05 mars 2021

Gerek egoîzim meriv neke peyê dijmin û xayinê welatê xwe

Bêguman normal e însan ji xwe ra be, ji bo xwe, ji bo çêyî û berjewendiyên xwe bixebite. Her kes viya dike. Kes bi zanetî xerabiyê bi xwe nake, naxwaze zirarê bide xwe. Di vir da problem tuneye.

Problem, hin kes kar û menfaeta xwe di ser ya her kesî ra, di ser ya welatê xwe ra jî digrin.

Lema jî dibin neyarên qewmê xwe, dibin zilamên hêzên dagirker, dibin cahş, dibin berdevk û xulamên dijmin. Li Kurdistanê dibin nûner û berdevkên dewleta welatê wan dagir kiriye.
Dibê egoîzim meriv neke peyê dijmin û xayinê welat xwe.

 XXX

Ji roja Joe Bîden bûye serokê Amerîkayê û vir da ye tirk xwe davêjin bextê Qesra Sipî ji bo ku Erdogan bi telefonê bi Bîden ra bipeyive.
Lê heta nuha Bîden ev daxwaza Erdogan qebûl nekiriye. Mektûb şandin, bi pera hin kes xistin nabênê, lê netîce neda, Qesra Sipî ne bersîv da nameya Erdogan, ne jî daxwaza axaftina bi telefonê qebûl kir.
Îro CNNê bi manşetekê mizgînî daye tirkan, gotiye ”Berdevkê Qesra Sipî Jen Psaki gotiye serok Bîden bi hawakî ewê bi telefonê bi Erdogan ra bipeyive.”
Di van gotinên Jen Psaki da wext hîn ne diyar e.
Feqîran mirin, ev du meh in kevzikî bûn, dixwazin hema nîvsozekê ji Qesra Sipî bigrin.

XXX

Li Tirkiyê sebebê rejîma îslamî-faşîst kane li ser hukim bimîne û hewqas zulm û neheqiyê li xelkê bike, bêdengîya tirka ye, tirsonekî û neyartiya tirkan ya miletê kurd e.

Ji bo ku ev rejîma faşîst li kurdan zulmê dike kêfa tirkan jê ra tê, jê ra li çepikan dixin û li dij zulma wê ranabin.

Lema, tirk jî bi qasî hukûmeta îslamî-faşîst sûcdar in, çimkî dengê xwe nakin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE