12 juli 2020

Îro min dûzaneke baş da hewşê




Îro min wek xortekî karkir zend û bendên xwe vemaltin, rahîşt meqes û tirmixa xwe û dehla (sênca, devîya) dora hewşê birrî, dûzaneke xweşik dayê. Bûbû wek porê dîna. Nuha xweşiktir xuya dike. 

Min birrî û xanimê jî çiqil û çulo avêt. Yanî ne ez tenê, ew jî xebitî. Lê helbet karê giran dîsa min kir...

Min pê ra negîhand aliyê hundur hewşê jî biqedînim. Ew ma rojeke din. Baranê dayê. Aliyê hewşê jî bi xêr ezê rojeke din bikim. Meriv karkir be rojên Xwedê pir in.


Bêxwediya sêncê dirêj e, 50 dar in û pir jî bilind bûye, hildikşim ser nêrdiwanê û dibirim.


Ez ji we ra bibêjim ne karekî rehet bû, tam du sateen min girt. Meqes jî kêmanî 5 kg giran bû, ez gelkî westiyam. Lê nuha gelkî xweşiktir xuya dike.




Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE