03 december 2020

Jimara nivîsên hindik-rindik bû 7 hezar

Di 30 îlona 2007a da min dest bi blogeriyê kir û nivîsa xwe ya cara pêşî bi sernivîsa ”Mizgîn li we kurdan, ez jî bûm xwedî BLOG !” belav kir.

Di ser vê nivîsa min ra tam 13 sal û 3 meh derbas bûn. Heta îro, yanî di van 13 sal û 3ê mehan da min tam 7 hezar (7000) meqale çap kirine.

Do, bi tesadufî dema min bala xwe da rûpela statîstîkê, jimara 6998 bi ber çavê min ket. Tesadufeke xweş bû, pê kêfxweş bûm.Îro min jimar dûz kir, kir 7 hezar.

Ev jî tê wê maneyê di van 13 sal û 3 mehan da bênabên min her roj meqaleyek û nîv nivîsîye. Yanî roja min nivîsek neweşandiye tuneye.

Kîjan salê min çend nivîs nivîsîne, arşîva salan li jêr e.

Rojê nabêna 200-300 kesî riya xwe bi bloga min dixe. Li gorî nivîsêye, nivîsa balkêş pirtir tê xwendin. Lê roja herî kêm jî di ser 200 tikandinê ra ye. Meha berê 6462 kesan bala xwe dana bloga min hindik-rindik.

14 sal berê, gava min dest bi blogeriyê kir, mmin bawer nedikir ezê vê berdewamî û îstîkrarê nîşan bidim û hewqas nivîs binivîsînim.

Lê sal zû derbas bûn û va ye 7 hezar nivîs temam bûn. Xwedê kir min ev blog çê kir. Heger min çê nekira nuha ev nivîs tunebûn. Ji destê her kesî karek tê, ji destê min jî ev kar hat û min bi hezkirineke kûr ev karê xwe heta vira anî.

Di van 14 salan da min ne rêzek bi tirkî nivîsî û ne jî destûr da komentareke bi tirkî. Komentarên bi tirkî min tim rakirin.

Bi vê blogê tesîreke min li gêncan bûye ya na, fêdeyeke min gihîştiye ziman û edebiyata kurmancî ya na ez nizanim, ew dimîne teqdîra xwendevanan.

2020: 725
2019: 800
2018: 809
2017: 766
2016: 644
2015: 613
2014: 382
2013: 364
2012: 335
2011: 518
2010: 306
2009: 343
2008: 309
2007: 86

2 kommentarer:

PARVE BIKE