26 maj 2020

Gerek kurd êdî bizanibin dewleta tirk ne ya wan e jî

Osman Baydemir


Osman Baydemir di hevpeyvîna xwe ya di Telgraf Aktuelê da li ser dewleta tirk û meclîsa tirk tiştên pir rast û xweş gotine. 

Baydemîr gotiye “Li hemberî me rejîmeke xwe biguhere, bibe komareke demokratîk tuneye. Ev dewlet ne ya me ye. Meclîsa tirk ne meclîsa me ye. Ev dewlet li Diyarbekrê ne meşrû ye. Dibê em viya ji kurdan ra bibêjin. Dibê ev rejîm were rûxandindin…”

Wele ev 40-50 sal in em viya ji kurdan ra dibêjin, ev dewlet ne ya kurda ye û tu carî jî nabe ya kurdan. Bi hin rutûşan em nikanin vê dewleta irqçî, antî-kurd biguherînin û bikin dewleta kurdan jî. 


Dibê ev dewleta irqçî, antî-kurd hilweşe û tiştekî nuha di şûnê da ava bibe. Dibê em dewleta xwe çê kin, ji bo wê bixebitin, hedefa me ew be.

Gotinên Osman Baydemîr çîroka jinikê û tuxtor anî bîra min.

Jinikê lawê xwe yê nexweş bir ser tuxtor. Tuxtor ji jinikê pirsî:

-Xanim nexweşiya gedê te çi ye, ku dera wî diêşe?

Jinikê dest bi jimartina nexweşiyên lawê kir, got:

-Tuxtor beg, lawikê me ji makzayî da gurçikên wî baş naxebitin, aliyekî wî felc e. Kût e nikane bimeşe. Guhên wî nabihîzin. Çavên wî jî nabînin. Destên wî qop in. Bêyî van seqetî û nexweşiyên min jimartin, çend nexweşiyên din yên biçûk jî pê ra hene, nizanim ez wan jî bijmêrim?

Tuxtor got:

-Min fêm kir, ne hewceye. Wê çaxê zû xwe tazî bike!
Li hember vê daxwaza tuxtor, jinik matmayî ma, got:

Tuxtor beg, yê nexweş gedê min e, tu yê wî miayene bikî. 

Çima ezê xwe tazî bikim?

Tuxtor got:

-Xanim, ez zanim. Lê di gedê te da tu xêr nemaye. Li vê cîhanê tu tuxtor nikane wî xelas bike. Ya herî baş em ji te ra yekî nuh çêkin ewê gelkî çêtir be.

Rewşa dewleta tirk jî ev e, bi guherandin û derxistina çend qanûn manûnan ev dewleta antî-kurd rast nabe, dibê ev dewleta nîjadperest, faşîst  ji kok da hilweşe û di şûna wê da tiştekî nuh ava bibe. 

Ev jî bi azadî û serxwebûna kurdan mimkûn e, dibê Kurdistan çê bibe. 

Heta kurd azad nebin û Kurdistan çê nebe tirk medenî nabin û tu demokrasî, memokrasî jî nayê Tirkiyê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE