15 januari 2021

We texmîn nedikir rojekê ewê dor were we jî !

4-5 kesan li Anqerê, li ber mala wî êrîşî cîgirê serokê Partiya Pêşerojê Selçûk Ozdag kirine. Selçûk Ozdag birîndar e, rakirine nexweşxanê.

Êrîşên ser mixalifên Erdogan û Devlet Bahçelî ne nuh e, berê jî çend kes birîndar kirin û ji wan ra ma.
Êrîşeke bi vî rengî bêyî haya Bahçelî û hukûmeta AKPê nabe, hinekan ev wezîfe dana êrîşkaran.
Selçûk Ozdag demakê cîgirê Recep Tayyip Erdogan bû û Ahmet Davutoglu jî serokwezîr bû.

Di dema Selçûk Ozdag û Ahmet Davutoglu da çeteyên hukşmetê gelek caran êrîşî kurdan û siyasetmedarên kurd kirin, bi sedan kurd di zêrzemîyan da bi hovana kuştin. Ew li dij derneketin, parastin.
Ev herdu şexs jî berpirsiyar û şirîkên zulm, teror û êrîşên ser kurdan e. Dibê em viya ji bîr nekin. Lê dijî êrîşa ser wan jî derkevin, mahkûm bikin. 
Dema Ahmet Davutoglu û Selçûk Ozdag hevalên Erdogan û berpirsiyarên hukûmetê bûn, ew  tu carî li dijî êrîşên ser kurdan derneketin, rojekê jî êrîş mahkûm nekirin, êrîşkar ceza nekirin.
Çimmî yên dihatin lêdan û kuştin kurd bûn, lema jî dengê xwe nedikirin. Lê nuha jî dor hatiye wan, îcar jî ew mar bi wan jî vedide.
We piştgirî da sîstema serokatiyê, we Erdogan kir serok û ev selahîyet giş dan wî. Nuha jî hûn jê gazinan dikin. We bi destê xwe kir, hûnê cezayê xwe bikşînin.
Di bin destê Erdogan û Baçelî da ne hêzên dewletê tenê, bi hezaran çeteyên ji bo karên wiha hene, Ahmet Davutoglu û Selçûk Ozdag wan û vê sîstemê baş nas dikin, çimkî demekê wan jî wezîfe dane van çeteyan.  
Ji bo wê jî Ahmet Davutoglu got, dibê Erdogan tavilê raya xwe ya li ser êrîşê eşkere bike. Çimkî ew zane êrîşa ser yekî wek Selçûk Ozdag bê emir nabe, dibê hinekan wezîfe dabin wan
.

XXX

Wezîrê malîyê yê kevn Berat Albayrak du meh berê ”îstîfa” kir. Hin kesên meraqdar dipirsin, dibêjin efendim Berat Albayrak li ku ye, çima xuya nake, çi hat serê wî?

Yaho hûn tiştan çiqasî meraq dikin, birader !

Birayên ezîz, çi ji we ra Berat Albayrak li ku ye?

Belkî xezûrê wî derketina derve lê qedexe kiriye.

Belkî li mal hefs kiriye.

Belkî li derekê girê daye.

Camêr zavayê xwe ceza dike, berat dike çi ji me ra, ew xizmên hev in.

Xezûrê wî kane bi daran bi zavayê xwe keve û roja din jî li hev werin.

Dibêjin dê û dotê şer kir, kêaqilan jê bawer kir. Gerek em ji şerê wan bawer nekin, ew yê hev in, qasa wan yek e, perê wan miştereke, ew tu carî terk hev nakin.

 


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE