11 juli 2020

Hinekî din sebir bikin


Berî ku têk biçin kesî bawer nedikir Bîzans biqede, Împaratoriya Osmanî têk biçe, Sovyet hilweşe. 

Lê gava roj û saeta wê hat, giş ji belav bûn, qediyan, bûn hedîseyên tarîxî.

Berî ku têk biçin kesî bawer nedikir Şahê Îranê, Seddam Husên bi wî hawî bikevin û netîceyên îro hene bi xwe ra bînin.

Lê gava roj û saeta wê hat herdu jî tevî heykelên xwe serserî teqle bûn.


Di tarîxê da bi sedan numûneyên wiha hene.

Dîktatoriya Erdogan jî ne ebedî ye, îro heye, xurt xuya dike, lê ne wisa ye, wek her dîktatorî ew jî gorra xwe bi destê xwe dikole, mirina xwe roj bi roj nêz dike. 

Ewê bikeve û him jî pir xerab gundor bibe. Ew roj û saet ewê were, bêhêvî nebin. 

Tirkan, kurdan, cîranên Tirkiyê, ewrûpiyan, her kesî baş fêm kiriye heta Erdogan li ser hukim be ji kesî ra rehetî tuneye, tu kes, tu welat ne di ewlehiyê da ye. Ewê jê ra çareyekê bibînin. Hinekî din sebir, pir çû, hindik ma…

XXX
Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan biryara dêra Ayasofya (Hagia Sofia)bibe mizgeft îmze kir û biryar di rojnameya resmî da belav bû.

Erdogan gotiye di 24ê temûzê da Ayasofya ewê wek mizgeft vebe û musilman ewê nimêja îniyê lê bikin.

Hêvî dikim Erdogan çiqas sînanog û dêrên li Tirkiyê hene gişan bike mizgeft û çend xiristîyanên mane jî ji Tirkiyê celî(sirgûnî) Ewrûpayê bike.

Belkî bi vî hawî aqûbeta wî jî bibe ya Seddam. Seddam jî bitir bû, dû ra bela xwe dît.

Ev îş bi biryara Erdogan naqede. Dinya xiristiyan ewê viya ji Erdogan ra nehêle.
Yanî ev hevîr ewê hîn gelek av rake.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE