14 maj 2020

Pepûk û tirk

Pepûk


Di nav çûkan(teyr, balinde) hemûyan da çûka herî sextekar, herî fêlbaz, herî parazît û herî bêûjdan, heta jenosîdkar pepûk e. 

Ez pepûkê û tirkan pir dişibînim hev. Bi baweriya min herdu jî xwediyê yek tebîetê ne; ya jî gelkî dişibin hev, bêyî xwe mafê jiyanê nadin kesî.

Pepûk tu carî ji xwe ra hêlînê çê nake û çêlikên xwe xwedî nake. 


Hêlîneke çûkeke din, çûkek ji xwe biçûktir di çav xwe ra dike û dibe hêka xwe datîne wê hêlînê. Ji bo ku hêk zêde nebe û çûk vê yekê ferq neke, ji hêlînê hêkekê davêje û hêka xwe datîne dewsê.

Hin çûk viya ferq dikin û hêka wê davêjin, lê piranî ferqa nakin û çêlikên pepûkê xwedî dikin.

Lê tiştê ecêb, çêlika pepûkê jî çer ji qêlik derdikeve, çêlikên din ji hêlînê davêje. Tim jî ya rojekê, ya jî heinekî berî çêlikên din ji qalik derdikve. Ji ber ku ew ji çêlikên din mezintir e, bi rehetî zora wan dibe û wan davêje, carnan jî dikuje. 

Heger çêlik derneketibin hêkan yek bi yek davêje û ew bi tenê dimîne. Yanî ew jî wek diya xwe bêmerhamet e, çer ji qalikê xwe derdikeve dest bi kuştina çûkên nej i xwe dike, mafê jiyanê nade kesî.

Di her du haletan da jî hedef kuştina çêlikên din e, çêlikên ne yên pepûkê ne.

Di vê nuxteyê da pepûk û tirk dişibin hev, herdu jî xwediyê eynî qerekterê, tebîetê ne; bêyî xwe mafê jinayê nadin kesî, kanibin bi kê dikujin, ji ortê ra dikin. 

Pepûk bi sextekarî di hêlîna yekî din da mezin dibe, tirkan jî welatên xelkê dagir kirine û li ser erd û avên xelkê, di mal û bajarên xelkê da jiyana xwe didomînin. 

Lê bi dagirkeriyê jî qîma xwe naynin, xwediyên wê axê dikuje, asîmîle dike, ji ortê radike.

Wek pepûkê, hedefa tirkan jî kuştina kesên ne ji xwe ye, kî ne tirk be îmha dikin. Însanan, tarîxa wan, mîrata miletan, kultur û mîmariya miletan li pey xwe hîştine wêran dikin, ji ortê radikin. 

Demografiyê diguherînin, navên coxrafîk, yên welatan, gundan, bajaran, çiyan, herêman diguherînin. Naxwazin esereke, şopek ji miletên qir kirine bimîne. Dibê her tişt tirk be. Yanî jenosîd kultura wan e.

Ji bo wê jî ez dibêjim tirk pir dişibin pepûkê, herdu jî zalim, bêûjdan, parazît û dagirkerin, jenosîd tebîet û qerekterê wan e, kanibin bi kê dadiqultînin, dikujin, ji ortê radikin û xwe tenê dihêlin, bêyî xwe mafê jiyanê nadin tu benderuhî.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE