13 maj 2020

Rojnamevanekî zîrek

Mehdî Mûtlû


Ev demeke Mehdî Mûtlû di telewîzyona Rûdawê da programeke bi navê ”Sohebeta Li Hewşê” çê dike. Cî Diyarbekir e, mekan hewşeke xwşik e.

Li hewşê nivîskar, şair, edbîb û hunermendan, dengbêjan dike mîvan û bi wan ra sohbet dike.

Di van rojên dawî da min li çend programan temaşe kir. Programeke xweş e, bi mîvanê xwe ra sohbeteke sakîn û xweş dike. Mîvanên xwe dide nas kirin, zaroktiya wan dipirse, li ser zewq û karê wan sohbeteke germ dike. Meriv ji programê aciz nabe.

Di programan da hin xusûsîyetên Mehdî Mûtlû bala min kişandin. Ez Mehdî Mûtlû wek şexs, ji nêz va nas nakim, ji telewîzyona Kurd 1ê, Dunya TVê û TRT6ê nas dikim.

Întîba li ser min hîştiye rojnamevanekî jêhatî ye. Rojnamevanên di karê xwe da wiha jîr, zane kêm in.  


Carê berî her tiştî camêr karê xwe baş zane, li Kurdistanê baş geriya ye, hin herêman qulik, bi qulik zane.

Coxrafiya Kurdistanê têra xwe zane, bi taybetî jî Serhedê, Sêrtê.

Çiyayên Kurdistanê zane. 

Mîvan ji kîjan bajarî, ji kîjan herêmê be, tu dibêjî belkî ew jî ji wir e, dest bi tarîfa herêmê û dengbêjên wê, çiyayên wê, xweşikiya suruşta wê herêmê dike.
Kîjan meşûr, kîjan dengbêj ji ku ye zane.
Navê gelek eşîran yek bi yek zane.
Navê gundan zane.
Dengbêjan yek bi yek nas dike.
Zane kîjan sitran ya kê ye.
Zane bistirê.
Zane li sazê xe.
Yek kîjan sitranê bistirê, tavilê pê ra duetê dike.

Pir hindik haya wî ji edebiyat û şiîrên kilasîk heye.
Haya wî ji beşên Kurdistantê yên din, ji hunermendên wan heye.
Zane kîjan hunermend ji kîjan herêmê ye, ji kîjan eşîrê ye û kî merivê kê ye.
Wê rojê got Seîd Yûsif û Miradê Kinê pesmamên hev in. Min nizanîbû, min ji wî bihîst.

Ev çend xusûsîyetên wî yên di van programan da bala min kişandin, belkî camêr gelek tiştên din jî zanibe û hin huner û marîfetên wî yên din jî hebin.

Belkî bi soranî û bi elîfbeya erebî jî zanibe. Belkî feqetî jî kiribe. Ji ber ku yekî jîr xuya ye û ji mîzahê jî ne bêpar e.

Axir camêr rojmanamevanekî zîrek e, baş ji heq karê xwe derdikeve. Tenê carnan di zimên da bêdîqetiyê dike, di tewangê da û di nêr û mêtiyê da şaşiyê dike. Lê wê şaşiyê jî gelek herêm dikin.

 Belê, min got bi çend gotinan be jî fikrê xwe yê li ser rojnamevaniya Mehdî Mûtlû bibêjim. Yekî karekî baş kir dibê meriv bibêje û teqdîr bike.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE