09 maj 2020

Haya min hewqasî ji nav û dengê min tunebû



Min zanîbû bi qasî dilnexwazên min, dilxwazên min jî hene. Lê min nizanîbû hewqas in. Wer xuya dike hema hema bi qasî wan in. Ev sohbet li ser wê ye.

Qadên medyaya sosyal pir in, ez di çend heban da hespa xwe dibezînim. Bloga min hindik-rindik, facebook, twitter sê platformên ji van in.

Tiştê ez di facebookê da dinivîsim hevalên min ê twitterê nabînin û tiştê ez di twitterê da dinivîsim hevalên min ên facebookê nabînin.

Ji bo ku tiştên ez di medyaya sosyal da dinivîsim hevalên min giş bibînin, ez nivîsên xwe li herdu ciyan û di bloga xwe da jî belav dikim. 


Ev nivîsa jêr û şiroveyên hevalan yek ji wan nivîsên min e. Ji bo ku haya hevalên min ên blogê û twîtterê jê çê bibe.

XXX
Di telewîzyona Rûdawê da piştî sohbeta Mehdî Mûtlû bi Mihemed Ronahî ra daxwaza hevaltiyê bi ser min da barî, ji do êvarî da ye ez qebûl dikim, qebûl dikim dawî nayê. Lîmîta min a 5 hezarî tije bû, lê dawiya daxwazan nayê.

Wer xuya ye Sohbeta Hewşê û pesnên Mihem Ronahî ez gelkî meşûr kirim.

Yanî gotinên wî hewqasî bi tesîr in, xelk guh didê, çeka wî tavilê dikirin...

Dijmin û dilnexwazên min pir bûn, nuha wa ye dilxwaz û hezkiriyên min jî zêde dibin.
Mala Mihemed Ronahî û Mehdî Mûtlû ava be, camêran çêyiyeke baş gîhandin min.

Xwedê kesî bêdost nehêle...

Hasan ÇakmakMamoste tu jixwe pir navdar bû.Me bi saya navê we kek Miheme naskir.
Tu û pênûsa xwe her hebin xortê hêja.

Zinarê XamoBirayê ezîz, her mange tê dotin, her peyv nayê gotin. Lê wer xuya ye tu merivekî rastgoyî, heqîqet çi ye te ew got. ..
Meriv pesnê xwe nede, dost heval û bidin çêtir e...

Mihemed Ronahi Tu ekoleke bi tena serê xwe yî apo. Xwe bi parêze heya carek din tu tê Amedê em derdikevin ser bircan.

Hasan Çakmak Mihemed Ronahi birêz Mihemed min duh êvarê di bernameya Mehdî Mutlu de we nas kir.Hûn her hebin kekê hêja.Nexeyîde ji ber peyvên min!

 Hasan Çakmak: mala we ava kekê delal. Na xeyda çi, rastî ye.

Abdulğani Bakir 
amîn amîn mamoste tu herhebî.

Fuat Kumruaslan Ser fesbuke ;be nafé xamo zinar malperek dın veké .dilo doste xuna şabeké.

Mehmet Ali Dark Ez benc hezaren ewılım.....

Çelebî Ehmed Dema ku dostekî me qenc hebe, mirov dixwaze ku xelk tevde wî nasbikin. Tew îcar ku hezkiryê zimanê xwe be. . .

Vildan Saim Tanrikulu: Wisa be kêf kêfa te ye!

Adam LibertyMamoste yê min, min karê wergerê dikir demekê. Ji min re hevokên biçûk dişandin. Carna ez neçar dibûm ez li maka wan hevokan vegerim û ez li wan digeriyam li ser Gûgilê. Gelek ji wan hevokan yê te bûn ku te li ser bloga Hindik-Rindik nivîsandibû.Berî wê min te nas ne dikir bi rastî. Kêfa min gelekî ji rêbaza te ya nivîsandinê û henekên te re hatin tevî ku di warê rêziman hindek têbîniyên min li ser hene. Îcar min ji te hez kir û eger bi bîra te tê min wê çaxê daxwaza hevaltiyê ji te re şand. Ez camêrê Mihemed Ronahî nas nakim, rêz û silavên min jê re jî. Dibe ku gelek caran ez mijûlim û ez nakevim Fêysbûkê û ez vala nabim şiroveyan li ser postên te binivîsim lê tû herdem di dil de ye. Rêz û silavên min ji te re...

Zinarê Xamo :Bi van gotinên te kêfxweş û serbilind bûm birayê ezîz. Ev 40 sal in li vir û li wir dinivîsînim. Pir hindik miheqeq feydeyeke min gihîştiye kurdan û zimanê kurdî. Dema camêrên wek te qala vê keda min dikin helbet pê dilşa dibim.
Bi silavên dostaniyê.
Xanimek şexsî bi messengerê gotiye wê ji zûda daxwaza hevaltiyê ji min ra şandibû lê min qebûl nedikir, piştî progrma Mehdî Mûtlû Mihemed Ronahî temaşe kiriye, careke din şandiye. Ez şermezarî bûm. Ji ber mesaj şexsî ye ez mesaja wê naweşînim û navê wê nabêjim. Lê bersîva min dayê ev e:

"Xanima hêja bi bawer bike nayê bîra min. Min daxwaza te nuh dît û qebûl kir. Ji Xwe lîmîta min ji 5 hezarî buhurî ye, min hin hevalên kevn şandin îznê û ya hinên nuh qebûl kir.
Di normalê da ez daxwaza kesên bi kurdî zanibin red nakim. Hela daxwaza pîrekan/jinan ebeden red nakim.
Bi silavên biratiyê, bimîne di nav axêr û xweşiyê da."


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE