30 juni 2020

Buhtana Dîlan Karacadagê !

Soner Sert


Tiştê Dîlan Karacadagê û rojnameya ”Yeni Ozgur Polîtîkayê” kirine buhtaneke li Soner Sert e, dezînformasyon e. Çimkî Soner Sert negotiye ne şert e fîlmên kurdî bi kurdî be...

Dîlan Karacadagê di rojnameya ”Yeni Ozgur Politika”yê da li ser sînemaya kurdî bi Soner Sert ra hevpeyînek kiriye.

Li ser pirsa, ma sînema kurdî mecbûr e bi kurdî be?


Soner Sert gotiye, ”Ziman helbet pir muhîm e. Çimkî ziman çavkaniya gelekî ya esasî ye. Lê belê tenê ji ser zimên estetîka fîlmekî îzahkirin kane têrê neke. Ji ber ku fîlm ne bi kurdî ye em nikanin bibêjin ne sînemaya kurdî ye.”  Û numûneya fîlmên Yilmaz Guney daye...

Dîlan Karacadagê ya jî rojnameyê ev bersîva wî tahrîf kiriye, sernivîsa hevpeyvînê kiriye:
”Ji bo sînema kurd kurdî ne şert e !”

Soner Sert, di hevpeyvînê da tiştekî wiha negotiye, tenê hin fîlmên Yilmaz Guney (Seyyit Han, Endişe, Suru, Yol,)wek  numûne nîşan daye û gotiye ji bo ku wê demê bi kurdî çêkirina fîlmekî ne mimkûn bû ev fîlm bi tirkî hatin çêkirin, lê ew fîlmên kurdî ne. 

Camêr tu dereke hevpeyvînê da negotiye ”ji sînema kurd ra kurdî ne şert e”, lê  Dîlan Karajdagê buhtan li Soner Sert kiriye, gotiye ziman ne muhîm e.

Û gelek kesan jî bêyî ku hevpeyvînê bixwînin, li gorî sernivîsî Soner Ser rexne kirine. Musebîbê vê yekê jî Dîlan Karacadag û rojnameya Y.Ozgur Polîtîkaye, tiştê wan kiriye dezînformasyon e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE