01 april 2020

Wer xuya dike korona ewê zû bi zû dev ji me bernede

Ev 16 roj in nigê min bi sentrûm, market û dikan mikanan nebûye. Ez li ser goştê xwe hûr dibim, bûme xwê û ketime êgir. 

Min nuha ji xanimê ra got, xanim, bi Xwedê cinên min ji min ra dibêjin law rabe here ICA Maxîyê têr bigere û barek tişt mişt bikire û were mal.

Xanimê got, ma qey tu dîn bûyî, korona nuh li her derê belav bûye. Û ji xwe dibêjin gerek kalê wek te neçe dikanan. Weleh belkî te bera hundur jî nedin...


Û dû ra jî hinekî bi fexir got, ”ez salekê jî neçim dikanin ne xema min e.” 

Weleh bavo ez hewqasî deyax nakim, yê wê sebra Hz. Eyûbê kurmaxwarî pê ra ye, min bi zor 16 roj qedandin. Ji nuha da bîna min teng bûye, markêt li ber çavên min diherin û tên.

Yaho meriv 16 rojan dikanan, çûna bajêr li xwe yasax nake.
Korona malxerab tevger û kultura me jî guhert. Êdî em newêrin herin ji xwe ra pakêtek şîr û mast jî bikirin. Bi rê da kî por û rîya min a sipî dibîne xwe dide alî, ji tirsa rê dide min.

Mezinên me ji me ra bi dilşewatî qala berfa sor û salên xelayê dikirin, emê jî ji neviyên xwe ra qala sala koronayê bikin.
Hey gidî dinyayê, qeda li te ketê, Xwedê teala bela te dayê…



XXX
Sosireta giran !!!
Dahîreya tendirustiyê ya Swêd(Folkhälsomyndigheten) di anonsa xwe sa gotiye:
-Heger tu 70 salî yî ya jî mezintir î, dibê tu têkiliyên xwe bi der û dora xwe ra kêm bikî.
Ez 70 salî me. Li gorî vê anonsê dibê xanima min û zarokên min xwe nêzî min nekin, wek lawirekî tahlûke min têxin qefesekê û nan û avê bidin ber min…
Fena ku em kesên kal û pîr bûne çavkaniya mîqrobê, em giş kotî(cuzam) bûne, dibê kes xwe nêzî me neke…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE