06 april 2020

Jima 5a ya Folklora Me pîroz be !


Jimara 5a ya kovara Folklorame derket. Pîroz dikim, bi xêr be, çavê xebatkar û xwendevanên wê ronî be. Jê ra jiyaneke dirêj dixwazim.

Dibê meriv bi kovarên wiha ra bibe alîkar û destegê didê. Ji bo folklor û kultura me hebûna weşanên wiha pir muhîm in, karekî pir hêja dikin.


Topkirina zargotina kurdî, tiştên folklorîk pir muhîm e, gava neyê topkirin, derbasî ser kaxetê nebe tê jibîrkirin û bi kesê dimre ra dihere gorrê.

Lema jî topkirina berhemên folklorîk pir muhîm e, kî çi zane dibê binivîsîne û ji wan ra bişîne.

XXX
Xwedê kir ku Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Cegerxwîn, Arjen Arî negotin kes bi kurdî naxwîne û bi zimanekî din nenivîsîn, bi kurdî nivîsîn. Heger van camêran û çend kesên din bi kurdî nenivîsîbûna ma nuha çi yê me hebû?

XXX
Do bi şev min di Popkurdê da bi Zozan Yaşar xanima hêja ra sohbetek dûr û dirêj, ji ber ecemîtiya xwe ya teknîkî min him ew westandin û him jî wexta xwe dirêj kir.

Hêvî dikim ji ruyê min Zozanê ceza nekin. Program çawa bû, çend kesan lê temaşe kir, fikrê xortan çi ye nizanim.

Kesên program temaşe kirin fikrên xwe bibêjin ezê kêfxweş bibim Mimkûn e hin pirs bê bersîv man, yê bixwaze kane nuha jî pirsên xwe ji min bikin.

Pirsên rehet ezê bersîvê bidimê û yên zor jî ezê bibêjim weleh ez nizanim, xêra we ezê bi kêmasiya xwe bihesim. Ew jî ji min ra kar e.

Sohbeta min a bi Popkurdê ra qediya. Ji ber nezaniya xwe ya teknîkê min Zozan Yaşar xanim û hevalên wê gelkî westandin. Ji bo vê sergêjiyê bira min efû bikin, bidin xatirê ecemîtîya min.

Gelek sipas ji bo Zozan xanimê, hevalên wê û her kesê li me guhdarî kir. Mala we hemûyan ava be.

XXX
Heta nava dest reş nebe tahma dev xweş nabe. Her tişt wiha ye, ji bo fêrbûnê dibê meriv xwe biwestîne. Yê xwe newestîne, yê nexwîne tiştekî fêr nabe.

Heger hûn dixwazin kurdiya xwe baştir bikin, bi pêş da bibin, berhemên kurdî bixwînin, bi kurdî binivîsin û di vê da israr bikin.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE