06 juni 2020

Stirîyên me derket



We mala Xwedê ava be, piştî sê meh payin, kitêba min dawiya dawî derket û fotografê qapaxa wê îro gihîşt destê min. 

Ji payinê êdî ez kevzikî bûm. Ji ber gelşa koronayê du mehan bi derengî ket.

Kitêb hîna nehatiye, qey heta demekê ewê jî were. Lê neyê jî tişt nabe, rismê wê hatiye bes e.

Kitêb ji alî weşanxaneya Nameyê ve hatiye çapkirin. Meriv kane li Diyarbekrê û li Stenbolê bi dest xe.

XXX

Piştî min bîranînên apo Osman Sebrî qedand, îro min çavê xwe li nav kitêbên xwe gerand, ji bo ku dest bi xwendina kitêbeke din bikim. Bîstekê bêbiryar mam, min nizanîbû ezê kîjanê bixwînim. Dilê min li ser bîranînîn û bîyografîyan bû.

Dawiya dawî min kitêba Konê Reş -Celadet Bedirxan Jiyan û ramanên wî- hilbijart.

Kitêb sala 1997a li Stockholmê ji alî Weşanxaneya Jîna Nû çap bûye û ev 23 sal in di kitêbxaneya min da li bende xwendinê ye. Îro dor hatê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE