04 juni 2020

Heta hûn kanin bîranînan bixwînin


Ji bo ku meriv bizanibe tirkan çi zulm li pêşiyên me kirine, çi anîne serê wan, dibê meriv kitêbên tarîxî û xatiratên hatine nivîsîn gişan bixwîne.

Bi taybetî jî apo Osman Sebrî û Ekrem Cemîl Paşa di bîranînên xwe da wahşeta tirkan baş radixin ber çavan, meriv dibîne tirkan çawa Kurdistan ji meznên kurdan vala kirine.

Lê gava meriv dixwîne û zulma li kurdan kirine dibîne gurrûzî digre canê meriv.


Piştî her serîhildanekê bi hezaran kurd kuştine, bi darda kirine û bi perîşaniyeke mezin sirgûnî nava tirka kirine.
Bi rojan, bi hefteyan xistine riyan û heqê rêwîtiya cendirmeyên xwe jî ji kurdan girtine.

Li Kurdistanê kurdperwerek, zanayek, malmezinek nehîştine, giş nefî nava tirkan kirine.

Li alîkî ji Serîhilhildana Şêx Seîd vir da bi rengekî sîstematîk kurdên zana, kurdperwer, malmezin, mîr, beg, kesên jê av sar û germ dibin bi darê zorê ji Kurdistanê derxistine û bi milyonan mahcir jî ji vir û ji wir anîne li Kurdistanê, di gund û bajarên kurdan da bi cî kirine.

Bi vî hawî xwestine demografiya Kurdistnê biguherin û têra xwe bi ser ketine jî.

XXX
Dewleta tirk ne bes bû, epîdemiya koronayê jî xwe da ser, herduyan bi hev ra kurd gelkî guhertin.

Epîdemiya koronayê di nava 4-5 mehan da dinya serobinî hev kir, dûzan, rabûn û rûniştina însanan guhert.

Kurd jî êdî ne kurdên 5 sal berê ne, kêf û dilgeşiya berê bi kesî ra nemaye, ruyê kesî nakene, her kes bûye wek gulek çilmisî.

XXX
Axaftina zêde meriv gêj dike.
Xwarina zêde zikê meriv dêşîne, ji siheta meriv ra ne baş e.
Vexwarina alkola zêde meriv serxweş dike.
Û pirbûna weşanên zindî yên di medyaya sosyal da jî meriv bêzar dike.
Derdê weşanên zindî êdî nayê kişandin, meriv naxwaze kompîtora xwe veke, yek li pey yekê çirt û pirt derdikevin hemberî meriv û him jî bi saetan.
Roj û şev 48 saetan bin jî têra temaşekirinê nake.
Axir her tiştê zêde ne baş e, meriv aciz dike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE