30 november 2020

Sews îro gihîşt Stockholmê

 


Îro dîyarîyeke li ber dilê min pir bi qîmet ji min ra hat. Nivîskar, abûqat û şairê hêja Necat Zivingî kitêba xwe SEWS îmze kiriye û ji min ra şandiye.

Him ji bo ku kitêbeke wiha li kitêbxaneya min zêde bû û him jî Necatê hêja tiştên ji bo min gotine, ez gelkî kêfxweş û dilşa kirim.

Gelek sipas ji bo wan gotinên wî yên wefadar û qedirşînas. Ez pê serbilind bûm.

Minê nîşanî te bida

Rojnamevanekî Ewrûpî diçe Tirkiyê, bi serokkomar Recep Tayyip Erdogan ra hevpeyînekê dike. Rjnamevan wek yekî tirk xwe li ber Erdogan natewîne û xwe nake pepûk, gelek pirsên bê dilê wî jê dipirse.
Erdogan destpêkê rûliken e, bîna xwe fire dike.
Lê rojnamevan her ku diçe zorê dide Erdogan, li ser kurdan û demokrasiyê gelek pirsên cidî jê dike.
Tê dereceyeke wiha, Erdogan hew tehamul dike, ji rojnamevan ra dibêje:

Dewleta kûr

 29/5-2005

Çend roj berê(20ê nîsanê) Serfermandarê Tirkiyê Hilmî Ozkok wek ku ew serokwezîrê Tirkiyê be axaftinek gelek dirêj kir.

Li gor agahdariyên  media tirk axafina Hîlmî Ozkok seetûnîvekê dirêj bûye.

Bêguman generalekî wek wî bi heybet ma qey ne ewê 10 deqîqeyan bipeyive.

Li gorî hêza di bin emrê wî da û xofa ji wî tê girtin helbet axaftina wî jî ewê bi seetan dirêj be. Ji bo ku her kes li gor wê nigê xwe rade.

29 november 2020

Her risim û ala zirarê dide me dibê em hilnedin

Malperekê gotiye, li gorî xebera telewîzyona El Arabî 21ê, Amerîkayê ji PYDê xwestiye rismên Evdila Ocalan û filamayên PKKê li Kurdistana rojava neyên hildan.

Hin heval û dilsozên PKKê bi vê xeberê pir aciz bûne, gotine gerîlayên PKKê bi xwîna xwe wira rizgar kirin, lema jî ewê rismê Ocalan û filamayên PKKê ranekin.

Heger şêla PKKê jî ev be pir şaş e. Gerek PKK di tiştekî wiha da israr neke.

28 november 2020

Ruyê reş ne hewceyî teniyêye

Li Tirkiyê kurd di bin cendereyeke mezin da ne, însan nikanin bîna xwe bigrin. Kes nizane keriyên pûlisan ewê kînga bigrin ser mala wî.

Ji bo ku em vê zulma Tirkiye li kurdan dike nîşanî Yekîtiya Ewrûpayê û welatên Ewrûpa bidin, em xwe pir diwestînin, belgeyan belav dikin, agahiyên konkret didin ewrûpiyan.

Lê deng ji Yekîtiya Ewrûpayê, ji welatên Ewrûpa dernayê, kes ji Erdogan ra nabêje hilê bilê.

Dewleta bêhemdî

 

Ne hewceye meriv nifirên zêde li tirkan bike. Wa ye li bela xwe rast hatine, ez bawer dikim hêdî hêdî ne Xwedê be jî lê Emerîka ewê hustiyê wan bişkîne.

Heger ev dijayetiya di nabêna tirkan û emerîkiyan da wiha dom bike û hin bûyerên ne di hesêb da neqewimin Emerîka ewê bi tirkan ra bi tirkî bipeyive.
Ji ber ku tirk li herêmê ji bo ku siyaseta Emerîka bi ser nekeve çi ji destên wan tê dikin. 
Û Emerîka jî vê dijminatiya tirkan dibîne.

27 november 2020

Dîrok yekcarnan dilê meriv rehet dike

8/4-2005 Netkurd

Min nêt hebû di vê nivîsa xwe da li ser mijareke din rawestim.

Lê hin bûyer û pêşketinên li Kurdistanê û li Rojhilata Navîn rû dan bûn sebeb ku ez vê biryara xwe biguherim. Yanî wek gelek caran hesabê mal û bajêr li hev derneket.

Bê guman ji bo me kurdan hilbijartina birêz Celal Talabanî wek Serokkomarê Iraqê bûyereke gelek girîng û dîrokî ye.
Divê em kurd vê yekê baş fêm bikin. 

Gelo dîaspora meriv ji rewşenbîriyê dûr dixe?

 Ji ber ku min di sernivîsa xwe da gotiye” Gerek serokên me jî wek Theodor Herzl bin”, Xalid Sadînî ez rexne kirim û di twîtterê da di nabêna min û wî da minaqaşeyek çê bû.
Destpêkê minaqaşe hinekî gurr bû, lê dû ra bê qeza û bela, bi selematî qediye...

Hevalên min ên facebookê û yên di blogê da min taqîb dikin vê minaqaşê nabînin, ji bo ku ew jî bibînin ez vê minaqaşê li vir jî diweşînim.

26 november 2020

Îro rastî perçakî tarîxa xwe hatim

 Dema malpera NETKURDê di Newroza 2005a da dest bi weşana xwe kir, ez him bûm endamê redaksîyonê û him jî min her hefte meqaleyek nivîsî.

Îro ez rastî dosya nivîsên xwe yên Netkurdê hatim. Pir kêfxweş bûm. Netkurdê ji adara 2005a, heta 1ê mijdara(1/11-12)2012a weşana xwe domand. 

Min di Netkurdê da li ser hev çend meqala nivîsîne nayê bîra min û giş jî li ba min tunene. Lê di  dosya min dît da 47 meqale hene.   
Ji ber ku ev nivîs di înternetê da xuya nakin, min biryar da her roj di biloga xwe da nivîsekê biweşînim. Bira ev tarîxa min wenda nebe, ew jî di bloga min da cî bigre.
Îşev dest pê dikim. Ev nivîs ya pêşî ye.

Qetîn

 Li Swêregê, di xutbeya roja îniyê da mele qala xweşikiya Cinetê dikir. Digot:

-Cinet dereke hewqasî xweş e, qet jê nayê gotin. Ji bax û bexçeyan, ji her babet darên fêkî tîrêjên rojê jî bi serê meriv nakeve.

Hejîrên cinetê tu dibê lep in.

Hebên tirî wek bêçiyên meriv dirêj in.

Gerek meriv xelkê ji kurdî dilsar neke

Jimara kesên di medyaya sosyal da bi kurdî dinivîsin hêdî hêdî zêde dibe. 

Ev yek rê li ber asîmîlebûna me nagire, kurdî ji mirinê xelas nake, lê dîsa jî baş e, min kêfxweş dike.

Lê bi vê pêşketina baş ra gelşek jî peyda bûye, hin kes zimanê xelkê rexne dikin, dibêjin te şaş nivîsîye, bi kurmancî wiha nayê nivîsîn, filan û bîvan.

Gelek caran kurmanciya wan bi xwe ji ya kesê rexne dikin ne baştir e, xerabtir e, lê haya wan jê tuneye.

25 november 2020

Sala li Zîlanê kurd qir kirin ez çê bûme

 Parlamenterê HDPê Dr. Omer Faruk Gergerlioglu, di axaftina xwe ya meclîsê da qala bîranîneke xwe ya pir muhîm kir. Di sala 1990î da li gundekî Idirê pîreke kurd miayene kiriye. Jê umrê wê pirsîye, gotiye:

 -Dayê, tu çend salî yî?
Pîrê gotiye:
-Tuxtor beg, ez umrê xwe nizanim. Lê ez zanim sala li Zîlanê kurd qir kirin, ez çê bûme. Ez bi viya tenêm zanim tuxtor beg, ez umrê xwe nizanim.”

Dor hatiye kurdên dewletê

 Dema meriv ji tarîxa xwe, ji serpêhatiyên pêşiyên ders û ibretê negire netîce ev trajedîye.

Di heqê parlamenterê AKPê yê berê Galîp Ensarîoglu da lêpirsîna ”terorîstiyê” hatiye destpêkirin. Savcî îro îfadeya Galîp Ensarîoglu girtiye.

Dibê ev serpêhatiya Galîp Ensarîoglu ji kurdên hîn jî zilamên Erdogan in gişan ra bibe ders û ibreteke mezin.

24 november 2020

Nivişta melê û piştgiriya Erdogan

 Piştgiriya Recep Tayyip Erdogan û îslamîyên tirk bû wek nivişta melê û mesela kefindiz, her kes dibêje xwezî bi kemalîstan û dixwaze Tirkiye bînin qeysa berê, lê îslamî zalim in, ketine ser dilê milet, ranabin…

 Lawê jinikê her şev di xew da bi xwe da dimîst. Diya wî rabû bir ba melê gund, got:

23 november 2020

Daîşê kolanên Stockholmê dagir kir.


Îslamîstan kolanên Stockholmê dagir kirin.

 Hukûmetên ewrûpî tenekene, qurişekî nakin, bûne êsîrên îslamiyên faşîst, hov.

Kîjan rêxistina swêdî bixwesta tiştekî wiha bike, pûlis ewê destûr neda.

Lê didin îslamîyan, çimkî bûne êsîrên wan. Kes newêre bêemriya wan bike, çi bixwazin wiya digrin û dikin.

Bifire jî golik e

 Yekî gundî ji dûr va bala xwe dayê ku reşek di nav zadê wî da ye. Ban lawê xwe kir, got:

- Law wa ye golikek ketiye nav zadê me, bazde here jê derxe.

Lêwik bala xwe dayê ku yê di nav erd da ne golik e, teyr e. Got:

- Bavo ne golik e, teyr e.

22 november 2020

Ji bo her tiştî meriv nabêje Pîroz be!

Ev 30, 40 sal in em ji welatê xwe, ji herêma xwe, ji nav civata kurd dûr ketine. Hinekên me 50 sal e li dervayî welêt dijîn.

Bi vê dûrketina ji civata xwe ra zimanê me, devoka me pir tevlihev bûye, hin peyv şaş tên bîra me; me hin urf û adetên xwe ji bîr kirine, em hin tiştan, hin tabîr û peyvan şaş dibêjin.

Bi qasî ku tê bîra min li welêt dema zarokek ji malbatekê ra çê dibû, meriv ji dê û bavê ra, ji kalik û pîrikê ra nedigot:
“Pîroz be !
“Bi xêr be !”

Gerek meriv kesê xebatkar teqdîr bike

Hin însan hene bi çend zimanan zanin, merivên zane ne, kar ji destan tê, lê tembel in, ya jî bîr nabin, ji gelê xwe ra karekî baş nakin. Zanîna xwe, hunera xwe bi xwe ra dibin gorrê.

Lê hin kes jî hene pir bi ezm û bi xîret in, wek mûriyan dixebitin, ji gelê xwe ra kevirekî didin ser kevirekî, li dû xwe tiştekî dihêlin.

Kekê Zîya Avcî jî yek ji wan kesên bîrbir û bi xîret e, di 30 salên dawî da li dora 50-60 kitêb ji soranî wergerandin kurmancî, herfên latînî.

21 november 2020

Heta YE ev korfahm be kes nikane pişta Erdogan bide erdê

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ji nuh ve bi Yekîtiya Ewrûpayê ra çav qurç kiriye, fena ku çerx bike û rotayê bi alî Yekîtiya Ewrûpayê va biguhere, gotiye:

”Em xwe ne li derên din, li Ewrûpayê dibînin, em dixwazin pêşeroja xwe bi Ewrûpayê ra ava bikin.”

Erdogan siysetmedarekî ji rûvî rûvîtir e, zane kînga ewê çi bibêje û siyasetmedarên ewrûpî yên newêrek, xêv û kêmaqil çawa bixapîne.

Fêda îsotê

Di herba Korê da piştî şerekî deryayê yê giran çend keştî binav bûbûn û bi sedan leşker ji kûtiyan ra (shark, segmasî) bûbûn qût. 

Leşkerekî emerîkî, yekî koreyî û yekî kurd jî bi hev ra li ber xwe didan, ku xwe xelas bikin. 

Lê piştî demekê kûtîyekî tu dibê hût rastî wan hat. Berê yê emerîkî girt, jê ra got:

20 november 2020

Xwe ji cahilan bisitirînin

 Merivê cahil, nezan, aqilsivik, sergende pir ji aqilê xwe razî ye, lema jî kane gotina herî çort, gotineke giran ji te ra bike û bibêje, ji bo ku ez ji te pir hez dikim min ev gotin ji te ra got.

Cahil, kêmaqil bi biaqilan ra çiqasî bikevin û rabin jî ji wan tiştekî fêr nabin. Çimkî kêmaqil in.
Merivê cahil ji bo ku ji aqilê xwe pir razîye cesûr e, zimandirêj e...

Ez natirsim

Ji mêrik pirsîn, gotin ma tu ji jina xwe natirsî?

Camêr got:

- Ji bo çi ezê bitirsim? Ez tu carî gotinê naynim xwe.
Min kincên xwe şuştiye, ûtiya xwe kiriye, xwarina xwe çê kiriye, feraxên xwe şuştine, giş bi cî kirine.
Mala xwe şirt kiriye.
Gulên malê av dane.
Yê tembel e, karê xwe nake bira bitirse.

19 november 2020

Entellektuel

Li ser rewşenbîr(entellektuel), tabîra rewşenbîr gelek tarîfên cihê hene.
Kî rewşenbîr e, meriv çawa dibe rewşenbîr, şert û wesfên rewşenbîriyê çi ne, mijareke wisaye ku gelek fikir û dîtinên cuda li ser hene. Tarîfeke mişterek ya her kes li ser li hev dike tuneye. 

Ji van tarîfan yek jî rewşenbîr, kesê bi aqilê xwe, bi berehm, bi zanîn û tevgera xwe pêşengiya civata xwe dike. 

Rez berê ne tu rez bû, terezê lêxist ji kok da tengezar bû

Bala min lê ye hin kes ji gotin û gefên Çakiciyê serokê mafîa û serokê MHPê Bahçelî gazinan dikin, matmayî dimînin.

Birayên ezîz, rez berê ne tu rez bû, zîpikê(terezê) lêxist ji kok da tengezar bû.

Tirkiye ji berê û ber da ne tu dewlet e, tim ji alî yên wek Çakicî û bi metodên çetewarî hatiye îdarekirin.

Lê çeteyên berê xwe hewqasî eşkere nedikirin, karên xwe bi dizî dikirin.

18 november 2020

Tirkan di zorbatiyê da kara xwe dîtine

 Tirkiye leşkeran dişîne Azerbêcanê. Yanî tiştê heta nuha bi dizî dikir, eşkere û resmî dike.

Tezkere, di parlamentoyê da bêyî HDPê, bi piraniya dengan hat qebûlkirin. CHPê jî wek her tim, ray da tezkereya Erdogan.

Min berê jî nivîsî, Azerbêcan û Qerebax ji bo Tirkiyê û tirkan êdî Qibris e.

Bersîva xortekî xwenezan

 Di twîtterê da di nabêna min û xortekî bi navê "Pîro" da minaqaşeyek çê bû. Ji bo ku bersîva min dirêj e ez li vir diweşîenim...

Pîro, ya ji bo ku tu rastiyê, heqiyê bincil bikî, ya jî ji ber ku tiştê hatiye gotin tu fêm nakî, te demagojiyeke mezin kiriye, tiştên têkiliya wan bi mijara me tuneye, te li dû hev rêz kirine. Sebebê minaqaşeya me çi ye, ezê ji wir dest pê bikim.
Min di twîtteke xwe da gotibû:

17 november 2020

Miletên misilman giş xêrnexwazên me ne

Misilman nasyonalîst in, di rojên teng da, di felaketan da alîkariya hev dikin, diçin hawara hev.

Tenê alîkariya me kurdan nakin. Çi zulm li me bibe, çi felaket were serê me, welatên misilman, misilmanên dinyayê tu carî destê alîkariyê dirêjî me nakin, tu carî nayên hawara me. Lê bi misilmanên di ra madî, manewî alîkariyê dikin.

Gava yek li dînê misilmanan, li Qurana wan, li Pêxemberê wan heqaretê dike ya jî peyveke ne xweş, ne li rê dibêje, karîkatorekî ne li gorî dilê wan çê dike, misilman li her derê serî hildidin, wî kesî, wê dezgehê, wî dewletî şermezar dikin.

Ewrûpiyan êdî baş fêm kirine tirk henekê xwe bi wan dikin

 


Tirk ji berê û ber da ye ewrûpiyan neyarên xwe dibînin û di mesela ewê xwe biguherin, bibin ewrûpî, demokrasîyê qebûl bikin, bi ewrûpiyan dikenin.
Komîsyona Yekîtiya Ewrûpayê di rapora xwe da gelek rexneyên giran li Tirkiye girtiye, gotiye Tirkiye ji Yekîtiya Ewrûpayê dûr dikeve, Erdogan dijminatiya Yekîtiya Ewrûpayê dike, Tirkiyê em hêvîşikestî kirine, filan bîvan.

Kenê meriv tê, rexneyên Yekîtiya Ewrûpayê li ba Erdogan û tirkan ne bi serê pîvazekêye jî, Erdogan bi van rapor maporan dikene, zane Yekîtiya Ewrûpa nikane tu jahrê belav bike. Lema jî tu qîmetê nade rapor û rexneyên Yekîtiya Ewrûpayê yê.

Tirk, 100 sal e ewrûpiyan dixapînin, him henekên xwe bi wan dikin û him jî wan wek manga doşane didoşin.

16 november 2020

Ma ev bêxwedî hêkên zêrîn dike?

 


Li Belçîkayê kevokek marrî ya postê li mazatê bi 1 milyon û 600 hezar euroyî hatiye firotin.

Dînê çewalek euro di kevokekê daye yekî çînî ye.

Xwedê noka dide kesê bêdiran, pera jî dide merivên totikvala.

Xelk gewî bûye, kevokek bi milyonek û şesid hezar euro ne karê aqil e, meriv çawa kane hewqas pere bide kevokek biçûk ez fêm nakim.
Ma ev bêxwedî hêkên zêrîn dike?

Mişterî

Kurdekî ji Qonyayê, ji qeza Qûliyê, li Swêd îltîca kiribû, li ba pûlis îfada xwe dida.

Pûlis jê pirsî:

- Senetê te çi ye?

- Ez berber im.

- Ji ber kîjan xebata xwe ya siyasî tu mecbûr ma ku welatê xwe terk bikî û werî Swêd?

Em dikin bifetisin

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, di gerra xwe ya Rihayê da Emîne xanim jî bi xwe ra biribû. Emîne xanimê xwest hinekî li bajêr bigere. Çend pûlîs û çend ruhayiyên ji partiyê bi dorê ketin û berê xwe dan nava bajêr.

Piştî bîstek gerr, Emîne dageriya dikanek cil û caw (manîfatûre). Çavên xwe gerand, li jorî refê perçak eciband, xwest lê mêze bike. Şagirtê dikanê çaxa top ji jor danî -topê cêw giran bû- bê hemdî ba bi ber lêwik ket. Emîne xanim pirr aciz bû, got:

15 november 2020

Tirkan destûr nedan Mîke Pompeo here Stenbolê

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mîke Pompeo do ji Fransayê dest bi gera xwe ya heta 23ê mehê ewê dom bike kir.

Pompeo heta 23ê mehê ewê serdana 7 welatan bike. Ew 7 welat jî Fransa, Tirkiye, Gurcistan, Îsraîl, Yekîtiya Emîratên Erebî, Qeter û Erebîstana Suûdî ye.

Pompeo gerek ji Fransayê biçûya Stenbolê û bi Patrîkê Rûm Bartholomeos ra hevdîtinek bikira.

Li ser minaqaşeyên tirkî-kurdî

 Ev çandake minaqaşeyên li ser kurdî geş bûne. Hin dost û hevalên bi kurdî nizanin, ya jî kêm zanin, ya jî zanin lê belê destê wan ji tirkî nabin, gazinan ji kesên li dijî tirkî ne dikin, dibêjin israra ji bo kurdî ne rast e, axaftin û nivîsîna bi tirkî rast e, ne şaş e. Wek siyasetmedar meriv kane siyasetê bi tirkî bike û ev jî ne şaş e, rast e.
Hinek jî li dijî vê dîtinê ne. Ez yek ji wan kesa me, him jî li gor hinekan yekî pir "ekstirem" im.

Saît Aydogmuş li ser vê meselê pirsek kiriye, gotiye:
”Gelo ziman ewê siyaseta me, ya jî siyaset ewê zimanê me xelas bike?

Pirseke pir ne zelal e, baş jê nayê fêm kirin. Lê qest, gelo kurdî muhîm e, ya jî siyaset muhîm e?

14 november 2020

Tirkiye wek tajî tim li pey me ye

 

xe

Tirkan ne li Kurdistanê tenê, li tu dera cîhanê nehîştine kurd rehet bikin. Ji bo ku li dinyayê kurd nemînin Tirkiye wek dewlet tim li pey me kurdan bûye. Em bûne xezal, tirk jî bûne tajî, tim û daîm li pey me ne.

Stalîn di sala 1937a da bi zexta tirkan, bi dehhezaran kurd ji Azerbêcanê, Êrmenîstanê û Gurcîstanê surgûnî welatên Asya Navîn, Qazaxîstanê, Qirgizîstanê, Ozbekîstanê kirin. 


Bi hezaran kurd bi darê zorê ji malên wan rakirin, li tirênên bar û heywîn siwar kirin û birirn li çolên Asyaya Navîn berdan, terkî mirinê kirin.

13 november 2020

Li ser Qerebaxê dibê em ne xayalperest bin

 


Rûsan beşekî Qerebaxê bi fêlbazî û bêbextî ji êrmeniyan girtin dan azerîyan û tirkan. Ew herêma nuha ket destê azerîyan, jê pirrê wê erdê kurda ye, di nabêna 1923-1929a da bi navê Kurdistana Sor, herêmeke kurdan ya otonom bû.

Rûsan ji vê herêma Kurdistana Sor bajarên Laçîn, Kelbajar û Şûşa û hin gund û derên din ji dest êrmeniyan derxistin, dan azerîyan.

Yanî cî warên kurdan, gund û bajarên kurdan dest guherand.
Sî sal berê êrmeniyan ji azerîyan girtin, nuha jî dîsa azerîyan ew der paş da girtin.

Termînolojîya telewîzyoneke kurdî dibê ne wiha be


Tiştekî pir ecêb e, Rûdaw di xeberên xwe da, di malpera xwe da gava akademîsyenekî, pisporekî kurd dide naskirin, navê wî tenê nabêje, bi navê wî ra qewmîyeta wî jî diyar dike, dibêje filan akademîsyenê kurd, lêkolînerê kurd” ya jî filan ”siyasetmedarê kurd” wiha, wiha got. 

Çima navdêra ”kurd" pê ve dike min fêm nekir!

Rojnamevan û muxabirê  telewîzyoneke kurdî  ji bo çi ewê ji kurdekî ra bibêje filan kesê kurd?
Çima nav tenê nabêje?

Fena ku Rûdaw telewîzyona welatekî xerîb be û lema jî dibêje filan  ”akademîsyenê kurd” wiha got…

12 november 2020

Kurdî bi axaftinê ji mirinê xelas dibe

 HezKurd û partiyên kurdî ji Tirkiyê dixwaza perwerdehiyê bi kurdî dikin. Daxwazeke baş e, dibê meriv piştgiriyê bidê.
Lê belê em giş zanin kurdî bi kampaniyan, bi daxwazên bi vî rengî ji mirinê xelas nabe û tirk jî kurdî nakin zimanê perwerdê.

Heger HezKurd û partiyên kurdî bi rastî jî dixwazin kurdî nemire û em kurd nebin tirk, dibê HezKurd û partiyên kurdî ji xwe dest pê bikin, ji dêlî kampaniyên vala, bênetîce, ew bi xwe kurdî bikin zimanê xwe yê rojane, bi zarokên xwe ra bi kurdî bipeyivin.

Çend pirs ji HezKurdê û ji berpirsiyarên partiyên kurdî !

 


Ji bo ku kurdî li Kurdistanê û Tirkiyê di dibistanan da bibe zimanê perwerdehiyê û mamosteyên beşa kurdolojiyê qedandine dest bi kar bikin, HezKurdê dest bi kampaniyekê kiriye. HezKurd, ji hukûmetê dixwaze kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û zarokên kurd jî bi zimanê xwe bixwînin. Partiyên kurd jî eynî daxwazê dikin.

Daxwazeke baş e, dibê meriv piştgiriyê bidê.

Lê belê kurdî bi daxwazên bi vî rengî ji mirinê xelas nabe û hukûmet jî kurdî nake zimanê perwerdê. Vê yekê HezKurd jî û partiyên kurd jî baş zanin.

11 november 2020

Heta ku hewqas kurd zilam û xulamên dewletê bin tirk tu mafî nadin me

Çend weşanxane, nivîskar, akademîsyen, rojnamevan û siyasetmedarên kurd, ji bo kar nadin mamosteyên kurd hukûmeta AKPê ya îslamî rexne kirine, gotine:

We li zanîngehan beşên kurdî vekirin, wê demê wacibên xwe jî bi cî bînin. Heger kesên bûne mamoste ewê tayin nebin, wê demê xwendkaran negrin zanîngehan, qenekê emê ji vê lîstikê xelas bibin. Ma mafê kê heye van zarokan bi hawî mexdûr bike?

Hukûmeta îslamî-faşîst henekê xwe bi me dike. Ji bo ku ji kurdan natirsin wiha dikin.

10 november 2020

Hêka qazê û pinda mirîşkê

 Mirîşkê xwe bi qazê ra rewisand, dilê wê bijiya meziniya hêka qazê, xwest ew jî hêkeke mezin bike.

Qazê jê ra got:

Xwişkê, xwe bi min ra nerewisîne, pinda te biçûk e, tu nikanî hêkên mezin bikî, tu yê biqelişe.

Mirîşkê guh nedayê, zor da xwe, hêkek mezin kir. Lê wek qazê gotibû, bi rastî jî pinda wê qelişî…

Yê xurt çi sûcî bike jî jê ra dimîne

Yê xurt, yê xwedî hêz zalim û dîktator be jî, gelek tawanên(sûcên) li dijî mirovahiyê kiribe jî, qetil û cînayet kiribe, qetlîamên mezin dabe kirin jî kes newêre tiliya xwe berbî wî va bike û bibêje tu tawanbar î, te tawanên mezin kirine, lema jî dibê tu werî cezakrin.

Yê xurt kane terorîst be, ya jî hevalê terorîstan be, terorê wek sîlehekê li hemberî welatan bi kar bîne, lê dîsa jî tişt pê neyê.


Di vî warî da ezê du numûneyan bidim. 

09 november 2020

Gerra me îro pir bi heyecan derbas bû

 Min û xanimê îro reqoreke nuh li reqorên xwe yên berê zêde kir. Em îro 11 km(10.56) û tam 153 deqîqeyan meşiyan. 

Ji 153 deqîqeyan, li dor 30 deqeyî jî min baz da.
Xanim nikane bibeze, ew hêdî hêdî dimeşe, tim li dû min e.
Ez him zû dimeşim û him jî di gerrê da hinekî, li dora 10-15, carnan 20 deqîqeyan jî baz didim.
Her roj em li dora 6-8 km dimeşin, îro me çita bilindtir kir, me derxist 11 kim.

Bi vê kapasîtê êdî ez kanim bi Mistefa Kalpak û Mahmûd Kîper ra jî pêşbaziyê bikim.

Selahîyet

Mêrik li camiyê rahîşt misîn ji bo ku here evdesxanê. Bekçiyê evdesxanê got:

-Ne wî misînî, rahîje yekî din.

Mêrik ew misîn danî rahîşt yekî din. Bekçî dîsa got:

-Ne ew, rahîje yekî din.

Mêrik kîjan misîn rakir, bekçî tim got ne ew, yekî din... Mêrik aciz bû got:

- Law tu dîn î ya biaqil î ? Ji vêsê da ye ez radihîjim kîjan misînî, tu dibêjî ne ew yekî din, ji bo çi, mesele çi ye?

Bekçî got:

- Ê heger ezê nikanibim viya jî bibêjim, wê gavê ji bo çi ez li vir rûniştime? Destûrê bide, bira hewqasî jî heqê min hebe!


Yê zane zane zane...

Yekî li çolê tecawizî jinikê kiribû û direviya. Bi hawar û gaziya jinikê ra gundiyan dabûn dû mêrik. Mêrik dît ku waye ji hember da çed rêwiyên din tên. Hema ji erdê kêlek rê, baqek nîsk çinî û ber bi rêwiyan ve reviya. Yên li pê wî, gazî rêwiyan kirin, gotin ji me ra bigrin.
Rêwiyan mêrik girtin, jê pirsîn, gotin:

- Law xêr e, çi mesele ye, vana çima berra te didin ?

Mêrik got:

Radyoyê got

 Di sala 1967a da, dema di nabêna Misrê û Îsraîl da şer derket, serokkomarê Misrê Cemala Abdulnasir dibîne sirrên leşkerî yên herî bi dizî jî dikevin destê casûsên Îsraîl. Ji bo ku rê li ber vê yekê bigire, qirarê dide ku ewê civîna wezîran di sengereke binê erdê da çê bibe.

Civîn dirêj dike, ji wezîran yek hêzî ser xwe dike ji bo ku here avdestxanê (tuwaletê). Nasir deng lê dike, dibêje:

Gava meriv got kurdî namûsa kurda ye dibê li namûsa xwe xwedî derkeve

 Fewzî Bûlgan, di malpera xwe ya facebookê da teksteke wiha belavkiribû:

Li Meletyê, Meraşê, Semsûrê, Sêwasê û Dîlokê(Entabê), kesên di bin 35 salî ra hema hema bi kurdî nizanin. Metoda herî baş a qirkirina miletekî bi asîmîlasyonê dibe. Zimanê kurdî namûsa kurda ye.”

Min jî di bin vê nivîsê da ji Fewzî Bûlgan ra got tu him wiha dibêjî û him jî bi tirkî dinivîsî, ev nabe.

Fewzî Bûlgan bersîv neda, lê di nabêna min û Harettîn Guven da ev minaqaşa jêr çê bû.

08 november 2020

Welatperwerî û çepîtî

 Welatperwerî, miletperwerî hezkirina ji welatê xwe, ji zimanê xwe, ji edebiyata xwe, ji gelê xwe ye. 

Merivê welatperwer ji welatê xwe, ji zimanê xwe hez dike, zimanekî din di ser zimanê xwe ra nabîne, dev ji zimanê xwe bernade, bi zimanê miletê dagirker bi zarokên xwe ra napeyive, bi wî zimanî siyasetê nake, di medyaya sosyal da bi wî zimanî ji kurdan ra nanivîse.

Gelo Joe Bîden ji bo me ewê baştir be?

Tirkan, bi hukûmet, muxalefet û medya xwe ve piştgiriya Donald Trump dikirin û li dijî Joe Bîden bûn.

Lema jî bi serketina Bîden pir xemgîn bûne, porê xwe dikşînin, hinek dibêjin ev ”darebeyeke siyasî ye.”

Gava tirk piştgriya yekî bikin, bizanibin ku ew kes ne xêrxwazê me ye, ji bo me ne baş e.

07 november 2020

Dibê meriv hewqasî jî ne bêûjdan be

Bi baweriya piraniya misilmanên tirk, ereb û kurd, rojavayî, dewletên Ewrûpa tim neheq in, zalim in, pîs in, keysperst in.

Misilman û afrîqî jî tim mezlûm in, bi heq in, baş in, milyaketên Xwedê ne. Ewrûpî irqçî ne, lê msilman, afrîqî ne irqçî ne. Ev ne rast e.

Erê xerab û irçiyên ewrûpî hene. Lê misilman û afrîqî sed qatî ji ewrûpiyan irqçîtir in. 50 milyon misilman û nizanim çiqas afrîqî li Ewrûpayê hene.

Îslamîfobî, dîn û sîyaset

 Min li programa Mucahît Bîlîcî û Îbreahîm Halîl Baran a bi navê ”Îslamîfobî, dîn ve siyaset”ê temaşe kir. Vîdeoya programê di malpera Mucahîd Bîlîcî xoce da heye.
  
Di malpera wî ya facebookê da min hin pirs jê kirin.

Mucahît Bîlîcî xoce heta nuha li ser van pirsên min tiştek negotiye. Belkî di dû ra bibêje, ya jî hêjayî bersîvê nebîne, ew mesela wî ye. Ji bo ku şiroveya min ne şexsî ye, lema ez li vir belav dikim.
Program bi tirkî ye û di sîteyên herduyan da jî heye.

"Mucahît xoce merheba !

06 november 2020

Dibê Dr. Necmedîn Kerîm li Kerkûkê bihata gorkirin !

 


Cenazeyê Dr. Necmedîn Kerîm îro ji ji Amerîkayê tê Kurdistanê û li gorî medyaya kurdî dinivîse ewê li Hewlêrê, li gorristana Pîrmamê were gorrkirin.

Dr. Necmedîn Kerîm berî wefata xwe wesîyet kiriye wî li Kerkûkê gorr bikin. 

Çimkî Dr. Necmedîn Kerîm ji Kerkûkê ye, lema jî xwestiye gorra wî li bajarê wî be.

05 november 2020

Dûro bi nûro

 Li ser PKKê û PDKê meriv çi bibêje, pesnê wan bide, ya jî rexne bike, hin kesên li dij derdikevin, êrîşî meriv dikin miheqeq hene.
Tu çi bibêjî, miheqeq tu şaş î, tu neheq î.
Heger meriv bixwaze serê meriv vehesiyayî be, dibê li ser van partiyan ne çê, ne xerab tiştekî nebêje.

Lê helbet ew jî ne rast e.

Mala gerrok û mîsyonerên rojavayî ava be

 



Gerrok û mîsyonerên ewrûpî di gerrên xwe yên Kurdistanê da bi hezaran fotograf, risim û mînyatur li pey xwe hîştine û kirine malên tarîxa me.

Ji kevin da gerrok û mîsyonerên rojavayî li welatên Rojhilat, li seranserê Kurdistanê geriyane û bi hezaran rismên kurdan û kincên wan girtine, nivîs û agahiyên li ser urf û adetên kurdan, li ser baweriyên cûr be cûr, wek zanîn, belge û wesîqeyên tarîxî, antropolojîk û etnografîk ji me ra li pey xwe hîştine.

04 november 2020

Ka werin kêfa neyaran bi me neynin !

Li gorî beyana Encûmena Wezîran a Kurdistanê ya di Rûdawê da, gerîlayên PKKê êrîşî hêzên pêşmerge kirine û di nabêna wan da şer derketiye. Di şer da 3 pêşmerge birîndar bûne û ji pêşmergeyên birîndar yek di nexweşxaneyê da mirîye.

Malwêraniyeke ji viya mezintir tuneye...

Ev ne tu rê ye, felaket e, îro ne roja gerîla û pêşmerge hevdu bikujin. Dibê ev şer mezin be û PKK dev ji siyaseta xwe zorbatiyê berde. 
Gerîla li dijî hêzên dagirker rahîştiye sîlehê, ne ji bo ku birayên xwe bikuje.

Rêya Remezanê

 Di meha Remezanê da rêya yekî sofî bi gundekî elewiyan dikeve. Li perê gund bala xwe didê kalekî elewî li ber bestekê rûniştiye û qelûnê dikşîne. Sofî bi tinazî ji kalê elewî ra dibêje:

- Sofî, ma qey rêya Remezanê bi gundê we neketiye ?

Kalê elewî, pira ku bi text mextikan, bi hawakî ê’retî bi hev va zeliqandine nîşanî sofî dide û dibêje:

03 november 2020

Îslamîst ji kemalîstan faşîsttir derketin

Berî îktîdara îslamîstan kurdan wer bawer dikirin ku yên xerab, zalim, faşîst, antî-kurd kemalîst tenê ne.

Lê bi îktîdara îslamîstan ra derket ortê îslamî ji kemalîstan gelkî xerabtir in. 

Piştî 18 sal îktîdara îslamîstan, kurd dibêjin heft xwezî bi kemalîstan, rahmê li gora miriyên kemalîstan tînin.


Ji kîjan fikrê û îdeolojiyê dibe bira bibe, rast, çep, faşîst, kemalîst, îslamîst, sosyal demokrat qet ferq nake, tirk giş neyarên kurdan in, giş dixwazin kurd bindes bimînin. Hebûna çend kesên wiha nafikirin vê rastiyê pûç nake.

Gefa Erdogan sê sl berê li ewrûpiyan xwar îro tê bicîanîn

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, sê sal berê, di 22ê adara 2017a da Ewrûpa bi terorê wiha tehdît kiribû:

”Ji vê derê ez ji ewrûpiyên ku tiliya xwe ji me ra li ba dikin ra dibêjim. Tirkiye ne ew welatê ku vir da û wê da were tahvdan, bi şerefa wê were lîstin, wezîrên wê ji ber derî werin qewitandin, hemwelatiyên wê bi erdê ra werin kişandin. Heger hûn wiha dom bikin, sibe li tu dereke dinyayê, yek ewrûpî jî, yek rojavayî jî ewê nikanibe bi ewleyî û bi huzûr gava xwe bavêje kuçê. Gotineke ereban a xweş heye, ez tim dibêjim, ”men deqa dûqa. Heger hûn lêxin, li qusûrê nenêrin, ewê jî li we xin. “

02 november 2020

Alî Babacan nabêje ew perwerdeya bi kurdî qebûl dikin

 


Serokê Partiya Demokrasî û Pêşketinê (DEVA) Alî Babacan, li Rihayê, di kongra partiya xwe da  li ser perwerdeya zimanê kurdî hin tişt mişt gotine. 


Hin kurd ji axaftina Alî Babacan wer fêm dikin ku xwedêgiravî Babacan perwerdeya bi kurdî qebûl dike. 


Na, Alî Babacan di vê axaftina xwe da negotiye ew perwerdeya bi kurdî qebûl dikin û dema werin ser hukim ewê vî mafî bidin kurdan. 

01 november 2020

Bi vê tirsonekiyê Yekîtiya Ewrûpayê nikane bi Tirkiyê ra derxe serî

Serê ewrûpiyan bi tirkan ra ewê hîn pir biêşe. 

Tirkiye li hemberî Ewrûpayê siyaseteke pir neyarane dimeşîne, ji bo ku Ewrûpayê bêhuzûr, bêîstîkrar, tevlihev bike her nerindiyê dike û dide kirin. 

Ewrûpî viya zanin, lê nikan tiştekî bikin. 

Ji ber du sebebebên esasî hustuyê xwe li ber Erdogan xwar dikin, wî bertîl dikin, xûgiyê didinê, newêrin zorê têxin dewrê, li ber digerin, jê ra dikin pişopişo...

PARVE BIKE