01 juli 2020

Tiştê li kara dijmin û li zirara meriv be dibê meriv neke


Em giş zanin tirkan welatê me dagir kirine û dixwazin hin derên din jî dagir bikin. 

Em giş zanin ji bo ku rojekê Kurdistan çê nebe tirk di sê cepheyan da şerê me dikin.
Em giş zanin neyartî û şerê tirkan ne bi partiyekê ra ye, bi miletê kurd ra ye.

Yanî tirkan çi aniye serê me û dixwazin çi bikin em giş pê zanin. Di vir da problem tuneye.


Mesele emê li hemberî vê hêza xwînxwar micadeleyeke çaw bidin û çawa kanibin zora vê hêza har û dirinde bibin. Micadela em jê zirarê dibînin dibê em dev jê berdin.

Ya muhîm ne ev şikil û ew şiklê micadelê ye, serketin e. Çi ji me ra baş be dibê em wê bikin û micadele û tiştê zirarê dide me jî biterikînin.

Wer xuya dike nuha bi şer û bi zorê em nikanin zorê vê dewlata zalim û har bibin, di her warî da ew ji me xurttir e, dibê em xwe û micadela xwe îtîbaqî şertan bikin.

Her şiklê micadelê, li her derê, her tim nabe…

Tirk mafê me rehetî nadin, emê ji wan bistînin. Lê çawa û bi kîjan riyê û metodê gerek em wê riyê û micadelê rast hilbijêrin.

Micadela do rast bû, îor kane şaş be.

Partîyên îllegal, micadela îllegal 50-60 sal berê rast bû, lê îro ne rast e. Şer jî wiha ye, hertim ne rast e. Şerê meriv nikane qezenc bike meriv nake. Şerê dijminê meriv jê karê û meriv jî jê zirarê dibîne nadomîne.

XXX
Azad Zal ji bo ku kurdekî azadîxwza e, ji bo ku ne zilam û xulamê dewleta tirk e îro hatiye girtin.

Bi sedan, bi hezaran rojnamevan, nivîskar, siyasetmedar û kesên welatperwer jî bi vê hincetê hatine girtin. Dixwazin bi vê riyê kurdan çavtirsiyayî û bêdenk bikin.

Kurd natirsin û dev ji doza xwe bernadin.
Azad Zal û kurdên êsîr hatine girtin ne bi tenê ne, ne bêkes in, dibê em li wan xwedî derkevin.

Nalet li we û li dewleta we ya barbar û faşîst were...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE