05 juni 2020

Milahîm


Rojekê yekî tu dibê beşt bi rê da rastî yekî kinikî gelkî zeîf hat. Piştî ku silav û kilam li hev kirin, yê dirêj û gelkî gir ji yê kinik û zeîf ra got:
.Bira, navê te bi xêr?
Mêrik got:
-Navê min Milahîm efendî ye.
Yê dirêj got:


-Hela hela, him Milahîm û him jî efendî! Kuro bi vê bejna pitikî tu har û berdûş bî tu yê çi bikî?


Beraz

Xendekarekî (şagirtekî, telebeyekî) mekteba Îmamxetîbê ji bo ku bibe îmamê mizgeftê ketibû îmtihanê. Pirs hemû bi nivîskî bûn. Xort bersîvên hemû pirsan rast da û kaxeta xwe teslîmî mamoste kir. Lê mamoste dîsa jî pûanek baş nedayê. Vê yekê bala mamosteyekî din kişand û ji hevalê xwe ra got:
-Bersîvên wî giştik rast in, tu çima heqê wî dixwî û pûanên kêm didê?
Mamoste got:
-Tu nizanî ew çi beraz e, bersîvên wî gişt rast in, lê baweriya wî bi yekê jî nayê.


Tunebûn
Derî lêket, jinikê vekir. Bala xwe dayê mîvan hevalekî mêrê wê ye. Keremî hundur kir. Mêrê wê dema hevalê xwe dît gelkî kêfxweş bû. Piştî pirsîna hal û xatir, berê xwe da xanima xwe, jê ra got:
-Xatûn, ma tu yê şîvê hazir nekî?
Jinikê fedî kir ku bibêje li mal tiştek tuneye. Dema bi hustuxwarî gotinek ji vir anî, gotineke ji wir anî, mêrik xwe xeyidand û bi zirt got:
-Ma li mal beroş tuneye, çênîk tuneye, lengerî tuneye, kêr tunye, kevçî tuneye, tas tuneye, de ka bibêje çi tuneye?
Jinikê ji hêrsan xwe ranegirt, berê xwe da mîvên û got:
-De tu dibînî, ma qet qala ard, xwê, rûn, birinc û goşt dike?

Îmtihana tixtor
Mêrikê sirgûçî bi xanima xwe ra çû ser tixtor. Derdê xwe ji serî heta dawî dûr û dirêj jê ra got. Piştî gotina xwe qedand tixtor deftera xwe ya qeydê hêdîka vekir û jê pirsî:
-Tu ji ku yî?
-Mêrikê sirgûcî demekê pel pel li tixtor nêrî û dûra ji xanima xwe ra got:
-Rabe em herin.
Jinikê bi hawakî matmayî got:
-Xêr e, çi bû?
Mêrik got:
-Ma tu nabînî, ev seeteke ez dipeyivim efendî hîn fêm nekiriye ez ji ku me. De îcar ewê çawa bizanibe nexweşiya min çi ye?

Telefon
Xort ji diya xwe ra telefonek desta kirî û dayê. Jê ra got, dayê dinya alem giş bûye xwedî telefon, bira ya te jî hebe. Dê her çiqas got ez ji heq dernakevim jî pere nekir. Ji mecbûrî telefona xwe kir bêrîka xwe. Roja din li mala cîrana xwe bû. Zirînî ji telefona wê hat. Lawê wê bû. Lîwik jê ra got:
-Dayê ma tu çi dikî?
Diya wî matmayî ma, jê ra got:
-Lawo te çi zanîbû ez nuha li mala cîrana me Zerûgê me?

Tirî
Ji Bekirê dîn ra gotin:
-Bekir, kesên siyasetmedar bi piranî gel dişibînin şêr, piling, gur, qertel û heywanên wekî wan. Gelo tu gelê me dişibîne çi?
Bekir got:
-Wele ez gel dişibînim tirî.
Gotin çima tirê?
-Ji ber ku kesên dixwzin kêf û şahiyê bikin her tim tirî diheciqînin û ava wî derdixin. Lê halê kurdan ji tirî jî xerabtir e.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE