Berf romana Leyla Aynûr xanimê ya duduya ye. Romana wê ya ewilî Leylana
Kesk e, di sala 2016´a da ji alî çapxaneya J&J yê va hatiye weşandin.
Berf û Berf jî ji alî J&J yê va di sala 2023 da hatiye weşandin.
Bêyî van herdu romanan, kitêbeka wê ya şiîran jî, Xemla Rondikan di sala 2012´a
da ji alî weşanxaneya Ar´ê va şap bûye.<o:p></o:p>
Berf û Berf 268 rûoel e, Leylana Kesk jî 253 rûpel e.
Leyla Aynûr di sala 1972´a da li Qereyaziya Erzeromê, li gundê Meleosman hatiye
dinê.
Ji sala 1993´a vir da li Swêd dijî.<o:p></o:p>
Zinarê Xamohttp://www.blogger.com/profile/03203143342342846542noreply@blogger.com0tag:blogger.com,1999:blog-1076811496885663090.post-36438560047160676312024-03-09T08:38:00.002+01:002024-03-09T09:46:53.692+01:00Dibê meriv ji welatê xwe û ji zimanê xwe hez bike
Dibê meriv ji welatê xwe, ji miletê xwe, ji ziman û
edebîyata xwe hez bike.
Zimanê xwe baş fêr bibe, fêrî zarokên xwe bike. Ev yek wacibê dêûbavîtiyê ye.
Nuha zextek, zulmek mezin li ser kurdan heye, dixwazin kurdan bi çavtirsandinê bikin
tirk. Lê gerek bahoz nebe sebebê meriv ji deryayê hez neke.
<o:p></o:p>
XXX
<o:p></o:p>
Hewcedariya însên bi nan, bi debarê tenê tune ye, bi şerefê
jî heye. Dibê însan şerefa xwe nefroşe, xwe bêşexsîyet neke; nebe heval û
piştgirê dijmin û dagirkerên welatê xwe. Şeref ji kursî û meqamekî dijmin dide
meriv bi qîmettir e.
XXX
<o:p></o:p>
Ji bo însanên karê baş dikin, tiştên li gorî dilê meriv
dikin, dilê meriv rehet dikin, meriv dibêje filankeso wek dermanê çavê kul e.<o:p></o:p>
40-50 sal berê di nav me da kesên wek dermanê çavê kul pir
hindik bûn, şikir nuha pir bûne. Bi sedan keç û lawên me xwendine, bi pêş
ketine, her yek çend zimanan zanin, bi ilm û zanînên xwe derew û sextekariyên
dijminên me derdixin holê, neyarên me yên kalpazan perîşan dikin.<o:p></o:p>
Di medyaya sosyal da dema ez hevpeyvîn û nivîsên wan xortên
jîr, zana dibînin pir dilşa dibim. Dibêjim şikir min ev roj jî dîtin.
Zinarê Xamohttp://www.blogger.com/profile/03203143342342846542noreply@blogger.com0tag:blogger.com,1999:blog-1076811496885663090.post-35848298077091046882024-03-08T17:19:00.006+01:002024-03-09T22:43:02.328+01:00Dibê me dijminê xwe êdî baş nas kiribe
Hin kes dibêjin efendim filan partiya tirk, filan siyasetmedarê tirk ji yê din baştir e.
Ez bi xwe ne bi vê fikrê ra me. Boz bifilete ji reş xerabtir e, reş bifilite ji boz xerabtir e.
Yanî giş jî xerabên di ser hev ra ne.
Ji ber ku nuha mixalefet in ji bo rayên kurdan bigrin hin derew-merewan li hev radigirin.
Erdogan jî dema mixalefet bû gelek soz da, got mesela kurd mesela min e, ez werim ser hukim ezê vê meselê carser bikim.
Me dît çawa çareser kir. Mêrik bû agir bû canê me ket.
Mêrik piştî hat ser hukim dev guhert, bû neyarê herî xedar, bû gûzan û bi serê m eket. Em dikin nakin jê xelas nabin.
XXX
Di siyasetê da dudilî, tirsonekî, bêbiryarî ne baş e, rê li
ber serketina meriv digire. Cesaret ji tirsonekiyê, ji dudiliyê baştir e.<o:p></o:p>
Mêrê tirsonek bi sînga gewr û boz şa nabe, tim xeyal dike.<o:p></o:p>
Lê helbet her kes nikane cesûr(wêrek) be.<o:p></o:p>
Napoleon cesaret(wêrekî)xweş tarîf kiriye, gotiye,”Li
dinyayê tenê tiştek nayê texlîdkirin, ew jî cesaret e.”<o:p></o:p>
XXX
Bêdengmana li hemberî neheqiyê, zulmê newêrekî ye, bêûjdanî ye. Dibê meriv li hemberî zulma li miletê meriv dibe li gorî hêz û mecala xwe bêdeng nemîne, piştgiriyê nede dagirkerê welatê xwe.
<o:p></o:p>
XXX
8ê Adarê li jinên kurd ên fedekar, cefakar, kurdperwer, li jinên di hevfs û zindanan da ne, li jinên li hemberî hêzên dagirker di micadelêda ne, ji bo azadiya miletê xwe û welatê xwe şer dikin pîroz be !
<o:p></o:p>
<o:p></o:p>
<o:p></o:p>
Zinarê Xamohttp://www.blogger.com/profile/03203143342342846542noreply@blogger.com0tag:blogger.com,1999:blog-1076811496885663090.post-84381552018052682632024-03-07T23:14:00.000+01:002024-03-07T23:14:40.504+01:00Swêd gihîşt mirazê xwe-me kurdan zirara herî mezin dît
Piştî du sal xiran û kaşana, dawiya dawî serokê Swêd îro
gihîşt mirazê xwe, Swêd bû endama NATO´yê.
Serokwezîrê Swêd Ulf Kristersson belgeyên endametiyê îro li Washingtonê teslîmê
wezîrê karên derva yê Amarîkayê Antony Blinken kir.
Ji bo swêdiyan endametiya NATO´yê baş e, li kara welatê wan e. Bi ya min jî baş
bû Swêd bû endam, ez ne li dijî endametiya Swêd bûm.
Lê Swêd belaş nebû endam, destê swêdiyan wer di bêrîka Erdogan da bû, kasa wî
baş dagirtin.
Swêdiyan ne bertîl tenê, em jî firotin Tirkiyê.
Yanî di bazara endametiya NATO´yê da yê herî zêde li zirarê derket em kurd in.
Serokên Swêd em firotin Tirkiyê. Nuha em nizanin li ser kurdan çi dan Tirkiyê. Çimkî
nabêjin.
Lê baweriya min ew e tirkan di heqê kurdan da çi xwestibin swêdiyan ew bi
zêdayî dane. Tirkiye li ser kurdên Swêd êdî xwediyê her înformasyonê ye.
XXX<o:p></o:p>
Gotinek pêşiyan dibêje,”ne ji fesadan be gur û mihî ewê tev
biçêrin.”<o:p></o:p>
Wele ne rast e, gur tu carî dev ji gurtiya xwe bernade. Em
vê rastiyê ji qerekterê gurên welatê me dagir kirine zanin.<o:p></o:p>
Lema jî pêşiyan gotiye, ”gur postê xwe diguhere, xuyê xwe
naguhere.” Ya jî kurmê şîrî, heta pîrî. <o:p></o:p>
Xerab carnan fêlbaziyê, durûtiyê bikin jî vir e, ji bo
xapandinê ye, ji bo ku karê xwe bi meriv biqedînin. <o:p></o:p>
Piştî hewqas tecrûbe û serpêhatî dibê êdî me dijminên xwe
nas kiribin. Dijminên bav û kalan nabin dostên lawan.
Zinarê Xamohttp://www.blogger.com/profile/03203143342342846542noreply@blogger.com0tag:blogger.com,1999:blog-1076811496885663090.post-47184550510430113572024-03-07T08:53:00.000+01:002024-03-07T08:53:09.859+01:00Jinikê eşkere gotiya ez dijmina kurda me
Parlamentera CHP´ê û namzeda serokatiya belediya Afyonê
Burcu Koksal xanimê gotiye, ”dema ew wek seroka belediya Afyonê were
hilbijartin, deriyê belediyê bêyî partiya DEM´ê ewê ji her kesî ra vekirî be.”
Yanî ewê nehêle nigê kurdan bi belediyê bibe, ewê kurdan ji belediyê
biqewitînin, ji wan ra zahmetiyê derxînin.
Beyana wê tê vê maneyê. Jinikê vekirî gotiye ez dijmina kurda me û gava ez bibim reîs jî ezê vê dijminatiya xwe bidomînim.
Serokê CHP´ê Ozgur Ozel li dijî vê beyana Burcu Koksalê derketiye, gotiye
deriyên belediyên me ji her kesî ra vekirîye.
Lê jinik li beyana xwe xwedî derketiye û HUDAPAR jî lê zêde kiriye. Yanî heger
CHP qezenc bike, deriyê belediya Afyonê ewê tim li kurdan girtîbe.
Jinikê durûtî û takîye nekiriye, ya dilê xwe gotiye. Bi baweriya min Burcu
Koksal ne bi tenê ye, piraniya namzedên partiyên tirk wiha difikirin.
Yanî dibê meriv bi vê beyana jinê matmayî nemîne, siyaseta partiyên tirk di
bingehê xwe da antî-kurd e. Hin kesên ne antî-kurd, demokrat, dostên kurdan
nikanin vê rastiya, vê siyaseta partiyên tirk biguherînin.<o:p></o:p>
XXX<o:p></o:p>
Namzedê AKPê yê beledîya Stenbolê namzedê CHPê ekrem
Îmamoglu rexne kiriye, gotiye:<o:p></o:p>
”Îtîraza te li yek dewletê ye, îtîraza te li yek alê ye,
îtîraza te li yek miletî ye, îtîraza te li yek welatî ye.”<o:p></o:p>
Mêrik slogana serokê xwe xwe wek papaxanekî(tûtiyekî)dubare
kiriye. <o:p></o:p>
Kurd tune ne, welatê wan, ala wan, zimanê wan tune ye, tenê
tirk hene. Û gava were ser hukim jî ewê vê siyasetê bimeşîne.<o:p></o:p>
XXX
Hin îsan wer pîs in, wer xerab in gotina pîs û xerab têra tarîfa wan nake.<o:p></o:p>
Gelek caran ji hin welatên Afrîqayê çeteyên însanan
dixapînin telefonî min dikin. Ez tu carî bersîvê nadim wan. <o:p></o:p>
Îro jî ji Elfenbenskusten, Tanzanyayê telefonî min kirin, ji
bo ku bi zalimî min bişêlinin. Min tevilê telefon girt. <o:p></o:p>
Bênamûsan xwe dane bende kal û pîran, telefonî wan dikin.<o:p></o:p>
Her sal bi hezaran kal û pîrên swêdî dixapînin, çi perê wan
hebe ji hesabên wan derdixînin.<o:p></o:p>
Însan çawa kane hewqasî bêûjdan be, hewqasî ji hemû nirxên
mirovayê bêpar be?<o:p></o:p>
Wer xuya ye xerabî di xwîna, di ruhê hin însanan da ye, dibê
xerabiyê, sextekariyê bikin.
Zinarê Xamohttp://www.blogger.com/profile/03203143342342846542noreply@blogger.com0tag:blogger.com,1999:blog-1076811496885663090.post-33529133895088274792024-03-06T09:13:00.002+01:002024-03-06T09:19:29.859+01:00Gava Prometheus agir ji Xudayan dizî
Li gor mîtolojiyê Prometheus û Zeus bi hev ra însan
xuluqandin. Însanan ne kanîbûne ji xwe ra xanî lêkirana ji bo ku tê da bisitiriyana, ne
kanîbûne bi hawakî xweşik nêçîr bikirina, ne jî xwendin û nivîsandina wan hebû.
Û Zeus jî bi tu hawî nedixwest însan ji vê perîşaniyê, ji vê pşdemayiyê rizgar
bibin û bibin xwedî jiyaneke hîn rehttir. Ji ber ku ew ji pêşketin û şiyarbûna
însanan ditirsiya.
Wî dgot gava însan bi pêş kevin û fêrî gelek tiştan bibin ewê li hember min
serî hildin û Xwedêtiya min nas nekin.
Li hember vê tirs û zalimiya Zeus, Prometheus dixwest agir bide însên û wan ji
vê jiyana premîtîv rizgar bike; bike xwedî jiyaneke hîn xweştir, hîn rehettir.
Çimkî agir sîmbola pêşketin û hiş e. Lema jî Prometheus rabû agir dizî û da însên
û bi vî hawî jî însan bi pêş ketin.<o:p></o:p>
Li hember vê teserufa Prometheus, Zeus ew bi hawakî pir
giran ceza kir. Ew bi zincîrê bi zinarekî ve girê da û 30 hezar salî, her roj
ezabekî mezin pê da kişandin. Vê îşkenca han dom kir, heta ku rojekê riya
Herakles bi wir ket û Prometheus rizgar kir.
Li gor Zeus, Prometheus bavekî hîn bi şefqet e. Baweriya
Prometheus ewe ku agahdarî û baweriya bi însan ewê însan biguherîne û baş bike.
<o:p></o:p>
Lê Zeus terefdarê zulm û zorê ye, li gor wî însan ancax bi
cezakirinê dikanin mutuh bibin.<o:p></o:p>
Jinekê got li Yûnanîstanê çiyayek heye navê wî Olîmpos e û
dûre jî bi serê xwe çiyayê hember îşaret kir:
<o:p></o:p>
- Olîmpos hewqas
bilinde ku hema hema serê wî digihîje asîmanan.<o:p></o:p>
Berê înanan bawer dikirin li ser qotê Olîmpos gelek Xweda dijiyan.
Di nav Xwedayan de şah Zeus bû. Zeus û
Prometheusê mezin însanên pêşîn
xuluqandin. Prometheus ew ji heriyê çêkirin û Zeus jî ruh da wan.<o:p></o:p>
Jiyana însanan pirr zahmet bû. Pirr dixebitîn. Nêçîrvanî
dikirin ji bo ku kanibin jiyana xwe bidomînin. Ew heywanên nêçîr dikirin goştên
wan bi xavî dixwarin û postên wan jî li xwe dikirin.<o:p></o:p>
Li gor Zeus wiha baş
bû. Heger însan zêde fêr bibûna, wê gavê ewê ji
selteneta wî ra bibûna talûke.
Lê Prometheus ji însanan hez dikir, dixwest alîkariya wan bike. Wî ji xwe ra digot, heger însan bibin xwediyê agir, ewê
kanibin goştê xwe bibrêjin, nanê xwe bipêjin û ji xwe ra ji heriyê dîzikan
çêkin û di firnan da bişewitînin.<o:p></o:p>
Prometheus ji Zeus ra got:<o:p></o:p>
- Divê em agir bidin însanan, ji bo ku kanibin hîn rehettir
bijîn.<o:p></o:p>
Zeus got:<o:p></o:p>
- Na.<o:p></o:p>
Lê li gel vê jî Prometheus dixwest agir bide însanan.
Prometheus şevekê bi dizî derket, çû serê çiyayê Olîmpos. Li wê derê agirek bi
şev û roj wer vêketîbû. Bi alîkariya
êgir êzingek vêxist. Û ew seriyê êzingê vêxistî kir bin paltoyê xwe û xwe bera
jêr da, ba însanan.<o:p></o:p>
Bi vî hawî Prometheus însan fêrî vêxistina êgir kirin. Her
wisa wî însan fêrî qurbandana bi şiklekî nuh kirin. Gava însanan qurban
didan, ji goştê ga perçên herî baş didan Xudayan û yên xerab jî ji xwe re
dihîştin. Prometheus ew fêr kirin divê eksê vê bikin.<o:p></o:p>
Însan fêrî bikaranîna agir bûn û vê yekê jî jiyana wan
rehettir kir. Ji xwe ra xanî lêkirin, bûn xwediyên kincên hîn baştir û dest bi
çêkirina hacetan kirin, hetta ya silehan jî.<o:p></o:p>
Rojekê gava Zeus li jêr li însanan dinêrî, dît ku wa ye li
ber xaniyên wan agir vêdikeve. Prometheus
ban kir huzûra xwe, jê ra got:<o:p></o:p>
- Min ji te ra negot
divê tu agir nedî însanan?! Ew dikanin ji bo me bibin talûke. Nuha tew di ser
da wa ye sîlehên wan jî hene.<o:p></o:p>
- Prometheus got na, heger însan têra xwe şefqetê bibînin û
em tiştê cihê ji wan re îzah bikin, ewê êrîşê neynin ser me.<o:p></o:p>
Lê Zeus guh nedayê. Ew pirr zalim bû û lema jî Prometheus
gelekî bi hovîtî ceza kir. Ji bo girtina Prometheus emir da. Ew li rojhilata
dûr, li pişt çiyayê Kaukasus(Qaf)bi zincîrê bi zinarekî va girê dan.
Her roj qertelek hat kezeba Prometheus
perçe kir û xwar. Kezeb her şev ji nuh ve çê bû û qertel jî her sibe paş da
hat, ew ji nuh ve xwar.
Dibêjin berî Prometheus were rizgarkirin, sî(30) hezar
salî ezîyet kişand.<o:p></o:p>
Yê Prometheus rizgar kir Herakles bû. Herakles yekî gir û
pirr bi qewet bû û qehremanekî rastîn bû.
Rojekê ew çû ser wî zinarê rojhilata dûr. Bala xwe dayê wa ye yekî kal
bi zinêr ve zincîrkirîye û qertelek jî xwe bera ser dide.<o:p></o:p>
Herakles got:<o:p></o:p>
- Tu kî’yî ey benderuh ?<o:p></o:p>
- Ez Prometheus im. Wextekê pir zûde min alîkariya Zeus kir
însan xuluqandin. Lê gava min agir ji
Xudayan dizî û ew da însanan, Zeus rabû ez bi vî hawî ceza kirim.
Ev sî(30)
hezar sal in ez bi vira ve girêdayî me û ezîyetê dikşînim.<o:p></o:p>
Herakles got:<o:p></o:p>
- Ji nuha û pê de qediya.<o:p></o:p>
Herakles kevanê xwe pêht kir û xist qefesa(sepeta) qertelê
ji hember da dihat. Prometheus qîriya, got:<o:p></o:p>
Navêjê! Zeusê te ceza
bike.<o:p></o:p>
Herakles got:<o:p></o:p>
- Êzê jî cezayê wî qebûl bikim û tîr avêt ji sînga qertel da. Tîr di sînga
qertel da çik bû. Dûra jî zincîr ji zinêr verşand û Prometheus êdî merivekî
azad bû.<o:p></o:p>
Prometheus got:<o:p></o:p>
- Tu kî yî, tu çawa diwêrî li hember Zeus rabî ?<o:p></o:p>
- Ez Herakles im. <o:p></o:p>
Ewrên di ser wan ra reş bûn û li çiyayên çarhawêlî wan bû
gurrîna tavan. Zeus bû.<o:p></o:p>
Prometheus destên xwe ber bi asîmanan ve vekir û qîriya:<o:p></o:p>
- Zeus, min bikuje, lê Herakles efû bike, ji bo ku wî ez
rizgar kirim !<o:p></o:p>
Birûskekê Prometheus li erdê kir çît.<o:p></o:p>
Herakles got:<o:p></o:p>
- Tu dijî?
Û bi ser Prometheus ve xwar bû.<o:p></o:p>
Prometheus got:<o:p></o:p>
- Erê, ez dijîm.<o:p></o:p>
Herduyan li jor, li asîmanan nêrîn. Komek stêrk nuh diçirisîn. Centaurek* bû,
nîvî însan, nîvî jî hesp bû.<o:p></o:p>
Herakles got:<o:p></o:p>
- Zeus qebûl kir centaur ji dêl te ve bimre.<o:p></o:p>
Prometheus lê vegerand:<o:p></o:p>
- Ev tê wê manê Zeus ez efû kirim...<o:p></o:p>
*Centaur mexlûqên mîtolojîk in, laş hesp e, qefes û serî
însan e. Di mîtolojiya Yûnan da, centaur li çiyayên Peloponnesê dijiyan, carinan
wekî wehşên xerab, talûke, carinan jî baş û wekî heval tên binavkirin.
<o:p></o:p>
Swêdî: Kerstîn Björklund
Wergera ji Swêdî: Zinarê Xamo
2007-12-22
Zinarê Xamohttp://www.blogger.com/profile/03203143342342846542noreply@blogger.com0tag:blogger.com,1999:blog-1076811496885663090.post-17268969580568575532024-03-06T08:45:00.002+01:002024-03-06T08:45:27.075+01:00Gelo piştgiriya namzedekî partiyeke tirk rast e?
Namzedê partiya Saadetê yê belediya Amedê Muhamed Sabir
Firat çûye serdana Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), xwestiye di
hilbihartina da ew alîkariya wî bikin.<o:p></o:p>
Camêr neviyê Şêx Seîdê gorbihuşt e, bûye namzedê partiyeke
tirk a îslamî û dixwaze kurd rayên xwe bidin wî.<o:p></o:p>
Ji bo me kurdan tu ferqa Saadetê û AKPê tune ye, şexs ne
partî ye. Şexs kane merivekî baş be, lê ev yek nabe sebebê meriv raya xwe bide Saadetê,
AKPê ya jî CHP´ê.
<o:p></o:p>
Bi baweriya min dibê yekî wek wî nebûya namzedê partiyeke
tirkan û dibê kurd rayên xwe nedin tu partiyek tirk.<o:p></o:p>
Hin dost û heval dibêjin dibê min navê partiya DEM´ê jî li
van partiyên tirkan zêde bikira.
Ez partiya DEM´ê wek AKP´ê, Saadetê, CHPê nabînim. AKP, CHP, Saadet partiyên
hêzên dijmin in, DEM ne partiyeke dijminên me ye.
Di vî warî da ez û hin dost û hevalên partiya DEM´ê jî wek partiya Saadetê û partiyên tirkan dibînin wek hev nafikirin.<o:p></o:p>
Rast e, DEM ne partiyeke kurd û Kurdistanê ye. Lê dîsa jî ne
partiyeke wek Saadetê û AKP´ê ye; belediyên Kurdistanê têkevin destê wê ji bo
kurdan baştir e. Ez wer dibînim.<o:p></o:p>
Heger partiyeke kurdan, ya jî tifaqeke kurdan têkeve
hilbijartinan ezê destegê bidimê.
Lê li hemberî AKP´ê, Saadetê, CHP´ê, MHP´ê, Îyî Partiyê ez dixwazim namzetên
DEM´ê qezenc bikin. Li Kurdistanê biserketina DEM´ê ez ji bo tevgera kurd ya
netewî, ji bo miletê kurd baştir dibînim.
Li Kurdistanê qezenckirina namzetên Saadetê, AKP´ê, CHP´ê, Îyî Partiyê
serketina dewletê ye, kare kurdan di viya da tune ye. Ji van partiyan hin
namzetên baş vê rastiyê naguhere.
Serketin ya partiyê ye, namzet nikane karekî
ne li gorî dilê partiya xwe bike.<o:p></o:p>
Çawa ku belediyên HDP´ê ji yên AKP´ê, Saadetê, CHP´ê baştir
bûn, belediyên DEM´ê jî ji bo me ewê ji yên AKP´ê, Saadetê û CHP´ê çêtir bin.
Ez wiha difikirim.<o:p></o:p>
Tiştên, heykelên, navên, parkên belediyên HDP´ê li pey xwe
hîştin, qeyûman giş guhertin, xera kirin. AKP, Saadet, CHP qeyûmên dewletê ne.
Ez wiha dibînim.
Zinarê Xamohttp://www.blogger.com/profile/03203143342342846542noreply@blogger.com0tag:blogger.com,1999:blog-1076811496885663090.post-26549729622435434552024-03-05T08:32:00.002+01:002024-03-05T08:42:50.515+01:00Kemalîst tenê neyartiya kurdan nakin
Carnan hin kes gava çepên tirk rexne dikin, dibêjin çepên tirk kemalîst in. Dibêjin
filan hêz, filan partî, filan partî, filan kes kemalîst e.
<o:p></o:p>
Yanî ji bo ku hin kes, hin hêz kemalîst in lema xerab in, antî
kurd in. Heger ne kemalîst bûna ewê ne şoven, irqçî bûna, ne li dijî azadiya kurdan
bûna. Ji bo ku kemalîst in neyartiya kurdan dikin...
Yanî ji bo ku hêzên çep, hin kes kemalîst in dijminatiya kurdan dikin, li dijî azadî û serxwebûna
miletê kurd in.<o:p></o:p>
Tiştekî wiha tune ye. Bi baweriya min dibê meriv li gorî
viya tirkan kategorîze neke. Tirk, kemalîst, antî kemalîst, îslamîst gişk
antî-kurd in, li dijî azadî û serxwebûna miletê kurd in.
Kemalîzim ne îdeolojiyeke civakî û felsefeyeke siyasî ye, tevgereke antî-kurd
e.
Çepên tirk ne ji bo ku kemalîst in li dijî azadiya miletê kurd in, ji bo ku
naxwazin Kurdistan çê be, ji bo ku naxwazin kurd azad bibin neyartiya kurdan
dikin.<o:p></o:p>
Tirkên ne kemalîst ji yên kemalîst ne baştir in. <o:p></o:p>
Tirkên îslamîst ji tirkên kemalîst ne baştir in.
Ma AKP ji CHPê baştir e?
Ma serok û tevgerên îslamî ji CHP´ê, ji kemalîstan baştir in?
Tiştekî wiha tune ye.<o:p></o:p>
Yanî tirkên ne kemalîst ji tirkên kemalîs na baştir in.
Problem ne "kemalîzm" e, Kurdistan e, azadiya mietê kurd e.<o:p></o:p>
Fikrê wan, baweriya wan çi be hemû bi hev ra li dijî azadiya
miletê kurd in, naxwazin Kurdistan çêbe.<o:p></o:p>
Ne hewece ye meriv serê xwe zêde bi teorî û minaqaşeyên
tirkan ên vala ra biêşîne. <o:p></o:p>
Ataturk antî kurd bû, nehîşt kurd azad bibin, Kurdistan ji
kurdan girt, da tirkan, lema tirk jê hez dikin.<o:p></o:p>
XXX
Gava hûn zanin, hûn bawer dikin yekî din kane ji we baştir
karekî bike, bihêlin bira bike, hûn xwe di berra nekin. Kî kanibe karekî baştir
bike, baştir ji heq derê dibê meriv rê bide wî/wê. Tiştê baş dibê di ser
egoîzma meriv ra be.<o:p></o:p>
XXX<o:p></o:p>
Ji ber ku dagirkerên welatê me xurt in, ji ber ku micadela
li hemberî wan zor e, talûke ye, nayê maneya merivê dev ji micadela xwe, dev ji
hezkirina welatê xwe berde,xwe beta bike, di qunikekî da xwe veşêre.<o:p></o:p>
Hûn nikanibin tiştekî bikin, hema ji dijmin nefret bikin, ji
welatê xwe hez bikin, bi zimanê xwe bipeyivin, zarokên xwe asîmîle nekin.<o:p></o:p>
XXX<o:p></o:p>
Li Kurdistana Rojhilat(Îranê)di hilbijartinên parlamentoyê
da kurdan serketineke mezin bi dest xistin. Kurdan li Urmiyê ji 12
parlamenteran 7 heb qezenc kirine. <o:p></o:p>
Ev netîce ji bo miletê me zafereke mezin e. Azerî serê salan
e dixwazin demografiya Urmiyê biguherînin. Urmiye kela kurda ye û ewê kela
kurdan bimîne.<o:p></o:p>
Ez birayên xwe yên Kurdistana Rojhilat û yên Urmiyê bi
hurmet silav dikim.
Zinarê Xamohttp://www.blogger.com/profile/03203143342342846542noreply@blogger.com0tag:blogger.com,1999:blog-1076811496885663090.post-34207793656359782082024-03-04T08:29:00.001+01:002024-03-04T08:32:48.009+01:00Di otoboz û metroyê da kesên kitêb û rojnameyan dixwînin êdî bi ber çavê meriv nakeve
Dinya malwêran di van 40-50 salên dawî da pir guharî.
Pêşketina teknolojiyê, medya dîgîtal dinya zû û pir guhert.
Guherînên di van
40-50 salê dawî da gelek wasiteyên, aletên înformasyonê yên sedsalan ji ortê
rakirin.
Berê di trênan û otobozan da di destê însanan da ya rojnameyek, ya kitêbek,
kovarek hebû, her kesî tiştek dixwend. Nuha ew tişt ji kok da nemya. Meriv di destê tu kesî da
kitêbekê, kovarekê, rojnameyekê nabîne.
Li Swêd jixwe rojname jî êdî her roj
dernakevin. Ez bawer dikim ji heftê du-sê rojan carê dertên. Ew jî ji bo kal û
pîrên çend sal umrên wan maye.
Dibêjin li Amerîkayê heta salê tê(2025)ji sisiya yekê rojnameyan ewê werin
girtin. <o:p></o:p>
Pêşketina înternetê û medîa digîtal gihîştina înformasyonê digîtal
ji bo însanan baştir û hêsantir kiriye. <o:p></o:p>
Him jî belaş e û li her derê kane di telefona xwe da kane
bixwîne. <o:p></o:p>
Kêmbûna reqlaman jî pişt li rojnameyan şikandiye, şîrket
reqlamên xwe di telewîzyonan da, di înternetê da belav da be.
Xort wek berê rojnameyön kaxetî naxwînin, di telefonên xwe da xwe digihînin her
tiştî.
Di sala 2021´ê da ji sedî 56´ê nufûsa Swêd rojnameyên dîgîtal, ji sedî 28 jî
rojnameyên kaxetî xwendiye.
Yanî meriv kane bibêje pêşeroja rojnameyan kaxetî tarî xuya dike, li ber mirinê
ye, ewê bibin rojnameyên dîgîtal. Jixwe ji nuha da jî bûne, yê ne abone be
nikane her xeberê bixwîne.
Lê wek kalekî min bîriya xwendina rojnameyan û di trên û otobozan da bîriya
xişîna dengê wan kiriye.
Do ez çûm Kitêbxaneya Kurdî. Di çûn û hatinê da, min bala xwe dayê çavê her
kesî di bêxwediya telefonê da ye.
Heta keç û xortên hevalên hev jî bi hev ra nedipeyivîn, bi telefonên xwe mijûl
bûn. Keçikê carnan dinuicand lêwik, menûya aşxaneya ewê biçûyanê nîşanî wî dida.
Lîwik nedixwest dev ji lîstika xwe berde, bala xwe nedida telefona wê, serê xwe
dileqand, digot temam, erê, erê…
Du dildar bi hev ra diçûn aşxaneyekê lê bi hev ra sohbet nedikirin, herdu jî bi
telefonên xwe mijûl bûn.
Telefona dest derbeke mezin li têkiliyên însanan
xistiye, şêwr, sohbet, şevbêrkên berê pir kêm kiriye. Êdî her tişt bûye telefon, çavên însan wer di telefonê da ye.<o:p></o:p>
Zinarê Xamohttp://www.blogger.com/profile/03203143342342846542noreply@blogger.com0