04 april 2020

Qantir nazê, xwê hişin nayê, tirk dev ji neyartiya kurdan bernadin


Ji roja Tirkiye ava bûye û vir da ye, kî hatibe ser hukim ji bo me ferq nakiriye, hinekan pir, hinekan hindik, hinekan vekirî, hinek sergirtî lê gişan jî kurd neyarên xwe dîtine û xwestine kurdan bihelînin, bikin tirk. 

Tirkiye li ser îdeolojî û siyaseta înkar û tunekirina kurdan ava bûye, kî hatibe ser hukim ev siyaseta dewletê neguherîye, neyartiya xwe domandiye.


Nuha xwedêgiravî qanûneke ”efûyê” ya jî kêmkirina cezayên girtiyan derdixin. Ji bo ku di zindanana da epîdemiya koronayê nebe sebebê bi sedan kesî.

Lê qulopilo kirin, kurdên dixwazin di zindanan da birizînin, derî vê qanûnê hîştin. Yanî ewê hin merivên xwe, hin girtiyên ew dixwazin werin berdan berdin û kurdan dîsa di hundur da bihêlin.

Çawa ku qantir nazê, xwê hişin nayê, tirk jî dev ji neyartiya kurdan bernadin, nabin demokrat û heqnas…

XXX
Her mange tê dotin, lê galgal û şor nayê gotin. Di medyaya sosyal da meriv rastî minaqeşeyên wer tê meriv matmayî dimîne, devê meriv ji hev diçe, dihere digihîj belka guhê meriv. Û pir jî pê xemgîn dibim.

Lê newêrim xwe tevê kim, naxwazim tiliya xwe têxim qulika mozan.

Heta ji min tê hevza xwe ji şer û teşxeleyên wiha dikim.
Şerê min tenê bi dijmin û bi cahş û hevkarên dijmin ra ye.

XXX
Bi gelşa Vîrusa Koronayê ra derket ortê ji Kurdistana Federe gelek xwendekar li Qibrisê û li Tirkiyê hebûne.
Gelo ji Kurdistana Federe xwendekarên li Îranê, li Bexdayê ya jî li welatekî erebî dixwînin hene?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE