13 november 2020

Termînolojîya telewîzyoneke kurdî dibê ne wiha be


Tiştekî pir ecêb e, Rûdaw di xeberên xwe da, di malpera xwe da gava akademîsyenekî, pisporekî kurd dide naskirin, navê wî tenê nabêje, bi navê wî ra qewmîyeta wî jî diyar dike, dibêje filan akademîsyenê kurd, lêkolînerê kurd” ya jî filan ”siyasetmedarê kurd” wiha, wiha got. 

Çima navdêra ”kurd" pê ve dike min fêm nekir!

Rojnamevan û muxabirê  telewîzyoneke kurdî  ji bo çi ewê ji kurdekî ra bibêje filan kesê kurd?
Çima nav tenê nabêje?

Fena ku Rûdaw telewîzyona welatekî xerîb be û lema jî dibêje filan  ”akademîsyenê kurd” wiha got…


Medyaya Kurdistanê gava bi nivîsarekî, bi akademîsyenekî welatê xwe ra dipeyive dibê nebêje ”kurd”, nav têrê dike.
Mesela gotiye, ” Akademîsyen û lêkolînerê Kurd Ekrem Onen…”

Ev tê wê maneyê Rûdaw xwe wek medyaya kurdî nabîne.

 Ma rojnamevanekî ereb, tirk gava akademîsyen, lêkolîner, siyasetmedarên xwe didin nasîn, dibêjin filan kesê ereb û tirk ?”

Ma telewîzyoneke tirk gava mîvanekî xwe dide naskirin, dibêje filan kesê tirk?

Heger mîvan xerîb be, meriv navê welatê wî dibêje, lê ereb ji akademîsyenê ereb ra nabêje akademîsyenê ereb.

Gava meriv bi akademîsyenekî, lêkolînerekî xerîb ra bipeyive, wî bide naskirin, ji bo ku xwendevan bizanibe ew meriv kî ye, ji kîjan welatî ye, wê demê meriv navê welatê wî ya jî qewmîyeta wî dibêje.

Robîn: Destxweş hêja, şaşiyên Rûdawê bi taybetî di warê ziman de hindi tu bêjî zêde ne lê ez bawerim rexneya te ne li cih e. Normal e bêjin akademisyenê KURD jiber ku em ne dewlet in û ew bi dîtina min şirînkirineke netewî ye û rêzgirtineke jibo wan kurdên xwedî xizmeteke pozetîv in!

Zinarê Xamo: Na rexneya min di cî da ye. Telewîzyoneke kurdî gava qala dîtinên kurdekî kir ne hewceye qewmîyeta wî jî diyar bike. Meriv ya kesê xerîb diyar dike, ji bo were zanîn ew meriv ji kîjan welatî ye. Gelo Rûdaw ji bo kurdên başûr jî viya dike? Ez nizanim.

Ez dibêjim belkî ji bo kurdên beşên din tenê vê termînolojiyê bi kar tîne. Lê ez baş nizanim. Ezê lê binêrim. Ez bawer nakim telewîzyona filistînî jî eynî tiştî dike. Lê vê şaşiye Rûdaw tenê nake, gelek kesên din jî dikin. Ji bo ku nîşan bidin ne ereb û tirk e.

Robîn: Birayê hêja, helbet rêza min ji dîtina te heye her çend ez wilo nabînim. Kurdên me hatine bişavtin û winda kirin û loma ew netewbûna wan tînin ziman, dibe dîtina min şaş be. Ew jibo kurdên başûr jî bikar tînin. Mînak ew dibêjin siyasetmedarê kurd dr. Mehmud Osman!

Zinarê Xamo: Gelek sipas. Bi baweriya min ne xweş e meriv Dr. Mahmûd Osman û yên wek wî ra wisa bibéje. Telewîzyonên kurdì dibê nebêje siyasetmedarê kurd Mesûd Barzanî.

Robîn: Dibe ew ji kultura soranî be ku ne dûr e ya îranî be! Kurdên rojhelat baştir dizanin!

 

Zinarê Xamo: Bi baweriya min em di bin tesîra ereb û tirkan da mane, ev termînolojiya ereb û tirka ye, gava ew me didin naskirin, qewmîyeta me jî pê va dikin, dibêjin, filan nivîskar û siyasetmedarê kurd wiha gotiye, çimkî em ne ji wan in. Ev tarîf ji bo wan rast e.

 

Robîn: Destxweş kekê hêja, miletên din dikarin me bidin nasîn weke "...yê/ya kurd" normal e lê piştî vê giftogoyê ez hinekî ser ponijîm, dibe dîtina te rast be. Erê kurd wê gotinê jibo hev bêjin cihê goman û niqaşê ye! Her çend rewşa me cuda be jiber bê dewletbûna me!

 

Zinarê Xamo: Helbet tesîra bêdewletiyê heye, lê nabe meriv her şaşiya xwe, her kêmaqiliya xwe bike sûcê bêdewletiyê. Heger telewîzyonek kurdî ji Dr. Mahmûd Osman ra bibêje siyasetmedarê kurd M. Osman pir eyb e, wê demê ew xwe dixe dewsa erebekî. Meriv nav û karê wî/wê dibêje.

Robîn: Birêz, bêdewletbûn xaleke bi serê xwe ye jixwe hemû problemên me jî ji bin vê malkambaxiyê derdikeve. Pirs ew e ez pêvekirina vê gotinê "kurd" şaş nabînim, ev jî problema min e, lê nizanim xelkên din çawa bîr dikin? Ez nuha mereq dikim kurdînivîsên me çawa difikirin ser vê mijarê!

 

XXX

 

Tirkan tiştek di me da nehîştine, em pir pîs kirine, nîvê me kirine tirk, qismek jî pûç û gêj kirine. Ji sunîyan, ji elewîyan bi milyonan ji kurdayetiyê dûr xistine, kirine tirk. Yên sûnî bi îslamê, yên elewî jî bi Ataturk kirine tirk.

Yên kurd mane, hîn nebûne tirk jî ne li hev in, lê ew jî hêdî hêdî dihelin, dibin tirk. Partiyên hene, siyasetmedar û serokên hene ji me ra tiştekî bi ser avê naxin, ne ew kesên kanibin me xelas bikin, ew zanîn û kapasîte bi wan ra tuneye. Ji bo xelesiya me mûcîzeyek lazim e, mûcîze jî kane qet nebe...

Ez ne bawermend im, heger bewermend bûma, minê nuha ji bo me duayek xweş bikira.


XXX

 

Ji bo ku vî serê sibê çend gotinên dilxweşkir bibêjim, min çavê xwe li twîtterê, li facebookê gerand, ji şansê xerab ra tu xebereke xweş bi ber çavê min neket.

Tiştê min dîtin moralê min xerabtir kirin. Lê belkî piştî nîvro hin tiştên baş biqewimin. Dibê meriv bêhêvî nebe.

 2020-11-13

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE