13 juli 2020

Kenê bêsebeb



Rojekê Xoce Nesredîn, li kerê xwe yê meşûr suwar dibe û berê xwe dide gund. Di nîvê rê da ker ji nişka ve ji tiştekî vediciniqe û dide lotikan û serî ji Xoce distîne, ha li vir, ha li wir, dihere li orta gund, Xoce wek gulokekê dibêje terp davêje erdê.
Çend gundî ketina Xoce dibînin û pê dikenin.
Xoce gelkî li ber xwe dikeve, lê qet nade der, fena ku tiştek nebûbe ji erdê radibe, hinekî xwe dawdişîne û dûra jî ji yên li dora xwe ra dibêje:

-Hema qet belasebeb nekenin, ez nekatama jî ezê bi xwe jê peya bibûma.


Balgî
Di dema Osmaniyan da yekî Ereb dibe waliyê Bexdayê. Giregirên bajêr, berdevkên dewletê û miftî jî diherin xêrhatina walî.
Dema Ereb dibihîzin ku walî Ereb e, li hember kurdan hema dest bi gilî û gazinan dikin. Heta ji wan tê derewan li hev tînin û giliyê kurdan dikin.
Miftî û walî jî li ser doşegekê, li kêleka hev rûniştîbûne. Di nabêna wan da tenê balgîyek(balîfek) hebûye.
Li ser gilî û gazinên ereban, walî diqehere, xwe tûjo-mûjo dike û vedigere ser miftiyê kurd, jê ra dibêje:
-Miftî efendî, ma di nabêna ker û kurd da çi heye?
Miftî jî merivekî hazircewab û xweşsohbet bûye, dibêje:
-Walî efendî, Xwedê emrê te dirêj bike, bi rastî jî di nabêna ker û kurd da tiştekî pir biçûk heye, bi qasî ez dibînim ew jî balgî heye!

Zahmetî
Tucarekî kurd ji bo ticaretê diçe Almanyayê. Çend mehan li wir dimîne û dûra vedigere welêt. Li welêt dost hevlên wî li dorê kom dibin û her yek tiştekî jê dipirse. Yek dibêje:
Maşalê tu ji xwe ra hinekî almanî fêr bûyî?
Mêrik dibêje:
-Ma ez çûbûm qursa zimên? Weleh ez gotinekê jî fêr nebûm.
Hevalê wî dom dike:
-Ê nuha te gelek zahmetî kişand?
Mêrik dibêje:
-Na weleh min bi xwe tu zahmetî nekşand, zahmetîya herî mezin almanên reben kişandin, ew bi min ra ketibûn belayê, tim gerek tercumanek baniyana.

Diya xwe jî bibe
Mêrik ji keça xwe ra got:
-Keça min, do êvarî Serdarê cîranê me, bi bavê xwe ra hat, tu xwestin. Min jî got heger keça min qebûl bike ji alî min erê ye.
Keçikê got:
-Bavo, ez naxwazim terka diya xwe bikim û wê bi tenê bihêlim.
Bavê got:
-Tişt nabe keça min, tu kanî diya xwe jî bi xwe ra bibî.

Gotina bi tesîr
Du heval li bajêr rastî hev hatin. Yekî ji yê din pirsî, got:
-Ma zarok çawa ne, xanim çawa ye?
Hevalê wî got:
-Zarok destê te radimîsin, hemû baş in. Lê jinik xeyidî ye. Çendakî berê min gotinek jê ra got, ev du heftene mal terikandiye, çûye mala bavê xwe.
Hevalê wî got:
-Ez di bextê te da me wê gotinê fêrî min jî bike…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE